QERS - Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Qersê Sevda Sûbaşi hat binçavkirin.
Polîsan serê sibê bi ser mala Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr a Qersê Sevda Sûbaşi da girt û piştî lêgerîna li malê binçav kirin. Sedema binçavkirina Sûbaşi nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Qersê.