NAVENDA NÛÇEYÊ - Pirtûka helbestan "Dag-i Devran" a Harûn Dogan ji Weşanên Aramê derçû. Dogan, bi hevokine sade û xwerû berê xwendevên dide ber bi rêwîtiyekê ve.
Weşanxaneya Aramê 3 pirtûkên nû li pirtûkxaneya xwe zêde kir. Tevî wergerên kurdî yên "Dewran" û "Leylan" a Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, pirtûka helbestan "Dag-i Devran" a Harûn Dogan jî çap kir. Dogan, pirtûka xwe diyarî hevrêya xwe Nesrîn Tekeyê kiriye ku di nûnera Buroya Amedê ya Kovarê Ozgur Halkê bû û di 9'ê Tîrmeha 2000'î de jiyana xwe ji dest daye. Dogan, di pirtûka xwe de xwendevên ji nav êş û azaran ber bi hiznê, coş û peroşiyê ve dibe.
“(…
) Giden çoğuna ada zamanın öyküsünü
ve yas tut.
Hüznün soğuk sularıdır
uyanık bir ruhun kozası
Bir de enkazın üstünde tutar insanı
Acı bir ikazdır,
bir ürperti
Kaç kurtuluş kapısı
kaç halk bahçesi
böyle görülür ufukta
Ve kaç enkaz altındadır sevincin budalalığı..."
Dogan di hemû risteyên pirtûka xwe de ku bi risteyên “İyi ki adı olmayanın dağı var / Şimdi bu dağların artık bir adı var” diqe, berê xwendevên dide ber bi rêwîtiyekê ve.
“Koş!
Çıplak baldırından aksa da kan,
tebessüm donmuşsa da
al dudağında ayazdan
Mahşerin dört namlusu
dayanmışsa da sana şakaktan
Koş!
Sırtlan davanın ateşten yükünü
Anadır, kardeştir, yoldaştır sana bakan
Umuttur gözdeki
hem de figan
Ama bil ki koştuğun yardır
yani vatan
…”
Çendî ku di destpêka pirtûkê de çîroka jiyana helbestvan nehatibe diyarkirin jî, lê belê gava xwendevan xwe bera nav risteyan dide, di nav risteyan de helbestvan nas dike. Wexta pirtûk bi dawî dibe kifş dibe ku ya ji 60 helbestên Helbestvan Harûn Dogan re bûye kaniya hest û bestê, rêwîtiya çiyê ye û xwendevan jî bi vê rêwîtiyê çiyayiyan nas dike.
“Yakamdan tutan gece,
nasibime mühür
Aklımı kamaştıran gün,
gözüme dağ
Sesimi yakan kış,
yarama çığ basan
Arkamdan Daş çalan
arkadaş çalan bahar,
kardeşliğin hırsızı
Size de dert olsun!
Adı olmayanın dağı var
Ve artık şu dağların adı var”
Pirtûka Dag-Devran ku ji 164 rûpelan pêk tê, serencameke şahidiyekê ye.
HARÛN DOGAN
Harûn Dogan, di sala 1981'ê de li Amedê çêbûye. Di zarokatî û ciwantiya xwe de li bajarên herêmê bûye şahidê şer. Di sala 1998'an de li Kovara Ozgur Halkê dest bi kar kiriye û demeke dirêj di kovarê de xebitiye. Dag-Devran pirtûka wî ya ewil e.
MA / Abdurrahman Gok