Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?

img
ENQERE - Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca bi minaseta salvegera 3 siyasetmedarên jin yên li Parîsê hatibûn qetilkirin pêşniyazpirs da Cîgirê Serokkomar û vê pirsê kir: "Gelo ji ber gotinên min, hat qebûlkirin ku Komkujiya Parîsê MÎT’ê pêk aniye?” 
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Batmanê Feleknas Ûca, derbarê her sê jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, bi daxwaza bersivgirtinê pêşniyazpirs da Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay. Ûca, di pêşniyazpirsê de bi bîr xist ku di destpêka pêvajoya muzakereyên aştiyê de her sê jinên kurd bi sûîkastekê hatin qetilkirin û wiha got: “Meqamên edlî yên Fransayê, derbarê tetikkêş Omer Guney ê piştî komkujiyê hat girtin de, îdeayên Guney ên bi MÎT’ê re, beriya komkujiyê 3 caran hatiye Tirkiyeyê û çûye, li Enqereyê bi saziyên girêdayî MÎT’ê re di têkiliyê de ye, ji saziyên Tirkiyeyê pirs kirine lê tu bersiv negirtine.”
 
KOMKUJÎ NEHAT RONÎKIRIN
 
Ûca diyar kir ku asta têkiliya kûjer Omer Guney û MÎT’ê derketiye holê û wiha got: “Piştî lêkolîna li Fransayê, li Tirkiyeyê lêkolîneke hiqûqî dest pê kiriye. Lê ji ber ku li ser dosyaya lêkolînê biryara nepeniyê heye û demekî dirêj ser re derbas bûye jî bi raya giştî re tu agahî nehatine parvekirin. Ev yek jî derbarê aqûbeta lêkolînê de fikarên cidî afirandine. Herî dawî neşandina agahiyên ku Fransayê ji Wezaretên Dadê û Karên Derve re xwestin, mirina gumanbar a tetikkkêşê komkujiyê Omer Guney ê di girtîgehê de û nezanîna cihê gora wî bû sedemê girtina dozê û di tariyê de mayîne. Li gel 8 sal di ser qetilkirina her sê siyasetmedarên kurd de derbas bûye jî, komkujî hêj nehatiye ronîkirin.”
 
FEZLEKE HAT AMADEKIRIN
 
Di pêşniyazpirsê de hat diyarkirin ku ji ber beşdariya bîranîna salvegerê ya di 9’ê Çileya 2020’an de derbarê Ûca de fezleke hatiye amadekirin û wiha hat gotin: “Bi gotinên ‘Endamên rêxistina terorê ya dabeşker Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Fransayê hatine bê bandorkirin’ ev komkujî ji aliyê serdozgeriyê ve meşrû tê nîşandan û îtîrafa têkiliyên Omer Guney û MÎT’ê ne.”
 
Ûca, derbarê mijarê de ev pirs arasteyî Oktay kirin: 
 
“* Têkiliyên Omer Guney ên bi MÎT’ê re di çi astê de ne? Gelo rast e ku Guney ji bo MÎT’ê dixebitî?
 
* Sedemê gora Guney ê ku di girtîgehê de bi awayekî gumanbar hat kuştin ji civakê veşartî ye çi ye?
 
*Derbarê pêvajoya lêkolîn û biryara veşartî ya dosyaya têkildarî sûîkasta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de wê ji raya giştî re tu daxuyanî bên dayîn?
 
* Li gel 8 sal di ser komkujiyê de derbas bûne jî çima suikast nayê ronîkirin û berpirsyarên komkujiyê dernaxînin holê? Sedemê vê yekê çi ye? Agahiyên ku Fransayê ji Wezaretên Dadê û Karên Derve xwestin ji wan re hatine şandin? Heke nehatibin şandin sedemê vê yekê çi ye?
 
* Xebatkarên MÎT’ê yên ku navên wan di qeydên deng derbas dibin û kesên fermana komkujiyê dane tu lêpirsîn hatine destpêkirin? Heke hatibin destpêkirin di çi astê de ye? Ev kes hêj li ser peywîra xwe ne?
 
* Gotinên ‘hatin bê bandorkirin’ yên ku di fezlekeya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê min de amadekir kiriye derbas dibin, tê wê wateyê qebûlkirin ku MÎT’ê komkujî kiriye?
 
* Peşniyaz pirsên me yên derbarê vê mijarê de çima bê bersiv tên hiştin? Derbarê ronîkirina komkujiyê de xebateke hûn birêve dibin heye gelo?
 
 

Sernavên din

07/01/2021
11:15 Li Esenlerê jinek hat kuştin
11:01 ATK: Aleyna Çakir hatiye kuştin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 42'emîn de dewam dike
09:05 Ji ber nîşeyên derbarê pirtûkekê de cezayê hucreyê lê birîn
09:05 'Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe'
09:05 Di 4 salan de tenê du 2 caran kurê xwe yê girtî û nexweş dîtiye
09:05 Polîs navê kesên ku diçin HDP'ê qeyd dikin
09:05 Beyoglû yê ku bi destê YSK'ê bû şaredar, erdên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe
09:05 Ji ber şewbê esntrumanên xwe firotin
09:05 Li ber HES'a ku tê xwestin li Çemê Zorê bê çêkirin rabûn
09:05 Bûyera înfazê ya li Çardêranê şandin DMME'yê
09:05 ‘Metîn Goktepe remza azadiya çapemeniyê ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:58 VEDAŞ'ê ceyrana taxê qût kir
06/01/2021
22:51 Li Cizîrê dayîkek 50'î salî hat binçavkirin
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe
14:11 CPJ: Rojnameger Mehmet Aslan zû berdin
14:01 Xwendekarên Bogazîçiyê: Lêgerîna tazî îşkence ye
13:39 Ji bo kelemçeya deriyê Bogazîçiyê lêpirsîn hat destpêkirin
13:07 Gergerlîoglû: Xwendekaran di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:42 Polîsan nehişt Keskîn bi xwendekarên binçavkirî re hevdîtinê bike
12:23 Li Qubînê ji ber lihevnekirina erd reveberê HDP'ê hat kuştin
12:05 HDP: Em piştgiriyê didin xwendekarên Bogazîçiyê
12:01 Ji DÎB’ê daxuyaniya tayînkirina rektor: Ji 12’ê Îlonê ve cara ewil e
11:54 Parêzerên Z.N. giliya astengiya hevdîtina pê re kirin
11:05 Li Dîlokê 11 siyasetmedar hatin berdan
10:55 Ji Kav banga greva birçîbûnê: Divê civak mil bide girtiyan
10:31 NûJINHA’yê dest bi weşanê kir
10:31 Hamzaoglu: Divê em li dijî sedemên qeyranê têbikoşin
09:58 Walîtiya Stenbolê protestoyên Bogazîçiyê qedexe kir
09:27 8 Meh şûnde rapora otopsiyê gihişt malbatê
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 41'emîn de berdewam dike
09:08 20 sal in xaniyan çêdike, lê hîn di xaniyê bikirê de ye
09:08 Serokatiya Meclîsê tespîta 'sûcê şer' ya NY'yê, wekî 'fikira şexsî' hesiband
09:07 Li Wanê xetereya aşûtê: Divê tûnelên berfê bên çêkirin
09:06 ‘Bila daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin'
09:06 Esnafên Amedê: Em perîşan bûne!
09:03 Çaralan: Êdî di têkiliyên Tirkiye û DYA de dê zor derkeve pêş
09:03 Berteka li dijî nebicîkirina tîpên kurdî: Zîhniyeta AKP’ê û qeyûm heman zîhniyet e
09:03 Malbata girtî: DAIŞ'î xistin beşa girtiyên siyasî
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:48 Operasyonên binçavkirinê li dijî xwendekarên Bogazîçiyê didomin
00:04 Rojnamevan jî di nav de 18 jin hatin berdan
05/01/2021
22:55 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
21:23 TGS: Hevpîşeyên me berdin
20:22 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:16 Komîsyona Girtîgehan: Li girtîgehan îşkence didome
15:39 ‘Astengiya li pêş aştiyê tecrîd e’
14:49 Dayika Gulistan Dokû: We çi bi keça min kir?
14:30 Pirsa ku saleke tê kirin: Gulîstan Dokû li ku de rê ye?
13:55 Li Stenbolê pankartên ‘seferberiya mor’
13:32 Li ser gorê wan sê jinên siyasetmedar bi bîr anîn: Em soza we pêk tînin
13:15 Endamên hîndekariyê pişta xwe dan Bûlû û şermezar kirin
13:14 Îtîraza girtina Guven hat redkirin
12:40 Hevşaredarê Colemêrgê hat berdan
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Rojnameya Kurdî nedan rojnamegerê girtî Bilen
11:31 Angaştên derbarê 35 kesan de bêyî xwendin bi kesê kor dane morkirin
11:26 Tifaqa Kurdistanî: Em Şaredarê Pîranê Aygoren şermezar dikin
10:54 Cigirê Waliyê Qersê ji kar hat avêtin
09:51 Gelek xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin
09:49 Qeyûm zilam tayînî Miduriyeta Jinê kir
09:47 Ji bo çawişê pispor ku êrişa zayendî pêk anîbû ceza hat xwestin
09:42 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 40'emîn de didome
09:23 Banga kampanyaya 'Seferberiya Morê'
09:09 Îhale da 'dostê' xwe, kar jî bi xebatkarên şaredariyê kir
09:09 'Lîmana Sîrkeciyê divê nebe qurbana rantê'
09:09 Prof. Ûzgel: Li Lîbyayê pozîsyona Tirkiyeyê bi ser neket, têk çû
09:09 Nerazîbûna ji bo qanûna qeyûm: Dîktatorî ye
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû