Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku rojeva girtina HDP’ê nîşaneya aciziya îqtîdarê ye û ji bo demokrasiyê bînin û rêveberiya zordar bisekinin ew ê di sala 2021’an de li ber xwe bidin û derbasî sala avakirinê înşayê bibin. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Snacar bi hevserokên rêxistinên HDP’ê yên bajaran re civînek online li dar xist. Di civînê de rojeva siyasî, rewşa rêxistinkirî û plansaziya dema bêş hatin nîqaşkirin. 
 
Sancar bi mijara pandemiyê ango vîrûsa koronayê ku sala 2020’an dorpêç kiribû dest bi axaftina xwe kir û got pandemî tenê ne pirsgirêkek tenduristiyê ye di heman demê de pirsgirêka aborî, civakî û siyasî ye. 
 
‘NIKARIN HDP’Ê TÊK BIBIN’
 
Sancar diyar kir ku polîtîkaya zextên rûxandinek mezin li pey xwe aniye û got: “Xwestin partiya me û gelê kurd tasfiye bikin lê bi ser neketin. Lê ji bo tunekirina me plana tasfiyeyê xistine hişê xwe. Lewma her cûre zext û tundiyê li me dikin û êriş dikin ser me. Polîtîkayên wan zextan li berxwedanê qelibî. Mîmarê vê berxwedanê rêveberên me xwecihî ne. Gelê me jî bi rêveberên me re bûn. Nemaze gelê kurd heta dawiyê bi biryardarî li îradeya xwe xwedî derket û derdikeve jî. Tevî ewqas zextên giran ên li ser me jî dev ji lawakirina HDP’ê berdin nikaribûn gavek bi me bidin paş xistin. Em ji bo têkoşîna xwe ya bi rûmet û mafdar xwe li paş nahêlin.” 
 
‘EM Ê SALA 2021’AN BIKIN SALA AVAKIRINA ÎNŞAYÊ’ 
 
Sancar bal kişand ser polîtîkayên wan di Kongreya xwe ya 4’emîn de diyar kirine û wiha got: “Me serdemek nû daye destpêkirin. Em dirûşam kongreya xwe bi bîra xwe bînin; berxwedan û înşa bû. Berxwedan kevneşopiya me ya herî girîng e. Ev tevger, ev partî, ev gel bi berxwedanê hebûna xwe parastiye. Li dijî her cûre zextan teqez riyek berxwedanê dîtiye. Wateya vê berxwedanê ew e ku nasnameya xwe û rûmeta xwe parastiye. Di kêliya ku dev ji berxwedanê berde wê neçar be dev ji rûmeta xwe jî berde. Gelê kurd vê baş dizane. Gelên Tirkiyê viya baş dizane û em jî viya baş dizanin. Me ji têkoşîn û pratîka xwe ya berê deras herî mezin jê derxist ev e. Ji bo jiyanek bi rûmet berxwedan jêveneger e. Tenê bi berxwedanê jî nabe, Helbet armancek berxwedanê heye. Berxwedana hewldana ji bo avakirinek nû ye. Ji bo em li ser vê rêyê berdewam bikin lazime meriv hedefên nû deyne pêşiya xwe hedefan li gorî şertên nû li hev bîne. Me jî got ku ji bo em rêya demokrasiyê li Tirkiyê vekin û vê rêveberiya zordar bisekinînin û pirsgirêka kurd bi rêyên çareseriya demokratîk çareser bikin, em ê di sala 2021’an de li ber xwe bidin û derbasî sala avakirina înşayê bibin.” 
 
‘ME NÎŞAN DA KU ÎQTÎDAR DIKARE TÊK BIÇE’ 
 
Sancar destnîşan kir ku HDP bi hedefa xwe ya înşakirinê kiriye armanca xwe ku bibe hêza serdema nû û wan di hilbijartinên xwecihî de nîşan daye ku dikarin vê îqtîdarê têk bibin, dawî li polîtîkayên wan bînin û ew xwedî tecrûbeyên têkoşînek bi hêvî ne. 
 
REJÎMA DARBEYÊ 
 
Sancar destnîşan kir ku Tirkiye bi rejîma darbeya tê birêvebirin û ew dixwazin bi tasfiyekirina HDP’ê û bêdengkirina gelê kurd dîktatoriya xwe xurtir bikin û xwe li ser pêya bigirin. 
 
‘DIXWAZIN RAMANA AZAD TUNE BIKIN’ 
 
Sancar bal kişand ser xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî tayîknirina Melîh Bûlû yê AKP’yî û wiha got: “Rektorê AKP’yî yê hat tayînkirin rastiya qeyûman a Tirkiyê radixe ber çavan. Polîtîkaya qeyûman hatiye wê astê ku dixwazin zanîngehan bixin bin serweriya xwe. Dixwazin zanîngehan tasfiye bikin. Ji bo vê tasfiyeyê jî her rêbazî diceribînin. Dema me got ‘înşaya rejîma nû mijara gotinê’ me tam jî dixwest vê meseleya îro ku qeyûm tayînî her deverî dikin vebêjin. Tehamula wan li hember zanîngehan nemeya, çimkî tehamula wan li hember ramana azad û zanistê nîne.” 
 
 
BANG LI MUXALEFETÊ KIR
 
Sancar destnîşan kir ku ev îqtîdar her berteka civakî terorîze dike û dixwazin tevahiya civakê dîl bigirin. Sancar got ew bang li partiyên muxalefetê ku bi zimanê îqtîdarê diaxivin jî dike û divê xwe di ber çavan de derbas bikin. Sancar diyar kir ku têkoşîna li dijî polîtîkayên vê îqtîdarê bi axaftina ziman û birêvebirina zîhniyeta wan nabe û divê muxalefet xwe bide hev. 
 
‘LI SER ME MANEWRA NEKIN’ 
 
Sancar destnîşan kir ku HDP xwedî wê hêzê û biryardariyê ku dikare li dijî her cûre êrişan sînga xwe bike mertal û ew dikarin bersiva her cûre êrişên ji kî tên bila bên bidin. Sancar anî ziman ku her kî dixwaze destekê bide îqtîdarê ne neçar nîne ku êrişî HDP’ê bike û divê dirûst tevbigerin û xwest bila kes li ser HDP’ê manewra neke. 
 
‘ÎQTÎDAR XELKÊ DIXAPÎNE’ 
 
Sancar bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş û got îqtîdar her çiqas bêje “ev biryar me eleqedar nake” jî lê rastiyê nabêje, xelkê dixapîne û ev biryar îqtîdarê ji nêz ve jî eleqedar dike. 
 
 
 
 

Sernavên din

07/01/2021
11:15 Li Esenlerê jinek hat kuştin
11:01 ATK: Aleyna Çakir hatiye kuştin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 42'emîn de dewam dike
09:05 Ji ber nîşeyên derbarê pirtûkekê de cezayê hucreyê lê birîn
09:05 'Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe'
09:05 Di 4 salan de tenê du 2 caran kurê xwe yê girtî û nexweş dîtiye
09:05 Polîs navê kesên ku diçin HDP'ê qeyd dikin
09:05 Beyoglû yê ku bi destê YSK'ê bû şaredar, erdên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe
09:05 Ji ber şewbê esntrumanên xwe firotin
09:05 Li ber HES'a ku tê xwestin li Çemê Zorê bê çêkirin rabûn
09:05 Bûyera înfazê ya li Çardêranê şandin DMME'yê
09:05 ‘Metîn Goktepe remza azadiya çapemeniyê ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:58 VEDAŞ'ê ceyrana taxê qût kir
06/01/2021
22:51 Li Cizîrê dayîkek 50'î salî hat binçavkirin
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe
14:11 CPJ: Rojnameger Mehmet Aslan zû berdin
14:01 Xwendekarên Bogazîçiyê: Lêgerîna tazî îşkence ye
13:39 Ji bo kelemçeya deriyê Bogazîçiyê lêpirsîn hat destpêkirin
13:07 Gergerlîoglû: Xwendekaran di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:42 Polîsan nehişt Keskîn bi xwendekarên binçavkirî re hevdîtinê bike
12:23 Li Qubînê ji ber lihevnekirina erd reveberê HDP'ê hat kuştin
12:05 HDP: Em piştgiriyê didin xwendekarên Bogazîçiyê
12:01 Ji DÎB’ê daxuyaniya tayînkirina rektor: Ji 12’ê Îlonê ve cara ewil e
11:54 Parêzerên Z.N. giliya astengiya hevdîtina pê re kirin
11:05 Li Dîlokê 11 siyasetmedar hatin berdan
10:55 Ji Kav banga greva birçîbûnê: Divê civak mil bide girtiyan
10:31 NûJINHA’yê dest bi weşanê kir
10:31 Hamzaoglu: Divê em li dijî sedemên qeyranê têbikoşin
09:58 Walîtiya Stenbolê protestoyên Bogazîçiyê qedexe kir
09:27 8 Meh şûnde rapora otopsiyê gihişt malbatê
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 41'emîn de berdewam dike
09:08 20 sal in xaniyan çêdike, lê hîn di xaniyê bikirê de ye
09:08 Serokatiya Meclîsê tespîta 'sûcê şer' ya NY'yê, wekî 'fikira şexsî' hesiband
09:07 Li Wanê xetereya aşûtê: Divê tûnelên berfê bên çêkirin
09:06 ‘Bila daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin'
09:06 Esnafên Amedê: Em perîşan bûne!
09:03 Çaralan: Êdî di têkiliyên Tirkiye û DYA de dê zor derkeve pêş
09:03 Berteka li dijî nebicîkirina tîpên kurdî: Zîhniyeta AKP’ê û qeyûm heman zîhniyet e
09:03 Malbata girtî: DAIŞ'î xistin beşa girtiyên siyasî
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:48 Operasyonên binçavkirinê li dijî xwendekarên Bogazîçiyê didomin
00:04 Rojnamevan jî di nav de 18 jin hatin berdan
05/01/2021
22:55 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
21:23 TGS: Hevpîşeyên me berdin
20:22 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:16 Komîsyona Girtîgehan: Li girtîgehan îşkence didome
15:39 ‘Astengiya li pêş aştiyê tecrîd e’
14:49 Dayika Gulistan Dokû: We çi bi keça min kir?
14:30 Pirsa ku saleke tê kirin: Gulîstan Dokû li ku de rê ye?
13:55 Li Stenbolê pankartên ‘seferberiya mor’
13:32 Li ser gorê wan sê jinên siyasetmedar bi bîr anîn: Em soza we pêk tînin
13:15 Endamên hîndekariyê pişta xwe dan Bûlû û şermezar kirin
13:14 Îtîraza girtina Guven hat redkirin
12:40 Hevşaredarê Colemêrgê hat berdan
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Rojnameya Kurdî nedan rojnamegerê girtî Bilen
11:31 Angaştên derbarê 35 kesan de bêyî xwendin bi kesê kor dane morkirin
11:26 Tifaqa Kurdistanî: Em Şaredarê Pîranê Aygoren şermezar dikin
10:54 Cigirê Waliyê Qersê ji kar hat avêtin
09:51 Gelek xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin
09:49 Qeyûm zilam tayînî Miduriyeta Jinê kir
09:47 Ji bo çawişê pispor ku êrişa zayendî pêk anîbû ceza hat xwestin
09:42 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 40'emîn de didome
09:23 Banga kampanyaya 'Seferberiya Morê'
09:09 Îhale da 'dostê' xwe, kar jî bi xebatkarên şaredariyê kir
09:09 'Lîmana Sîrkeciyê divê nebe qurbana rantê'
09:09 Prof. Ûzgel: Li Lîbyayê pozîsyona Tirkiyeyê bi ser neket, têk çû
09:09 Nerazîbûna ji bo qanûna qeyûm: Dîktatorî ye
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû