'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'

img

STENBOL - Akademîsyenê Aştiyê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, têkildarî tundiya polîsan diyar kir ku di sala 2017’an de cilên akademîk xistin bin postalên xwe û di sala 2021’an de jî deriyê zanîngehan kelepçe dikin û wiha got: "Bi tayînkirina rektorê qeyûm faşîzma sedsala 21'an pêş dixin. " 

 
Piştî bi fermana Serokomar û Serokê AKP'ê Melîh Bulu yê AKP'î wekî rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçî hat kirin, bertek û nerazibûnên xwendekaran zêde dibin.  Li gel çalakî û bertekên xwendekaran, akademîsyen ji tev li çalakiya li dijî rektorê qeyûm dibin. Li aliyê din partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk jî li dijî qeyûm bertekên xwe tînin ziman. Her çend gelek xwendekar hatin binçavkirin jî çalakiya xwendekaran berdewam dike. Xwendekar li pêş zanîngehan û qadan çalakiyan li dar dixin û bi biryarin çalakiyên xwe yên li dijî qeyûm berdewam bikin. Li aliyê din îqtîdar çalakiya xwendekaran wekî çalakiyên terorîstî pênase dike û tundiya polîsan û binçavkirina xwendekaran rewa dike. 
 
Îqtîdara AKP'ê beriya qeyûm tayînî rektoriyê bike, di sala 2015-16'an de li dijî akademîsyenan operasyon li dar xistibûn. Hezar û 128 akademîsyenên ku danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kiribûn bûbûn hedefa îqtîdara AKP'ê. Bi fermana îqtîdarê der barê akademîsyenan de doz hatin vekirin. Gelek akademîsyen bêyî doz bi encam bibe hatin îxrackirin. 
 
POLÎSAN CUBEYÊN AKADEMÎSYENAN XISTIN BIN POSTALAN 
 
Akademîsyen û hîndekarên li dijî polîtîkya AKP'ê ya perwerdehiyê derketin di 8'ê Sibata 2017’an de li Enqere kom bûn û bi cubeyên xwe polîtîkayên AKP'ê şermezar kirin. Lê polîsan êrîşî akademîsyenan kiribûn û cubeyên akademîsyenan xistibûn bin postalên xwe. Piştî wê Enternasyonaliya Perwerdehiyê ya li Brukselê ku ji 179 welatan 32 milyon endamê wê yê hîndekar hene, 8'ê Sibatê wekî "Roja Azadiya Akademîk a Cîhanê" îlan kirin. 
 
KELEPÇE LI DERÎ XISTIN  
 
Palîsan di sala 2017'an de li Enqereyê cubeyên hîndekaran xistin bin pî û postalên xwe. Niha jî kelepçe li deriyê Zanîngeha Bogaziçî xistin. Xwendekar kelepçe kirin û binçav kirin. Akademîsyenê tev li kampanya "Em nabin şirîkê vîe sûcî" Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, têkildarî polîtîkayên dewletê yên ku çalakiyên xwendekaran terorîze dike nirxandin kir.
 
Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, anî ziman ku di wextê de zêde li zanîngehan xwedî derneketin û wiha got: "Tayînkirina rekdorê qeyûm tenê bi zanîngehan ne bi sînor e. Ji ber îqtîdara AKP'ê nikare dewletê bi rêve bibe serî li vê rêbazê dide. Mînaka vê yekê jî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP'ê ye. Dema qeyûm tayînî şaredariyan kir, partiyên muxalif û hevparên wê ev yek ferq nekirin. An jî nexwestin ferq bikin. Piştî darbeyaeskerî ya 15'ê Tîrmehê îqtîdarê OHAL û zanîngeh xist rojeva xwe. Wê demê me bi danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" bertekên xwe anîn ziman. Li ser vê yekê em hatin îxrackirin û pêvajoyek nû li zanîngehan hat destpêkirin. Nêzî 4 salan darizandina vê yekê pêk hat. Civata  akademîk a Zanîngehên Tirkiyeyê zêde ked nedan vê yekê. Em di pêvajoya OHAL'ê de li zanîngehan xwedî derneketin. Ji ber em li zanîngehan xwedi derneketin, îqtîdara AKP'ê di rêziknameya YOK'ê de gelek guhertin çêkir. Li aliyekî akademîsyen îxrac kirin, li aliyê din mirovên xwe wekî qeyûm tayîn kirin. heman tişt li dijî şaredayiyên HDP'ê jî pêk anîn.  Qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê kirin. " 
 
 
DI SALA 2017'AN DE BI POSTANAL Û DI SALA 2021'AN DE BI KELEPÇEYAN 
 
Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, destnîşan kir ku di sala 2017’an de cilên akademîk xistin bin postalên xwe û di sala 2021’an de jî deriyê zanîngehan kelepçe dikin û wiha got: "Ev du nêzîkatî, helwesta îqtîdarê ya li dijî zanîngeh, akademî û azadiya akademikê nîşan dide. Niha rayedarên îqtîdarê dixwaze çalakiya xwendekaran terorîze bike. Bi vê yekê êrîşa polisan rewa dike. Wan wekî ên din nîşan dide û dike hedef. Ev rewşek pir talûke ye. Em di pêvajoyek ku aliyekî wê ronî aliyekî wê tarî de derbas dibin." Hamzaoglu, kelepçekirina zanîngeha Bogazîçî wekî “Faşîzma sedsala 21’an" pênase kir û wiha bi dawî kir: "Îro li vî welatî qanûndanîn, rêveberin û daraz tev bûne yek. Hemû raye û erk di destekî de kom bûne. Mekanîzmayê hesabpirsînê ji holê rabûn. Azadiya ramanê bi dawî bû." 
 
MA / Nacî Kaya
 
 
 

Sernavên din

05/02/2021
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be
10:10 HDP di 8’ê sibatê de wê bêje ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’
09:55 Xwekujê DAIŞ’ê hatiye binçavkirin û berdan!
09:36 Eskerên Îranê kolber Xalid kuşt
09:32 Koma 15'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:07 ‘Em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û têbikoşin’
09:07 Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin!
09:07 Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin
09:07 Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye'
09:07 Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin
09:07 Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin
09:07 Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye
09:07 ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e
09:07 Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin
09:07 Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN
08:35 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê azadiya Ocalan xwestin
08:23 Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt
08:07 Polîsan 65 kes binçav kirin
04/02/2021
21:18 Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû
20:12 113 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:21 Zilamê Sureyya Buyuk qetil kir hat binçavkirin
16:00 HDP: Desthilatdariyê ji karesata aşûtê ders dernexist
15:44 Li Bûrsayê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:09 Li jinên ku gotin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ doz hat vekirin
15:04 Li Licê operasyona eskerî
14:58 'Windabûna derziyan bi me re gumanê çêdike'
14:46 Ji rêxistinên civakî bang: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:41 'Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin'
14:37 KESK’iyên gihan Enqerê: Sîrgûnan rawestînin
14:12 Xwendekarên Îzmîrê: Em serî natewînin
14:09 Balûken ji dadgehê xwest biryara DMME'ê lêkolîn bike
14:00 Li gel dorpêçê jî çalakiya xwendekaran didome
13:51 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:34 Li Nisêbînê rageşiya DEDAŞ’ê
13:20 162 pêşniyazpirsên HDP’ê ji bo Demîrtaş dabû hatin redkirin
13:13 Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê: Tecrîdê bi dawî bikin girtîgehan vala bikin
13:12 Bêyî agahiya parêzerên Medenî Yildirim cihê bûyerê keşf kirin
12:31 Îdiayên îşkenceya li Licê di rojeva Meclîsê de ne
12:30 Rawest : Li herêmê kesên ku deng didin AKP’ê ji 4’an 1’ê wan jê dûr ketine
11:52 Bavê ku kurê wî tevlî DAIŞ’ê bû: Derbasî Tirkiyeyê bûye, dibe ku erişa xwekujiyê pêk bîne
11:38 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rakirina tecrîdê daxwaza jinane jî
11:38 Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de hate girtin
11:15 Nifûsa Tirkiyeyê hat aşkerekirin
11:13 Ên nelirêtî kirin: Me ji bo dewletê kir
10:25 Xwendekarên di bin çavan de îşkence li wan hatiye kirin: Em ê paşde gav navêjin
09:46 MATUHAY-DER: Mil bidin govenda girtiyan
09:38 Binçavkirinên ji ber çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê didomin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 70'yan de dewam dike
09:21 Dozger qurbaniyên komkujiya DAIŞ’ê wek ‘endamên rêxistinê’ da nîşandan
09:05 22 otobus dê pirtûkxaneya Ocalan li bajaran bigerînin
09:05 Dozger telefona girtî wekî delîla 'endamtiya rêxistinê' hesibandiye
09:05 Armanca GOG'ê: Xêzkaran bigihîne
09:05 Dixwazin deriyên sînor bên vekirin
09:05 42 kes miribûn: Bi tunelan dê pêşî li ber hin karesatan bê girtin
09:05 Aşpêjê ku betal maye: Eyb e meriv bibêje, lê niha em birçî ne
09:05 'Bi hezaran Gokkan têkoşînê bilind dikin'
09:05 Pirtûka Harûn Dogan 'Dag-i Devran' derçû
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2021'AN
08:00 30 xwendekarên sewqî dadgehê kirin hatin berdan
03/02/2021
22:25 30 xwendekar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
20:45 8 kes ji ber parvekirinên xwe yên derbarê Bogazîçiyê de hatin binçavkirin
20:40 8 hezar û 102 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:34 Hejmara 3'yan a kovara Bernamegehê derket
20:18 35 baroyan piştgiriya xwe ya ji bo xwendekaran ragihandin
18:59 Jinên Şengalê 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin
18:27 Sendîkayên Îtalyayê ji bo Azadiya Ocalan name ji NY'ê re şandin
18:01 HRW: Tirkiye li Serêkaniyê bi dehan kes revandine
17:10 Orûç beraet kir
17:09 Şahidê doza Dînk: Berpirsiyarê esil Midûriyeta polîsan a Stenbolê ye
16:59 Karkerên Înşaeta Kayiyê navbera dan çalakiya xwe
16:56 Rojnamegera girtî Abî: Dest danîn ser betaniyên me
16:50 Riya Miksê piştî 15 rojan vebû
16:43 'Pergala birêz Ocalan pergala herî bi nirx e'
16:43 HDP: Dest ji rêyên tarî berdin
16:06 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
16:05 TTB’ê îşkenceya li xwendekaran hat kirin şermezar kir
15:51 Di meha çile de 23 jin hatine qetilkirin
15:23 Ciwanan bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ dorpêç şermezar kirin
15:12 Xwendekarên cezayê hefsa malê li wan hat birin: Em ê dîsa bên
14:56 Demîrtaş: Biryara DMME’yê 83 mîlyon kesî eleqedar dike
14:26 Li Dersimê mirina eskerekî ya biguman
14:07 HDP’ê li Îzmîrê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ da
13:53 Hîndekaran rektorê qeyûm bi çepikan şermezar kir
13:38 Ji Olûç daxuyaniya destûra bingehîn a nû: Sicîla AKP’ê xerabûyî ye
13:33 Ji partiyên siyasî banga Demîrtaş: Biryara DMME’yê pêk bînin
13:23 Jina ku hat îdîakirin ketiye bi giranî birîndar bû
13:17 Kedkar li dijî sirgûn û îxracan dimeşin Enqereyê
12:58 Li Girtîgeha Rihayê dest danîn ser şelwarên girtiyan
12:16 Li Hevserokê berê yê DBP’ê yê Amedê 6 sal ceza hat birîn