BEDLÎS - Li gundên girêdayî navenda Bedlîsê, di serdegertinên malan de, sercerdevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Cendermeyan, bi ser gundên Xumaç, Herves û hin gundên navê wan nehat zanîn ên girêdayî navenda Bedlîsê de girtin. Di serdegirtinan de, 2 sercerdevan jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin. Hat, diyarkirin ku kesên sedema binçavkirinên wan nehat zanîn, birin Fermandariya Cendermeyan a Bajêr.