‘Delîlên lêpirsîna îşkenceyê ji holê tên rakirin'

img

AMED - Li girtîgehê Mehmet Sidik Meşe, feleqe jî di nav de bi gelek awayî îşkence re rûbirû mabû. Bijîşkê ku derbarê wî de de rapor amade kiribû, di raporê de gotiye: "Ji ber bêxewiyê çavên wî werimîne." Parêzerên Meşe jî anîn ziman ku dozger bi helwesta xwe nîşan daye ku li hêla îşkenceyê cih digire û dixwaze delîlan ji holê rabike.

 
Li Girtîgeha Amedê ya Jimare 3 ya Tîpa T'yê di 1'ê Kanûna 2020'an de nêzî 15 gardiyan îşkence li girtî Mehmet Sidik Meşe kiribûn. Ji ber vê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê û parêzerê Meşe, Azat Taşkin jî ji bo delîl bên berhevkirin serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê dabûn. Lê belê hat diyarkirin ku ji ber helwesta dozger, delîl ji holê hatine rairine. 
 
GARDIYANÊN ÎŞKENCEKAR ÎFADE WERGIRTIN 
 
Parêzer Taşkin, anî ziman ku gardiyanan di 1'ê Kanûnê de êrîş birine ser muwekîlê wî û piştî ku pê hesiyaye di 2'yê Kanûnê de çûye girtîgehê. Taşkin, bilêv kir ku zûzûka serî li dozgeriyê daye û xwestiye di çarçoveya "Protokola Stenbolê" de muwekîlê wî li nexweşxaneyeke bi rêk û pêk bê muayenekirin û rapor bê amadekirin. Taşkin, destnîşan kir ku lê belê dozger gotiye, heger bijîşkê girtîgehê qebûl bike wê muwekîlê wî li nexweşxaneyeke bi rêk û pêk bê muayenekirin û bi vî awayî daxwazên wan hatine redkirin. Taşkin, da zanîn ku rapor ji aliyê heyeteke serbixwe nehatye amadekirin û bal kişand ser skandala di dema raporê de. Taşkin, destnîşan kir ku ji bo lêpirsîna bûyerê gardiyanên ku muwekîlê wî îşkence kirine hatine peywirdarkirin û vê yekê wekî tiştekî "absurd" nirxand. 
 
‘RAPORA BIJÎŞK NE RAST E' 
 
Taşkin, destnîşan kir ku yê ku rapora muayeneya edlî daye bijîşkê girtîgehê ye û bijîşk jî îkence ji nedîtî ve dîtiye. Taşkin, da zanîn ku li ser laşê muwekîlê wî şûna derban hebûne, lê belê bijîşk rabûye di raporê de gotiye ber çavên wî werimîne û ev yek jî ji ber bêxewiyê ye. Taşkin, bilêv kir ku di raporê de behsa derbkirinê û tahdeyê nehatiye kirin. 
 
Taşkin, anî ziman ku piştî îşkenceyê bi roejkê zûzûka çûye girtîgehê, lê belê tişta di raporê de û tişta di zabitnameyê de ji hev pir cuda ne. Taşkin, destnîşan kir ku rapora bijîşk dûrî rastiyê ye. Taşkin, diyar kir ku ji ber îşkenceyê geşek deverên laşê muwekîlê wî werimîbûn û reş bûbûn û her wiha muwekîlê wî bi qasî 45 deqeyan jî di feleqeyê de maye. 
 
Taşkin, bal kişand ser helwesta dozger jî û destnîşan kir ku lêpirsîneke çalak û bêalî nehatiye kirin. Taşkin, anî ziman ku doza 180 deqeyên qeydên kamerayê kirine, lê belê tenê 2 deqe qeydên kamerayê dane wan û ev qeyd jî tenê yên dema ku muwekîlê wî beriya îşkenceyê ji qawîşê derxistine.
 
Her wiha Taşkin, da zanîn ku piştî îşkenceyê gelek mafên muwekîlê wî jî hatine binpêkirin û got: "Pêşî wî ji qawîşa wî derxistine û birine qawîşek kes lê tune. Hat tecrîdkirin. Piştî ku me îtiraz kir wî birin qawîşek normal. Ji ber ku muwekîlê min bi min re hevdîtin çêkiriye, hin aktîvîte lê hatine qedexekirin. Piştî îşkenceyê hevdîtina bi telefonê lê qedexekirin." 
 
‘DELÎL JI HOLÊ TÊN RAKIRIN' 
 
Rêvebira OHD'ê yê Şaxa Amedê Ozum Vûrgûn jî destnîşan kir ku delîlên di dosyeyê de bi awayekî pir aşkere ji holê hatine rakirin. Parêzer Vûrgûn, da zanîn ku derbarê bûyerê de wan û Baroya Amedê hevdîtin bi dozger re çêkirine û di hevdîtinê de dîtine ku dozge rbi helwesta xwe li hêla îşkenceyê cih girtiye. Vûrgûn, bilêv kir ku ji ber vê serî li HSYK'ê dane, lê belê heya niha derbarê vê serlêdanê de tiştek ji wan re nehatiye gotin. 
 
BANGAWAZΠ
 
Vûrgûn, bilêv kir ku li Odeya BIjîşkan a Amedê giliyê bijîşkê girtîgehê kirine û derbarê îşkenceya li Meşe hatiye kirin de Rêxistina AF a Navneteweyî jî kampanyaya îmzeyê daye destpêkirin û ji bo vê kampanyayê bang li her kesî kir ku piştgiriya kampanyayê bikin. 
 
MA / Mehmet Şah Orûç - Cahît Ozbek 

Sernavên din

09/01/2021
14:22 Ji TGS’ê daxuyaniya 10’ê Çile: Zextên li ser rojnamevanan zêde bûye
13:46 Dayikên Şemiyê xwestin Komkujiya Basa were ronîkirin û kujer werin darizandin
13:25 Kana komirê hilweşiya: Karkerek asê ma
13:11 Di 9 rojên ewil ên salê de 19 xebatkarên tenduristiyê mirin
13:11 Ji bo girtiya nexweş a du car bi koronayê ketiye banga berdanê
12:06 Çû bîlêt bigire, lê carek din agahî jê nehat girtin
11:59 Hevala Sakîne Cansiz a zîndanê: Sakîne nirxa têkoşîna jinên cîhanê ye
11:00 Rojnameya Morning Starê girtina Aslan di rûpela xwe ya yekemîn da
10:19 'Du sal in nikarim keça xwe bibînim’
10:14 Şeker: Daxwazên girtiyan, berpirsiyartiya civakê ye jî
09:53 Parêzer Turhalli: Ji bo sûcê nîne jî bi sedan sal ceza tê xwestin
09:25 Parêzerê nûçegihanê me Aslan: Dixwazin hibreya rojnamevaniyê ziwa bikin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 44'emîn de berdewam dike
09:08 Xwendekarên hatin biçavkirin: Lêgerîna tazî hat ferzkirin, em hatin tacîzkirin
09:08 Derbarê giliyê girtî de cara 2'yan biryara 'neşopandinê'
09:08 ‘Delîlên lêpirsîna îşkenceyê ji holê tên rakirin'
09:07 Pîroglû: Serketin bi azadiya Ocalan pêkan e
09:07 Rojnamevan bi berxwedanê 10'ê Çileyê pêşwazî dikin
09:06 Parêzerê Komkujiya Parîsê: Dibe ku di biharê de geşedanên nû rû bidin
09:06 Tolûnay: Ji ber qezenca karê hewzeyên avê tune dibin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:14 Girtiyê nexweş Hadî Yalçin jiyana xwe ji dest da
08/01/2021
20:20 186 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:29 Dengbêj Esker Cizîrî jiyana xwe ji dest da
16:28 Xwendekaran li avahiya rektoriya Bogazîçiyê tabelaya “Qeyûmtî” daliqandin
16:28 Nûçegihanê me Aslan hat girtin
16:11 Tecrîd û greva birçîbûnê hat axaftin
16:00 Li Payîzavayê serdegirtina malan: Kesek hat binçavkirin
15:47 Li girtîgehan bergirî tune ne: 76 girtî li heman qawişê tên girtin
15:42 Li ber HDP’ê kom bûn û çêrî esnaf kirin
15:30 Dadgehê ji bo kuştina Kemal Kûrkût delîl nedît!
15:29 KESK'a Dersimê: Em li zanîngehên xwe qeyûman naxwazin
15:12 Polîsan mudaxaleyî çalakiya ‘Rektorê qeyûm' kirin
15:11 3 jinên siyasetmedar li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:05 Nûçegihanê me Aslan sewqî edliyê kirin
14:59 Li Wanê banga yekîtiya neteweyî: Divê siyaseta kurdî bi ruhê yekîtiyê rabe
14:58 Polîsan 4 kes li Mêrsînê binçav kirin
14:49 Ji bo çalakiya nobetê ya li Bogazîçiyê bang
14:48 EBTO’yê banga berdana Dr. Şeyhmûs Gokalp kir
14:36 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:13 'Em mafê xwe dixwazin'
14:00 BTS: Hûn bi sirgûnan nikarin me têk bibin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Zimanê kurdî li saziyên dewletê tê qewirandin
13:48 Rojnamegeran hempîşeyê xwe Metîn Goktepe bibîr anîn
13:36 Gelê Wanê li dijî tecrîdê rabû ser piyan
13:27 Gunay: Îdîanameya Kobanê encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan
13:24 Ligel dorpêça polîsan jî, dest bi çalakiyê kirin
13:05 Polîsan park dorpêç kir: Girse ji bo yekîtiyê bi israr e
13:04 Tanrikûlû: Di meha kanûnê de 43 mafê jiyanê hatine binpêkirin
12:51 Neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat jiyana xwe ji dest da
12:47 Greva birçîbunê ya li Yunanîstanê di rojan 5’emîn de didome
12:33 Di îdianameya Kobanê de beyanên îtîrfakaran bi nakokî ne
11:37 AKP’iyan alîkariya dewletê bikar anîn!
11:09 YSK’ê wî ji peywîr girt, Wezaretê wî kir şêwirmend
10:36 Ji nûçegihanê me Aslan xebatên wî yên rojnamegeriyê pirsîn
10:35 Nasnameya penaberek din a karesata keştiyê eşkere bû
10:06 Ji ber zarokên wê zextan li Dayika Aştiyê dikin
10:01 Xwendekarên YYU'yê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
09:45 ‘Li ser erdnîgariyekê qirkirina zayendekê hebe, li wir aştî tuneye’
09:30 Greva birçîbûnê di roja 43'yemîn de berdewam dike
09:20 Par bi 50 lîra bû îsal bi 100 lîrayî ye
09:11 Nûnerên rêxistinên sivîl: Ev qanûn dê mafên demokratîk binpê bike
09:11 Berteka xwediyên kafeyan: Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?
09:10 ‘DMME, dê di doza Guven de jî biryara binpêkirinê bide'
09:09 Wezareta Tenduristiyê ji bo vegera ser kar a bijîşk got 'li gor mewzûatê ye'
09:09 Parastina Dehlên Valîdebagê: Daxwaz zelal e, dehl divê wekî dehlê bimîne
09:08 Serlêdana qedexeya li Wanê cara 14’emîn hat redkirin
09:08 Jinên STO’yî: Em ê li dijî qeyûm têbikoşin
09:07 Wezîr dê heqê parêzerê kujerê Kemal Kûrkût razîne!
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/01/2021
20:43 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:42 Li Kobaniyê gel kujerê jinekê darizand
16:57 Bertekên li dijî ‘rektorê qeyûm' nasekinin
15:44 Polîsan bîranîna Sakîne Cansiz asteng kir!
15:34 Birîna Ceyranê ya VEDAŞ’ê jina 72 salî bê oksijen hişt
15:21 Komkujiya Parîsê: Wê jin edaletê pêk bînin
15:12 Boriya avê ya MARSÛ’yê teqiya û esnafan perîşan kir
15:05 Hevşaredarê Êlihê nehat berdan
14:45 Serokê lijneya weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê îstîfa kir
14:25 Li Edeneyê 2 ciwan hatin berdan
14:11 Hejmara 18’an a Kovara Dilopê derket
14:07 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:03 KESK: Em li cem pêkhatiyên Bogazîçî ne
14:01 Ji DBP’ê banga tevlîbûna daxuyaniya yekitiya netewî
13:52 Ji derçûyên Bogazîçiyê kampanyaya îmzeyê
13:51 Ji xebatkarên tenduristiyê çalakiya rûniştinê
13:50 Îddîanameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hat qebûlkirin
13:40 HDP’ê serdana taxa ku ceyranê wê hatibû birîn kir
13:34 Jinan ji bo 9'ê Çileyê bang kirin: Em ê tu carî efû nekin
13:04 Ji HDP’ê pêşniyarqanûn: Bila amûrên paqijiyê ji jinan re bêpere bên dabînkirin
13:03 Trump qebûl kir: Wê derbasbûyineke bipergalî çêbe
12:50 Aykol: Bi serdegirtina avahiya Kongreyê cîhanê hişyar dike
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Li Çewligê muzîkjenek hat kuştin
11:42 90 rojin hêj lêpirsîna 4 rojnamegeran bi dawî nebûye
11:42 Li Washingtonê 52 kes hatin binçavkirin
11:33 Aloziya li Amerîkayê di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:32 Nûçeya Sakîne Cansiz hat sansurkirin
11:22 Helbestkar Ahmet Tellî beraet kir
11:16 Çekdarên PDK’ê daran dibirin