Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê

img

STENBOL – Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîda Ocalan dane destpêkirin, destnîşan kir ku ev çalakî rexnekirina nebesiya hêzên demokratîk e û wiha got: "Ev rexneya nebesiya derve ye. Girtî bi vê çalakiyê bawer dikin ku dê Ocalan di aliyê fîzîkê de azad bikin."  

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998’an de bi komploya navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin. Di 15'ê Sibata 1999’an de dîsa bi destê hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan 22 salin bi tena serê xwe di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Girava Îmraliyê de tê girtin. Ji bo azadiya Ocalan her sal çalakî tên li dar xistin. Zêdeyî 10 milyon Kurd û welatiyên din gotin “Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye" û li Ocalan xwedî derketin. Dîsa bi milyonan kesan got "Birêz Ocalan" û tecrîda li dijî Ocalan şermezar kirin. Her sal ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek çalakî tên lidarxistin. Her sal gelek kampanya tên meşandin. Li girtîgehan gelek caran çalakî hatin li dar xistin. Di 12'ê Îlona 2012’an de girtiyên PKK û PAJK'ê li hemû zindanan li dijî tecrîdê dest bi greva birçibûnê kirin û piştî berxwedana 68 rojan a li zindanan, malbata Ocalan çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî vê berxwedana zindanan di 3'ê Çileya 2013'an de heyet çû Îmraliyê. Di navbera salên 2013- 2015'an de heyet çûn Îmraliyê û "Pêvajoya çareseriya demokratîk" dest pê kir. 
 
Dema heyet çûn Îmraliyê dîsa rayedarên dewletê destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin. Piştî 2015'an bi destê hikûmetê rêya Îmraliyê ji heyetê re jî hat girtin.  Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kirin. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn û 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya DBP'ê ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çû Girava Îmraliyê û hevdîtin pêk anî. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li Hewlêrê endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê. Piştî çalakî li her derê belav bû, di roja 200'î ya grevê de parêzer çûn Îmraliyê. Parêzerên  Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn. Piştî parêzer 5 caran çûn Îmraliyê dîsa rê li pêş parêzer û malbatê hat girtin. Niha ne malbat, ne parêzer û ne jî heyet nikarin biçin Îmraliyê. Ji ber ku tecrîdkirina Ocalan dîsa girantir bû û agahî ji Ocalan nayê girtin, girtiyên PKK û PAJK'ê dîsa di 27'ê Mijdara 2020'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirin. Çalakiya girtîgehan di roja 73'an de berdewam dike. Têkildarî tecrîdê û armanca çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî, Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengiz Çiçek  nirxandin kir. 
 
 
TECRÎD QETANDINA FÎZÎKÎ, RAMANÎ, DERÛNÎ, RUHÎ YA JI DERDORÊ YE 
 
Cengîz Çîçek, ewil pênaseya tecrîdê kir û wiha got: "Tecrîd ne tenê qedandina fîzîkî ye, di heman demê de qetandina ramanî, derûnî, ruhî ya ji cîhana derve ye. Em di cerebeyên cîhan û Tirkiyeyê de dibînin ku bêtir tecrîd li ser kes û hêzên muxalif tê pêşxistin. Ji ber vê yekê tenê kes nayê tecrîdkirin. Di heman demê de di şexsê muxatab de hemû kesên nûnertiya wan tê kirin jî tên tecrîdkirin. Çavkaniya tecrîdê polîtîkayên serdestan e." 
 
TECRÎD LI HEMÛ WELAT BELAV BÛYE
 
Çîçek, bal kişand ser tecrîdkirina li girtîgehan û welat û wiha axivî: "Bi tecrîdê dixwazin her kesî bi xwe ve girê bidin. Têxin bin kontrolê. Niha tecrîd li hemû welat belav bûye. Em dibînin ku her îqtîdar nikare welat bi rêve bibe li aliyekî siyasetmedaran digire, li aliyê din wan davêje hepsa malê. Derketina wan a derve qedexe dike. Kelepçeyê elektronîk li zend û piyê wan dixe û şertê ku her hefte îmze bide qereqolê li wan ferz dike. Bi vî şiklî tecrîd li hemû welat belav dibe. Tecrîd ne tenê li girtîgehan, li her derê welat belav bûye."  
 
 
ARMANCA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ EWE KU OCALA POLÎTÎKÎKA NEKE 
 
Cengîz, li ser armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha lê zêde kir: "Armanca tecrîdkirina Ocalan ewe ku êdî Ocalan nikaribe polîtîka bike. Armanc dikin ku Ocalan ji gel û rêxistinê qut bikin. 
Tecrîdkirina Ocalan ne tenê tolhildan û cezakirina şexsekî ye. Eger tenê armanc cezakirina Ocalan bûya, dê parêzer û malbatan hevdîtin bikira. Lê armanca vê tecrîdê ewe ku Ocalan polîtîka neke û nikaribe têkiliyê bi rêxistina têkoşer re pêş bixe. Dixwaze wî û rêxistinê teslîm bigire. Dixwaze bi vê yekê têkoşînê belav bike û perçe bike." 
 
Çîçek li ser mînakên cîhanê yên tecrîdê jî rawestiya û ev mînak dan: "Di cîhanê de mirov dikare mînaka Nelson Mandela û Rêberê Peru Abimael Guzman bide. Li Başûrê Efrîqayê Rêberê Rêxistina Tîrê Neteweyî Mandela, piranî li Girava Robben bi giştî 27 sal li girtîgehê derbas kir. Dîsa Rêberê Rêxistina Rêya Ronî Guzman li gel 86 salî ye jî 29 salin li barageha deryaya Callao ya Paytext Lima tê girtin. Dîsa rerokê Artêşa Sor a Almanya (RAF) Andreas Baader, Gudrun Ensslin û kadroya wî, dîsa serokê Artêşa Rizgariya Îrlandayê (IRA) Bobby Sands û hevrêyên wî di tecrîdê de ne. 
 
HETA TECRÎD HEBE MIROV NIKARE QALA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURDAN BIKE
 
Çîçek, li ser komploya navdewletî jî rawestiya wiha got: "Heta tecrîda îmraliyê û pergala îşkenceyê hebe, mirov nikare qala çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan bike. Ji ber ku ev rejîma tecrîda mûtlaq, rejîma neçareseriyê ye. Rejîma darbeyê ye. Ji bo Kurd mafê xwe yê azadî edalet û wekheviyê bi dest nexin, dewletên ku eleqeya wan bi komployê heye, dê destûrê bidin zextên Tirkiyeyê. Naxwazin Ocalan, dîroka Kurdan û gelê Rojhilata Navîn biguherîne. Ocalan 22 salin li Îmraliyê ye. Lê heta niha pergala navneteweyî nehat guhertin. Lê Kurdan di aliyê rêxistinî û polîtîk de mezin kir. Di şexsê Ocalan de rejîma komploya navdewletî didome. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan dibêje “Ez dîlgirtiyê NATO me. Erka Komara Tirkiyeyê jî gardiyaniya wê bike ye'. Ji ber ve yekê heta tecrîd hebe, pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasiyê çareser nabe. Her îqtîdara ku xizmeta neçareseriya pirsgirêka Kurd bike, taşaronê hêzên navneteweyî ye. 
 
FIKRÊN OCALAN LI ROJHILATA NAVÎN JÎ HATIN QEBÛLKIRIN
 
Çîçek, li ser fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha axivî: "Fikr û nerîna Ocalan a Modernîteya Demokratîk ne tenê di nava Kurdan de, her wiha di nava gelê Rojhilata Navîn de jî hat qebûlkirin û erêkirin. Ji bo gelê Rojhilata Navîn jî bû form û felsefeya jiyanê. Ji xwe armanca tecrîdê jî ewe ku fikên Ocalan li Rojhilata Navîn nebe heyvan û belav nebe. Di armanca kompolya li dijî Ocalan de dijberiya xwişk û biratiya gelan hebû. Di armanca Ocalan de jî xwişk û biratiya gelan a li ser esasê vîna azad a çareseriya civakî û polîtîkayên aştiyê hebû. Nerîna ku 'bila meseleya Kurd bi aştiya civakî bê çareserkirin, tê wateya derketin û rizgariya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn a ji bin desthilatdariya iqtîdar û sermayedaran e. Ji ber Ocalan di vê xeta Modernîteya Demokratîk de israr dike, hêzên navdewletî jî di tecrîdê de israr dikin. Êdî fikra Modernîteya Demokratik li hemû cîhanê ji aliyê gelên cîhanê de tê qebûlkirin." 
 
 
OCALAN GIRAVA ÎMRALIYÊ KIR NAVENDA SAZUMANKARÎ Û AVAKIRINA BERXWEDANA POLÎTÎK 
 
Çiçek, li ser têkoşîn û berxwedana Ocalan a li Îmraliyê jî rawestiya û wiha got: "Ocalan Girava Îmraliyê kir navenda sazumankarî û avakirina berxwedana polîtîk. Di hedef û armanca tecrîdkirina Îmralî de jî ev berxwedana polîtîk û avakirinê heye. Bi tecrîdê dixwazin vê berxwedanê tune bikin. Bi vê tecrîdê dixwazin ji hemû hêzên kevneperest, paşverû û hevkarên wan re qedek vala vekin. 
 
Di esasê xwe de têkoşîna li dijî tecrîdkirigna Îmraliyê tê meşandin divê aydî me be. Ev têkoşîna me ye. Divê em ji kesên derveyî xwe re bernedin. Kesên di tecrîdê de israr dike, di şexsê Ocalan de di serî de gelê Kurd û hemû kesên li polîtikaya Modernîteya Demokratîk xwedî derdikevin dike hedef. Dixwazin vîna wan a azadiyê bişkîne. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê di esasê xwe de tekoşîna aydî me ye. Divê em vê têkoşînê mezin bikin. Ev têkoşîna me ye. Îmralî ne li dervê wext û cih e. Di nava wext û cih de ye. Rastî û şênber e. Armanca tecrîda mutlaq ewe ku rastiya Ocalan di hiş û mejiyan de şolî û tarî bike ye. Dixwazin wî li dervê têkoşîna azadiya civaki bibînin. 
 
Kengî me hemû kedkar, gelan, bindest û hemû nasnameyên têkoşina azadî û demokrasiyê didin û li dijî pergala îşkenceya îmraliyê bibin yek û bi hevre têkoşîn xurt bikin, wê demê em ê karibin tecrîdkirina li ser Ocalan tê meşandin bişkinin. 
 
Greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin wekî rexnekirinekê ye. Ev çalakî hem li dijî tecrîdê ye, hem jî li dijî nebesî û kemasiyên derve ne. Di vê pêvajoya ku îqtîdara AKP-MHP'ê dixwaze hemû beşên civakê di kontrola xwe de bigire û tecrîd bike de, greva birçîbûnê dest pê dike. Ji bo ku ji vê rêveçûnê û bêdengiyê re bêjin bese ye. Rexneyek li dijî vê rêveçûnê ye. Ji ber vê yekê greva birçîbûnê ne tenê li dijî îqtîdarê ye. Di heman demê de li dijî van lawaziyên hêzên dervê girtîgehê ye. Wekî hamleya pêşengiya şoreşgerî ye. Yên girtî tenê nabêbêjin 'Bêyî Ocalan nabe' dibejin 'Azadiya Ocalan a fîzîkî pêkan e. Em ji vê yekê bawer dikin' Ew bawer dikin ku tiştê wekî ne pêkan tê dîtin dikare pêk bê. Ji vê yekê bawer dikin. 
 
MA / Nacî Kaya 

Sernavên din

08/02/2021
13:24 HDP’ê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin: Ji bo me edaleta rastî lazim e
13:24 Li Licê binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
12:54 HDP kampanyeya xwe ya 'Destpêkê Edalet' aşker kir
12:46 Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
12:37 SKB 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî dike
12:06 Bernameya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê dest pê dike
12:05 Ji nivîskaran piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê : Em li cem berxwedanê ne
11:55 Li Amanosan dest bi operasyona eskerî hat kirin
11:43 Ji STO'yên li Amedê daxuyaniya greva birçîbûnê
10:25 Ahmet Şik: Ciwan axa mirî radikin
09:16 Greva birçîbûnê di roja 74'emîn de ye
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in