Ocalan her ku got aştî, şer hat spartin

  • rojane
  • 11:04 13 Sibat 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li dijî şer her tim di aştiyê de israr dike piştî li Girava Îmraliyê hat zindankirin jî hewldana xwe ya bo pêkanîna aştiyê domand. Hewldanên Ocalan her tim bi neçareseriyê re rûbirû man û niha ji bo dengê wî negihîje gelan tê tecrîdkirin.

Koka pirsgirêka kurd digihîje damezrandina komarê û ji wê demê ve înkar û imhaya kurdan didome. Lê ev 43 sal in li Tirkiyê şer heye û ji her du aliyên şer jî bi hezaran kes canê xwe ji dest dan. Her wiha vî şerî rê li ber rûxandinên aborî, civakî û çandî jî vekir û her ku diçe jî ev didome. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ji bo demokratîkkirina Tirkiyê di nava hewldanan de ye û daxwaza nasname û azadiya gelê kurd tîne ziman e dixwaze ewilî aştî pêk were û ji bo vê zemînan amade dike. Li ser fermana Ocalan PKK’e di salên 1993, 1995 û 1998’an de agirbest ragihand û her çiqas xwestin gavên aştiyê biavêje jî lê belê bêbersiv hatin hiştin. Bi komploya navdewletî ya di 15’ê Sibata 1999’an de ku Ocalan radestî Tirkiyê hat kirin û wî li Girtîgeha Îmraliyê zindan kirin bersiva aştiyê hat dayîn. 22 sal in bi tecrîdek giran re rûbirû ye û tevî vê yekê jî qet dev ji israra aştiyê berneda. Ocalan li Îmraliyê pirtûkên wek parastinên xwe nivîsand û derbarê armanca komployê de jî dahurandinan kiriye û li gorî Ocalan komploya pêk hat tenê ne di şexsê wî û gelê kurd de di heman demê de li dijî gelên Tirkiyê pêk hat. 
 
Ocalan dibêje armanca hêzên wî radestî Tirkiyê kirine ew bû ku bingeha nelihevkirina sed salên din jî bidome kûr bikin û xwestine ji vê komployê sûd werbigirin û fersendê daye wan. 
 
Ocalan dibêje ku ew komploya li dijî xwe ji xwe û kurdan bêtir dixwaze bi tirkan bide fêmkirin û ev ji bo wî pirsgirêka herî girîng e. 
 
KOMÊN AŞTIYÊ 
 
Hezên kurewî xwestin şerê kurd û tirkan derxin û xwe bi vê xwedî bikin. Lê Ocalan piştî anîn Îmraliyê jî vê leyîstok û pîlanên wan xera kir. Ocalan bi cezayê darvekirinê hat darizandin, di 1’ê Îlona 1999’an de cara çaremîn agirbest ragihand û xwest PKK hêza xwe vekişîne derveyî sînor. Ocalan ji bo niyeta xwe ya aştiyê nîşan bide tenê ne vê bangê kir di heman demê de xwest “Komên Çareseriya Aştî û Demokrasiyê” ji Qendîl, Mexmûr û Ewropayê werin Tirkiyê.
Bi vê bangê koma ewil ji Qendîlê di 1’ê Cotmeha 1999’an de hat. Ev kom ji Alî Sapan, Seydî Firat, Mehmet Şîrîn Tûnç, Îsmet Baycan, Sohbet Şen, Yuksel Genç, Yaşar Temur û Gulten Ûçar pêk dihat. Ve komê çawa gavê xwe avêt Tirkiyê hatin girtin û ceza li hemûyan birîn. Ji endamên komê Îsmet Baycan di sala 2003’yan de li Girtîgeha Mûşê Tîpa E kul ê dihat girtin di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. 
 
Vê carê jî di 29’ê Cotmeha 1999’an de koma Ewropa ya ji Haydar Ergul, Alî Şukran Aktaş, Aygul Bîdav, Îmam Canpolat, Yusuf Kiyak, Aysel Dogan, Haci Çelîk û Dîlek Kurt hatin Tirkiyê û ew jî wek koma Qendîlê li tavilê hatin girtin û hemû hatin cezakirin. 
 
Ocalan tevî van girtinan jî hewldan û helwesta xwe ya çareseriyê domand. Ocalan di 20’ê Çileya 2000'an de  "Projeya Aştiyê”, di 4’ê Mijdara 2000'an de “Pilana Çalakiya Lezgîn a Ji Bo Demokrasî û Aştiyê”, di 19’ê Hezîrana 2001’an de “Danezana Daxwazên Lezgîn” û di 22’yê Mijdara 2002’yan de pêşniyazên xwe pêşkêşî hikumeta wê demê kir lê belê bersivên erênî wernegirt. Di vê serdemê de AKP hat damezrandin û di hilbijartinên 3’yê Mijdara 2003’yan de bi ser ket û hat ser îqtidarê. 
 
PILANA AŞTIYÊ YA JI 10 XALAN PÊK DIHAT 
 
Ocalan di sala 2004’an de bi navê “Pilana Aştiyê” 10 xal pêşkêşî hikumetê kir. Bi vê pilanê re her wiha pêşniyaza “Yasaya Beşdariya Aştî û Demokratîkbûna Civakî” ya ji bo bêçekbûnê pêşkêşî îqtitadara AKP’ê kir. Ocalan ji Tayyîp Erdogan xwest gavên bo aştiyê biavêje. Îqtidarê bi tecrîdê û qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran bersiv da Ocalan. Tevî van daxwaz û pêşniyazên Ocalan jî îqtidarê di şer de israr kir û operasyonên leşkerî bi rêve bir. PKK’ê li ser vê yekê agirbesta 5 salan bi rêve dibir di 1’ê Hezîrana 2004’an de bi dawî kir. 
 
AKP ‘POŞMANÎ’ SPART 
 
Ocalan ê di çareseriya demokratîk û aştiyane de israr dikir vê carê jî “Pilana Aştiyê” berfireh kir û di sala 2005’an de “Nexşêrêya Ji Bo Aştiyê” amade kir. Ocalan bi vê nexşerêyê dixwest “Yasaya Beşdariya Demokratîk” derkeve û gerîla jî dikaribe ji çiya dakeve. Heke ev pêk bihata wê bibûya gavên pêkanîna aştiyê ya ewil. Lê belê AKP’ê di bin navê “Yasaya Vegera Li Malê” ku dixwest poşmaniyê li gerîlayan bispêre bersiva Ocalan da. Ji bilî vê tu tiştek nekir. 
 
Ji ber van nêzîkatiyan PKK’ê carek din di 1’ê Cotmeha 2006’an de agirbesta pêncemîn ragihand û hewldanên aştiyê hebûn. Lê dîsa bi operasyonên eskerî bersiva vê agirbestê hat dayîn û peşk li hewldanên aştiyê hat xistin. 
 
BI HEVDÎTINA LI OSLOYÊ REWŞ GUHERΠ
 
Di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê (YE) de muzakereyan dest pê kir. Bi vê yekê re têkildarî pirsgirêka kurd rewş jî hinek nerm bû. Di sala 2008’an de di navbera Musteşarê MÎT’ê Emre Taner û Ocalan de li Îmraliyê hevdîtinan dest pê kir. Di destpêka sala 2009’an de di navbera rayedarên dewletê û rêveberên KCK’ê de wek berdewamiya hevdîtinên li Îmraliyê di çavdêriya welatê sêyemîn de “Hevdîtinên Osloyê” dest pê kirin. Ev hevdîtin ji raya giştî veşartî hatin birêvebirin. Serokkomarê wê demê Abdullah Ocalan di 11’ê Adara 2009’an de derbarê pirsgirêka kurd de gotibû “Wê tiştên xwe biqewimin.” Abdullah Gul di 24’ê adara sala 2009’an de dema diçû Bexdatê di balafirê de bi rojnamevanan re suhbet kir û gotina “Kurdistan” anî ziman. Abdullah Gul di 9’ê Gulana 2009’an de daxuyaniya “Pirsgirêka kurd pirsgirêka yekemîn a Tirkiyeyê ye û divê teqez were çareserkirin” dabû. Serokwezîrê wê demê Tayyîn Erdogan jî derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de bi Serokê Giştî yê DTP’ê Ahmet Turk re hevdîtinek girîng pêk anî. 
 
NEXŞERÊYA ÇARESERIYÊ PÊŞKÊŞ KIR 
 
Di qada siyasetê de rewş hinek nerm bû. Bi tesîra vê nermbûnê re KCK’ê di mijara çareseriyÂe bo p3eşiya hikumeta AKP’ê veke di 31’ê Gulana 2009’an de biryara agirbestê girt. Ocalan jî ji bo piştevaniya vê pêvajoyê bike û pirsgirêka kurd were çareserkirin “Nexşerêyek” ji 10 prensîban pêk dihat amade kir. Ocalan ragihand ku ew ji bo her gavê ji bo aştiyê were avêtin amade ye û bang li AKP’ê kir û xwest AKP pêşiya çareseriya demokrtîk veke da ku aştî pêk were. 
 
BÛYERÊN KU PEŞKÊ LI PÊVAJOYÊ XISTIN 
 
Bi vê yekê re Ocalan piştî 10 salan carek din ji bo hatina komên aştiyê anî rojevê û xwest du komên aştiyê werin Tirkiyê. Li ser banga Ocalan di 19’ê Cotmeha 2009’an de komek 4 jê zarok bi giştî ji 34 kesan pêk dihat ji Qendîl û Mexmûrê bi navê Koma Aştiyê di deriyê Sînor ê Xabûrê de bi ser Silopiya Şirnexê re hatin Tirkiyê. Hatina vê komê hêvî û bendewariya aştiyê û çareseriyê mezin kir. Bi hatina komê re li Silopiya ji 50 hezar zêdetir însan ew pêşwazî kirin. Derdorên nijadperest û netewperest ji vê yekê aciz bûn û xwestin peşkê li lêgerînên aştiyê bixin. Hikumet li pey vê pêvajoyê nesekîne. Wê koma duyemîn ji Eworpayê bihata lê ji ber sekna hikumetê hatina wan betal bû. Di derbarê vê koma ji 30 kesan pêk dihat doz hatin vekirin û 17 heb ji wan hatin girtin. Ji endamên komê Lutfu Taş di girtîgehê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. 
 
Têkbirina pêvajoyê bi van gavan re bi sînor nema. Di 11’ê Kanûna 2009’an de Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) da û parlamentera Serokên Giştî yên DTP’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk betal kir. Beriya vê pêvajoyê jî di 14’ê Nîsana 2009’an de di bin navê “KCK” de li dijî siyasetmedarên kurd oprasyona binçavkirin û girtinê hatibû destpêkirin. Ev operasyon di 25’ê Kanûna 2009’an de hat berfirehkirin û şaredarên DTP’yî jî di nav de gelek siyasetmedarên kurd bi navê “KCK” hatin binçavkirin û girtin. Ev operasyona bi navê “KCK” heta parêzerên Ocalan dirêj bû û div ê pêvajoyê de bi hezaran kurd û dostên wan hatin binçavkirin û girtin. Bi salan şûn ve ji van dozên “KCK” bi sedan sal ceza li siyasetmedaran hat birîn. Her wiha di 12’ê Nîsana sala 2010’an de siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û gelek siyasetmedar ji bo dozekê bişopînin çûbûn Samsûnê û bi êrişek kulman re rûbirû man. Di 16’ê Îlona 2010’an de dema Ocalan û şandeya dewletê hevdîtin pêk dianîn li gundê Peyanîsa Colemêrgê li dijî dolmîşa gundiyan teqîn pêk hat û 9 kesan jiyana xwe ji dest da. 
 
Ji ber ku hikumeta AKP’ê gavên bo aştiyê û çareseriyê nediavêt hevdîtinên di navbera Ocalan û dewletê de jî gelek ditengijî. Di 12’ê Hezîrana 2011’an de Hilbijartina Giştî li Tirkiyê pêk hat û AKP dîsa ji nûve bû îqtidar. Bloka Azadî, Ked û Demokrasiyê ji aliyê siyaseta kurd û hêzên demokrasiyê ve hat avakirin 36 parlamenteran derxist û wan şandin Meclîsê. L3e belê piştî hilbijartinê parlamenteriya Hatîc Dîcle ji aliyê saziya hilbijartinê (YSK) ve hat betalkirin û parlamenterên girtî Selma Irmak, Gulser Yildirim, Kemal Aktaş, Faysal Sariyildiz û Îbrahîm Ayhan jî girtî bûn. Ji bo berdana wan daxwazên DBP’ê hemû dihatin redkirin. 
 
GIRTIYAN DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIR 
 
Li aliyekî gavên pêşk lêxistina hevdîtina li Îmraliyê dihat avêtin li aliyekî jî di 6’ê Tîrmeha 2011’an de Ocalan bi parêzerên xe re hevdîtin pêk anî û ragihandibû ku ji bo “Konseya Aştiyê” were avakirin ew gihîştine mutabakatê. Piştî vê hevdîtinê sê hefte şûn ve di 27’ê Tîrmeha 2011’an de hevdîtin an go çûna parêzeran a Îmraliyê bi hêcetên cuda hat qedexekirin. Li ser vê yekê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Tirkiyê û bajarên herêmê bi daxwaza “Tenduristî, ewlehî û azadiya Ocalan divê pêk were û mafê parastina bi zimanê kurdî û perwerdehiya zimanê zikmakî were nasîn” di 12’ê Îlona 2012’an de li dest bi greva birçîbûnê kirin. Bi hezaran girtî beşdarî vê çalakiyê bûn. Li ser fişara ku girtiyan kir hikumeta AKP’ê neçar ma ku carek din deriyê Îmraliyê veke. Ocalan ket dewrê û di 18’ê Mijdara 2012’an de roja 66’emîn a çalakiyê de bangek kir û girtiyan dawî li greva birçîb3unê anî. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê muzakereyan dest pê bikira û li ser banga raya giştî di 3’ê Çileya 2013’an de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk û Parlamentera DBP’êy a Êlihê Ayla Akat Ata çûn Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinek girîng kirin. Piştî hevdîtinê “pêvjoya çareseriyê” hat destpêkirin û pêvajoyek bi qasî du sal û nîv serdemek nû hat destpêkirin. 
 
LI ALIYEKÎ ÇARESERÎ Û LI ALIYÊ DIN AMADEKARIYA TÊKBIRINÊ 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya çareseriyê bi awayek fermî were ragihandin peyamek şand Newroza 2013’an a Amedê û peyama digot “êdî bila çek werin bêdengkirin, fikr û siyaset biaxive” gihîşt bi milyonan kesan. Piştî vê peyamê ew hesreta aştî û azadiyê ku bi salan bi hebû êdî dibû cihê kêfxweşiyê. Şandeya HDP’ê diçû Îmraliyê û li gel Ocalan hevdîtinan pêk dianî. Lê ev pir dirêj dom nekir. Her çiqas di navbera Şandeya Îmraliyê û rayedarên hikumetê li Qesra Dolmabahçeyê mutabaktek hat îmzekirin jî û li bendê bû gavên pratîk ên çareseriyê werin avêtin lê li pey vê di civînên Destya Ewlehiya Millî (MGK) de “pilanên têkbirinê” hatibûn amadekirin. 
 
Erdogan daxuyanî dida û digot “ez vê mutabakatê nas nakim.” Di 5’ê Nîsana 2015’an de pêşî li Şandeya Îmraliyê hat girtin û deriyê Îmraliyê carek din hat girtin. Ne şande û ne jî parêzer û malbat dikaribû biçe hevdîtinê. Polîtîkaya tecrîdek giran li ser Ocalan hat destpêkirin. 
 
Di vê pêvajoyê de xebatên Hilbijartina Giştî ya 7’ê Hezîrana 2015’an dihat birêvebirin. Bûyerên provokatîf jî li dijî mitîng û xebatên HDP’ê dihat kirin. HDP bûbû hêviya dengê milyonan kesan. Di 18’ê Gulana 2015’an de li dijî avahiyên rêxistinên HDP’ê yên Edene û Mêrsînê teqîn pêk hatin. Di 5’ê Hezîrana 2015’an de li dijî mitînga HDP’ê teqîn pêk hatin. Tevî van provokasyonan jî hilbijartina 7’ê Hezîranê pêk hat û bi hewldana HDP’ê AKP ji îqtidarê ket. HDP cara yekem wek partî di hilbijartinê de cih girtibû û ji sedî 13.1 deng wergirtibû û bi 80 parlamenteran çû Meclîsê. 
 
AKP a ku ji îqtidarê ketibû di 1’ê Mijdara 2015’an de welat dîsa bir hilbijartinê. Di vê pêvajoya 5 mehan de gelek tişt qewimîn. DAIŞ’ê li Pirsûsa Rihayê teqîn pêk anî û 33 ciwan canê xwe ji dest dan. Du roj şûn ve li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 2 polîs bi awayek guman hatin kuştin. Îqtidarê vê yekê hêcet nîşan da û di 24’ê Tîrmeha 2015’an de bi balafiran êrişî Qendîlê kir. Bi vê êrişê re pêvajoya çareseriyê êdî bi dawî bû. Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Gara Enqereyê li dijî Mitînga Aştî û Demokrasiyê ya sendîkayan û odeyan teqîn pêk hat û 102 welatî canê xwe ji dest dan. Piştî vê Hilbijartina Giştî ya 1’ê Mijdara 2015’an pêk hat û AKP carek din ji nûve bû îqtidar. Bi vegerîna polîtîkayên neçareseriyê re şer û pevçûn li navendên bajaran belav bûn û di navbera salên 2015-2016’an de li çolter û navendên bajaran bi sedan însan canê xwe ji dest dan. Her roja ku çû polîtîkaya tundî û zextan zêde bû. Di îloana 2016’an de AKP’ê qeyûm danî ser şaredariyên HDP’ê. Di mijdara 2016’an de hevserokên partiyan, parlamenterên HDP’ê, hevşaredarên HDP’ê jî di nav de bi sedan kes hatin girtin. Pêvajoya binçavkirin û girtinan dest pê kir. 
 
'HEKE DEWLET JIDIL BÛYA WÊ EV PIRSGIRÊK ÇARESER BIBÛYA’ 
 
Îqtidar bi her gava diavêt re şer hin bêtir kûr dikir. Bi tecrîda girankirî destûr neda dengê Ocalan bigihîje derve. Li ser vê tecrîda girankirî di 5’ê Îlona 2016’an de 50 siyasetmedar, nivîskar, hunermend û hevşaredar û rojnamevan di nav de li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin. Li ser vê yekê îqtidar neçar ma Mehmet Ocalan birayê Ocalan bişîne Girava Îmraliyê. Mehmet Ocalan di 11’ê îlonê de li Îmraliyê hevdîtin pêk anî. Ocalan div ê hevdîtinê de destnîşan kir ku tevî hemû tiştên qewimî ne jî diyar kir ku aştî ne zehmet e û vê peyamê dabû: “Heke dewlet ji projeyan re amade be, em dikarin di 6 mehan de biqedînin. Pêvajoya çareseriyê ne me tune kir. Min ji şandeya hat cem min re got û wan jî got ‘em ê 15 rojên din şûn ve werin.’ Pirsgirêka kurd ne 40 sal in heye. Pirsgirêkek 100 sal e 200 sal e heye. Eger dewlet jidil bûya wê ev pirsgirêk bihata çareserkirin.” 
 
Îqtidara AKP’ê guhê ji banga Ocalan re girt û carek din tecrîdê girantir kir. Piştî wê hevdîtinê qet agahî ji Ocalan nehat girtin. Di vê serdemê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 7’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê bi daxwaza tecrîda li ser Ocalan were bidawîkirin dest bi greva birçîbûnê kir. Li girtîgehên din jî bi hezaran girtî beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn û dîsa bi fişara girtiyan îqtidar neçar ma deriyê Îmraliyê veke. Her çiqas îqtidarê Mehmet Ocalan şand Îmraliyê û dixwest greva birçîbûnê bi dawî bike jî lê girtiyan û Leyla Guven bi vê yekê naxapiyan. Li ser vê greva birçîbûnê ya bi biryardarî piştî 8 salan cara ewil parêzerên Ocalan çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Parêzeran di 2-22’yê Gulana 2019’an, 12-18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Ocalan di van hevdîtinan de dîsa destê aştiyê dirêjî AKP’ê kir. 
 
'EZ Ê DI HEFTEYEKÊ DE ÇARESER BIKIM’ 
 
Ocalan banga “Werin em pirsgirêka kurd çareser bikin. Ez bi xwe bawerim dikarim di hefteyekê de çareser bikim” kir. Lê ev banga Ocalan bêbersiv hat hiştin. Wezîrê Dadê bi xwe derket û got li pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran tu astengî nîne. Lê li gel vê yekê got jî dîsa Ocalan bi tecrîdê hat dorpêçkirin. 
 
Di sala 2020’an de tenê du caran agahî ji Ocalan hat wergirtin. Ji ber şewata li Girava Îmraliyê derketibû Ocalan di 2’yê Adarê de bi malbata xwe re hevdîtin kir. Her wiha bi pey wê hevdîtinê re jî ji ber pandemiyê Ocalan cara yekemîn piştî 21 salan bi telefonê di 27’ê Nîsanê de li malbata xwe geriya û hevdîtin kir. 
 
Ocalan di herdu hevdîtinan de jî her çiqas banga çareseriyê û aştiyê kir jî lê dîsa li hember xwe muhatab nedît. 
 
DÎSA BAR KETIYE SER PIŞTA GIRTIYAN 
 
Gelek siyasetmedar, partiyên siyasî û alî destnîşan dikin ku sedemê kûrkirina şer, alozî û krîzê wek tecrîda li Îmraliyê nîşan didin. Îqtidar ji bo rakirina tecrîdê tu gavan navêje. Dîsa bar ket ser pişta girtiyan. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji bo bidawîanîna tecrîda li ser Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kir. Kom bi kom vê greva birçîbûnê didomînin. Dîsa awir zivirîne ser vê çalakiya greva birçîbûnê û vekirina deriyê Îmraliyê. DAWÎ
 
MA / Omer Çelîk 
 
 

Sernavên din

14/02/2021
09:06 Rojnivîska Berxwedana Kobanê: Ji çavên fermandarekî
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'AN
13/02/2021
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 377
16:38 Şaredarê Stenbolê yê berê Kadîr Topbaş wefat kir
16:21 Êrişî şaredarê AKP’yî hat kirin
16:20 Jina ku îtîrafkarê fîrarî ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê derket
16:05 Derbarê komeleyên bi KHK’ê hatibûn girtin de lêpirsîn: Biryara binçavkirina 60 kesan dan
15:35 ÎHD: Rayedar girtiyê nexweş ê 62 salî derman nakin
15:26 Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî sewq kirin
15:13 Tanboga yê bûye 30 kîlo serbest berdin
14:31 Xizmên eskerên di destê PKK'ê de: Operasyonan rawestînin
14:26 Afîşên 'Ji Bo Her Kesî Edalet’ bi êrişê re rûbirû man
14:03 Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
13:55 Ji bo Cemîl Îvrendî yê nexweş banga berdanê hat kirin
13:52 Dayikên Şemiyê kujerê Ridvan Karakoç ê 26 sal berê hat kuştin pirsîn
13:35 Sînem Bedirxan: Kurdistanek azad bi yekîtiya kurdan mimkin e
13:23 Polîsan endamê HDP'ê Dal binçav kir
13:11 QSD: Tirkiye bi êrişan vejîna DAIŞ’ê amade dike
12:57 Komên çekdar li Serêkaniyê dest avêtin jineke Ereb
12:49 Li 3 bajaran pêla operasyonê: Bi dehan kes hatin binçavkirin
12:48 Faîlên ku li Hesekê 2 jin kuştin hatin girtin
12:28 'Kontrayên dewletê Mehmet kuşt'
12:17 Piştî 11 salan bersûcên Çetîn hatin cezakirin
11:56 Li ser êzdiyatiyê 5 pirtûkên nû hatin çapkirin
11:17 Ciwanên HDP'ê li dijî tecrîdê bi meşaleyan meşiyan
11:15 Li Çinarê ji ber şerê malbatan 12 kes hatin girtin
11:04 Ocalan her ku got aştî, şer hat spartin
10:51 Wezareta Dadê: Kesên kartên wan ên serokkomariyê tune bin, ne rojnamegerin
10:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 79'an de ye
09:57 Bariş: Divê her kes xwedî erk bin ku mafê Ocalan biparêzin'
09:15 'Girtî doza heq, edalet û hiqûqê dikin'
09:14 Nerazîbûna ji bo nêçîrkirin û kuştina 'Malê Xizir': Nekujin, heyf e, guneh e
09:14 Ciwanên di hepsa malê de ne: Cîhanê dengê ciwanên berxwedêr bihîst
09:13 Dilbahar: Ji bo kurdî helwesteke hîn zelaltir divê
09:12 Beştaş: Qanûna qala wê tê kirin dê ji bo Tirkiyeyê talûka mirinê be
09:11 Temellî: Li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê
09:10 Baş: Ma em ê çawa bi AKP'ê re Destûra Bingehîn nîqaş bikin?
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'AN
12/02/2021
21:22 97 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 ‘3’yemîn şerê cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pe kir'
16:13 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat berdan
15:58 Karkeran Şaredariya Bakirkoyê dawetî masa TÎS'ê kir
15:47 Girtiyên PKK'î û PAJK'î: Bibin dengê berxwedana me
15:21 HDP’ê serî li AYM’ê da: Dev ji helwesta cihêkar berdin
15:20 Di çalakiya ‘rektorê qeyûm’ de 19 kes hatin binçavkirin
14:33 HDK'ê êrişên nifrînê şermezar kir
14:33 Ciwanê leşkeran ew birîndar kir: Piştî heqaretê gule berdan min
14:25 Girtiyên îşkence ragihandin xistin ber lêpirsînê
13:51 Dozger ji Melek Îpek re di nava 18- 24 salan de cezayê hepsê xwest
13:22 Li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyon hat destpêkirin
12:38 HDP’ê xwest zagona TMK'ê bê guhertin
12:34 Îtîrafkarê JÎTEM’ê, Cîgira Ciwanên AKP'ê bi giranî birîndar kir
12:34 Polîsan li Kocaeliyê 13 HDPî binçav kirin
12:21 Pêngava duyemîn a komployê berdewama tecrîdê ye
Parêzer Yurekli: Sekna Ocalan a 22 salan polîtîkayên tecrîdê pûç dike
11:55 Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr hat berdan
11:45 Flîmên ji bo xelata Heyva Zêr bikevin pêşbirkê hatin eşkerekirin
11:37 Scholey: Azadiya Ocalan wê çareseriya mayînde bîne
11:11 Ji Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû derketin
10:36 Cendirmeyan bi ser gundên kurdan de girt: 7 kes binçav kirin
10:36 Rêveberê EMEP’ê yê Meletiyê hat binçavkirin
09:32 Aktîvîstên TJA’yê: Heta tecrîd bişkê û azadî pêk were divê têkoşîn
09:26 Ji ber santrala Ermenîstanê, li Îdirê rêjeya pençeşêrê zêde dibe!
09:23 Hevseroka HDP’ê ya Qersê hat binçavkirin
09:01 Şahîn: Ji bo hiqûq pêk bê, mirov dimirin
09:01 'Îqtidar bi sansurê ser sûcên xwe dinixumîne'
09:01 Tahdeya cinsî: Armanc hilweşandina berxwedana civakî ye
09:01 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Tecrîd, perçeyek polîtîkaya şer e
09:01 Cenazeyê Ayşe Bayram nadin malbatê
09:01 'Girtî di qawîşa karantînayê de bi şewbê dikevin'
09:01 Hem cezayê hepsa malê birîn, hem jî şertê îmzeavêtinê danîn ber wê
09:01 Rojnamevan Eliyas: Piştî serdana Tirkiyeyê DAIŞ li herêmê çalak bû
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2021'AN
08:50 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 78'an de berdewam dike
11/02/2021
21:15 Li Dersimê 12 pezkovî kuştine
20:12 Îro 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:02 Welatiyê 65 salî Yildiz girtin
17:33 Bayindir: Heke tecrîd neşikê wê polîtîkayên heyî bidomin
16:36 Komîsyona ÎHD’ê ya Jinan: Lêgerîna tazî îşkence ye
16:03 HDP’ê ji bo sûriyeyiyên hatine revandin Lêkolîna Meclisê xwest
15:58 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê: Em bi hev re bihêz dibin
15:51 Ozguneş: Ji pergala birêz Ocalan ditirsin
15:32 Berberoglû dîsa bû parlamenter
15:30 Sancar: Dijderketina tecrîdê parastina aştiyê ye
15:12 Doza rojnamevan Aydin hat taloqkirin
14:52 Zilamek li Hatayê hevjîna xwe kuşt
14:52 ÎHD'a Amedê 'Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Sala 2020'an eşkere kir
14:41 Operasyona Garê li binkeya PDK'ê tê koordînekirin
13:54 'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
13:53 Eskeran welatiyê 65 salî binçav kirin
13:52 Xwendekar dê mijara îşkeneyê bibin darazê
13:36 Yuksekdag ji doza ‘Heqaret li Serokkomar kiriye’ hat beraetkirin
13:30 Hîndekaran astengî nas nekirin: Em ê nirxên xwe biparêzin
13:22 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
13:06 Çîçek hat berdan
12:10 Kampa polîs, esker û endamên MÎT’ê lê tên ragirtin hat bombebarankirin!
11:49 HDP çû serdana DEVA’yê: Pêdivî bi hêza yekîtiyê heye
11:46 Fîncanci: Daxwazên girtiyan mafên mirovanî ne
11:27 Hiqûqnas: Ji bo ku tecrîd bê bidawîkirin têkoşîneke giştî şert e
10:42 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'
10:20 Hem di hefsa malê de ye hem jî divê biçe qereqolê îmzeyê!