'Yên ku dibêjin komplo bi ser ket bila li Rojava binêrin bes e’

img

AMED – Parlamentera HDP’ê Dersim Dag destnîşan kir ku komploya navnetewî bi armanca kurdan bêstatû bihêle pêk hatiye û got: “Komplo pûç bû. Yên ku dibêjin komplo bi ser ket, bila li şoreşa Rojava binêrin bes e.” 

Di 15’ê Sibata 1999’an de bi hevkariya hêzên navnetewî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyê. Di ser radestkirina Ocalan de 21 sal qediyan ket sala 22’yemîn. Ocalan vê radestkirinê wek “Komploya navnetewî” pênase kir û ji wê rojê heta îro li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Heta îro ji bo tecrîd rabe û azadkirina Ocalan bi hezaran çalakî hatine birêvebirin. Yek ji rojevên siyaseta kurd û Tirkiyê ya sereke rakirina tecrîdê ye. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi armanca rakirina tecrîdê ji 27’ê Mijdara 2020’an ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger tê birêvebirin. 
 
'XWESTIN KURDAN BÊSTATÛ BIHÊLIN’ 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag salvegera anîna Ocalan a Tirkiyê û tecrîda lê tê sepandin nirxand. Dag anî ziman ku anîna Ocalan a Tirkiyê berdewama pîlana sed salî ya hêzên emperyal ku erdnîgariya Kurdistanê kiriye çar parçe ye û got: “Bi vê pîlanê xwestin gelê kurd bêstatû bihêlin. Tirkiye jî di vê meseleyê de rola gardiyantiyê girt ser milê xwe.” 
 
Dag da zanîn ku bi vê pîlanê hat xwestin gelê kurd were tasfkiyekirin û lê gelê kurd û dostên wan bi çalakiyên cûr bi cûr ji Kurdistanê heta deverên cuda yên cîhanê xwedî li rêberên xwe derketin û peyama êdî kurd ne kurdên berê ne dan û mêtingeriya Kurdistanê qebûl nekin. Dag anî ziman ku bi çalakiya “hûn nikarin roja me tarî bikin” bersiva tasfiyeya gelê kurd da û komplo bi vî awayî hatiye pûçkirin. 
 
'BILA LI  ŞOREŞA ROJAVA BINÊRIN’ 
 
Dag destnîşan kir ku gelê kur dli her qadê li dijî pîlana ser Ocalan bersiv da û dide û got: “Yên ku dibêjin komplo bi ser ketiye, bil ali şoreşa Rojava binêrin bes e. Heke tevgera azadiya kurd mezin dibe û bi qasî ku şoreşê pêk bîne mezin bûbe ev nîşaneya têkçûna komplo ye. Xwedî derketina Ocalan û ramanên wî nîşaneya têkçûna komployê ye.” 
 
'LI DIJÎ KOMPLOYÊ BERXWEDAN JÎ DIDOME’ 
 
Dag destnîşan kir ku bi anîna Ocalan a Tirkiyê re pîlana tasfiyekirina tevgera azadiya kurd bi ser neket û got: “Van hêzan dev ji vê pîlanê bernadeye. Komplo didome. Lê li miqabilî wê berxwedan jî didome. Bandorek mezin a Ocalan li ser civak û tevgera siyasî ya kurd heye. Ji bo pêşî liv ê bandorê bigirin di Girava Îmraliyê tê zîndankirin û di bin tecrîdê de tê ragirtin. Dixwazin hêza Ocalan asteng bikin. Ji bo deng û ramanên birêz Ocalan li Rojhilata Navîn belav nebin polîtîkaya tecrîdê tê birêvebirin.” 
 
'BÊHIQÛQÎ JI ÎRMALIYÊ DEST PÊ DIKE’ 
 
Dag anî ziman ku li ser Ocalan tecrîdek giran tê sepandin û got: “Di dinyayê de tiştek wiha ewil e. Tecrîd li ser civakê belav bûye. Divê her kes berteka xwe nîşan bide. Tecrîd li dijî yasayên  Tirkiyeyê ye. Bêedaletî, bêhiqûqî li Îmraliyê dest pê kir û li ser tevahiya welat belav bû û li ser jiyana bandorek neyînî dike. Çavkaniya polîtîkayan hemû ji Îmraliyê dest pê dike çimkî bêhiqûqiya li wir dest pê dike.” 
 
'RAMAN TÊN ASTENGKIRIN’ 
 
Dag destnîşan kir ku jin û ciwanên xwedî li fikr û ramanên Ocalan derdikevin dibin armanca êrişan û got: “Ev yek rasterast li ramanên Ocalan tên armanckirin. Bi vî awayî herî zêde êrişî jin û ciwanan dikin.” 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ KAMPANYA TÊ DESTPÊKIRIN 
 
Dag bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin û dê Tevgera Ciwanên Yekbûyî ya ku ciwanên HDP’ê jî di nav de cih digirin ji bo bidawîkirina tecrîdê dê di 8’ê sibatê de kampanya bidin destpêkirin û ew ê bi vê kampanyayê li her qadê tecrîdê teşhîr bikin û dê têbikoşin.
 
MA / Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

03/02/2021
11:40 Li Wanê 7 kes hatin girtin
11:36 Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li qadan bin
Ji bo parastina jiyanê dê serhildanê mezin bikin
11:29 Malpera înternetê ya Gazete Alinterî hat astengkirin
11:28 Melîh Bûlû yê AKP’î: Nafikirim ku îstifa bikim
11:28 Qeyûm bi serokê AKP’ê re derket kontrolê
11:18 Koç: Destûra bingehîn a AKP-MHP’ê wê bi kêrî civakê neyê
10:13 Li Enqere 83 kesên binçavkirî hatin berdan
10:08 76 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Nameya rojnameger Ugur bi 'fikare' dîtin
09:39 'Yên ku dibêjin komplo bi ser ket bila li Rojava binêrin bes e’
09:38 OHD wê li dijî dirêjkirina ceza doz veke
09:09 Greva birçîbûnê di roja 69'an de dewam dike
09:08 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Akdag û Ertaş hatin girtin
09:01 Piştî gaz biha bû, eleqeya ji bo sergîn û tepikan jî zêde bû
09:01 262 roj in ji bo karê xwe li ber xwe didin
09:01 Rêwiyên rêya di bin aşûtê de ma: Em xatir ji malê û hevalên xwe dixwazin...
09:01 Jinên ku tevli atolyeyên xweparastinê bûn: Em xwe bihêztir û ewletir hîs dikin
09:01 Çar hawirdorê Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
09:01 Çalakiyên karkeran ên li çar hawidorê Tirkiyeyê belav bûne
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2021'AN
02/02/2021
23:49 Cezayê hepsa malê li 10 xwendekaran hat birîn
22:34 Xwendekaran li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dan
19:59 Walîtiya Wanê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî taloq kir
19:42 120 kesên din jî mirin û 7 hezar û 795 kesên din jî pê ketin
19:26 Gelê Hol û Serêkaniyê li dijî êrîşen Tirkiye meşiyan
19:13 Di teqîna li Babê de herî kêm 2 kes mirin
17:36 Baş: Ev berxwedan dê pêşeroja welat diyar bike
16:58 13 girtiyên ku cezayê wan xelas bûne nayên berdan
16:54 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir cezayê muebetê dixwaze
16:47 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir re cezayê muebetê dixwaze
16:38 TJA’yê Vîyan Soran bi bîr anî
16:20 Başaran ji Wezîrê Dadê pirsî: Tecrîd li gorî we çiye?
16:19 Li Îzmîrê lehî rabû û welatiyekî jiyana xwe ji dest da
16:09 Qaymeqamê Kadikoyê heta 7 rojan çalakiyan qedexe kir
15:46 Xwendekarên jin tundiya polîsan vegot
15:23 Welatiyê deyndar hewl da xwe bikuje
15:10 JI Riha û Edeneyê bang kirin: Heke hûn reforman bixwazin divê hûn tecrîdê rakin
14:51 Piştevaniya ji bo Bogazîçî mezin dibe
14:25 Li dijî sirgun û îxracan sendîkayan dest bi meşa ber bi Enqereyê ve kirin
14:24 Akademîsyen û xwendekaran êriş û binçavkirin protesto kirin
14:09 Rêxistina Efûyê: Zeynep Celaliyan berdin
14:08 Li Edeneyê mireneke bi guman a jinekê
13:53 Xwendekarên hatin binçavkirin: Hûn nikarin serê me bitewînin
13:42 Teqandina boriya qenalîzasyonê kolanê wergerand golê
13:25 Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me di danişîna ewil de beraet kir
13:15 Soylû careke din xwendekarên ku ji wan re gotibû “jirêderketî” hedef nîşan da
13:13 Doza Şahîn Oner 3 deqîqe berdewam kir
13:12 Parastvanên maf: Demildest xwendekaran berdan
12:14 Ne girtîgeh navenda îşkenceyê ye!
12:13 Polîsan di bin çavan de îşkence li xwendekarên Bogazîçî kirin
11:37 Jinên Belçîkayê dest bi grevê dikin
11:04 98 xwendekarên Bogazîçiyê hatin berdan
10:43 Li Edeneyê notirvanan zarokekî 17 salî derp kirin
10:09 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:08 DEDAŞ’ê saetên ceryanê derxist ser dîrekan: Talûke mezin e
09:56 Greva birçîbûnê di roja 68'an de dewam dike
09:23 Dayika Aktaş: Dixwazim kurê xwe bibînim
09:01 ‘Çavkaniyên gel pêşkêşî hin kesan dikin'
09:01 Malbata Bîrdalê ku 142 rojan di greva birçîbûnê de ma: Bibin dengê grevên birçîbûnê
09:01 Armanca girtina Ayşe Gokkan pêşîlêgirtina tevgera jinê ye
09:01 Ji ber qedexekirina zozanan rêya wan 10 qat dirêj dibe
09:01 Îdianameya derbarê nûçegihanê me Aslan de hat amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2021'Ê
00:11 Xwendekarên Bogazîçî li dijî qeyûm li ber xwe dan
Polîs ketin zanîngehê û 159 xwendekar binçav kirin
01/02/2021
23:51 Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:17 124 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:59 Aramê kurmanciya 'Dewran' û 'Leylan' a Demîrtaş çap kir
18:16 Xwendekarên Bogazîçî li dijî Rektorê Qeyûm têdikoşin
Polîsan nêzî 100 xwendekar binçav kirin
18:09 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê meşiyan
17:03 Li Êlihê 6 zarok hatin berdan
16:12 Jina ku mîksera betonê wê eciqand jiyana xwe ji dest da
16:11 Hêzên Têkoşîna Yekgirtî starta xebatên xwe dan
16:01 Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike
15:08 Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
14:32 Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da
14:28 VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye
14:22 Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû
14:09 Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin
13:56 Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
12:59 Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt
12:54 Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî
12:43 Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê
12:33 Li Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû
12:25 DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest
12:18 Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê
12:03 Dadgehê 4 sal ceza li nûçegîhanê me Sayilgan birî
11:47 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in
11:40 'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’
10:51 Kesek li Wanê hat girtin
10:21 Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin
09:56 Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya
09:47 Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat
09:33 Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket
09:20 Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN