AMED – Li navçeya Rezan, cenazeyê pitikeke hê nû ji dayik bûye di kontênêra çopê de hat dîtin.
Li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê, xebatkarên paqijiyê, cenazeyê pitikeke hê nû ji dayik bûye di kontênêra çopê de dîtin. Piştî agahî dayinê komên tenduristiyê û polis hatin cihê bûyerê û cenazeyê pitikê ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbiyê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.