Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye

  • rojane
  • 09:09 29 Çile 2021
  • |
img

AMED - Yûsûf Nakçî yê li girtîgehê gelek caran bi lêferzkirina sîxurtiyê re rûbirû maye li dijî kirinên sîxurtiyê 10 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî de ye. 

Yûsûf Nakçî li navçeya Farqînê ya Amedê di 11’ê gulana 2017’an bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatiye binçavkirin û li Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê bi îşkenceyê re rûbirû mabû. Paşê wî dibin Miduriyeta Polîsan a Amedê û li vir 14 roj di binçavan de tê hiştin û pişt re bi beyanên “şahidê nepen” ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Amedê ya Tîpa D. 
 
Nakçî li girtîgehê gelek caran bi lêferzkirina sîxurtiyê re rûbû mabû û tevî hemû hewldanan jî Nakçî xwesteka sîxurtiyê red dike. Pişt re polîs li hevjîna Nakçî, Hatîce Nakçî digerin û vê carê jî sîxurtiyê li wê ferz dikin û ew jî red dike. Polîs vê carê jî gefan li Hatîce Nakçî dixwin. Nakçî di 22’ê mijdara 2017’an de ji Girtîgeha Amedê sewqî Girtîgeha Xartpêtê ya Jimara 1’an a EwlehiyaBilind hatiye kirin. Li Girtîgeha Xarpêtê derûniya Nakçî xera dibe û du sal û nîv li Nexweşxaneya Nexweşînên Rûh û Sînîr a Xarpêtê hat tedawîkirin. 
 
Doza Nakçî li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Amedê hatibû dîtin û dadgehê bi îdiaya “yekîtiya dewletê û tevahiya welat xera kiriye” cezayê girankirî yê heta hetayê lê birî. 
 
TIŞTÊN HATINE SERÊ WÎ VEGOT 
 
Nakçî di 25’ê çile de bi rêya telefonê li hevjîna xwe Hatîce digere û tiştên li girtîgehê bi serê wî re qewimîne vegot. Yûsûf Nakçî gilî û gazinên xwe wiha ragihandiye: “Roja 20’ê çile du gardiyanan di bin navê hevdîtina parêzeran de min ji qawîşê birin odeya hevdîtinê. Lê belê li odeya hevdîtinê parêzer nebû. Pişt re du gardiyan hatin û gotin ‘Hin navan bide me û alîkariya me bike. Heke tu alîkariya me bikî em ê ji te re bibin alîkar.’ Lê min ji wan re got ez alîkariya we nakim û çimkî ez bêsûc im. Min wisa got gardiyanan min dîsa birin odeya min. Li dijî zilma hepsê min ji roja çarşemê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kiriye. Heta ev bêhiqûqî û zilm biqede ez ê di greva birçîbûnê de bim. Ji roja ez ketime greva birçîbûnê vir ve tiştên pêwîst nedane min.” 
 
'ÎFADEYA POLÎS LI BER ÇAVAN NAGIRIN’ 
 
Hatîce Nakçî jî destnîşan kir ku li gel derbarê hevjînê wê de delîlek biçûk jî nîne dîsa jî ceza lê birîne û wiha got: “Tehlîla xwîna wî girtin, cilên wî tehlîl kirin lê belê dîsa jî tu delîl nehatin dîtin. Lê belê bi îfadeyên şahidê nepen tê sûcdarkirin. Yek ji şahidan dibêje ku roket avêtiye maşîneya polîsan lê ji polîsên birîndar bûne jî yek ji wan dibêje tenê roketek avêtine. Ji şahidê rastî ku polîs e jî bawer nakin. Polîsê birîndar derbarê hevjînê min de tiştek jî nabêje. Bila bêguneh û bêsûc însanan ceza nekin. Mirovek bêsûc çawa bi cezayê heta hetayê ceza dikin?” 
 
‘EM NIKARIN BIÇIN HEVDÎTINÊ’ 
 
Hatîce Nakçî anî ziman ku sê zarokên wê hene û ji bo li zarokên xwe binêre rojane karê paqijiyê dike. Nakçî da zanîn ku ji ber hevjînê wê li Girtîgeha Xarpêtê ye di çûn û hatinan de bi zehmetiyan re rûbirû dimîne û got: “Ev 8 meh in ez nikarim wî bibînim. Em jî nizanin em ê çi bikin. Gardiyan radibin sîxurtiyê li girtî ferz dikin, em ji vê jî fêm nakin. Gardiyanan jê xwestiye ku hin navan bide wan. Dema em diçûn hevdîtinan gardiyanan her tim me hişyar dikirin û gefa qedexekirina hevdîtinê li me dixwarin. Em cil û pirtûkan dişînin nadinê û li me vedigerînin.” 
 
‘EM LI BENDÊ NE DADGEHA BILIND CEZA XERA BIKE’ 
 
Hatîce Nakçî anî ziman ku 4 sal in bêsûc girtî ye û got: “Em dixwazin li tavilê Yûsûf berdin, çimkî wî tu sûcî nekiriye. Ez hêvîdar im wê Dadgeha Bilind cezayê wî xera bike û hevjînê min serbest were berdan.” 
 
‘DU SAL IN NIKARIM WÎ BIBÎNIM’ 
 
Dayika Yûsûf Nakçî, Îkram Nakçî jî destnîşan kir ku nêzî du salan e lawê xwe nedîtiye û wiha got: “Lawê min bêsûc û bêguneh girtine û wî ceza kirine. Ez extiyar im nikarim biçim hevdîtina wî. Ez dixwazim Yûsûf neqlî Amedê bikin. Bila bînin Amedê ku dikaribim wî bibînim. Ez astengdar im, extiyar im û nikarim wî bibînim.” 
 

Sernavên din

31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye
09:04 81 salî ye, 26 sal in girtiye
09:01 Berf bû xêliya dîrokê
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt
30/01/2021
21:41 Yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG derket
20:33 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:45 RMM'ê sûcên Tirkiye yê li Efrînê aşkere kir
Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan birîn
Talankirin, tecawiz kuştin didome
16:23 Li Efrînê teqîneke mezin çêbû
16:22 ‘Girtiyê nexweş Kocaturk nayê tedawîkirin’
15:54 Ji ber temen û nexweşiyên wî berdana Altinmakas hat xwestin
15:31 Karaman a bi koronayê ket hat girtin
15:17 Zaroka ku kekê wê tecawizî wê kir pitik welidand
14:59 Gelê Şengalê 2 meh in di nobetê de ne
14:52 Li Êlihê 3 welatî hatin berdan
13:54 Li daristanê du kes qerisî hatin dîtin
13:43 Dayikên Şemiyê: Kujerên Taniş û Denîz diyar in
13:12 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga lezgîn a tehliyeyê kirin
12:55 Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da
12:33 Ji xwendekarên Bogazîçiyê yek hat berdan
12:31 Li bendê ye li herêmê berf bibare
12:30 27 sal in agahî ji Taşdemîr nayê girtin
11:45 Dozger li wekîlên tev li meşê bûn lêpirsîn vekir
10:56 Parêzerên Ayşe Gokkan: Dixwazin dîl bigirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 65’emîn de didome
09:19 Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin
09:18 Qeyûm cerdevan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê
09:18 ‘Em ê têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji cihê mayî bidomînin'
09:17 Xwendekar dixwazin deynê krediyê yê KYK'ê bên xerakirin
09:16 Sûcdar û parêzerê wan bi mirinê gef li parêzer xwarin
09:16 ''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin'
09:15 Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe
09:13 Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'AN
29/01/2021
22:10 Li Geverê li depoyekê 2 cenaze hatin dîtin
20:15 Li Colemêrgê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
19:55 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 736
19:51 Di meşa yekîtiya neteweyî de 23 kes hatin binçavkirin
17:47 Rojnamevanê girtî Ûgûr: Ji ber xwarinê jehrî bûm
16:38 Daxwaza yekîtiya neteweyî û rakirina tecrîdê guh neda astengiya polîsan
16:34 Ciwanan li Okmeydaniyê ji bo grevên birçîbûnê nivîs nivîsandin
16:18 Li Dersimê rêya du hereman hat girtin
15:48 Li Dîlokî jinek hat kuştin
15:29 ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin
15:01 Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin
14:47 Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir
14:26 Malbatê 5 meh şûnde cenazeyê Acar ê HPG’î defin kirin
14:04 Nûner ji bo Yekîtiya Neteweyiya Kurd meşiyan
14:01 Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin
13:44 Tacîza li navenda etûdê: Bersûc cara duyemîne dike
13:28 Dozger di doza Berkîn Elvan de biryara xwe da
12:29 Li Wanê 6 kes hatin binçavkirin
12:24 Malbat ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Akdogan beraet kir
11:33 Dayika ku 8 sal in lawê xwe nabîne: Li dijî vê zilmê derkevin
11:30 Gunay: Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin
10:03 Dê 60 hezar dar bikin qurbana senayiyê
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 64’emîn de didome
09:30 Qeyûm vê carê jî mizgeft û dibistan firotin
09:09 Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin
09:09 Dixwazin şevnişînên di nav avahiyan de asê mane xera bikin!
09:09 Li Colemêrgê li her saziyê herî kêm Gur'ek heye!
09:09 Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in
09:09 Ûgûrlû: Ocalan pêşengê jiyana nû ye
09:09 Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye
09:09 Xizma 6 girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:08 Hasass ê 132 rojan di grevê de ma bû: Ji çalakiyên din cudatire
09:08 Li gorî Wezîrê Edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye
09:08 Bavê girtî: Tevahiya welat di bin tecrîdê de ye
09:08 Dengê êş, berxwedan û evînê: Cemalê Mihê
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN
28/01/2021
20:52 129 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:33 Malbatê cenazeyê Acar wergirt
17:55 Barîkata polîsan nekarî pêşî li ber xebatên 'yekîtiya neteweyî' bigire
16:42 Têkildarî şerê du malbatan 13 kes hatin binçavkirin
16:27 Hevşaredarê berê yê Sûrê dikeve greva birçîbûnê
16:06 Danişîna serokên berê yên HDP’ê û BDP’ê hat dîtin
15:44 HDP’a Dersimê: Bila daxwazên girtiyan werin pejirandin
15:40 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
15:33 Komkujiya Roboskê di meha 109’emîn de ye
15:08 Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hat girtin
15:01 Berteka li dijî biryara girtina Gokkan: Wê têkoşîna jinan qezenc bike