ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN

img

* Jinên Ciwan ên Îzmirî diyar kirin ku ew dê dengê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li kolanan bilind bikin û wiha got: "Cezayê li Leyla Guven birîn li dijî hiqûqê ye. Cezayê li Leyla Guven birîne li me birîne. Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin." 

* Serokê Şaxa OHD’ê ya Rihayê Prz. Alî Aslan, diyar kir ku çalakgerên greva birçîbûnê bi birçîhiştina laşê xwe, daxwaza pêkanîna qanûnên înfazê yên di meriyetê de dikin. 
 
* Rêvebera TAJÊ Ferîde Şengalî, diyar kir ku ji hêla hikûmeta Iraqê ve bêdengiyeke mezin heye û got: "Em dizanin ku ev bêdengî wê bi xwe re xeteriyeke mezin bîne. Lê heya ku Asayîşa Êzîdxanê neyê naskirin em ê berxwe bidin.”
 
*  Rêvebirên komele û weqfan anîn ziman ku bi qanûna ku pêşî li ber tayinkirina qeyûman vekiriye, armanc tunekirina kar û xebatên komeleyan e û biryara navbirî wekî "dîktatoriyê" bi nav kirin. Rêvebiran, destnîşan kir ku dê li ser asasekî demokratîk li ber vê yekê rabin. 
 
* Pisporê Têkiliyên Navdewletî Prof. Dr. Îlhan Uzgel, anî ziman ku restkişandina di navbera Tirkiye û Xelîfe Hafter de bêwate ye. Ûzgel, destnîşan kir ku hem Tirkiye hem jî Hafter du aktor in ku li qadê pozîsyona wan bi er neketiye, têk çûye. 
 
* Serokê Giştî yê BTS'ê Mûrat Oral, ji bo dewrkirina qada lîmanê ya sîrkeciyê ku dewrî Weqfa Yeşîlayê hatiye kirin, anî ziman ku bi temamî ji bo rantê ye û ev qad divê ji bo rêya tirênê bê bikaranîn. 
 
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm tayînê wê hatiye kirin, karê ji bo amadekirina naverok û sêwirandina wê ya dîtbarî da reklamker ê "dostê" qeyûm Walî Munîr Karaloglû. Tevahiya kar bi xebatkaran hat kirin, lê wê qeyûm 294 hezar TL'yş bide şîrketa ku navenda wê li Stenbolê ye. 
 
* Endama Koordînasyona Jina Ciwan a HDP'ê Kezban Kûday, anî ziman ku bi kampanyaya "Seferberiya Morê" armanca wan, jiholêrakirina rolên zayendî yên civakiyî ye û bang li jinên ciwan kir ku di bin banê kampanyayê de xwe birêxistin bikin. 
 
*  Xelk bi girankirina bihayên mîna ceryan, gaza xwezayî re ket sala 2021’an. Welatî li hember bihakirina pêdiviyên jiyanê bi gazinc in û diyar kirin ku lîreyek di berîka wan de mîna sabûnê dihele û taqeta wan nemaye ku êdî ew qayişa xwe bişidînin. 
 
* Îsmet Kaplan ê ku cezayê darvekirinê lê hatibû birin, dûre cezayê wî veguherandin cezayê muebetê û piştre di çarçoveya efûyê de hatibû berdan, diyar kir ku girtî ji bo maf û rûmeta xwe ketine çalakiya greva birçîbûnê û banga xwedî derketina daxwazên girtiyan kir.
 
* Têkildarî windakirina salvegera yekemîn a xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dersimê Gulistan Dokû dê di serî de li Dersimê û li gelek bajaran daxuyanî û çalakî werin lidarxistin. (11.00-18.00)
 
* MATUHAY-DER têkildarî greva birçîbûnê dê li ber Girtîgeha Bakirkoyê kom bibin û daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)
 
* Gelek komeleyên esnafan, sendîkayên karkerên otel û turîzmê, Komeleya Aşpêjan a Stenbolê dê têkildarî girtina kargehên xwe li Kadikoyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (17.00)
 

Sernavên din

07/01/2021
11:15 Li Esenlerê jinek hat kuştin
11:01 ATK: Aleyna Çakir hatiye kuştin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 42'emîn de dewam dike
09:05 Ji ber nîşeyên derbarê pirtûkekê de cezayê hucreyê lê birîn
09:05 'Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe'
09:05 Di 4 salan de tenê du 2 caran kurê xwe yê girtî û nexweş dîtiye
09:05 Polîs navê kesên ku diçin HDP'ê qeyd dikin
09:05 Beyoglû yê ku bi destê YSK'ê bû şaredar, erdên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe
09:05 Ji ber şewbê esntrumanên xwe firotin
09:05 Li ber HES'a ku tê xwestin li Çemê Zorê bê çêkirin rabûn
09:05 Bûyera înfazê ya li Çardêranê şandin DMME'yê
09:05 ‘Metîn Goktepe remza azadiya çapemeniyê ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:58 VEDAŞ'ê ceyrana taxê qût kir
06/01/2021
22:51 Li Cizîrê dayîkek 50'î salî hat binçavkirin
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe
14:11 CPJ: Rojnameger Mehmet Aslan zû berdin
14:01 Xwendekarên Bogazîçiyê: Lêgerîna tazî îşkence ye
13:39 Ji bo kelemçeya deriyê Bogazîçiyê lêpirsîn hat destpêkirin
13:07 Gergerlîoglû: Xwendekaran di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:42 Polîsan nehişt Keskîn bi xwendekarên binçavkirî re hevdîtinê bike
12:23 Li Qubînê ji ber lihevnekirina erd reveberê HDP'ê hat kuştin
12:05 HDP: Em piştgiriyê didin xwendekarên Bogazîçiyê
12:01 Ji DÎB’ê daxuyaniya tayînkirina rektor: Ji 12’ê Îlonê ve cara ewil e
11:54 Parêzerên Z.N. giliya astengiya hevdîtina pê re kirin
11:05 Li Dîlokê 11 siyasetmedar hatin berdan
10:55 Ji Kav banga greva birçîbûnê: Divê civak mil bide girtiyan
10:31 NûJINHA’yê dest bi weşanê kir
10:31 Hamzaoglu: Divê em li dijî sedemên qeyranê têbikoşin
09:58 Walîtiya Stenbolê protestoyên Bogazîçiyê qedexe kir
09:27 8 Meh şûnde rapora otopsiyê gihişt malbatê
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 41'emîn de berdewam dike
09:08 20 sal in xaniyan çêdike, lê hîn di xaniyê bikirê de ye
09:08 Serokatiya Meclîsê tespîta 'sûcê şer' ya NY'yê, wekî 'fikira şexsî' hesiband
09:07 Li Wanê xetereya aşûtê: Divê tûnelên berfê bên çêkirin
09:06 ‘Bila daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin'
09:06 Esnafên Amedê: Em perîşan bûne!
09:03 Çaralan: Êdî di têkiliyên Tirkiye û DYA de dê zor derkeve pêş
09:03 Berteka li dijî nebicîkirina tîpên kurdî: Zîhniyeta AKP’ê û qeyûm heman zîhniyet e
09:03 Malbata girtî: DAIŞ'î xistin beşa girtiyên siyasî
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:48 Operasyonên binçavkirinê li dijî xwendekarên Bogazîçiyê didomin
00:04 Rojnamevan jî di nav de 18 jin hatin berdan
05/01/2021
22:55 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
21:23 TGS: Hevpîşeyên me berdin
20:22 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:16 Komîsyona Girtîgehan: Li girtîgehan îşkence didome
15:39 ‘Astengiya li pêş aştiyê tecrîd e’
14:49 Dayika Gulistan Dokû: We çi bi keça min kir?
14:30 Pirsa ku saleke tê kirin: Gulîstan Dokû li ku de rê ye?
13:55 Li Stenbolê pankartên ‘seferberiya mor’
13:32 Li ser gorê wan sê jinên siyasetmedar bi bîr anîn: Em soza we pêk tînin
13:15 Endamên hîndekariyê pişta xwe dan Bûlû û şermezar kirin
13:14 Îtîraza girtina Guven hat redkirin
12:40 Hevşaredarê Colemêrgê hat berdan
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Rojnameya Kurdî nedan rojnamegerê girtî Bilen
11:31 Angaştên derbarê 35 kesan de bêyî xwendin bi kesê kor dane morkirin
11:26 Tifaqa Kurdistanî: Em Şaredarê Pîranê Aygoren şermezar dikin
10:54 Cigirê Waliyê Qersê ji kar hat avêtin
09:51 Gelek xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin
09:49 Qeyûm zilam tayînî Miduriyeta Jinê kir
09:47 Ji bo çawişê pispor ku êrişa zayendî pêk anîbû ceza hat xwestin
09:42 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 40'emîn de didome
09:23 Banga kampanyaya 'Seferberiya Morê'
09:09 Îhale da 'dostê' xwe, kar jî bi xebatkarên şaredariyê kir
09:09 'Lîmana Sîrkeciyê divê nebe qurbana rantê'
09:09 Prof. Ûzgel: Li Lîbyayê pozîsyona Tirkiyeyê bi ser neket, têk çû
09:09 Nerazîbûna ji bo qanûna qeyûm: Dîktatorî ye
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû