26 sal in li hestiyê keça xwe digere

img

STENBOL - Muteber Gumuş, ku bawer dike hestiyê keça wê li Goristana Kilyos a bêkesan li gel hestiyên 282 kesan di peyarêyê de hatiye definkirin, 2 sal berê ji bo testa DNA'yê serî li rayedaran da, lê hêj bersîvek negirtiye. Muteber Gumuş ku 26 sal in li hestiyê keça xwe digere, diyar kir ku dewlet ji hestiyê cenazeyên Kurdan ditirse. 

Eskeran bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê di 19'ê Kanûna 2017'an de 282 hestiyên şervanên Kurd bêyî agahiya malbatên wan ji Goristana Xerzan a Gundê Oleka Jorîn derxistin û şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. 
Piştî demekê hat tespîtkirin ku cenaze di qabên plastik de li peyarêya tenişta Goristana Kilyosê defin kirine. Ji cenazeyên ku di peyarêyê de hatin veşartin heta niha tenê hestiyê 21 kesan teslîmî malbatên wan kirine. Hestiyên cenazeyên din hêj di peyarêyê de hatine definkirin. Malbatên ku zarokên xwe di şer de winda kirin, lêgerîna cenazeyên zarokên xwe berdewam dikin.
 
Yek ji malbatên ku li pey hestiyên zarokên xwe ne, Malbata Gumuş e. Ji malbata Gumuş, Aynûr Gumuş (Canda) di şerê sala 1995'an de li Tetwanê jiyana xwe ji dest da. Aynur Gumuş (Canda) di sala 1992'an de li gel komek hevalê xwe tev li refên PKK’ê bû. Gumuş, disala 1995'an de li Tetwanê di şer de jiyana xwe ji dest da. Ji wê rojê heta niha malbata Gumuş li cenazeyê keça xwe digerin. Bav Ziya Gumuş, ku bi salan li hestiyê keça xwe geriya, di sala 2003'an de beyî hestiyê keça xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Dayik Muteber Gumuş, ji bo hestiyê keça xwe Aynûr bibîne 26 salin lêgerîna xwe berdewam dike. 
 
SERLÊDAN BÊ BERSÎV MAYE
 
Gumuş anî ziman ku ji bo hestiyê keça xwe bibîne, serî li rayedaran daye, lê heta niha encam negirtiye û wiha got: "Piştî me bihîst ku 282 cenaze ji Goristana Xerzanê derxistin û ji bo testa DNA'yê birin Saziya Tipa Edlî (ATK) em ketin nava tevgerê. Bi baweriya ku cenazeyê keça me jî di nava hestiyên din de li Peyarêya Goristana Kilyosê xistine qaban me serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê da. Me minaka DNA da dozgeriyê. Lê 2 sal borîn me tu encam negirtiye. 26 salin ez lêgerina xwe didomînim. 
 
TEHAMULA KURDAN NAKIN
 
Muteber Gumuş, anî ziman ku dema cenaze ji Goristana Xerzanê derxistin ket nava hestek pir xerab û wiha axivî: "Bi salan e ez li cenaze digerim, lê heta niha min tu encam negirtiye. Ev êşek pir mezin e. Dewlet nirx û cenazeyên Kurdan tehamul nake. Tehamulî gelê Kurd nake. Hevjînê min keyayê gund bû. Di sala 1993'an de her tim hêzên dewletê zext li me kirin. Lê me her tim li dijî van zextan li ber xwe dan. Em ji gund derneketin. Heta em tenê li gund man, em neçar man ku ji gund derkevin. Dema em hatin Tedwanê dewletê hevjînê min girtin. Min jî zarokên xwe hildan û min berê xwe da Stenbolê. Zarokên me hêj di bin tesîra wan zext û tundiya dewletê de ne." 
 
HER TIŞTÎ LI ME QEDEXE DIKIN
 
Gumuş, destnîşan kir ku 26 salin li hestiyê keça xwe digere û wiha bi dawî kir: "Em tenê dixwazin bigêjin cenazeyê keça xwe. Destûr nadin em bibînin û teşhîs bikin. Em vê helwestê şermezar dikin. Divê cenazeyên malbatanr bidin wan. Ma cenazeyê bê xwedê çawa çê dibin? Her tiştî li meqedexe dikin. Zimanê me qedexe ye. Cenazeyê me qedexe ye. Dibêjin bi zimanê xwe ne axivin. Lê serê me jî jêkin em ê bi zimanê xwe biaxivin. Em dixwazin azad bijîn. Em dixwazin zimanê me jî serbest be. Em dixwazin zarokên me û gelê me azad bijîn. Ji cenazeyên zarokên me ditirsin. Dewlet ji mirî û cenazeyên Kurdan ditirsin. Em vê yekê qebûl nakin. Em maf û azadiya xwe dixw-azin. Bi hezaran mirov hatine windakirin. Ev yek wer nabe. Xwedê jî vê yekê qebûl nake." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 

Sernavên din

08/02/2021
13:24 HDP’ê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin: Ji bo me edaleta rastî lazim e
13:24 Li Licê binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
12:54 HDP kampanyeya xwe ya 'Destpêkê Edalet' aşker kir
12:46 Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
12:37 SKB 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî dike
12:06 Bernameya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê dest pê dike
12:05 Ji nivîskaran piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê : Em li cem berxwedanê ne
11:55 Li Amanosan dest bi operasyona eskerî hat kirin
11:43 Ji STO'yên li Amedê daxuyaniya greva birçîbûnê
10:25 Ahmet Şik: Ciwan axa mirî radikin
09:16 Greva birçîbûnê di roja 74'emîn de ye
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in