Demîrtaş: Biryara DMME’yê 83 mîlyon kesî eleqedar dike

img

STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di danişîna doza jê tê darizandin de parastina xwe kir û got: “Nîqaşkirina girêdana biryarên DMME’yê şerma herî mezin e. Biryara DMME’yê 83 milyon kesî eleqadar dike.” 

 
Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi îdiaya heqaret li Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû kiriye tê darizandin li Dadgeha Cezayê Asliye ya 47’emîn a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F lê girtî ye bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Demîrtaş jî li eywana danişînê amade bûn. 
 
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û parlamenterên HDP’ê û gelek kesan danişînê şopand. 
 
'PIŞTEVANIYA HÎQÛQÎ NIKARIM BIGIRIM’ 
 
Danişînê bi xwendina nasnameyê dest pê kir. Demîrtaş parastina xwe kir. 
 
Demîrtaş anî ziman ku bi hêceta pandemiyê piştevaniya hiqûqî wernegirtiye û got: “Ji meha adarê vir ve min bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk neaniye. Vî mafî ji destê min girtine. Dixwazim derbasî girtekan bibe. Ji ber vê yekê mafê min ê parastinê tê binpêkirin. Ji ber şertên rewşa awarte tu sewqek min pêk nayê. Ji ber şertên heyî ez jî naxwazim israr bikimm lê belê bila derbasî girtekan bibin.” 
 
‘HÛN NIKARIN MIN BIDARIZÎNIN’ 
 
Demîrtaş di dewama parastina xwe de li ser du îdianameyên derbarê wî de hatine amadekirin rawestiya û got bi biryar û fermanan doz lê tên vekirin. Demîrtaş anî ziman ku rayeya vê dadgehê nîne wî bidarizîne û xwest dosyeya jê tê darizandin bişînin Dadgeha Amedê. 
 
BIRYARA DMME’YÊ TÊ NÎQAŞKIRIN 
 
Demîrtaş destnîşan kir ku axaftinên parlamenteran ên li hundirê parlamentoyê û derveyî wê di çarçoveya berpirsiyariyê de ne û wiha got: “Destûra Bingehîn jî dibêje seranserî jiyana vî kesî didome. Yanî kes ji ber axaftina xwe nayê darizandin. Ez dipirsim. Hûnê xwedî li vê destûra bingehîn derkevin gelo? Hûnê xwedî li destûra bingehîn derkevin an jî hûnê gotinên Erdogan pêk bînin gelo? Malûm e ew kes serokê partiyekê ye ez jî hevserokê partiyekê me. Hûnê bibin dubendiya navbera du serokên partiyan an hûnê bi ya destûra bingehîn bikin gelo? Ez dixwazim bibînim ka em girêdayî destûra bingehîn in an na. Mafê axaftina nûnerên milet hatiye mîsogerkirin. Lê nahêlin ku em bi serbestî pirsgirêkên xelkê xwe bînin ziman û ramanên xwe vebêjin. Ev ji aliyê destûra me ya bingehîn ve hatiye mîsogerkirin. Tenê ez vê dibêjim qey. Naxêr. Dadgeha Mafê Mirova a Ewropayê (DMME) jî vê dibêje. Ev du meh in nîqaşa ‘biryarên DMME’yê eleqedar dike yan nake’ tên kirin. Kî nîqaş dike? Serokkomar, wezîr bi kurtasî hevkarên tifaqa Cumhur vê nîqaş dikin. Nîqaşkirina li ser girêdana biryarên DMME’yê şerma herî mezin e. Wek nîqaşa ku meriv li bin kuleya Galatayê rûniştî be û nîqaşa ‘kuleya Galatayê heye yan nîne’ ye. Mijarek kû divê neyê nîqaşkirin li serê tê nîqaşkirin. Baş e çima nîqaş dikin? Tu rayedarê hikumetê nayê ji we re nabêje ‘viya bikin.’ Ez bawerim heke werin jî hûnê wan biqewirînin. Baş e çi dikin? Her roj di bernameyên televîzyonan de diaxivin û li ser we zextan dikin. Hûnê mafê ku ji 83/1'an hatiye nasîn esas bigirin an jî hûnê Tayyîp Erdogan, Mehmet Ûçûm an jî Suleyman Soylû esas bigirin?
 
‘LI GORÎ HIQÛQÊ BIRYARÊ BIDIN’ 
 
Demîrtaş anî ziman ku axaftinên wî li derve kiriye heman axaftinan li Meclîsê jî kiriye û wiha domand: “Ez mînakek bidim. Ez xwendekarên Bogazîçiyê silav dikim. Destûra bingehîn û yasayan mafê li dar xistina çalakî û xwepêşandanan mîsoger kiriye. Duh me mudaxileya polîsan li dijî xwendekaran di televîzyonê de temaşe kir. 10 polîs mudaxileyî kesekî dikin. Yek jî bi kulman lê dixe. Wê li kesê kû vê yekê bîne ziman li min doz vekin an jî wê li wan kesên mudaxile dikin doz vekin? Daxwaza min ji we ew e ku hûn hiqûqê biparêz in. Heke hûn ceza didin min jî nadin min jî hûn wê dizanin. Lê belê xwe esas bigirin. Li dosyeyê binêrin û li gorî hiqûqê biryar bidin. Lê di bin bandora tiştek din de nemînin.” 
 
'NEBIN HEVKARÊ VÎ SÛCÎ’ 
 
Demîrtaş biryara DMME’yê ya derbarî wî de daye bi bîr xist û wiha got: “Di biryara DMME’yê daye de xala herî negirîng berdana min e. Çimkî ew min eleqedar dike. Lê 5 xalên din 83 milyon kesî eleqedar dike. Ev biryar dibêje ku girtin ji ber sedemên siyasî pêk hatiye. Ev biryar wê di dawiya dawî de werin sepandin. Dadger û dozgerên vê biryarê tune hesibandiye sûcên giran dikin. Çimkî di vir de tê gotin ku girtin ji ber sedemên siyasî pêk hatiye. DMME behsa binpêkirinek hêsan nake. DMME dibêje ku ‘di hilbijartinan û referandûman de îqtîdar ji bo xwe serwer nîşan bide, xwestiye rikberek xwe tasfiye bike.’ Dîlgirtina me tekabûlî sûcek mezin dike. Ev sûcek darbeyê ye. Dibe em hebin an jî nebin, lê belê Komara Tirkiyê wê bi tirkan, kurdan, elewiyan bimîne. Dixwazin we jî bikin hevkarê vî sûcî. Nebin şirîkê vî sûcî. Ji ber ku ez ji sedemên siyasî girtî me nikarim parastina xwe bikim. Divê hûn biryarek wiha bidin ‘Selahattîn Demîrtaş girtiyek siyasî ye, ji ber girtî ne neanîn danişînê.’ Derbarê min de 122 doz hatine vekirin. Ji bo fişarê li ser me bikin doz vekirine. Ez ji we dixwazim hûn tespît bikin ku ez girtiyek siyasî me bikin. Tişta hûn bikin betalkirina vê dozê ye.” 
 
'EZ ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ SILAV DIKIM’ 
 
Demîrtaş hêj parastina xwe didomand serokê dadgehê got ‘mijar pir belav bûye’ û xwest li ser hisûsên jê girtî ye parastina xwe bike. 
 
Demîrtaş diyar kir ku ew siyasetmedar e û ji ber axaftinên xwe darizandî ye û got: “Ez neçarim eşkere bikim. Ez ji diziyê nayêm darizandin. Em we jî diparêz in. Mesele ne meseleyek di navbera dadgeha we û Demîrtaş de ye. Ev yek meseleya Tirkiyê hemû ye. Herî dawî dixwazim destnîşan bikim; li girtîgehan kêşe hene. Hevalên min ên ketine greva birçîbûnê hene. Ez wan jî silav dikim.” 
 
Piştî parastina Demîrtaş, parêzeran jî parastina miwekîlê xwe kir. Piştî beyanên parêzeran şandeya dadgehê danişînê taloqî 26’ê gulanê kir. 
 

Sernavên din

05/02/2021
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be
10:10 HDP di 8’ê sibatê de wê bêje ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’
09:55 Xwekujê DAIŞ’ê hatiye binçavkirin û berdan!
09:36 Eskerên Îranê kolber Xalid kuşt
09:32 Koma 15'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:07 ‘Em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û têbikoşin’
09:07 Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin!
09:07 Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin
09:07 Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye'
09:07 Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin
09:07 Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin
09:07 Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye
09:07 ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e
09:07 Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin
09:07 Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN
08:35 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê azadiya Ocalan xwestin
08:23 Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt
08:07 Polîsan 65 kes binçav kirin
04/02/2021
21:18 Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû
20:12 113 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:21 Zilamê Sureyya Buyuk qetil kir hat binçavkirin
16:00 HDP: Desthilatdariyê ji karesata aşûtê ders dernexist
15:44 Li Bûrsayê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:09 Li jinên ku gotin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ doz hat vekirin
15:04 Li Licê operasyona eskerî
14:58 'Windabûna derziyan bi me re gumanê çêdike'
14:46 Ji rêxistinên civakî bang: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:41 'Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin'
14:37 KESK’iyên gihan Enqerê: Sîrgûnan rawestînin
14:12 Xwendekarên Îzmîrê: Em serî natewînin
14:09 Balûken ji dadgehê xwest biryara DMME'ê lêkolîn bike
14:00 Li gel dorpêçê jî çalakiya xwendekaran didome
13:51 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:34 Li Nisêbînê rageşiya DEDAŞ’ê
13:20 162 pêşniyazpirsên HDP’ê ji bo Demîrtaş dabû hatin redkirin
13:13 Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê: Tecrîdê bi dawî bikin girtîgehan vala bikin
13:12 Bêyî agahiya parêzerên Medenî Yildirim cihê bûyerê keşf kirin
12:31 Îdiayên îşkenceya li Licê di rojeva Meclîsê de ne
12:30 Rawest : Li herêmê kesên ku deng didin AKP’ê ji 4’an 1’ê wan jê dûr ketine
11:52 Bavê ku kurê wî tevlî DAIŞ’ê bû: Derbasî Tirkiyeyê bûye, dibe ku erişa xwekujiyê pêk bîne
11:38 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rakirina tecrîdê daxwaza jinane jî
11:38 Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de hate girtin
11:15 Nifûsa Tirkiyeyê hat aşkerekirin
11:13 Ên nelirêtî kirin: Me ji bo dewletê kir
10:25 Xwendekarên di bin çavan de îşkence li wan hatiye kirin: Em ê paşde gav navêjin
09:46 MATUHAY-DER: Mil bidin govenda girtiyan
09:38 Binçavkirinên ji ber çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê didomin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 70'yan de dewam dike
09:21 Dozger qurbaniyên komkujiya DAIŞ’ê wek ‘endamên rêxistinê’ da nîşandan
09:05 22 otobus dê pirtûkxaneya Ocalan li bajaran bigerînin
09:05 Dozger telefona girtî wekî delîla 'endamtiya rêxistinê' hesibandiye
09:05 Armanca GOG'ê: Xêzkaran bigihîne
09:05 Dixwazin deriyên sînor bên vekirin
09:05 42 kes miribûn: Bi tunelan dê pêşî li ber hin karesatan bê girtin
09:05 Aşpêjê ku betal maye: Eyb e meriv bibêje, lê niha em birçî ne
09:05 'Bi hezaran Gokkan têkoşînê bilind dikin'
09:05 Pirtûka Harûn Dogan 'Dag-i Devran' derçû
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2021'AN
08:00 30 xwendekarên sewqî dadgehê kirin hatin berdan
03/02/2021
22:25 30 xwendekar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
20:45 8 kes ji ber parvekirinên xwe yên derbarê Bogazîçiyê de hatin binçavkirin
20:40 8 hezar û 102 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:34 Hejmara 3'yan a kovara Bernamegehê derket
20:18 35 baroyan piştgiriya xwe ya ji bo xwendekaran ragihandin
18:59 Jinên Şengalê 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin
18:27 Sendîkayên Îtalyayê ji bo Azadiya Ocalan name ji NY'ê re şandin
18:01 HRW: Tirkiye li Serêkaniyê bi dehan kes revandine
17:10 Orûç beraet kir
17:09 Şahidê doza Dînk: Berpirsiyarê esil Midûriyeta polîsan a Stenbolê ye
16:59 Karkerên Înşaeta Kayiyê navbera dan çalakiya xwe
16:56 Rojnamegera girtî Abî: Dest danîn ser betaniyên me
16:50 Riya Miksê piştî 15 rojan vebû
16:43 'Pergala birêz Ocalan pergala herî bi nirx e'
16:43 HDP: Dest ji rêyên tarî berdin
16:06 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
16:05 TTB’ê îşkenceya li xwendekaran hat kirin şermezar kir
15:51 Di meha çile de 23 jin hatine qetilkirin
15:23 Ciwanan bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ dorpêç şermezar kirin
15:12 Xwendekarên cezayê hefsa malê li wan hat birin: Em ê dîsa bên
14:56 Demîrtaş: Biryara DMME’yê 83 mîlyon kesî eleqedar dike
14:26 Li Dersimê mirina eskerekî ya biguman
14:07 HDP’ê li Îzmîrê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ da
13:53 Hîndekaran rektorê qeyûm bi çepikan şermezar kir
13:38 Ji Olûç daxuyaniya destûra bingehîn a nû: Sicîla AKP’ê xerabûyî ye
13:33 Ji partiyên siyasî banga Demîrtaş: Biryara DMME’yê pêk bînin
13:23 Jina ku hat îdîakirin ketiye bi giranî birîndar bû
13:17 Kedkar li dijî sirgûn û îxracan dimeşin Enqereyê
12:58 Li Girtîgeha Rihayê dest danîn ser şelwarên girtiyan
12:16 Li Hevserokê berê yê DBP’ê yê Amedê 6 sal ceza hat birîn