AMED - Li aktîvîsta TJA’yê Fatma Gul, bi hinceta xebatên KCD, KJA û TJA’yê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Danişîna doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ya bi hinceta xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi KHK’ê hatibû girtin û Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê aktîvîsta TJA’yê Fatma Gul de hatibû vekirin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê giran a Agiriyê hat dîtin.
Gul ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Gul Bahar Oktay, Ferîde Laçîn û Şivan Cemîl Ozen di danişînê de amade bûn. Dozger mutalaya xwe ya berê dubare kir û xwest, Gul ji ber xebatên KCD, TJA û KJA, îfadeyên şahidên nepen û aşkere bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.
GUL: HEMÛ ÎFTÎRANE
Fatma Gul, bi navbeynkariya wergervan parastina xwe bi Kurdî kir û wiha got: “Ez tevlî mutalaya dozger nabim û sûcên li ser xwe red dikim. Ez îfaeyên şahidên nepen û aşkere qebûl nakim, hemû îftîrane. Ez aktîvîsteke jinê me. Ji ber vê yekê min di nava xebtên KCD, TJA û KJA’yê de cih girtin û xebatên têkoşîna jinê min bi rêve birin. Ez dixwazim ku rewşa tenduristiya min û dema girtina min li ber çawan bê girtin û serberst bêm berdan.”
7 SAL Û 6 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ
Şandeya dadgehê piştî parastinên parêzeran, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li aktivîsta TJA’yê Fatma Gul birî û biryar da ku girtina wê dewam bike.