ÎDIR - Habîp Eksîk ê HDP'î destnîşan kir ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hêviya ji bo aştî û çareseriya siyasî tê tunekirin û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî vê tecrîdê jî diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê çalakiyeke rewa û mafdar e.
Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 72'yan de ye. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîp Eksîk bal kişand ser tecrîdê û çalakiya greva birçîbûnê.
‘DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE'
Eksîk, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî rûmeta mirovahiyê ye û bi tu awayî nayê qebûlkirin. Eksîk got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan, pergala tunekirina hêviya ji bo aştiyê û çareseriya siyasî ye. Pergala, tepisandina mirovan e."
BANGAWAZÎ JI BO HEVDÎTIN
Eksîk, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku li dijî tecrîdê dane destpêkirin jî û destnîşan kir ku daxwazên girtiyan daxwazine rewa, mafdar û li gor mafên mirovan e. Eksîk got: "Hikûmeta AKP'ê demildest divê guh bide daxwazên girtiyan û dev ji vê pergala tecrîdê ya dijî Qanûna Bingehîn û mafên mirovan berde. Ji bo jiyaneke bi hev re û ji bo aştiyê divê cardin hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên çêkirin. Her wiha divê hem partiyên isyasî hem parêzer û hem jî malbat hevdîtinê bikin."
BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ
Eksîk, destnîşan kir ku tecrîd di heman demê de "pirsgirêkeke tenduristiyê" ye jî û got: "Awayê tunekirina mafê tenduristî û jiyanê ye. Binpêkirina mafê tenduristî û jiyanê ye. Pergala îşkenceyê ye ku dixwaze mirov tune bike. Nayê qebûlkirin."
MAFÊ TENDURISTIYÊ YÊ ÇALAKGERAN
Eksîk, bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê jî û ji bo vê bang li wezareta Dad û Tenduristiyê kir ku di vî warî de bi hesasî tevbigerin. Eksîk got: "Ev kes di dema pandemiyê de di grevê de ne. Ev xetere ye. Kesên di grevê de baş vîtamîn û mînarelan nagirin. Ev jî muqawemeta laşê wan qels dike. Heger muqawemet qels bibe, dê bibe sedema nexweşînê. Demildest divê heyetine serbixwe biçin girtîgehan û çalakger bên kontrolkirin. Wezaret divê vîtamînan peyda bike. Yan na dê bibe sedema texrîbatên mayinde."
Eksîk, di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir: "Her kes divê guh li van daxwazên demokratîk, hiqûqî û li gor mafên mirovan bike. Divê em piştgiriya van daxwazan bikin."