AMED - Danişîna doza xebatkarê çapemeniyê ya HDP'ê Vedat Dag li 11'enîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Celîl Begdaş ê li ber avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixe û êrîşî Dag kiribû, wekî gazincker beşdarî danişînê bû.
Danişîna doza xebatkarê çapemeniyê ya HDP'ê Vedat Dag li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dozger bi îdeaya "Propagnada rêxistinê kiriye" û "Endamtiya rêxistinê" kiriye heta 20 salan cezayê girtîgehê dixwaze.
Di danişina dozê de Celil Begdaş ê li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê nobetê digire û êrîşî Vedat Dag kiribû mekî gazincker beşdarî danişînê bû. Dozger jî di îdeanameyê de Celîl Begdaş wekî gazincker li dozyayê zêde kir. Di danişîna dozê de Dag û parêzerê xwe Gulan Çagin Kaleli amade bû. Dozger giliyê Celil Begdaş wekî delîl girt dest û wekî gazincker li dozyayê zêde kir.
Piştî parastinê heyeta dadgehê xwest dîmenan ji şaxa ewlehiyê bixwazin û dadgeh vê yekê lêkolîn bike. Heyetê biryar da ku Dag ji danişînê azad be, li benda rapora lêkolîna dijital rawestin. Heyetê danişîn taloqî 28'ê Nîsanê kir.