Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em dest bi seferberiya edaletê dikin

img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê, diyar kirin ku ji bo avakirina edaleta civakê ewê heya meha Hezîranê dest bi seferberiyê dikin û gotin: “Em bang li hemû hêzên mûxalîf ên civakî û demokratîk, hemû mirovên bi wijdan dikin ku li dijî bêedaletî, bêmafî û rejîma zordest hêza xwe bikin û bi hev re têbikoşin.”

 
Deklarasyona kampanyeya “Destpêkê Edalet” a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve hat aşkerekirin. Deklarasyona bernameya têkoşîna HDP’ê ya ku ji bo avakirina edaleta civakî ku wê heya meha Hezîranê dewam bike, wiha ye: 
 
“1-Pergala Hikumeta Serokkomariyê ya rejîma bêedaletî û newekheviyê ku bûye sedama krîzên aborî, civî û siyasî yên demek dirêje li Tirkiyeyê dewam dike, li hemû qadên jiyanê belav bûye. Hilweşandin, bêçaresertî û xitimanên ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê hatiye avakirin, jiyana civakê xistiye nava zor û zehmetiyek mezin.  
 
Êdî hişmendiya nelirêtiyê, cihêkariyê, cudakariyê, tundiyê, kîn û nefretê, gef û zayendparestiyê civakê ber bi du bendiyê ve dibe. Di bingaha hemû van hemû krîz, hilweşandin, zor û zehmetiyan de bêedaletî heye.
 
Civakek encex bi edaletê dikare hebe. Ger edalet tune be, civak jî tune dibe û welat ber bi hilweşandinê ve diçe. Çi dema ku edalet ji nava civak û jiyana siyasî bê rakirin, li şûna wê tenê pergala derw, talan û zilm dimîne. Îro pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgirêka bêedaletiyê ye. 
 
Bêçaresertiya heyî, her roj êşên nû zêde dike. Duh salvegera hovîtiya bodrûmê li Cizîrê bû. Em Cizîr ji bîr nekiriye. Em bi vê wesîleyê, kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û ji bo ku carek din ew pêvajoya reş û tarî neyê jiyîn divê çaresriya demokratîk bê avakirin û têkoşîna ji bo edaletê bê mezin kirin. Em ê vê israra xwe di her qadê de dewam bikin. 
 
DI ABORIYÊ DE BÊEDALETÎ Û XIZANTÎ
 
2-Di navbera bêedaletî, îstîsmara aborî û xizantiyê de, girêdanbûnek mezin heye. Dabeşiya dahatuyê, her roja diçe mezintir dibe. Bacaayên ji gel tên komkirin, bi destê desthilatdariyê li alîgirên sermayeyê tên belavkirin. Ji ber vê yekê her roja diçe, çerxa talan û kedxwariyê girantir dizivire. Bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd 19) re bêedaletiya civakî mezintir bû. Emekdar hespî malê hatin kirin, bi mîlyonan karker ji karên xwe hatin avêtin û bi sedhezaran esnaf îflas kirin, lê hemû jêderkên cemawarî ji bo komên sermayeyê yên delatên dilê Qeserê hatin belavkirin.
 
BÊEDALETÎ Û REIJÎMA QEYÛM
 
3-Desthilatdariya AKP û MHP ji bo ku rejîma xwe ya keyfî û bêedalet dewam bike, dixwaze bi temamî qada siyasî betal bike. Mînaka vê ya herî mezin jî rejîma qeyûme. Dixwaze bi pergala dizîtiya siyasî rejîma qeyûm ava bike. Vê desthilatdariyê zelalî û kontrola di rêveberiya cemawerî de ji holê rakiriye û her tim bêedaletiyê hildiberîne.
 
BÊEDALETÎ Û DARAZ 
 
4-Di qada daraz û hiqûqê de jî, bêedaletî û rizandinek mezin heye. Îro bêhiqûqî, zext û bêedaletî ya herî mezin bi destê dozger û dadgehan tê kirin. Pergala darazê li şûn hiqûqa gerdûnî mêze bike, li hiqûqa Qesrê mêze dike. Bi vê yekê dixwazin, pêşeroja vî welatî, mehkûmî bêedaletiyeke muebet bikin.  
 
Pergala darazê ya ne serbixwe û alîgir, nirxên hiqûqî yên gerdûnî û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) tune dihesibîne. DMME ji Tirkiyeyê xwest ku Hevserokê me yê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bê berdan. Lê desthilatdariyê îlan kir ku ewê vê biryara DMME’yê bi cih neyîne. Qesrê bi vê îlankirina xwe ferman da darazê. Qesrên edaletê, êdî bûne nûnerên bêedaletiya Qesrê ku hemû fermanên wê bi cih tînin.”
 
BÊEDALETIYA NENASÎNÊ Û NEÇARESERΠ
 
5- Îqtîdara AKP-MHP’ê di nava hewldana tunekirina edaletê de ye ku ji kokê bibire. Dizane ku wê bi piştevanî û riza xelkê li ser piya bimîne. Ji ber vê jî her tim dubendî û zimanê nefretê dixe nava civakê. Di nava hewldana ku temenê xwe bi cebîr û tundiyê dirêj bike de ye. Zimanê nefretê yê dijminatiyê di serî de li dijî kurdan ji bo tevahiya civakê bikar tîne û ev ziman li dijî nasname, bawerî, zayendî û çandan e. 
 
Mafên gelê kurd ên însanî û xwezayî wek çand, nasname, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û xweîfadekirina bi azadî tên desteserkirin. Dema gelê kurd vê daxwaz dike jî dibe mijara cezakirinê. Rejîma qeyûman a bêhqiûqî û dij qanûnî ava kirine û ev rejîm mafê hilbijartin û hilbijêrên kurdan dester dike. Mafê demokrasiya xwecihî û xwerêvebirinê tê tunekirin. Rêveberiya yek zilamî di pirsgirêka kurd de bêçareseriyê esas digire û bi siberoj û aramiya gelên Tirkiyê bi awayek talûke dileyîze. Pirsgirêka kurd bêçareserî hatiye hiştin û krîza demokrasî û edaletê li her qadê kûr bûye. Krîzan zêde dikin û li ser vê jî bi polîtîkayên ewlekariyê dixwazin welat birêve bibin. Ev feraseta şerxwaz çareseriya demokratîk li pêşiya xwe astengiya herî mezin dibîne. 
 
Yek ji qadên herî zêde ku bêedaletî lê diqewime jî qada azadiya bawerî û çandan e. Nexasim li dijî civaka elewî ji dîrokê heta niha bêedaletî pêk tê û her ku diçe ji aliyê îqtîdarê ve bêdaletiyek nû derdikeve pêşiya elewiyan. Elewî ketine ber armanca zimanê nefretê û cihêkariyê. Daxwazên elewiyan bêbersiv tên hiştin. Lê divê elewîtî were nasîn. 
 
Her wiha li aliyê din rejîma qeyûm ango sepana qeyûm çawa ku ji bo kurdan rewa hat dîtin niha jî gav bi gav li ser şaredariyên mualîf ên rojavayê Tirkiyê û zanîngehan tê sepandin. Çawa ku qeyûm li ser Zankoya Bogazîçiyê sepandin. Her wiha gav bi gav dê qeyûm deynin ser gelek sazî û dezgehên ku serê xwe ji îqtîdarê re natewînin. Yasaya danîna qeyûman a ser rêxistinên civakî jî di Meclîsê de hat pejirandin. 
 
GIRTÎGEH Û BÊEDALETΠ
 
6- Li Girtîgehan her cûre îşkence û muamaleya dij mirovane bi awayek sîstematîk tê sepandin. Em yasayan deynin aliyekî ev kirin ne li gorî nirxên ehlaq û wîjdanî ne. Însaniyetî û wîjdan û ehlaq tê binpêkirin. Îşkenceya tecrîd ku sûcek gerdûnî ye li ser birêz Ocalan ê li Zindana Îmraliyê û girtiyên din wek zextek siyasî tê sepandin û bikaranîn. Rapora CPT û biryarên Konseya Ewropayê bêhiqûqî, tecrîda girankirî tespît kirin. Greva birçîbûnê ya girtiyan ku li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dane destpêkirin di roja 74’emîn de ye. Dixwazin îşkence û lêgerîna tazî ya li zindanan û navendên binçavkirinê bikin rewşek asayî. Bêedaletî û bêhiqûqiya mezin li vir dest pê dike. Li gel ku cezayên hin girtiyan qediyaye jî bi awayek kêfî nayên berdan. 
 
JIN Û BÊEDALETΠ
 
7- Di serî de herî zêde jin bi bêdaletiyê re rûbirû dimînin. Kiryarên tundî û kuştinan tên parastin û jin jî her tim bi zext, tundî, girtin û qetilkirinê re hevrû dimînin. Ev yek nabe rojev jî. Bêedaletî û newekheviya aborî, siyasî û çandî adeta bûye ji rêzê. Jin bi feqîrî û bêkariyek giran re rûbirû ne û ev bêdaletiya aborî û keda jinan were dîtin jî nabe rojev. 
 
Li aliyekî êrişên giran li ser jinan didomin li aliyekî jî îqtîdar dixwaze ji Peymana Stenbolê vekişe. Lê gotinên vekişînê bi serê xwe xetereyê derdixe. Sedemê zêdebûna tundiya zilaman a li ser jinan jî ew e ku îqtîdar ji têkoşîna jinan ditirse. Çimkî jin vê îqtîdarê dihejînin. Tu pergalek ku jin li dijî wê serî rakin wê temenê wê ne dirêj be.
 
CIWAN Û BÊEDALETΠ
 
8- Îtîdara AKP-MHP’ê bi polîtîkayên ku rêve dibin ve dixwazin êrişî qadên jiyanê yên ciwanan bikin û ciweanan bênefes bihêlin. Ciwan li dijî îqtîdarê serê xwe natewînin. Îqtîdar ciwanan wek talûke û dijmin dibîne. Îqtîdar dixwaze ciwanan ji rexnekirinê, têkoşînê û parastina azadiyê û siyasetê dûr bixe. Ji bo vê yekê jî serî li her cûre rêbazî dide. 
 
Bi KHK’iyan endamên hîndekariyê yên demokrat û muxalîf ji zanîngehan dûr dike. Zanîngeh û kampûsan bi polîsan dorpêç dike. Qeyûman tayînî ser zankoyan dike. Hin dîmenên vê yekê bêedaletiyê nîşan dide. Di şexsê xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê xwendekarên muxalîf ên zanîngehan kirine armanca xwe. 
 
Yek ji pirsgirêka herî mezin a ciwan pê re rûbirû mane bêkarî ye. îro hejmara bêkariya ciwanan xwe dispêre ji sedî 30’yî. Polîtîkaya îqtîdarê ya li dijî ciwanan, wan mehkûmî bêsiberojiyê dike. Ji ber vê yekê di destpêkê de ciwan bi bêedaletiyê re rûbirû mane. 
 
Ev îqtîdar ji ciwanan ditirse. Bêhiqûqiya li dijî ciwanan ber bi cihek talûke ve diçe. Polîtîkayek çewisandinê ya sîstematîk di serî de li ser Ciwanên HDP’ê û tevahiya ciwanên muxalîf tê birêvebirin. Ciwan li zanîngehan, li kolanan bi binçavkirin, zext û girtinan re rûbirû dimînin û îşkence û muameleya xerab li wan tê kirin. Ji bo ciwanan bikin sîxur wna binçav dikin. Bi taybetî jinên ciwan bi tacîz û polîtîkaya bêîrade hiştinê re rûbirû mane. 
 
BÊEDALETIYA DI TENDURISTÎ Û PERWERDEYÊ DE 
 
9- Bêedaletiyên di qadên tenduristî û perwerdeyê de ji bo piraniya civakê de dibe sedema nebaweriyê. Çavkaniyên cemaweriyê nakevin xizmeta gel, kesên peren wan hene xizmeteke biqalîte ya tenduristî û perwerdeyê digirin. Pandemiyê vê pirgirêkê hê zêdetir bi zelalî derxist holê. 
 
BÊEDALETIYA EVHEWAYÊ
 
10- Yek ji qadên ku herî zêde pêkanînên ne bi edalet lê tên meşandin xweza ye. Çavkaniyên binerde pêşkêşî şîrketên alîgir tên kirin. Îmzenekirine Peyman Avhewayê ya Parîsê bêedatiya avhewa, xak û avê kûrtir dike.
 
DESTHILAT BIN TÊKÇÛNA XWE RE HARTIR DIBE
 
Desthilat her ku dibine winda dike hartir dibe, tundî weke nifteya çareseriya pirsgirêkan tê dîtin, heqaret weke zimanê maqûl tê dîtin û bi vê atmosfereke bi xof tê avakirin. Ne pêkanê ku ev bêedaletî hê jî bê dirêjkirin. Ji bo rawestandina vê rewşê peywira herkese ku hesreta edaletê ye bingeha muzakere û diyalogê ava bike. Niha tam dema gotina destpêkê edaletê ye. 
 
EM BANGÎ TÊKOŞÎNA EDALETÊ DIKIN
 
 Em ê bibin deng û bêhna lêgerîna edaletê. Em ê daxwazên edaletê yên ji bo her qadê, bikin bingeha têkoşîna xwe ya civakî û siyasî. 
 
 * Em ê têkoşînên li dijî bêkarî, xizanî, nelirêtî, bihabûn, kedxwariyê, talan û ferqa mezin a dahatê mezin bikin.
 
* Em ê li dijî cihêkarî, zimanê tundî û kînê û polîtîkayên dubendiyê li ber xwe bidin.
 
* Em ê ji bo ku gel û baweriyên cuda bawerî, maf, hiqûq, çand, nasname, zimanê xwe yê zikmakî bi awayekî azad bijîn, têkoşîna xwe bibiryardarî bidomînin. 
 
* Em ê têkoşîna xwe ya li dijî qirkirin, tundî û xizaniya jinan mezin bikin û bihêztir li Peymana Stenbolê xwedî derkevin. 
 
* Em ê li dijî hemû polîtîkayên hovane yên li hemberî ciwanan rawestin.  
 
* Em ê texrîbat û komkujiya xwezayê rawestînin.
 
* Em ê mafê bi awayekî azadî siyasetkirina hemû hêzên muxalefeta demokratîk û civakî biparêzin.  
 
* Weke di mînaka Demîrtaş, Kavala û Berberoglû de biryarên ku ji a ji aliyê AYM û DMME’yê ve hatine dayîn pêk bînin. 
 
* Em ê tundii, zordarî, tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin bi dawî bikin. 
 
SEFERBERIYA EDALETÊ
 
Em ji bo pêkanîna edaleta civakî heta meha hezîranê ji bo 4 mehan bi dûrişmeya “destpêkê edlaet” seferberiya edaletê didine destpêkirin. 
 
Em ê bi jin, karker, kedkar, esnaf, ciwan, gundî, cotkar; berastengdar, teqawît û gelên ku mafê wan ê zimanê zikmakî, rêveberî, nasname, çand û baweriyê hatiye binpêkirin re bên gel hev; li kuçê, qadê, qadên sanal û rasteqîn bi civîn û çalakiyan serî li rêyên xwe îfadekirinê bidin û hewl bidin bi hemû zimanên gelên Tirkiyeyê edaletê pêk bînin. 
 
IFAQA DEMOKRASIYÊ 
 
Armanca me ew e ku bi hemû hêzên civakî, siyasî û çandî ku li dijî sazîbûna faşîzmê û her cura bêedaletiyê têdikoşin re bên gel hev û bi awayekî berfireh tifaqa demokrasiye pêk bînin. Di vê pêvajoyê de em ê hewl bidin ku têkoşîna azadiya civakî û qada parlamenteriyê bi awayekî bihêz di nav têkiliyê de bin. 
 
EM BANN LI HERKESÎ DIKIN
 
Di serî de muxalefa siyasî em bang li hemû muxalefeta civakî û yek bi yek li welatiyên xwe dikin. Berî ku dereng bikeve û tifaqa desthilatê gelên me mehkûmî xizanî, nelirêtî, birçîbûn û hilweşandina aborî, siyasî, ekolojîk û civakî bike em bi hev re ji bo edaletê qîr bikin. 
 
DI HER ZIMANÎ DE EDALET 
 
Avakirina welatekî demokratîk, wekhev û adîl di destê me deye. Em band dikin ku hemû hêzên muxalefeta demokratîk û civakî, mirovên xwedî wijdan li dijî vê bêedaletî, pergala neheq û zordariyê hêzên xwe bikin yek û têkoşînê hevpar bikin.
 
Bêedaletî nayê jiyîn. Em edaletê ji asta lêgerînê derxin û bikin meriyetê.
 
Em jiyan bi edalet bikin. 
 
Ji bo herkesî, li her derî, bi her zimanî û her demî edalet…”

Sernavên din

11/02/2021
09:18 Çalakiya grevê di roja 77'an de berdewam dike
09:15 Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne, wê bi ser bikevin
09:01 Bi roj etar e, bi şev nivîskar e
09:01 Nerazîbûna ji bo biryara derbarê Somayê de: Edaletê di bin hezazê de hiştin
09:01 Ji malbata Halît Oral piştgiriya ji bo girtiyan
09:01 Tê gotin ku serê Gokçe Kûrbanê hatiye jêkirin
09:01 Çawîşê ku zarokê 18 mehî kuşt, xwe avêt bextê 'komployê'
09:01 Rojnamevan: Gel bi fikrên Ocalan azad dibin
09:01 ‘Divê deriye aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin’
09:01 Welatî ji fatureyên ceyranê yên hurgîlî di wan de tunene bi gazind in
09:01 Karataş ê hat berdan: Ne dozger bû qey te digot edîtor e
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'AN
10/02/2021
23:54 Li Garê 2 esker mirin
20:49 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 93
17:35 Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat damezrandin
16:53 Bayindir: Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd
16:09 Dr. Gokalp hat berdan
16:02 Bernameya kampanya ‘ji bo jinan edalet’ diyar bû
15:50 Ji Zanîngeha Galatasarayê piştevaniya ji bo Bogazîçiyê
15:49 Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê
15:29 Danişîna Dr. Gokalp dest pê kir
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanya ‘Ji bo Jinan Edalet’ da destpêkirin
14:08 Jinan bertek nîşanî astengiya polîsan da: Em ê ji bo girtiyan qîr bikin
13:54 5 xwendekar bi hinceta nivîsandinên li ser dîwaran hatin binçavkirin
13:34 Çalakiya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
13:26 9 sal ceza li Hevseroka HDP’a Rezanê ya berê hat birîn
13:06 Wê jin di 5’ê adarê de li Kadikoyê bin
12:52 Meha 64’emîn a 10’ê Cotmehê: Me edalet nedît
12:11 Zema nan amedî bi hêrs kirin
12:11 Kerestecîoglû: Rejîma qeyûm pirsgirêka me hemûyan e
11:27 Girtiya nexweş Tenzîle Acar bi nexweşîna jana zirav ket
11:22 Li Geliyê Teyarê operasyona leşkeri dest pê kir
11:06 Piştî 20 salan DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kir
10:17 Hevşaredar 8 meh in di hefsa malê de ne: Li holê îdianame nîne
09:49 5 welatên YE’yê: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi ser neketiye
09:35 Koma 16'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:10 Mehmet Ocalan: Gotin 'Em ê biqedînin, nehêlin', lê fikirên wî li seranserê cîhanê belav bûn
09:09 Dayikên Laçikspî: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:08 'Li Behra Reş zemîna cinayetê tê amadekirin'
09:07 Piştgiriya Neîll û Cox ji bo berxwedana Bogazîçiyê: Bi hêz û sebr bin
09:06 Tarim Orkam-Sen: Em dikarin 60 hezar darî bi xelasê bixin
09:06 Hunermend: Greva birçîbûnê têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye
09:05 Diyanetê xwest, qeyûm jî qebûl kir: Wê bi 22 milyonan du qurs bên çêkirin
09:04 Çima Ocalan kirin armanc?
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2021'AN
09/02/2021
19:20 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:29 Nûçegihanê me Karataş ji girtîgehê derket
16:57 Hiqûqnasan bertek nîşanî lêgerîna tazî dan
16:34 Danişîna zilamê faîlê îstîsmara zayendî hat taloqkirin
15:56 Birîna ciwanê ku eskeran ew birîndar kir giran e
15:38 Meclîs Jinan a HDP'ê li Şirnexê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin
15:15 11 sal şunde derbarê kuştina Mehmet Ûytûn ê 16 mehî de doz hat vekirin
14:43 BMG: Pergala qesrê her ku digevize têk diçe
14:23 Nûçegihanê me Dîndar Karataş hat berdan
14:15 Malbatê cenazeyê Leyla Kaya ji goristana Kilyosê wergirt
14:08 Polisan mudaxaleya bîranîna li Cizîrê kir
13:57 HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe
13:53 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
13:33 ‘Daxwaza girtiyan daxwaza me ye’
13:09 Ji HDP’ê pêşniyarqanûna rakirina YOK’ê
13:01 Rojnamevan Kamer cara duyemîn hat beraetkirin
12:57 Bersûcê komkujiya Pirsûsê ‘peydakerê bombeya hatibû bikaranîn’ nas nekir
12:55 Akademîsyenên Bogazîçiyê carek din pişta xwe dan rektoriyê
11:47 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
10:48 Malbata Arslan ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serî li dozgeriyê da
10:41 Jinên siyasetmedar: Li dijî tecrîdê têkoşîneke giştî şert e
10:27 Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin!
10:25 7 girtiyan xwestin ji Girtîgeha Şirnexê biçin Îmraliyê
10:11 3 sal in Tirkiye rapora GREVÎO’yê wernagerîne
09:47 Dr. Gokalp, sibê derdikeve peşberî dadger
09:37 Di çalakiyên şermezarkirina Melîh Bulu de 563 xwendekar hatin binçavkirin
09:06 ‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’
09:06 Malbat: Em li cem xizmên xwe yên girtî ne
09:06 Navenda Hêvî ya Mexmûrê li benda alîkariyê ye
09:06 Hevserokê Şaxa SES'ê Guldîken: Li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e
09:06 Qeyûm di salekê de li heman cihî 3 caran dar çandine û rakirine
09:06 Cîgirê qeyûma careke din keça xwe kir karmend
09:06 Li Agiriyê kesên raya xwe dane AKP'ê: Savci golê avêt me
09:06 Kesê ku HDP û ÎHD'ê hedef nîşandabû, dozgeriyê ew parast
09:06 Bi beyanên 'şahidê nepen' îdianame hat amadekirin
09:06 Kelerima îsal bû para heywanan
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'AN
08:18 Greva birçîbûnê di roja 75'emîn de ye
08:04 Girtî: Gardiyanan bi dijwarî êrîşî me kirin û serê min li erdê xistin
07:44 Nivîskara Evrenselê Ayşen Şahin piştî îfade da hat berdan
07:36 33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08/02/2021
20:54 Îro 8 hezar û 103 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:10 Dadgehê derbarê 29 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê da
16:54 Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê: Em ê qet serê xwe netewînin
16:32 Turk: Ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan xwedî rolek girîng e
16:00 Daxuyaniya BMG’ê polîsan asteng kir
15:52 KESK’ê xwest kedkarên îxrackirî vegerin ser karê xwe
15:42 Hejmara 11’emîn a Kovara Zrîngê derket
15:19 Li Dersimê ‘qedexeya walitiyê’ hat şermezarkirin
14:58 Li Şirnexê sînevîzyona komploya 15’ê Sibatê hat nîşandan
14:51 Koordînasyona Girtîgeha Mêrsînê: Sepanên kêfî zêde bûne
14:36 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em dest bi seferberiya edaletê dikin
14:30 Xwestin Dr. Gokalp serbest were berdan
14:21 ÎSÎG’ê rapora meha çile eşkere kir: 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:35 Zilamê Gonca Akbûlût qetil kir hat girtin