5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere

img

ŞIRNEX -  Di ser komkujiya jêrzemînên Cizîrê re 5 sal derbas bûn, lê hîn jî cenazeyê gelek kesan nehatiye dîtin. Yek ji van kesan jî Hacer Arslan e. Dayika wê Hiznê Arslan, anî ziman ku di destê zarokên wan de çek tune bûn, lê belê bi awayekî hovane hatin kuştin û got: "Heta ez sax bim, ez ê li cenazeyê Hacera xwe bigerim."

 
Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 79 rojan dewam kiribû. Di dema vê qedexeyê de navçe hatibû dorpêçkirin. Pitik, zarok, extiyar û jin jî di nav de bi sedan kes hatibûn kuştin. Piraniya van kesan di jêrzemînên du avahiyan de hatibûn şewitandin. Piştî qedexe bidawî bûbû, cenaze ji jêrzemînan hatibûn derxistin. Lê belê gelek cenaze çendî ku malbatan ji bo DNA'yê xwîn dabû û xwîna wan û ya cenazeyan li hev derketibû jî, piştî wexteke dirêj radestî malbatan hatibûn kirin. Lê aqûbeta cenazeyê 14 kesan jî hîn nediyar e. Yek ji van kesan jî Hacer Arslan a 19 salî ye. Di ser qedexeyê re 5 sal derbas bûne lê belê hîn jî cenazeyê Arslanê nehatiye dîtin. 
 
Dayîk Hiznê Arslan ku di dema qedexeyê de kurê wê û birayekî wê jî hatine kuştin, 5 sal in li hestiyên keça xwe Hacerê digere. 
 
PÊŞÎ BIRAYÊ WÊ KUŞTINE
 
Dayik Hiznê Arslan, anî ziman ku kuçe û kolanên Cizîrê rasterast dihatin bombebaran kirin û behsa wan rojan kir: "Keça min welatiya vê dewletê bû û xwendekar bû. Beşa tendûristiyê dixwend. Di xwendina xwe de jî gelek serkeftî bû. Piştî ku lîse qedand dest bi amadekariyên zanîngehê kirin. Lê ji ber ku pereyê ezmûnê nehat razandin neket ezmûnê. Pişt re li ser Ambulansê xebitî. Piştî ku 2 meh derbas bûn, qedexeya derketina derve hat ragihandin û şer dest pê kir. Di wê pêvajoyê de, em li Taxa Nurê bûn. Kal, jin û zarok her kes li taxê bû. Ez bixwe nexweş bûm û ji min re gotin, dibe ku dermanên te xelas bibin û em nikarin ji te re peyda bikin, lewma tu derkeve, biçe. Ez derneketim, min hin zarokên xwe derbasî taxeke din kirin û hîn jî li vir man. Ez kengî li zarokên xwe bigeriyama ji min re digotin, 'Em baş in.' Piştî ku ez derbasî taxa din bûm, Hacer li min geriya. Ji min re got, 'Top li malê ketiye hûn baş in?' Min jê re got, 'Em baş in, tiştek tune ye.' Piştî wê axaftinê şebeke hatin qutkirin û min ji her du zarokên xwe tu xeber nestand. Her kesî tiştek ji min vedişart, min hîs dikir ku tiştek çêbûye. Lê kesî tiştek nedigot. Pişt re nerihet bûm. Birayek min hat malê û got, 'Selîm hatiye kuştin.' Piştî ku min ev xeber stand ez ji bîr ve çûm û ez rakirim nexweşxaneyê. Dema ku ez birim nexweşxaneyê jî nehiştin kesek bi min re bê. Tenê xezûrê min bi min re hat. Li nexweşxaneyê ew odeya ku ez tê de dimam, DAIŞ'î tê de bûn. Ew kes ne mirovên normal bûn. Ji tirsa kesî nikaribû hêsiran jî bibarîne. Gava ez diqîriyam, xezûrê min digot, 'Neqîre, wê niha bên.' Min jî got, 'Bila bên, bila min jî bikujin.' Wê rojê heta êvarî serûm li ser serûmê li min xistin. Hişê min ji serê min çûbû. Heta bi nexweşxaneya me jî hatibû dagirkirin. Li nexweşxaneyê derûniya min xerabû."
 
LI KEÇA XWE DIGERE, LEQAYÎ CENAZEYÊ KURÊ XWE TÊ 
 
Arslan, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dema ku li cenazeyê keça xwe digeriya, leqayî cenazeyê kurê xwe hatiye. 
 
Dayik Arslan got: "Piştî ku ez ji nexweşxaneyê derketim, em li cenazeyê birayê min geriyan. Li her derê bajêr em li cenaze digeriyan. Cenazeyê birayê min 29 rojan li kolana Narînê ma. Pişt re me cenaze rakirin nexweşxaneya Cizîrê. Min birayê xwe nas dikir, lê min mirina wî qebûl nedikir. Nehiştin ku kesek tevlî merasîma cenazeyî bibe û tenê 2 kesan cenazeyê birayê min defin kir. Piştî ku 2 hefte li ser qetilkirina birayê min derbas bû, agahiya qetilkirina zarokekî min ji min re hat. Çawa ku gotin cenaze aşkere bûye, min got teqez cenazeyê Hacerê ye. Pişt re ez ketim û hişê min ji serê min çû. Pişt re ji bo ku em cenazeyî bigirin me berê xwe da Rihayê. Piştî ku em çûn Rihayê ji me re gotin, we ewraq kêm anîne em cenazeyî nadin. Wê şevê em li wir man. Sibehê em çûn nexweşxaneyê. Ajokarê erebeyê hat û ji min re got, 'Xwe amade bikin em ê biçin ser goristanê.' Ez matmayî mam û min got, 'Qey we cenaze defin kiriye û we negotiye min?' Got, 'Tiştekî wisa tune ye.' Min jê re got, 'Weleh we cenazeyê Hacerê definkiribe ez ê dîsa hilgirim û ji we re nehêlim.' Piştî ku em çûn ser goristanê, min dît gor kolandine û wê cenaze defin bikin. Min çawa ji dûr ve lê mêze kir, min got, 'Ev cenaze ne cenazeyê Hacerê ye.' Pişt re min qîrînek da. Piştî ku me tabût vekir min dît ku cenazeyê kurê min Mehmet Saît e."
 
TIM DAVÊJIN SER MALA WAN 
 
Dayik Hiznê Arslan bi lêv kir ku tu baweriya wê bi edelet û hiqûqê nemaye û heta ku hestiyên keça xwe nebîne ew ê nesekîne. Dayik Arslan di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Min kuştina kurê xwe qebûl nekir. Ji min re gelek zehmet bû. Min ji bavê wî re got, 'Em serî li serdozgeriyê bidin, ev ne cenazeyê kurê min e.' Piştî ku 6 meh derbas bûn ez dîsa çûm û min ji bo DNA'yê xwîn da. Meh derbas bûn û pişt re encam hat û gotin, ew xwîna ku te dayî bi tu cenazeyan re li hev nehat. Pişt re min dîsa hêviya xwe wenda nekir û min got, ez ê xwîn bidim. Lê parêzer got, xwîna te di destê wan de ye û hewce nake ku tu careke din bidî. Ji wê rojê heta niha ez li benda cenazeyê keça xwe me. Dewleta ku edelet û hiqûqa wê tune be, hêviya mirov jî jê namîne. Em gelek mexdûr in. Zarokê mirov tê qetil kirin û mirov nikaribe şîna wê deyne? Mirov dizane ku kê qetil kiriye, lê mirov nikare biaxive. Mala min şewitandin, zarokên min û birayê min qetil kirin, lê hîn jî êrîşê tînin ser mala me û îşkenceyê li me dikin. Di her serdegirtinê de li Hacerê dipirsin. Wan qetil kiriye û her tim jî tên li Hacerê dipirsin. Carekê hatin bi ser mala me de girtin û ji keça min re gotin,'Hacer tu yî?' Keça min jê re got,'Ne ez im.' Min ji wan re got, 'We di jêrzemînên Cizîrê de Hacer qetil kir, çi rûye we heye ku hûn dipirsin?' Li ser hemû halî hîn jî yên sûcdar em in. Careke din jî ji hevserê min Hacer pirsîn. Tu hêviya min ji vê dewletê tune ye. Heta ez sax bim, ez ê li pey doza zarokên xwe bim. Heta dilopek xwîn di laşê min de bimîne, ez ê li cenazeyê Hacerê bigerim. Heta ez cenazeyê keça xwe nebînim ez ê nemirim. Me bang li her derê kir û me got, 'Zarokên me rizgar bikin, em welatiyên vê dewletê ne di destê zarokên me de çek tune ne.' Lê kesî dengê me nebihîst û em bi tiştekî hesab nekirin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

08/02/2021
13:24 HDP’ê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin: Ji bo me edaleta rastî lazim e
13:24 Li Licê binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
12:54 HDP kampanyeya xwe ya 'Destpêkê Edalet' aşker kir
12:46 Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
12:37 SKB 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî dike
12:06 Bernameya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê dest pê dike
12:05 Ji nivîskaran piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê : Em li cem berxwedanê ne
11:55 Li Amanosan dest bi operasyona eskerî hat kirin
11:43 Ji STO'yên li Amedê daxuyaniya greva birçîbûnê
10:25 Ahmet Şik: Ciwan axa mirî radikin
09:16 Greva birçîbûnê di roja 74'emîn de ye
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in