Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne

  • rojane
  • 10:04 17 Sibat 2021
  • |
img
ENQERE - Profesorê Destûra Bingehîn Ergun Ozbudun, destnîşan kir ku ji bo Destûra Bingehîn a demokratîk bê avakirin pêdivî bi hêzkirina pergala parlamenteriya demokratîk heye û wiha got: "Divê hemû hêzên muxalif li ser rêgezên hevpar deklarasyonek hevpar biweşîne."
 
Serokomarê AKP'î yê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan ku dema nû bû îqtîdar, ji bo guhertina Destûra Bingehîn a Demokratîk soz dabûn. Lê piştî hat ser îqtîdarê Destûra Bingehîn a sala 1982'an ku berhemê darbeya eskerî ye bêtir hişk kir û pîvanên demokrasiyê ji holê rakir. Herî dawî di hilbijartina referandûmê ya 16'ê Nîsana 2017’an de Serokomariya Tirkiyeyê mahkûmî Pergala Hikûmetê kir û Pergala Serokkomariya Partîyî xist meriyetê. 
Hêzêm muxalif jî demek dirêj e bang li hikûmetê dike ku Destûra Bingehîn a Demokratîk têxe meriyetê. Lê Erdogan bi guhertinên zagonan pergala "Yek Zilamî" xist meriyetê. Têkildarî niqaşên li ser Destûra Bingehîn Profesorê Destûra Bingehîn Ergun Ozbudun, armanca îqtîdarê, helwesta hêzên muxalif û tişta divê bê kirin ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
Prof. Ergûn Ozbudun, anî ziman ku li welatên cuda Destûra Bingehîn bi rebazên cuda tên avakirin û wiha got: "Avakirina Destûra Bingehîn a herî guncav tê dîtin, divê vîna hemû beşê civakê di navde bê dîtin. Divê her kes tev li pêvajoya avakirinê bibe û demokratîk be. Divê bi nûnertiya hemû hêzên demokratîk li meclîsê bê avakirin. Ya tê xwestin wisa ye. Lê di nava dem û pratîkê de gelek caran ev yek ji armanca xwe dûr dikeve." 
 
Ergûn Ozbudun, destnîşan kir ku teqez pêdiviya Tirkiyeyê ji Destûra Bingehîn a nû hneye û wiha got: "Lê projeya ku îqtîdarê anî rojevê ji armanca xwe dûr e. Ev yek ji daxuyaniyên Bahçelî û rayedarên AKP’ê xuya dibe. Dixwazin bi vê guhertinê pergala xwe ya Serokomariya Partîyî xurt bikin. Ji ber vê yekê min ev hewldana wan cîddî negirt. Di bingeha pirsgirêkan de rêveberiya yek zilamî ya ku bi guhertinên 16'ê Nîsana 2017'an de xist meriyetê heye. Pergala Serokomariya Hikûmetê di cîhanê de mînakê wê tune ye. Hemû hêz û partiyên muxalif bê îstîsna diyar dikin ku rêya xelaskirinê; xurtkirina hêza demokrasiyê ye. Derbasbûna parlamenteriya demkoratîk a xurt e. 
Niha wekîlên Îtîefaqa Cumhur 337 kes in. Ji bo guhertina Destûra Bingehîn pêdivî ji 360 wekîlan heye. Ev jî bi şertê referandumê ye. Ez vê yekê pêkan nabînim." 
 
 
'WESAYET JI DESTÊ ESKERIYÊ KETIYE DESTÊ ÎQTÎDARÊ' 
 
Ozbudun, da zanîn ku îro saziyên wesayetê ji destê eskeriyê derketiye û bi destê siyasetmedardên îqtîdarê tê girankirin û wiha got: "Tenê erka rêveberiyê neyetiye destê Serokkomar. Hevsengiya Zagonsazî û rêveberiyê jî xera kirine. Peyva Destûra Bingehîn a Sivîl li dijî Destûra Bingehîn a 1982'an hatiye gotin. Ji ber ku di vê Destûra Bingehîn de rola Konseya Ewlehiyê (MGK) û 5 generalan zêde ye. Îro ev saziyên wesayetê ketine destê îqtidarê. Heta ku hevsengî û veniherandin tune be, mirov nikare qala pergalek demokratîk bike. Hûn îqtîdarê bidin kesek mutlaq wê demê demokrasî ne pêkan e. Divê daraz serbixwe û bê alî be." 
 
'DIVÊ KARÊ EWIL Ê MUXAÎFÊ DAWÎ LI RÊVEBERIYA YEK ZILAMÎ BÎNE' 
 
Ozbudun, anî ziman ku divê armanca ewil a hêzên muxalif ew be ku di hilbijartinê de bi ser bikeve û piştî di hilbijartinê de bi ser ket karê ewil dawî li pergal û rêveberiya yek zilamî bîne û wiha lê zêde kir: "Divê hem hilbijartina serokomariyê û hem jî hilbijartina parlamentoyê qezenç bike. Divê hêza ji 5 paran 3 paran a meclîsê di destê xwe de bigire û ewil dawî li rêveberiya yek zilamiyê bîne. Piştî hilbijartina 2011'an Komîsyona  Lihevkirina Destûra Bingehîn ji bo Destûra Bingehîn a Demokratîk ava bikin, li meclîsê hat avakirin. Di destpêkê de bi awayekî demokratîk dest pê kir. Lê taliyê xetimî. Li ser 60 xalan li hevkirin, lê pêk nehat. Li ser meseleya çareseriya pirsgirêka Kurd û têkiliya dewlet û ol li hev nekirin. Di demokrasiyên îdeal de tê xwestin ku hemû pirsgirêkan bi lehevkirinê çareser bikin. Divê muxalefet ewil hewl bide ku di hilbijartina pêş de bi ser bikeve. Di şertê niha de, Destûra Bingehîn a hemû pirsgirêkan çareser bike zahmet xuya dike. Divê berî her tiştî xwe ji vê rejîma serdest rizgar bike."  
 
REWŞA ÎRO PIR XERAB E
 
Profesor Ergûn Ozbûdun, diyar kir ku di mijara kêşeya Kurd de dikarin li ser hin daxwazan li hev bikin û wiha domand. Hemû partiyên muxalîf li ser feraseta hemwelatibûna ku di nava bawerî, ziman, zayend, nijad, çand û rengan de cudakarî tune be li hev dikin. Di daxuyaniyên serokên partiyên muşalif de ev yek xuya dibe. Hemû dixwazin erk û rayeya rêveberiya herêmî bê zêdekirin. Ji ber ku hevşaredarên bi dengê gel hatine hilbijartin ji peyvirê tên dûrxistin. Bi vê yekê Demokrasiya hemdem hatiye binpêkirin. Divê hemû hêzên muxalif li ser mijarên hevpar deklerasyonek hevpar û helwestek hevpar nîşan bidin. Divê vê yekê ji civaka Tirkiyeyê re ragihînin. Armanca îqtîdarê ewe ku hêzên muxalif perçe bike. Divê hemû partî û hêzên muxalif tu carî dest ji daxwaza parlamenteriya demokratîk bernedin. Divê nebe amûrê polîtîkayên îqtîdarê. Divê deklarasyonek hevpar bidin û pêk bînin. 
 
 
MA / Berîvan Altan
 
 

Sernavên din

19/02/2021
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin