STENBOL – Zimanzanê Amerîkî Prof. Dr. Noam Chomsky çalakiyên xwendekaran ên li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû tên birêvebirin wek “wêrek û bi rûmet” nirxand û xwest her kes piştevaniya xwendekaran bike.
Xwepêşandanên xwendekaran û gelek aliyan ên li dijî tayînkirina rektor Melîh Bûlû yê AKP’ê li gelek bajarên Tirkiyê berdewam dikin. Ji bo xwendekaran mirovên zane yên li cîhanê bi nav û deng in jî peyamên piştevaniyê didin xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê. Li Amerîkayê û gelek welatên Ewropayê mirovên zane wek Judith Butler, Noam Chomsky jî di nav de ji 3 hezar zêdetir akademîsyen, ramanger tundiya polîsan şermezar kirin û daxwaza “zanîngeha xweser” kirin. Her wiha akademîsyenan banga îstîfayê li Melîh Bûlû kirin.
Zimanzan û nivîskar Prof. Dr. Noam Chomsky ê Amerîkî ku li Enstîtûya Teknolojiyan a Massachusetts (Massachusetts Institute of Technology; MIT) ku hevkarê kurewî ya Zanîneha Bogazîçiyê ye xebatên xwe bi rêve dibe derbarê xwepêşandanên Bogazîçiyê de ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî.
Chomsky destnîşan kir ku ew xwepêşandan û berxwedana xwendekarên Bogazîçiyê yên li dijî rektorê qeyûm nîşan didin ew wêrek û bi rûmet dibîne.
‘BÊHURMETÎ Û ELETEWŞ’
Chomsky gotina “terorîst” ên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku xwendekaran dikin armanc wek “bêhurmetî û eletewş” pênase kir û got: “Wê li dijî hikumeta Erdogan a zimanê cihêkariyê û rejîma zextan dike berxwedan û çalakî berdewam bikin. Pêwîste tavilê dawî liv ê eletewşiya xwe bînin.”
BANGA XWEDÎ DERKETINÊ
Chomsky anî ziman ku pêwîste xwepêşandan û çalakiyên aktîf ên li dijî hêzên hikumetê di qada navnetewî de deng vede û lazim e li her devera cîhanê xwedî li wendekaran were derketin û xwendekarên hatine girtin jî tavilê werin berdan.
‘BERXWEDANEK WÊREK Û BI RÛMET E’
Chomsky van nirxandinan ji ajansa me re kir: “Ez berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê wêrek û bi rûmet dibînim. Gotinên Serokkomar û Wezîrê Karên Navxweyî eletewş in û ecayîb in. Gotinên Erdogan ên cihêkar û rejîma wî ya zext dike ku her berdewam bikin wê berxwedan jî zêde bibe. Divê qada navnetewî xwedî li xwepêşandanên xwendekaran ên li dijî hêzên hikumetê derkeve û deng bide dengê wan.”
MA / Berna Kişîn