Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be

img

ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy ê di dema civîna li Ewropayê de bi rayedarên CPT re hevdîtin kiribû, anî ziman ku wan têkildarî rewşa Girava Îmraliyê, bi rayedarên payebilind ên CPT’ê re hevdîtin kirin û got: “Rayedaran ji me re gotin, ew ê şopdarê pêvajoyê bin.”

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy û Feleknas Ûca beşdarî civîna di navbera 25 û 29’ê Çileyê li Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê hat lidarxistin bûn. Civîn li bajarê Strasbourg a Fransayê hat lidarixstin. Wekîlên HDP’ê di dema civînê de hevdîtin bi Sekretera Giştî yê Konseya Ewropa (AK) Marîja Pejcînovîc Bûrîc, Serokê Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropa (AKPM) Rik Daems, Sekreterê Giştî yê Komîteya Serokên Konseya Ewropayê Bjorn Berge, Serokê Koma Lîberal Jacqûes Maîre û Serokê Koma Sosyalîst Frank Schwabe re kirin. 
 
Parlamenterên HDP’ê di heman demê de, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Girava Îmraliyê dewam dikin, bi rayedarên payebilind ên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hevdîtin kirin. Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy, derbarê hevdîtin kiribûn de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Ozsoy, diyar kir ku ji ber pandemiyê wan bi telefonê bi rayedarên CPT’ê re hevdîtin kirin û wiha got: “Me derbarê tecrîda li Îmraliyê û greva birçîbûnê ya di girtîgehan de ji nû ve dest pê kir de, ew agahdar kirin. Ji ber ku şandeya CPT’ê hat Tirkiyeyê û neçû Îmraliyê me ew rexne kirin. Wan jî ji me re gotin, ‘Me berê jî li ser Îmraliyê tespîtên kirine hene. Rapora me ya derbarê vê de amadeye. Em derbarê tecrîd, Îmralî û grevên birçîbûnê de, bi rayedarên hikumetê yên paye bilind re hevdîtin kirin.’”
 
PÊŞNIYARÊN CPT’IYÊ
 
Ozsoy, bal kişand ser daxuyaniya CPT’ê ya piştî serdana Tirkiyeyê da bû û wiha bilêv kir: “Berê ne dikirin. Lê vê carê daxuyanî dan. Gotin ku wan derbarê Îmraliyê de hin hevdîtin kirine. CPT’ê di raporên xwe yên berê de jî, her tim gotiye ku tecrîd awayê îşkenceyê, binpêkirina mafên hiqûqî yên navneteweyî ye û divê bê rakirin. Biryarên CPT’iyê hene. Li pişt biryarên CPT’iyê jî vîna Meclîsa Parlamenteraya Konseya Ewropayê heye. Divê pêşniyarên CPT’î yên derbarê Îmraliyê de bên bi cih anîn. Ji xwe Konseya Ewropayê jî daxwaz dike ku biryarên CPT’iyê bên bi cih anîn.”
 
Ozsoy, derbarê hevdîtina bi rayedarên CPT’iyê re kirin de jî, ev yek got: “Rayedarên CPT’iyê  ji me re gotin, wan ev hemû mijar bi rayedarên Tirkiyeyê re parve kirine, dê van ragihandinê xwe dewam bikin û ew ê poşdarê tiştên li Îmraliyê tên jiyîn bin.”  
 
BIRYARA DEMÎRTAŞ A DMME’YÊ 
 
Ozsoy, diyar kir ku wan derbarê biryara Demîrtaş a DMME’yê de jî, hevdîtin kirin û wiha dewam kir: “Tirkiye li aliyekê dibêje ew ê reforman pêk bîne, lê li aliyê din jî, biryara DMME’yê bi cih nayîne. Di Lijneya Giştî ya Meclîsa Parlamenteriya Konseya Ewropayê de, li ser biryara Demîrtaş nîqaş çêbû. Ji bo Kavala jî, berê biryar hatibû dayîn. Lê ew jî hîna nehatiye berdan. Dozê Kavala û Demîrtaş wê bên rojevê. Di doza Kavala de dibe ku roj bidin Tirkiyeyê. Di Komîteya Wezîran de jî wê cara yekemîn doza Demîrtaş bê rojevê.”
 
SERDANA ÇAVÛŞOGLÛ
 
Ozsoy, bal kişand ser hevdîtinên Wezîrê Karên Derve yên Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû yên bi Konseya Yekitiya Ewropayê re û wiha pê de çû: “Gotinên ku hikumet dixwaze têkiliyên xwe yên bi Ewropayê re sererast bike hene. Her kes li bendê bû ku di meha Adarê de li dijî Tirkiyeyê pêkanînên cîdî bikevin pratîkê. Lê Erdogan daxuyaniyên ku ew ê berê xwe bidin Ewropayê dan. Got ku, ‘Em ê pêşeroja xwe ya bi Yekitiya Ewropayê re biparêzin.’ Ewropa bi awayekê dixwaze, Tirkiyê bi Yûnanîstanê re li ser masekeyê bigire. Ji bo meseleya penaberan, divê ku li ser heman maseyî bimînin. Ji her du aliyan ve peyamên nerim hene. Lê divê ev yek neyê jibîr kirin, ger her du alî jî peyamên nerim didin, wê demê zanibin ku pirsgirêk pir mezine. Her du alî dixwazin pêvajoyê dirêj bikin. Aboriya Tirkiyeyê bi pirsgirêkê. Di nava krîzê de ye. Ji ber vê ew hêza wê tuneye ku danekirinên li ser xwe rake. Ji ber vê niha bi awayekê taktîkî gav davêje. Ewropa di ferqa vê de ye, lê vê rewşê veguherîne firsedeke. Dixwaze hin tiştan bi Tirkiyeyê bide qebûl kirin.”
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

05/02/2021
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be
10:10 HDP di 8’ê sibatê de wê bêje ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’
09:55 Xwekujê DAIŞ’ê hatiye binçavkirin û berdan!
09:36 Eskerên Îranê kolber Xalid kuşt
09:32 Koma 15'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:07 ‘Em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û têbikoşin’
09:07 Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin!
09:07 Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin
09:07 Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye'
09:07 Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin
09:07 Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin
09:07 Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye
09:07 ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e
09:07 Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin
09:07 Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN
08:35 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê azadiya Ocalan xwestin
08:23 Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt
08:07 Polîsan 65 kes binçav kirin
04/02/2021
21:18 Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû
20:12 113 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:21 Zilamê Sureyya Buyuk qetil kir hat binçavkirin
16:00 HDP: Desthilatdariyê ji karesata aşûtê ders dernexist
15:44 Li Bûrsayê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:09 Li jinên ku gotin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ doz hat vekirin
15:04 Li Licê operasyona eskerî
14:58 'Windabûna derziyan bi me re gumanê çêdike'
14:46 Ji rêxistinên civakî bang: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:41 'Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin'
14:37 KESK’iyên gihan Enqerê: Sîrgûnan rawestînin
14:12 Xwendekarên Îzmîrê: Em serî natewînin
14:09 Balûken ji dadgehê xwest biryara DMME'ê lêkolîn bike
14:00 Li gel dorpêçê jî çalakiya xwendekaran didome
13:51 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:34 Li Nisêbînê rageşiya DEDAŞ’ê
13:20 162 pêşniyazpirsên HDP’ê ji bo Demîrtaş dabû hatin redkirin
13:13 Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê: Tecrîdê bi dawî bikin girtîgehan vala bikin
13:12 Bêyî agahiya parêzerên Medenî Yildirim cihê bûyerê keşf kirin
12:31 Îdiayên îşkenceya li Licê di rojeva Meclîsê de ne
12:30 Rawest : Li herêmê kesên ku deng didin AKP’ê ji 4’an 1’ê wan jê dûr ketine
11:52 Bavê ku kurê wî tevlî DAIŞ’ê bû: Derbasî Tirkiyeyê bûye, dibe ku erişa xwekujiyê pêk bîne
11:38 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rakirina tecrîdê daxwaza jinane jî
11:38 Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de hate girtin
11:15 Nifûsa Tirkiyeyê hat aşkerekirin
11:13 Ên nelirêtî kirin: Me ji bo dewletê kir
10:25 Xwendekarên di bin çavan de îşkence li wan hatiye kirin: Em ê paşde gav navêjin
09:46 MATUHAY-DER: Mil bidin govenda girtiyan
09:38 Binçavkirinên ji ber çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê didomin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 70'yan de dewam dike
09:21 Dozger qurbaniyên komkujiya DAIŞ’ê wek ‘endamên rêxistinê’ da nîşandan
09:05 22 otobus dê pirtûkxaneya Ocalan li bajaran bigerînin
09:05 Dozger telefona girtî wekî delîla 'endamtiya rêxistinê' hesibandiye
09:05 Armanca GOG'ê: Xêzkaran bigihîne
09:05 Dixwazin deriyên sînor bên vekirin
09:05 42 kes miribûn: Bi tunelan dê pêşî li ber hin karesatan bê girtin
09:05 Aşpêjê ku betal maye: Eyb e meriv bibêje, lê niha em birçî ne
09:05 'Bi hezaran Gokkan têkoşînê bilind dikin'
09:05 Pirtûka Harûn Dogan 'Dag-i Devran' derçû
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2021'AN
08:00 30 xwendekarên sewqî dadgehê kirin hatin berdan
03/02/2021
22:25 30 xwendekar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
20:45 8 kes ji ber parvekirinên xwe yên derbarê Bogazîçiyê de hatin binçavkirin
20:40 8 hezar û 102 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:34 Hejmara 3'yan a kovara Bernamegehê derket
20:18 35 baroyan piştgiriya xwe ya ji bo xwendekaran ragihandin
18:59 Jinên Şengalê 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin
18:27 Sendîkayên Îtalyayê ji bo Azadiya Ocalan name ji NY'ê re şandin
18:01 HRW: Tirkiye li Serêkaniyê bi dehan kes revandine
17:10 Orûç beraet kir
17:09 Şahidê doza Dînk: Berpirsiyarê esil Midûriyeta polîsan a Stenbolê ye
16:59 Karkerên Înşaeta Kayiyê navbera dan çalakiya xwe
16:56 Rojnamegera girtî Abî: Dest danîn ser betaniyên me
16:50 Riya Miksê piştî 15 rojan vebû
16:43 'Pergala birêz Ocalan pergala herî bi nirx e'
16:43 HDP: Dest ji rêyên tarî berdin
16:06 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
16:05 TTB’ê îşkenceya li xwendekaran hat kirin şermezar kir
15:51 Di meha çile de 23 jin hatine qetilkirin
15:23 Ciwanan bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ dorpêç şermezar kirin
15:12 Xwendekarên cezayê hefsa malê li wan hat birin: Em ê dîsa bên
14:56 Demîrtaş: Biryara DMME’yê 83 mîlyon kesî eleqedar dike
14:26 Li Dersimê mirina eskerekî ya biguman
14:07 HDP’ê li Îzmîrê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ da
13:53 Hîndekaran rektorê qeyûm bi çepikan şermezar kir
13:38 Ji Olûç daxuyaniya destûra bingehîn a nû: Sicîla AKP’ê xerabûyî ye
13:33 Ji partiyên siyasî banga Demîrtaş: Biryara DMME’yê pêk bînin
13:23 Jina ku hat îdîakirin ketiye bi giranî birîndar bû
13:17 Kedkar li dijî sirgûn û îxracan dimeşin Enqereyê
12:58 Li Girtîgeha Rihayê dest danîn ser şelwarên girtiyan
12:16 Li Hevserokê berê yê DBP’ê yê Amedê 6 sal ceza hat birîn