Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin

img

ŞIRNEX - 5 sal di ser wehşeta li jêrzemînên Cizîr re derbas bûn. Hevjîna Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç got: "Em ê serê xwe li ber wan netewînin." 

Di sala 2015'an de li 16 bajarên kurdan, gelek rêxistinan Xweseriya Demokratîk ragihandibûn. Piştî ragihandina xweseriyê walitiyên van bajaran jî qedexeyên derketina derve ragihandibûn û bajar bi polîs û eskeran hatibûn dorpêçkirin. Ev dorpêçkirin, bi mehan domandibû. Bajar û navçeyên ku bi mehan bê av û bê ceyran hatibûn hiştin, bi hovîtî û texrîbateke mezin re rû bi rû mabûn. Bi vê re gelek sivîl hatibûn kuştin, birîndar bûbûn û bi hezaran kes jî koçber bûbûn. 
 
Yek ji van bajaran jî navçeya Cizîr a Şirnexê bû. Piştî ku li navçeyê qedexe hatibû ragihandin, li jêrzemînên du avahiyan zêdetirî 250 sivîl hatibûn kuştin. Li navçeyê yek ji pêşengê vê berxwedana ku li dijî tahde û zilma dewletê li ber xwe dabû jî Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç bû û di jêrzemîneke navçeyê de hatibû şewitandin û kuştin. 
 
Bi boneya salvegera pêncemîn a hovîtiya li jêrzemînên navçeyê Zeynep Tûnç, hevjîna Mehmet Tûnç, axivî. 
 
JI AJOKARIYÊ BER BI PÊŞENGIYÊ VE...
 
Zeynep Tûnç, anî ziman ku dilê Mehmet Tûnç her tim ji bo berxwedanê lê dida û got: "Mehmet, mirovekî pir cuda bû. Mirovekî karker, kedkar û têkoşer bû. Jiyana wî hemû bi zehmetiyê derbas bû. Mehmet, 5 caran qeza kir. Gelek caran ji mirinê filitî. Di qeza dawiyê de her kesî digot miriye. Piştî wê qezayê bavê wî jê re got, 'Êdî ajokariyê neke.' Di qezaya dawî de ji lingê xwe birindar bûbû û emeliyat bûbû. Ji ber ku birindar bûbû nedikarî derbikeve. Me jê re got, 'Tişt nabe, em ji birçîna bimirin jî em ê nehêlin ku tu êdî vî karî biki.' Piştî wê qezayê betal ma. Sebra wî nedihat. Lingê wî hîn baş nebûbû. Rojekî dotmama wî hat malê û ji me re got, 'Ser xêrê be.' Me jî got,' Xêr be?' Got,' Mehmet, bûye hevserokê BDP'ê yê navçeyê.' Çawa wisa got, em matmayî man. Çimkî em malbata wî bûn û ji me re negotibû. Mehmet, êvarê hat malê. Dêya wî jê re got,' Rast e, tu bûyî hevserokê navçeyê?' Got,'Erê rast e.' Mehmet, beriya bibe hevserok jî welatparezekî birêxistin û zana bû. Ji zarokan re zarok û ji mezinan re jî mezin bû. Dema ku Mehmet tevlî partiyê bû 6 zarokên me hebûn. Dêya wî her tim jê re digot, 'Zarokên te hene, ev doz ne dozeke jirêze ye û tu guneh î.' Lê guh nedida van gotinan. Dema ku diçû carina qet nedihat malê. Rojên ku dihat malê jî bi hevalên xwe re dihat. Ez pir diqehirîm. Ez gelek caran jê hêrs dibûm û min jê re digot, zarokên te biçûk in dev jê berde. Lê li ber çavê wî dozeke ew qas şirîn bû, te çi jê re bigota paşguh dikir. Çend salan hevserokatiya navçeyê kir û pişt re di doza KCK'ê de hat girtin û 4 sal û nîvan di girtîgehê de ma. Cara ewil bû ji mala me kesek dihat girtin. Heta wê rojê em qet neçûbûn girtîgehê. Min nedizanî girtîgeh çi ye. Rojekî em çûn girtîgehê, ji bo hevdîtinê. Hevalên wî gişt ji ber me rabûn. Mehmet, hevalên xwe nîşanî me dan û got, 'Hûn dibînin ev hemû ji ber ku gotine em kurd in hatine girtin.' Bi vî awayî moral da me. Bi saya vê rêxistinê em ji gelek tiştan hîn bûn."
 
'PIŞTÎ KU RÊXISTINÊ NAS KIR GELEK GUHERÎ'
 
Tûnç, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Mehmet Tûnç rojekê jî navber neda têkoşînê û rêxistinê bi awayekî erênî Mehmet guherand. 
 
Tûnç got: "Piştî ku Mehmet hat berdan me jê re got, 'Êdi ji xwe re karekî bibîne û bixebite.' Li wî ji me re got, 'Bi Xwedê Zeyneb, min soz daye vê dozê û ez ê soza xwe pêk bînim. Hûn nizanin ku dozeke çi qas şîrîn e û tişta ku dikeve ser milê min ez ê pêk bînim.' Her carê henek bi min dikirin û digot, 'Zeyneb zarokên te mezin bûn, tu têra xwe diki û min ji xwe re hesab nekin, ez ne yê we me.' 3 meh derbas bûn û pişt re qedexeya derketina ji derve hat ragihandin. Piştî ku qedexeya derketina derve hat îlankirin, xatir ji min xwest. Min jî jê re got, 'Xwedê alikariya te û hevalên te bike.' Piştî ku qedexe hat îlankirin jî carina dihat seredana zarokan û pişt re diçû. Mehmet, piştî ku rêxistin nas kir, gelekî guherî. Bi taybetî jî nêzikatiya wî ya li hemberî jinan pir guherîbû û gelek zêde pêşketibû."
 
'MIN NEXWEST JI CIZÎRÊ DERKEVIM'
 
Tûnç, bbrî xist ku gava qedexe dest pê kiribûn navçe bi temamî hatibû dorpêçkirin û wiha domand: "Piştî ku qedexeya derketina derve dest pê kir em 7 rojan di malê de man. Mehmet jî derbasî Taxa Cudiyê bû. Piştî van 7 rojan Cizîr hat dorbêçkirin û şer û pêvçûn dest pê kirin. Li ser her girekî hêzên taybet hatibûn bicihkirin. Her roj Cizîr dihat bombebarankirin. Hin ji Cizîrê derketin û hin jî man. Em 7 rojan li malê man û pişt re depoya me ya avê teqandin. Yadê Esmer ji min re digot, 'Zarokên xwe bibe û derbikeve.' Min nedixwest derbikevim. Piştî 7 rojan em ji malê derketin û derbasî taxeke din bûn. Lê li vir jî her mala hedef dihatin nîşandan. Em bê av, bê ceyran û bê xwarin hiştin. Êdî derûniya zarokên me xerabû. Gotin bila 30 kes ala spî bigirin destê xwe û derkevin. Dayika Mehmet ji min re got, 'Zarokên xwe bibe derkeve.' Ji ber zarokên xwe ez derketim. Min ji heval Mehmet re negot, em diçin. Wekî ku hîs kiribû ku em derdikevin, ez geriyam û ji min re got, 'Zeyneb hûn li ku derê ne?' Min jî got, 'Ez û zarokên xwe derdikevin û diçin Şirnexê.' Ji ber ku ez derketim ez qet xwe efû nakim. Piştî ku ez çûm Şirnexê ez qet nesekînim. Kengî ku tevlî televîzyonê dibû, bêhna min dihat. Mehek bi şûn de ez derbasî Sîlopiyayê bûm û ji wir jî hatim Cizîrê. "
 
'EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNİN'
 
Tûnç, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê her tim li pey têkoşîna Mehmet Tûnç û hevalên wî bin û got: "Pişt re ez li Mehmet geriyam. Kengî min jê re bigota, 'Hûn çawa ne?' Her tim digot, 'Em gelekî baş in.' Min jê re got, 'Em ji we re çi bikin?' Got,'Gel kom bikin bila werin van birîndaran rizgar bikin. Şehîdên me hene.' Min li ser telefonê qîr da û got, 'Ma kî di Cizîrê de maye ku bê hawara we?' Her ku ez lê digeriyam digot, 'Bila gel kom bibe û van birîndaran rizgar bike.' Em hatin Cizîrê jî lê tiştek ji destê me nedihat. Tişta ku me dit û hat serê me bila neyê serê tu mirovan. Xwedê bîne serê wan ê ku ev tişt anîn serê me. Ew leşker û tîmên ku li Cizîrê hatin bicihkirin taybet bûn û ji wan re ferman hatibû ku çi jin, çi zarok û çi kal ferq nake, bikujin. Bi Xwedê em ji wan natirsin û em ê tu carî serê xwe li ber zilma wan netewînin. Bi qasî ku em sax bin, em ê li pey doza xwe bin û em ê li pey xwîna şehîdên xwe bin. Em ê ji nevîyên nevîyên xwe re jî vê komkujiyê bibêjin û em ê tu carî nedin jibîrkirin. Ev birînên me wê tu carî neyên pêçandin."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

08/02/2021
13:24 HDP’ê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin: Ji bo me edaleta rastî lazim e
13:24 Li Licê binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
12:54 HDP kampanyeya xwe ya 'Destpêkê Edalet' aşker kir
12:46 Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
12:37 SKB 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî dike
12:06 Bernameya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê dest pê dike
12:05 Ji nivîskaran piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê : Em li cem berxwedanê ne
11:55 Li Amanosan dest bi operasyona eskerî hat kirin
11:43 Ji STO'yên li Amedê daxuyaniya greva birçîbûnê
10:25 Ahmet Şik: Ciwan axa mirî radikin
09:16 Greva birçîbûnê di roja 74'emîn de ye
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in