RMM'ê sûcên Tirkiye yê li Efrînê aşkere kir
Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan birîn
Talankirin, tecawiz kuştin didome

  • rojane
  • 18:45 30 Çile 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN  - Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo di komxebata hiqûqî ya duyemîn de, bi raporekê binpêkirin û sûcên TSK'ê û komên çekdar ên girêdayî wê yên 3 salan li Efrînê pêk anîne, eşkere kir.
 
Komxebata hiqûqî ya duyemîn a têkildarî binpêkirina mafên mirovan li Efrîna pêk hat. Beşdarên komxebatê balkişandin ser sûcên Tirkiye û komên girêdayî wê ya li Efrînê ji Adara 2018`an ve pêk tên. Piştî komxebatê, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş, Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo bi raporekê binpêkirinên TSK'ê û komên çekdar a girêdayî wê yên li Efrînê di 3 salan de, eşkere kirin.
 
Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo rapor parve kir. Rapora ku Şêxo parve kir wiha ye: 
 
“Di 20`ê Çileya 2018`an de, artêşa Tirk a dagirker û komên cîhadîst ên ji Sûriyê yên girêdayî wê ji bo dagirkirina kantona Efrînê dest bi operasyoneke leşkerî kir. Di êrişê de hemû cureyên çekên giran û pêşketî, tank û balafirên şer hatin bikaranîn. Di encamê de binesaziya herêmê û saziyên sivîl hatin xirabkirin û rûxandin, bi hezaran sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, bi sed hezaran şêniyên herêmê hatin koçberkirin û bi dehan komkujî hatin pêkanîn. Bi wê yekê qirkirina etnîk hate kirin û hemû pîvan û rêgezên navneteweyî hatin binpêkirin. Kantona Efrînê bi gelek behaneyan hate dagirkirin, ji wan; parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê û avakirina herêmên ewle û bicihkirina koçber û penaberên Sûriyê. Wekî tê zanîn beriya dagirkirinê, li Efrînê sîstemeke rêveberiyê ya civakî hatibû rûniştandin, her wiha li herêmê di aliyê ewlehiyê û aborî de îstiqrar hebû ku li piraniya herêm û bajarên din ên Sûriyê ew yek tune bû. Li Efrînê bi deh hezaran koçberên ji herêmên din ên Sûriyê, bi cih bûbûn.
 
Em ê di vê raporê de balê bikişînin ser binpêkirinên ku di 3 salên dagirkirinê de li dijî sivîlên herêma Efrînê pêk hatine, ku beşek ji wan hatine belgekirin û beşeke mezin ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê yên veşartina rastiyan û tunebûna komîteyên navneteweyî yên serbixwe ku karibin bigihêjin hemû qurbaniyan, hîna veşartî ye. Binpêkirin wiha ne:
 
SALA 2018`AN: 400 HEZAR KESÊN BIYANÎ LI EFRÎNÊ HATIN BICIHKIRIN
 
Dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Çileya 2018`an de bi 72 balafirên şer û gelek tankan êrişî bajarê Efrînê kir û hemû cihên leşkerî, sivîl û jiyanî kirin hedef. Piştî berxwedaneke bêhempa ya Hêzên Sûriya Demokratîk ku 58 rojan dewam kir, dewleta dagirker tevî komên çeteyên ji Sûriyê, Efrîn dagir kir. Ji ber dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, nêzî ji sedî 80 ji şêniyên Efrînê koçberî herêmên Şehba, bajarê Helebê, kampa Şehba (ku piştre Rêveberiya Xweser ava kir) û bajarokê Til Rifetê bûn. Di 3 salên dagirkirinê de nêzî 400 hezar kesên biyanî yên ji herêmên cuda yên Sûriyê û bi taybet ji gundewarên başûrê Idlibê, gundewarên başûr û rojavayê Helebê û koçberên ji Xûtayê, li gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin.
 
Hejmara qurbaniyên ji ber vê êrişê 498 sivîl bûn ku di encama topbarana ji hêla dewleta Tirk a dagirker û komên cîhadî yên girêdayî wê ve jiyana xwe ji dest da. Hejmara qurbaniyên ku di bin îşkenceyê de hatine kuştin, gihaşt 82`yan. Ji ber topbaranê zêdetirî 696 sivîl di nav de 303 zarok û 213 jin hene, birîndar bûne.
 
Ji ber êrişa dewleta Tirk li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrînê 64 dibistan wêran bûn. Beriya êrişa dewleta Tirk hejmara xwendekaran 50 hezar û 855 bû, niha tenê 13 hezar xwendekar li herêmên Şehbayê ne. Dewleta Tirk tevahiya navendên xwendinê di nav de zanîngeha Efrînê girtin. Materyalên zimanê dayikê (kurdî) betal kirin û li şûna wê zimanê erebî, tirkî û pirtûka şerîeta îslamê li tevahiya kêmneteweyên ku li Efrînê mane, ferz kir.
 
Di sala 2018`an de dewleta Tirk û komên çekdar ên sûrî bi zanabûn şênî revandin û kuştin. Hejmara revandî û windahiyan gihaşt 943 kesan. Ji wan 76 di bin îşkenceyê de hatin kuştin an jî bê darizandin hatin darvekirin. Tawan jî dan û standina bi Rêveberiya Xweser re bû. Piraniya bûyerên revandinê jî ji hêla komên cîhadî ve û di bin çavdêriya hêzên Tirk û istixbarata wê de pêk hatin.
 
Bi dehan cihên stratejîk, avahiyên tenduristiyê, perwerde û xizmetguzariyê hatin hedefgirtin. Nexweşxaneya Efrîn 3 caran rastî topbaranê hat. Embulansên girêdayî Heyva Sor a Kurd dema birîndar vediguhestin hatin hedefgirtin. Stasyona parzûnkirina avê ya li gundê Metîna yê navçeya Şera û bendava Meydankî hatin hedefgirtin. Dewleta Tirk bi van hedefgirtinan xwest ku avê wek çek bi kar bîna û sivîlan bide koçberkirin.
 
DANEYÊN 2019`AN: ÇARENÛSA 330 KESAN NE DIYAR E 
 
Hejmara bûyerên revandinê û xwestina fîdyeyan sala 2019`an gihaşt zêdetirî 6 hezar bûyeran. Ji malbatên 500 kesan wek fîdye pere hate xwestin û çarenûsa 330 kes ne diyar e. Li gorî belgeyan 700 kes rastî îşkenceyê hatine. Heta zarok jî hatin revandin û dîmenên îşkencekirina wan hatin kişandin da ku fîdya ji malbatên wan bibin. Ev fîdye hîn caran gihaşt zêdetirî 100 hezar dolarî. 54 kes di bin îşkenceyê de ji hêla komên çekdar ve di girtîgehan de hatin kuştin. 41 jî ji ber topbarana ji hêla delweta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin kuştin. Ji ber topbarana ji hêla komên cîhadî û artêşa Tirk a dagirker ve 2 rojnamevan hatin kuştin û 670 sivîl jî birîndar bûn. Ji ber mayîn û teqemeniyan hezar û 730 sivîl birîndar bûn.”
 
Di 2`yê Kanûna 2019`an de bajarê Til Rifetê (35 km li bakurê Helebê) ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çekdar ve hate topbarankirin. Topbaran yekser li dijî kombûna koçberên Efrînê hate kirin. Di encama wê de 8 zarok û 2 kesên kesên din jiyana xwe ji dest da, her wiha 9 zarok û 8 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.
 
Li herêma Efrînê binpêkirinên berfireh li dijî jinan têne kirin, ji revandin, kuştin, tecawizkirin û îşkencekirinê. Ev jî siyaseta komên cîhadî û hêzên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan e û wan neçar dikin ku birevin. Ji sala 2018 û heta 2019`an 40 jin hatine kuştin, 128 hatine birîndarkirin, 60 keçên temenbiçûk hatine tecawizkirin, ji wan 5 keçan xwe kuştiye, 270 hatine revandin û gelek rewşên weke zewaca bi darê zorê, bilindbûna rêjeya zewicandina zarokan da ku malbatên wan neçar bimînin û keçên xwe bi endamên komên çekdar re bizewicînin.
 
DANEYÊN 2020`AN:
 
58 kes hatin kuştin, ji wan 9 jin in û 987 kes hatine revandin. 39 teqîn li herêmên sivîlan çêbûn, di encama wan de 170 kuştî û birîndar hene, 35 jin di sala 2020`an de hatine revandin. 67 jin li Efrînê hatine tecawizkirin, di nav de yên temenbiçûk jî hene. 5 rewşên zewicandina bi çeteyên cîhadîst re ên bi darê zorê li kantona Efrînê, hatin belgekirin her wiha tundiya cinsî ne tenê li dijî jinan bû, lê belê rewşên tecawizkirina mêran di girtîgehên çekdaran de ku agahiyên dewleta Tirk pê hebû, hatin belgekirin.
 
SÛCÊN LI DIJÎ KÊMNETEWE Û CIHÊN DÎROKÎ
 
Kêmnetewe rastî sûcên berfireh û guhertina çandî û olî hatin, bi taybet elewî û êzidî. Hejmara gundên êzidîyan 23 e. Beriya şerê li Sûriyê di 2011`an de dest pê bike, nêzî 25 hezar kes di wan gundan dijiyan. Bi êrişên komên cîhadî re di salên şerê Sûriyê de, hejmarek ji wan koçberî dewletên Ewropayê bûn. Bi derbasbûna hêzên dewleta Tirk a dagirker û komên radîkal re ji Efrînê re, piraniya niştecihên wan gundan koçber bûn. Tenê hejmareke biçûk ji wan derneketin ew jî piraniya wan kalepîr bûn, hejmara wan jî 7 hezar kes bû. Komên çekdar sûc û binpêkirinên li dijî mirovahiyê pêk anîn. Siyaseta tirsê, ferzkirina ola îslamê li ser wan, pêkanîna rê û resmên îslamî ferz kirin. Herî dawî jî kelepora çandî û olî ya wan hilweşandin û armanca wan qirkirina wan bû. Cihên olî kirin cihên xwedîkirina sewalan, cihên dîrokî hilweşandin û li şûnwaran digeriyan.
 
Li kantona Efrînê tu tişt ji hovîtiya fesîleyên cîhadî û artêşa Tirk bê par nema. Her tişt ji xwe re helal kirin. Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan û darên fêkî hatin qutkirin da ku êzingên wan li sûkan bifiroşin. Ji wan 300 darên zeytûnan ên temenmezin, 150 hezar darên sindiyan, 11 hezar dar hatin şewitandin, anku nêzî 2 hezar û 180 donim şewitandin, zêdetirî 10 hezar donim ji zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.
 
Li gorî daneyên Desteya Şûnwaran a Efrînê ku cihên dîrokî û çandî li Efrînê rastî kolandin û talankirineke mezin hatin. Zêdetirî 28 cihên dîrokî û girên şûnwarî hatin hilweşandin û berhemên tê de hatin dizîn û di sûkên dewleta Tirk de hatin firotin. Bi vê yekê dixwazin nasnameya çanda dîrokî ya kantona Efrînê hilweşîne. Zêdetirî 15 cihên olî yên kemneteweyan hatin hilweşandin û veguherîn mizgeftên îslamî bi serpereştiya saziyên alîkariyê û olî yên dewleta Tirk. Hin ji wan jî piştî kolandinê veguherîn cihên xwedîkirina sewalan. Navên piraniya kolan, qad û cihên giştî û dîrokî yên kantona Efrînê bi navên tirkî û îslamî bi taybet navên kesên ku komkujî li dijî gelê Kurd pêk anîne.

Sernavên din

31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye
09:04 81 salî ye, 26 sal in girtiye
09:01 Berf bû xêliya dîrokê
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt
30/01/2021
21:41 Yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG derket
20:33 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:45 RMM'ê sûcên Tirkiye yê li Efrînê aşkere kir
Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan birîn
Talankirin, tecawiz kuştin didome
16:23 Li Efrînê teqîneke mezin çêbû
16:22 ‘Girtiyê nexweş Kocaturk nayê tedawîkirin’
15:54 Ji ber temen û nexweşiyên wî berdana Altinmakas hat xwestin
15:31 Karaman a bi koronayê ket hat girtin
15:17 Zaroka ku kekê wê tecawizî wê kir pitik welidand
14:59 Gelê Şengalê 2 meh in di nobetê de ne
14:52 Li Êlihê 3 welatî hatin berdan
13:54 Li daristanê du kes qerisî hatin dîtin
13:43 Dayikên Şemiyê: Kujerên Taniş û Denîz diyar in
13:12 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga lezgîn a tehliyeyê kirin
12:55 Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da
12:33 Ji xwendekarên Bogazîçiyê yek hat berdan
12:31 Li bendê ye li herêmê berf bibare
12:30 27 sal in agahî ji Taşdemîr nayê girtin
11:45 Dozger li wekîlên tev li meşê bûn lêpirsîn vekir
10:56 Parêzerên Ayşe Gokkan: Dixwazin dîl bigirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 65’emîn de didome
09:19 Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin
09:18 Qeyûm cerdevan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê
09:18 ‘Em ê têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji cihê mayî bidomînin'
09:17 Xwendekar dixwazin deynê krediyê yê KYK'ê bên xerakirin
09:16 Sûcdar û parêzerê wan bi mirinê gef li parêzer xwarin
09:16 ''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin'
09:15 Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe
09:13 Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'AN
29/01/2021
22:10 Li Geverê li depoyekê 2 cenaze hatin dîtin
20:15 Li Colemêrgê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
19:55 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 736
19:51 Di meşa yekîtiya neteweyî de 23 kes hatin binçavkirin
17:47 Rojnamevanê girtî Ûgûr: Ji ber xwarinê jehrî bûm
16:38 Daxwaza yekîtiya neteweyî û rakirina tecrîdê guh neda astengiya polîsan
16:34 Ciwanan li Okmeydaniyê ji bo grevên birçîbûnê nivîs nivîsandin
16:18 Li Dersimê rêya du hereman hat girtin
15:48 Li Dîlokî jinek hat kuştin
15:29 ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin
15:01 Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin
14:47 Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir
14:26 Malbatê 5 meh şûnde cenazeyê Acar ê HPG’î defin kirin
14:04 Nûner ji bo Yekîtiya Neteweyiya Kurd meşiyan
14:01 Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin
13:44 Tacîza li navenda etûdê: Bersûc cara duyemîne dike
13:28 Dozger di doza Berkîn Elvan de biryara xwe da
12:29 Li Wanê 6 kes hatin binçavkirin
12:24 Malbat ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Akdogan beraet kir
11:33 Dayika ku 8 sal in lawê xwe nabîne: Li dijî vê zilmê derkevin
11:30 Gunay: Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin
10:03 Dê 60 hezar dar bikin qurbana senayiyê
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 64’emîn de didome
09:30 Qeyûm vê carê jî mizgeft û dibistan firotin
09:09 Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin
09:09 Dixwazin şevnişînên di nav avahiyan de asê mane xera bikin!
09:09 Li Colemêrgê li her saziyê herî kêm Gur'ek heye!
09:09 Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in
09:09 Ûgûrlû: Ocalan pêşengê jiyana nû ye
09:09 Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye
09:09 Xizma 6 girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:08 Hasass ê 132 rojan di grevê de ma bû: Ji çalakiyên din cudatire
09:08 Li gorî Wezîrê Edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye
09:08 Bavê girtî: Tevahiya welat di bin tecrîdê de ye
09:08 Dengê êş, berxwedan û evînê: Cemalê Mihê
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN
28/01/2021
20:52 129 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:33 Malbatê cenazeyê Acar wergirt
17:55 Barîkata polîsan nekarî pêşî li ber xebatên 'yekîtiya neteweyî' bigire
16:42 Têkildarî şerê du malbatan 13 kes hatin binçavkirin
16:27 Hevşaredarê berê yê Sûrê dikeve greva birçîbûnê
16:06 Danişîna serokên berê yên HDP’ê û BDP’ê hat dîtin
15:44 HDP’a Dersimê: Bila daxwazên girtiyan werin pejirandin
15:40 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
15:33 Komkujiya Roboskê di meha 109’emîn de ye
15:08 Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hat girtin
15:01 Berteka li dijî biryara girtina Gokkan: Wê têkoşîna jinan qezenc bike