ŞIRNEX- Li Şirnex û navçeyên wê ji ber barîna berfê rêya 17 gundan hatin girtin.
Li navçeyên Qilaban, Elkê û navenda Şirnexê ji ber barîna berfê ya ji duh ve dewam dike, rêya 17 gundan hat girtin. Ji ber barîna berfê 2 gundên girêdayî navendê, 2 gundên girêdayî Qilêbanê, 13 gundên girêdahî Elkê û bi giştî rêya 17 gund û gundikan hatin girtin.
Piştî barîna berfê, di saetên sibehê de jî, mij bi bandor bû û mesafeya dîtinê bû 10 metre.