NLPMJS: Komên çekdar li Efrînê zêdeyî 149 jin revandin

  • jin
  • 15:02 21 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a li Sûriyê eşkere kir ku komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 66 jin kuştin û zêdetirî 149 jin revandin. Navendê destnîşan kir ku 178 jin jî di îşkence û destdirêjiyê re derbas bûne.

Tirkiyeyê di 20’ê Çileya 2018’an de bi balafirên şer, tang, top,  çekên giran û bi deh hezaran eskeran êrîşî Kantona Efrînê kir. Piştî şerê giran ê 58 rojan gelê Efrînê ji bo parastina xwe bajar valakirin. Hêzên çekdar ên girêdayî Artêşa Tirkiyeyê di 18’ê Adara heman salê de, kanton dagir kir. Di encama êriş û dagirkirinê de, mafên mirovan binpê kirin û sûcê mirovahiyê kirin. Bi taybet li dijî jinan maf binpê kirin.  Dewleta Tirkkiye û komên çekdar sûcên revandina jinan, tecawîzkirin, destdirêjî û qetilkirinê pêk anîn. Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê dosyayek amade kir û tê de sûcên Tirkiye û komên çekdar ên li dijî jinan belge kirin.
 
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a li Sûriyê, di dosyayê de destnîşan kir ku Tirkiye tevahiya qanûn û lihevkirinên navneteweyên binpê kirin.
 
KOÇBERKIRINA MILYONEK SIVÎL BI RÊJEYA JI SEDÎ 60 JIN IN
 
Ji destpêka êrişên Tirkiye û komên girêdayî wê yên li dijî kantona Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê ve, hejmara şêniyên ku ji ber êrişan koçber bûne, gihaşt derdora nilyonek sivîk piraniya wan kurd in û bi rêjeya ji sedî 60 jin in. Bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Zêdetirî 500 hezar sivîl ji şêniyên Efrînê yên resen û koçberên ku tê de bi cih bûne, ji ber topbarana bêserûber koçber bûn. Li gel wê komên çekdar ên girêdayî Artêşa Tirkiyeyê dest danîn ser milkên şêniyan weke ku xenîme ne, bi rêya guhertina navên herêman û saziyan bi navên erebî û tirkî nivîsandin, meclisên herêmî yên girêdayî Tirkiyeyê bi rêveberiya çeteyan hatin avakirin.
 
66 JIN QETILKIRIN
 
Navendê di dosyayê de bi bîr xist ku dewleta Tirk berpirsa sûcên ku çeteyên wê pêk tînin. Ji ber dagikirin û şer, binesaizya civakê parçe dibe û rola jinan tê paşguhkirin. Newekhevî şax dide û asta tundiya li dijî jinan zêde dibe.
Navendê diyar kir dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gund û navçeyên kantona Efrînê di îşkenceyê û topbaranê de zêdetirî 66 jin kuştin. Zêdetirî 149 jin revandine. Navendê destnîşan kir ku 178 jin birîndar bûne û rastî tecawîzê hatine.  Derbarê bûyerên kuştin ên jinên ku nasnameya wan ne diyar in, navendê da zanîn ku di 28-1-2018`an de li navçeya Cindirêsê ya Efrînê jineke 55 salî ji ber topbaranê hate kuştin.
 
Di 19-11-2019`an de jineke ciwan li bajarê Efrînê hate kuştin û cenazeyê wê li gundê Kanî Gewrikê yê navçeya Cindirêsê li ber kaniya gund hate dîtin.
 
BÛYERÊN REVANDIN Û ÎŞKENCEKIRIN
 
Navendê diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zêdetirî hezar û 564 sivîl bi tundiya Tirkiye û çetewyên wê re rû bi rû mane û 149 jin hatine revandin, çaranûsa gelek ji wan nayê zanîn.
 
Navendê navên jinên ku çaranûsa wan nayê zanîn eşkere kirin:
 
Gulê Silêman ji gundê Basûtê ye û ji hêla çeteyên Mertala Firatê ve di destpêka 2018`an de hatiye revandin.
 
Heyfa Casim ji pêkhateya Ereb e, ji ber tawana têkiliya bi Rêveberiya Xweser re ku di nexweşxaneya Avrîn de hemşîre bû, hate revandin.
 
Xedîce MIstefa Berko (23) ji hêla Jendermaya Tirk ve, Emîne Hisên (60) ji hêla çeteyên Feyleq El-Şam ve, Ayat Ehmed Reşîd û Sefa Ibrahîm El-Şear hatin revandin.
 
Di 11-5-2018`an de jina bi navê Xedîce ji hêla istixbarata Tirkiyê ve ji mala xwe ya li taxa Eşrefiye ber bi cihekî ne diyar ve hate revandin.
 
Di 19-5-2018`an de Hesna El-Îd a ji pêkhateya Ereb ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve ji navçeya Cindirês ber bi cihekî ne diyar ve hate revandin.
 
Lonjîn Mihemed Xelîl û xwişka wê Rûjîn Mihemed Xelîl ên ji gundê Dimliya yê navçeya Recoyê ji ber tawana ku birayê wan endamê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye, ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.
 
Di 15-8-2018`an de Xedîce Meskîl (50), Cînan Tane (26), Mîdye Tane (20), Cîhan Tane (17) yên ji gundê Hikîcê ji hêla koma Nûrdîn Zengî ve hatin revandin.
 
Siyasetmedar Xalîde Silêman endama Partiya Demokrat a Pêşeverû ya Kurd li Sûriyê ji gundê Birka yê navçeya Mabatayê ji hêla ewlehiya siyasî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ber bi cihekî ne diyar ve hate revandin. Ew cara duyemîn bû ku Xedîce tê revandin.
 
Sara Abdullah Mihemed Elî (16) ya ji gundê Meriskê yê Efrînê, ji hêla polîsa leşkerî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hate revandin.
 
Di dîroka 5-10-2019`an de komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gelek jin ji gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera ya li Efrînê revandin. Navên wan wiha ne: Wîdad Henan Weqas, Emîre Şehîme û Mewlîde Ebdulrehman Xelîl.
 
Di dîroka 14-11-2019`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Xedîce Qere Elî, Emîne Qere Elî, Fadîle Mihemed, Fadîle Sîno û Heyat Qere Elî revandin.
 
Di 27-2-2020`an de serçeteyê koma El-Hemzat Ebû Şahir jina ciwan bi navê Arîn Delî Hesen (21) ji gundê Kîmar ê navçeya Şêrawayê revand. Niha ew di nav lepên polîsa leşkerî de ye.
 
Di 12-5-2020`an de çeteyekî Feyleq El-Şam jina ciwan bi navê Hêvîn Hesen Dibso (17) ya ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê revand da ku bi zorê pê re bizewce.
 
Çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jina ciwan bi navê Velantîna Arselan Mistefa (22) ya ji gundê Derwîş ê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê, revand. Piştî salekê Velantîna bi malbata xwe re axivî û ji wan re got ku ew li bajarokê Kefer Nubul ê parêzgeha Idlibê ye. Piştre dîsa agahiyên derbarê wê de qut bûn û heta niha çaranûsa wê ne diyar e.
 
Di 29`ê Gulana 2020`an de, şerek dijwar di navbera çeteyên El-Hemzat û Ehrar El-Şam de li bajarê Efrînê rû da, di encamê de gelek jin ku di nav de yên kurd hebûn, tazî di girtîgeha El-Hemzat de hatin dîtin. Dîmenek li ser malperên tevna civakî hate belavkirin û tê de 11 jin û bi wan re zarokek yeksalî xuya bûn. Hinek ji wan ji destpêka 2018`an ve hatine revandin.
 
Ji ber topbarana bêserûber li ser bajarê Efrînê û gundên wê, 178 jin birîndar bûn.  Jina bi navê Zêneb Ebdo Misto (70), dema hewl dida ku nehîşt çeteyên dewleta Tirk a dagirker mala wê talan bikin di 8`ê Hezîrana 2018`an de ji lingê xwe yê rastê û piştê xwe birîndar bû
 
LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ FIŞAR LI SER JINAN TÊ KIRIN
 
Derbarê vê mijarê de endama rêveberiya Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Etiye Yusif ji ANHA`yê re axivî û got: Li gel zextên hikumeta AKP`ê yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li dijî parêzvanên mafên jinan, dewleta Tirk fişarê li jinan li herêmên dagirkirî yên li Sûriyê dike.
 
Etiye destnîşan kir ku navendê gelek sûcên li dijî jinan li Efrînê bi delîl belge kirine. Her wiha piştrast kir ku ji ber tirsê gelek jinan nikarin sûcên ku li dijî wan tên kirin, bi lêv bikin.
 
Etiye Yusif di dawiyê de ragihand ku wan ev dosya ji tevahiya aliyên têkildarî mafên jinan û mafên mirovan re şandine. Etiye bang kir ku sûcdarên sûcên şer ên ji hêla dewleta Tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin, werin darizandin.
 

Sernavên din

22/01/2021
18:03 Eskeran wesayit li kalê 70 salî qeliband
16:23 Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê meşiyan: Bêdeng nemînin
15:43 HDP ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ didomîne
15:09 Li Amedê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê kêm bûn
14:57 Li rêya Gever û Şemzînanê aşût ket xwar
14:21 Li 4 gundên Licê operasyon zêde bû
14:18 Li aktîvîsta TJA’yê Gul 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn
14:07 Ozbek a tê angaştkirin hevjînê xwe kuştiye nehat berdan
13:50 Gunay: Polîtîkayên tecrîdê li Tirkiyeyê belav dibe
13:36 Ji kolberan 4 roj in agahî nayê girtin
13:11 Rojnameger Ûgûr Mûmcû hat bibîranîn
12:44 12 herêmên Colemêrgê heya dawiya salê hatin qedekirin
12:20 Wêneyên jinan weke ‘endamtiya rêxistinê’ servîs kirin
11:44 ‘Berpirsiyarê gefên Bahçelî desthilatdarî ye’
10:13 Deynê qeyûm nêzî milyarekê bû
09:54 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê kete roja 57’an
09:10 Gergerlîoglû: Hin mirov hene wekî ku li girtîgehan tu tişt naqewimin tevdigerin
09:09 Onder: Tirkiye veguheriye pergala monarşiyê
09:08 Gumuştaş: Êrîşên li ser partiya me ne tesadufî ne
09:08 Divê kesên di warê nexweşînê de hesas, bên derzîkirin
09:07 Li Wanê bajarîbûna çelexwarî
09:07 ‘Projeya rektorê qeyûm feraseta dîktayê ye'
09:05 Surucu: Em bi tovên xwe çandiniya xwe bikim
09:04 Esnafên Enqereyê: Em bi deynan deynê xwe didin
09:04 Herî zêde li Mêrsînê xizmetkarên tenduristiyê mirin
09:03 Esnafên Şirnexê: Berpisiyarê têkçûna aboriyê dewlet e
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2021'AN
08:46 Li şûna girtî berdin, îşkence kirin
21/01/2021
20:36 159 kesên din jî mirin û 6 hezar û 289 kesên din jî pê ketin
16:30 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
15:51 Hediya Yûsif: Sîstema kapîtalîst projeyên alternatîf dike hedef
15:46 Serdanên heyeta KCD, DBP û HDP’ê yên yekitiyê didomin
15:36 Doza tecawizê ya li GGM’ê ji bo mutaleyê hat taloqkirin
15:29 Girseyê bi strana 'Ozgurluk mahkumlari' polîs şermezar kirin
15:02 NLPMJS: Komên çekdar li Efrînê zêdeyî 149 jin revandin
14:53 Başaran: Bi tecrîdê şer gur dikin û kurdan tune dihesibînin
14:42 Ji tenduristvanan şermezarkirina bi çepik
14:42 Polisan mudaxaleyî çalakiya ji bo tecrîd û greva birçîbûnê kir
14:41 Akademîsyenan bertek nîşanî rektorê qeyûm da: Şerma gerdûnî ye
13:44 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Amedê da
13:35 Tûran sitendina heqê zêde ya ji nexweşan ji Koca pirsî
13:21 Di êrişên li Bexdayê de 13 kes mirin û 28 kes birîndar bûn
13:03 AYM’ê derbarê Berberoglû de cara duyem biryara binpêkirinê da
13:03 Wezîrê Edaletê bi awayekî sergirtî bersiv da Soylû
12:50 27 hezar û 493 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû maye
12:23 Temel: Polîtîkaya tecrîdê dê bi têkoşîna topyekun bişkê
11:37 10 cezayê girtîgehê li rojnameger Bûlût hat birîn
11:18 Çalakiya grevên birçîbûnê koma 12’emîn dewr girt
11:16 Hesaba ji bo nexweşên SMA’yê hat vekirin bankeyê bloke kir
11:13 Yek ji ‘şahidê’ îdinameya Kobanê li xwe mikûr hat
10:44 Jinên ciwan: Bi vekirina Zanîngehên Jinan dê tecawizê rewa bikin
10:12 Di doza gilîker de bû bersûc
09:23 Ji ber daliqandina wêneyên jinên kuştî ceza hat birîn
09:23 Reforma Erdogan ji Kurd û muxalifan re bû zindan
09:22 Stûna xweparastinê civakîbûn e
09:21 Hawirdorparêz: Akkûyû nîşaneya karesatên mezin e
09:20 Berhevkarên kaxezan: Em li mal bimînin em ê ji birçîna bimirin
09:20 Atabey: Pergala tenduristiyê ya heyî nikare çareyan biafirîne
09:19 Esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide
09:18 'Ji bo Kod-29'ê mecbûriyeta îspatkirinê divê'
09:17 Ew, xurdefiroşê Rihayê ye
09:17 Ji ber daxuyaniyan derbarê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 19 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'AN
20/01/2021
21:07 Îro 159 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Biden sond xwar
16:45 Ji Mûglayê banga têkoşîna hevpar
16:26 Polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Stenbolê de girt
15:47 4 kes hatin binçavkirin
15:46 ‘Destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê tên desteserkirin'
15:33 Li Agirî û Wanê xebatên rêyan nayên kirin
15:13 Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo yekitiya Kurdan li Dihê ye
14:43 Li Licê operasyon didome: Deriyên malên vala tên şikandin
14:19 Olûç: Bicihanîna daxwaza girtiyan ne zehmet e
14:08 Ji bo greva birçîbûnê bang hat kirin
13:45 Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê
13:35 HDP: AKP’ê Efrînê ji bo rêxistinên sûc kir cihekî ewle
13:24 56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn
13:10 Li Amedê jinekê xwe kuşt
12:35 Di doza rojnameger Şahîn de, wê şahid bê guhdarkirin
12:12 Di kontênêra çopê de cenazeyê pitikek hat dîtin
12:07 Li sînorê Îranê aşût: 5 kolber hêj winda ne
11:41 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
11:21 Li Şirnexê rêya 17 gundan hatin girtin
10:10 Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir
09:51 Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket
09:27 Greva birçîbûnê di roja 55'emîn de dewam dike
09:12 Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
09:11 Îcraeta nû ya qeyûm: Dibistana Zewacê
09:10 ‘Pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin'
09:07 Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan
09:07 Da dû xeyalên xwe û çewlik ava kir
09:07 Jina ku birîndar bû: Netirsin dengê xwe bilind bikin
09:07 Ji bo parastina pergala malbatê jin tên cezakirin
09:07 Xizmê Girtî: Tecrîd derveyî mirovahiyê ye
09:07 Jinên TJA’yî dicivin: Peyama me berxwedan e
09:07 Girtiyê 100 roj di grevê de mabû: Divê em li derdora girtîgehan dîwarê bi goşt lêkin
09:07 Ocalan bertek nîşanî saziyên navnetewî da: Ker, kor û lal mane
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'AN