Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye

  • jin
  • 09:12 6 Sibat 2021
  • |
img
HATAY - Di lêpirsîna Medîne Ok Kara de, piştî sê sal û nîvan, telefon û komputera gumanbar Ahmet Kara hatin vekolandin. 
 
Li navçeya Dortyol a Hatayê, Medîne Ok Kara ku di 8'ê Îlona 2017'an de li malê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû. Serdozgeriya Komarê ya Dortyolê derbarê mirina Kara de lêpirsîn dabû destpkirin. Piştî lêpirsîn hatibû destpêkirin 73 roj bi şûn de îfadeya hevjînê Kara Ahmet Kara hatibû girtin. Ahmet Kara di îfadeya xwe de îdia kiribû ku hevjîna wî xwe kuştiye. 
 
DERBÊN LI SER LAŞÊ WÊ 
 
Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê jî derbarê mirina Karayê de raporek amade kiribû. Di raporê de hatibû tespîtkirin ku li stuyê wê û paş stuyê hin birîn hene û hin deverên laşê wê reş bûne. Di rapora otopsiyê ya Saziya Tiba Edlî de jî hatibû destnîşankirin ku Karayê xwe "daliqandiye", lê belê di vê raporê de behsa deverên reşbûyî yên laşê wê nehatibû kirin. 
 
Ji ber vê lêpirsîna hatibû destpêkirin 3 meh bi şûn de hatibû bidawîkirin. Sedema bidawîkirina lêpirsînê jî "xweşkuştin" bû.
 
Piştî ku dozgeriyê biryara neşopandinê dabû, Endama Platforma Jinan a Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Îskenderûnê dabû û îtiraz kiribû. Îtiraz di 5'ê Kanûna 2017'an de hatibû qebûlkirin û biryara neşopandinê hatibû betalkirin. Piştî vê dosyeya Medîne Ok Karayê cardin ji Serdozgeriya Komarê ya Dortyolê re hatibû şandin. 
 
PIştî 3 sal û nîvan telefon û komputera Ahmet Kara ji bo vekolandinê ji krîmînalê re hat şandin. 
 
ROJNIVÎSKA WÊ 
 
Xwişka Karayê Nûray Degîrmencî, rojnivîska xwişka xwe bi rêya parêzerê xwe ji dozgerê lêpirsîna nû re şandiye. Piştî vekolana Serokatiya Daîreya Labarotuvara Polîsên Krîmînalê, di Tîrmeha 2020'î de raporek hatiye amadekirin û di raporê de hatiye destnîşankirin ku destxeta rojnivîskê aydê Medîne Ok Karayê ye. 
 
Kara, di rojnivîska xwe de behsa tahdeya lê hatiye kirin nivîsandiye. Karayê di rojnivîska xwe de gotiye: "Çeka bêruxset anî malê û gelek caran gef li min xwarin. Gava min got em dev ji hev du berdin, te digot, 'ez ê malbata te bikujim, ez ê te bikujim.' Te çek spart devê min û te bi mirinê gef li min xwar. Ji ber malbata xwe, te gelek caran li min xist. Ew lêxistina te li min kir, ew sixêfên te gotin, ew heqaretên te li min kirin, ew şopên li se rcanê min, nikarim jê bibim." 
 
DU RAPORÊN CUDA 
 
Bira Mehmet Ok jî, nerazîbûna xwe ya ji bo lêpirsînê anî ziman û îdia kir ku Ahmet kara xwişka wî kuştiye û paşê wekî ku xwişka wî xwe kuştine nîşan daye. Ok, diyar kir ku dozger jî ji bo ronîkirina bûyerê baş lêkolîn nekirine û piştî 73 rojan îfadeya Ahmet Kara wergirtiye. Her wiha bira Ok, anî ziman ku delîla berbiçav rojnivîska xwişka wî ye, lê ew jî baş nehatiye vekolandin. 
 
Ok, ji bo du raporên derbarê mirina xwişka wî de hatine amadekirin jî got: "Di rapora nexweşxaneyê de behsa reşahiyên li se rcanê xwişka min tê kirin. Lê di rapor otopsiyê de hatiye gotin 'xwe daliqandiye.' Heger bi îradeya xwe kiribe, diviyabû di dema mirinê de îşaretên perpitînê hebûna. Lê di vê bûyerê de tu nîşanek werê tune ye. Her wiha dewsa benik ne dewsa benikê daliqandiyê ye, heya jora qirika wê çûye. Ev jî fikarên wekî pêşî bi benik hatiye fetisandin û dû re hatiye daliqandin, tîne bîra mirov. An jî wexta xwişka min ji ser hişê xwe ve çûye, kesekî ew daliqandiye." 
 
Ok, anî ziman ku xwişka wî di rojnivîska xwe de jî behsa tahdeya lê hatiye kirin kiriye. 
 
3 SAL Û NÎV BI ŞÛN DE 
 
Parêzera malbatê Mehtap Sert jî anî ziman ku roja bûyer çêbûye dozger derbarê reşahiyên li ser canê Karayê de zabitnameyek baş amade nekiriye û derbarê cihê bûyerê de tespîtek nekiriye. Sert, destnîşan kir ku îşkenceya sîstematîk bi rojnivîska Karayê aşkere bûye û got: "Halbûkî heger dema bûyer qewimî telefonên malbatê bihatana vekolandin, belkî rastiya bûyerê derketa holê. Meqama lêpirsînê piştî 3 sal û nîvan telefon û komputer ji krîmînalê re şandin. Belkî jî edaleta darazaê ser cinayetekê nixumand. Em Platforma Jinan a Îskenderûnê em ê şopdarê vê dozê bin." 
 
MA / Hamdûllah Kesen

Sernavên din

08/02/2021
13:24 HDP’ê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin: Ji bo me edaleta rastî lazim e
13:24 Li Licê binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
12:54 HDP kampanyeya xwe ya 'Destpêkê Edalet' aşker kir
12:46 Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
12:37 SKB 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî dike
12:06 Bernameya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê dest pê dike
12:05 Ji nivîskaran piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê : Em li cem berxwedanê ne
11:55 Li Amanosan dest bi operasyona eskerî hat kirin
11:43 Ji STO'yên li Amedê daxuyaniya greva birçîbûnê
10:25 Ahmet Şik: Ciwan axa mirî radikin
09:16 Greva birçîbûnê di roja 74'emîn de ye
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in