* Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku saziyên mafên mirovan ên navnetewî û CPT li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ker, kor û lal mane.
* Tuncer Saglam ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin bûbû, diyar kir ku divê li dora girtîgehan dîwarên bi goş bên honandin û banga xwedî derketine li çalakiya greva birçîbûnê kir.
* Aktîvîsta TJA’yê Sûna Kaymaz, diyar kir ku wan di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzên” de, li Stenbolê bi 5 hezar jinan re hatin gelhev û got: “Bersiva me ya li dijî hemû êrîşan diyare; berxwedan e.”
* Birayê Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû ku ketiye çalakiya greva birçîbûnê, Umît Goksû, diyar kir ku tecrîd li dijî mirovahiyê ye û xwest ku daxwaziyên girtiyan demildest bicih bên.
* Parêzera feminîst Fatoş Hacivelîoglû, diyar kir ku ji ber mekanîzmayeke çalak tune ye jin di navbera "mirin an jî kuştinê" de hatine asêkirin û got: "Di TCK'ê de jî xweparastin awayekî bêcezatiyê ye."
* Rukiye Ay ku j ber tahdeya sîstematîk bi giranî birîndar bûbû, bang li dewletê kir ku cezayên giran bê birîn û ji jinan re jî got: "Netirsin, dengê xwe bilind bikin."
* Denîz Demîrtaşoglû ku jiyana li bajêr û kodên civakiyî yên tên ferzkirin red kiriye, ji xwe re li gund erdek kiriye û çewlikek ava kiriye. Demîrtaşoglû, xwest jin bi hêza xwe bawer bin.
* Xizmên girtiyên ku di sala 2018'an de li dijî tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê, destnîşan kirin ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û gotin: "Heya tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî nebin, divê her kes li ser pêya be."
* Li ser dezgehan kîloya firingiyan 6-8 lîre ye. Lê belê hilberîner kîloya firingiyan bi lîre û 30 qurişî difiroşin. Hilberîneran anîn ziman ku ji ber maliyetê zêde dibin, marja wan a qezenckirinê jî kêm dibe.
* Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Lutfu Çamli, derziya CoronaVac a ku Tirkiyeyê ew aniye nirxand û destnîşan kir ku pêvajoya derzîkirinê jî wekî pêvajoya pandemiyê bi zelalî nayê birêvebirin.
* Şaredariya Bismilê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi navê "Dibistana Zewacê" projeyek çêkirin. Endama Meclîsa Şaredariya Bismilê Şukran Bûlût, anî ziman ku armanca vê projeyê ew e ku jinan hepsî malê bike.
* 2'yemîn Danişîna Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr, ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin, wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê bê dîtin. (10.00)
* Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, wê di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de li Sêrtê, malbat û esnafan ziyarte bikin. (11.00-17.00)
* Wê bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike de, wê li Parka Koşûyolû yê navçeya Rezan a Amedê daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Hezex a Şirnexê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, wê daxuyaniyê bi de çapemeniyê. (13.00)
* Cigira Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Kedê ya HDP'ê berpirsiyar Şaziye Kose, wê derbarê xespa mafê karkeran de, li Rêxistina Stenbolê ya partiya xwe de civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)
* Jin bi armanca bêjin "Em zanîngehan naxwazin!" wê Îskeleya Beşîktaş a Kadikoyê bên gelhev û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)