Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî

  • rojane
  • 13:50 18 Sibat 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nîhat Kaya, têkildarî sedem û encama operasyona TSK'ê ya li Garê nirxand û got: "Pirsgirêka leşkerên dîl, ji bo hikumeta AKP'ê sergêjiyek bû. AKP'ê li gorî xwe dawî li pirsgirêkê anî. Hesabê AKP'ê ew bû ku girtiyan bîne û bike propagandaya hilbijartinê. Di vî warî de bi ser neket, hevsengî çep zîvirîn."

 
10'ê Sibatê saet derdora 03.00'an hêzên taybet ên TSK'ê li ser Garê operasyon pêk anî. Piştî ku gerîlayên HPG'ê bi tundî bersiv da êrişan, ji roja destpêkê ve li herêmê şerekî dijwar dest pê kir. 11'ê Sibatê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihand ku TSK'ê kampa ku leşkerên dîlgirtî lê ne, kiriye hedef. Piştî şerê dijwar ê 4 rojan TSK ji herêmê vekişiya. HPG'ê jî 14'ê Sibatê got “Operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku 10'ê Sibatê li dijî herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kiribû, di saetên sibehê yên 14'ê Sibatê de şikestiye û vekişiyaye.”
 
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), têkildarî sedem û encama operasyona li herêma Garê, bi Rojnameger Nîhat Kaya re roportaj kirin. Nîhat Kaya diyar kir ku operasyona Tirkiye ya li dijî Garê bi karaktera desthilatdariya AKP-MHP'ê ve girêdayî ye û got: “Ev çend sal e desthilata AKP-MHP'ê ji ber siyaseta xwe ya tund timî li deverekê şer dike. Lê belê piştî Qerebaxê li Tirkiyê resesyonek çêbû. Bi guhertina rêveberiya Trump a li DYA’yê re dewleta Tirk nema dikare êrişî her devera ku dixwaze, bike. Ev yek wê ji bo wê jî bibe rîsk. Hîna ne diyar e ku rêveberiya Biden dê çi bike, dê helwesteke çawa li hemberî Tirkiyê raber bike. Ev jî tê wateya sînordarkirina dewleta Tirk."
 
Pirsên ANHA û bersîvênRojnameger Nîhat Kaya yên der barê operasyonê de wiha ne: 
 
TSK'ê bi êrişa li ser Garê çi armanc kiriye, Plana wan çi bû, Kîjan hêz tev li van êrişan bûn û bandora hêzên navneteweyî çawa bû?
 
Bala xwe bidinê; krîza aboriyê ya li Tirkiyê di demnê dawîn de kûrtir bûye. Nerazîbûna gel zêdetir bûye. Encamên anketan jî nîşan didin ku AKP desthilatê winda dike. Ev jî bi karakterê AKP-MHP'ê ve girêdayî ye. Ji ber ku hikumeta heyî li ser tundîxwaziyê siyasetekê dimeşîne. Pirsa esas ev e; hikumet wê ji niha û pê ve siyaseteke çawa bişopîne? Konjonktura navneteweyî li ber çavan digire û neçar ma ku êrişî cihekî bike ku herî kêm rîska wê jê re heye. Li Rojava nikare helwesta gengaz a DYA'yê texmîn bike. Helwesta Iraqê ya li Şengalê dê çi be, DYA dê çi bersivê bide; ev hê ne diyar in. Li Deryaya Spî jî ditengije. Lê Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo parastina xwe wek rîskekê dibînin. Lê belê dewleta Tirk Kurdistana Başûr ji xwe re kiriye xan. Hikumeta Iraqê li hemberî vê rewşê bê deng e. Ji ber hevkariya xwe ya bi PDK'ê re her tiştê ku dixwaze, dike. Heta niha çi dema êrişî Kurdistana Başûr kiribû, kesî dengê xwe dernedixist . Garê jî tam ji bo vê yekê hilbijartibûn.
 
Li aliyê din mijara leşkerên dîlgirtî ji bo hikumeta AKP'ê bû serêşî. Malbatan her roj serî li saziyên civaka sivîl dida û dixwest zarokên wan serbest bên berdan. Di salên borî de rewşên bi heman rengî çêbûn. Bi vî rengî ji ber muxatabiyeta PKK'ê, saziyên wek rêxistinên sivîl neçar man bi PKK'ê re hevdîtinê bikin. Helbet bandora wê ya li ser medyayê jî hebû. AKP'ê xwest bi temamî qut bike. Dixwest hevdîtineke bi vî rengî di çapemeniyê de cih negire, partiyeke siyasî ya mîna HDP'ê li parlamentoyê jî, nedixwest dengê wê di medyayê de bê bihîstin. Her kes li ser navê HDP'ê diaxive, li ser navê Kurdan diaxive, lê destûr nayê dayîn ku rêveberekî HDP'ê bi xwe biaxive. Li cihekî ku navê HDP’ê hatibe qedexekirin, ne mimkun e ku AKP qebûl bike ku navê PKK’ê bê bihîstin.
 
‘ÊRIŞÎ GARÊ KIRIN LÊ ENCAM JÊ RE BÛ XWELÎSERÎ’
 
Neçar man vê pirsgirêkê bi rengekî din çareser bikin. Ji ber vê yekê tercîheke bi vî rengî kirin. Garê wek cihekî ku rîsk li ser wan tune bû, didîtin. Her wiha dê ji aliyê navneteweyî ve jî rastî bertekên kêmtir bihata. Jixwe di nava serxweşiyeke serkeftina leşkerî de bûn û xwestin bêhtir propagandayê bikin û Garê kirin hedef. Ew leşker dêbianiyana Tirkiyê û dê hilbijartinên 2023'yan bi propagandayên ku dê bi rêya wan bi pêş bixin, mîsoger bikirana û muxalefeta navxweyî ya li Tirkiyê bi vî rengî bifetisandana. Hesab ev bû. AKP li Libya û Qerebaxê bi qismî bi ser ketibû û bi vê yekê jî, pê re serxweşiya ji ber serkeftinê hebû. Ji ber vê yekê bi çavgirtî êrişî Garê kir, lê bi têkçûnê bi dawî bû.
 
Dema ku behsa PKK'ê tê kirin, Tirkiye erêkirina hêzên navneteweyî ji xwe re wek garantî dibîne. Dema PKK li wir be, her kes piştgiriyê dide min; nêzîkatiyeke bi vî rengî ye. Dema ku operasyonên bi vî rengî dikin jî, ne hewce ye ku guh bidin hêzên navneteweyî, çi bibêjin jî zêde ne xema wan e. Ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê heta DYA'yê gelek welat bê deng man û bi rastî jî bi rengekî piştgirî dan operasyonê. Ez bawer nakim ku piştgiriyeke wan rasterast ji hêzên navneteweyî heye. Mîna li Lîbya û Qerebaxê. Ji ber ku Tirkiyê zêde bawerî dida xwe, bi serkeftinan serxweş bûbû. Lê encama ku wan hesab dikir, derneket.
 
‘ÊŞ Û DERD TENÊ JI BO MALBATÊN WAN LEŞKERAN ÇÊBÛN’
 
 Erdogan çiqas gihaştiye armancên xwe?
 
A rast, Tirkiyê dixwest rojeva leşkerên dîl ji holê rake. Sax an jî mirî, leşker zêde ji bo AKP'ê ne girîng bûn. Di vî warî de AKP'ê dixwest encamekê bi dest bixe. Malbat êdî ji bo wan nidûbin sergêjî. Dema leşkerek dimire, jê re 45 saniye şîn tê girtin, lê êdî ew qasî jî dirêj nake. Çû, hat girtin û mir. Piştî wê jî ne serê AKP'ê ne jî serê kesekî din diêşînin. Tenê dile malbatên wan leşkeran şewitî. AKP'ê li gorî xwe dawî li pirsgirêkê anî. Hesabê sereke yê AKP'ê ew bû ku rewşê veguherîne propagandaya hilbijartinê. Di vî warî de bi ser neket, hevsengî çep zivirîn.
 
Hem di qada navneteweyî de û hem li T irkiyê de saziyên civaka sivîl deng derxist. Di salên 2007 û 2013'an de gelek leşker û cerdevan hatin girtin û piştî muzakereyan serbest hatin berdan. Eger AKP-MHP'ê bixwesta, dikarî serbest bihatana berdan. Di vê mijarê de bangên PKK û HPG'ê hebûn. Dema ku saziyên civaka sivîl gavek biavêta, ev girtî bi saxlemî dikarîn vegerin cem malbatên xwe.
 
Tirkiye di encama polîtîkaya şîdetê ya AKP-MHP'ê de hatiye vê radeyê. Ev rewş niha li Tirkiyê di rojeva raya giştî de ye. AKP'ê ev yek dît û yekser nûçe û raporên têkildarî Garê û leşkerên dîlgirtî yên hatine kuştin, qedexe kirin.
A rast, operasyonê zerareke mezin da desthilata AKP-MHP'ê. Ev têkçûn e, bi zorê xwe ji wir derxistin. HPG'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku leşkerên Tirk di nava dorpêçê de ne. Bi gelek êrişên balafirên keşfê û dronan, karîn bi awayekî kontrolkirî wan vekişînin. Di warê leşkeri de jî derket holê ku nikarin wekî li Qerebaxê tev bigerin.
 
‘YÊN DESTEK DAN OPERASYONÊ, DIGOTIN DÊ AKP XURT BIBE’
 
Dema ku êrişên TSK'ê yên li dijî Garê, ji aliyê PKK, Tirkiyeyê û PDK'ê ve bên nirxandin, encameke çawa derdikeve holê?
 
Vê yekê ji bo Başûrê Kurdistanê encameke gelekî baş dernexist holê. Heke dewletek dikare êriş bike û bikeve xakeke din, lê rêveberiya siyasî ya ku dibêje ew hikumeta wê derê ye, bersivê nede, dê ji bo wê rêveberiyê rewşeke neyînî be. Diviyabû rêveberiya Başûr, bi taybetî PDK'ê li dijî êriş û operasyoneke bi vî rengî bi awayekî cidî nerazîbûn nîşan bida. Lê belê rewşeke berevajî vê yekê rû da. Belê, yekser tev li operasyonê nebûn. Ji ber ku piştevaniya operasyoneke bi vî rengî jî ji aliyê siyasî ve ji bo PDK'ê û rêveberiya Başûr encameke neyînî anî. Lê her kesê ku destek da vê operasyonê, digot AKP dê bi ser bikeve. Lê ne wisa bû. Ji ber vê yekê di encamê de hem bi PDK'ê hem jî bi AKP'ê da windakirin.
 
Bêguman di encama vê êrişê de herî zêde desthilata AKP-MHP'ê winda kir. Eşkere ye ku windahiyeke wan çêbûye. Ev rewş dd bidome. Lê AKP dê ew çend bi hêsanî dest ji siyaseta heyî bernede. Çawa ku DAIŞ'ê bi serjêkirinê siyaseta tirsandinê dimeşand, AKP jî bi meşandina siyaseteke li ser bingeha şîdetê û tundîxwaziyê, hewl dide desthilata xwe bidomîne. Vê siyasetê li Baxozê dawiya DAŞ'ê anî. Heta ku AKP xwe biqedîne, dê vê polîtîkayê bidomîne. Lê di vê rewşê de yên herî zêde winda kirin, gelên Tirkiyê ne. Kurd, Tirk, Ermen û gelên li Tirkiyê hemû ji ber van polîtîkayan zirar dikin. Îro 13 leşker û polîs mirin. Dibe ku sibe hinek din jî bimirin. Ne xema Erdogan û Bahçelî ye, ji ber ku tene dilê malbatan dişewite.
 
PKK bi salan e li dijî siyaseta şîdet, zext, îmha û înkarê ya dewleta Tirk û desthilata AKP-MHP'ê şerê berxwedanê dike. Van demên dawiyê bi daxuyaniyên Suleyman Soylu heta Erdogan û hemû rayedarên AKP'ê, bidawîbûna PKK'ê ragihand. Bi êrişa li Garê re jî ev kirin. Lê ew derew bû. Lewma jî êrişa Garê ji bo ku PKK hêza xwe nîşanî cîhanê û gelê Kurd bide, encameke erênî bi dest ve anî.
 
‘DEWLETA TIRK DÊ VÊ SIYASETA TUNDIYÊ BIDOMÎNE’
 
Têkildarî encama şerê li Garê, dê ji niha û pê ve berê pêşketinan bikeve kîjan alî?
 
Ne mimkun e ku tenê bi operasyona Garê ya dewleta Tirk re pêşketinên li herêmê bên nirxandin. Şerê cîhanî hê jî didome. Hê ne diyar e ku ev şerê cîhanê dê kengî û çawa biqede. Di siyaseta cîhanê û konjonktura heyî de hin dewlet û hêz diyarker in. Yek ji van jî DYA ye. Niha ne diyar e ka siyaseta nû ya Amerîkayê ya herêmê dê çi be. Bi taybet piştî operasyona Garê, di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA’yê de hate ragihandin ku tevî propagandaya Tirkiyê ew bi baldarî nêzîk dibin. Her wiha ji niha û pê ve Tirkiye dê çi qas piştgiriyê ji DYA'yê bistîne, ne diyar e.
 
Hê zû ye ku mirov tiştekî bibêje, lê ji bo Tirkiyê dibe ku mirov wisa bibêje; Tirkiye dê di vê siyaseta şîdetê de israr bike. Li Garê bi ser neket. Vê carê jî dê hewl bide li Avaşîn an jî Zapê bi ser bikeve. Hewcedariya Tirkiyê bi serkeftinekê heye. Heke rewşa heyî dewam bike, AKP dê bêhtir dengan winda bike û nerehetiya alîgirên wê dê zêdetir bibe. Ji bo sekinandina vê yekê serkeftineke sexte dixwaze. Lê zehmet e ku mirov bi vî rengî encamê bigire. Lê dîsa jî li dijî Avaşîn an jî Zapê ku li nêzî sînor in, dikare êrişeke wiha dest pê bike.
 
‘DEWLETA TIRK DIXWAZE SERKEFTINEKE ERZAN BI DEST BIXE’
 
Gefên li ser Rojava berdewam in, lê Tirkiye dê newêre êriş bike heta ku Amerîka siyaseta serdema nû li vê herêmê diyar bike. Ji bo Şengalê jî heman hewş heye. Şengal cihekî gelekî aloz e. Ne cihek e ku dewleta Tirk li gorî dilê xwe bikeviyê. Ji aliyê erdnîgarî ve ji sînoran dûr e. Bi hevkariya PDK'ê nikare xwe bigihîne Şengalê. Dixwaze hêzên hikumeta Iraqê derbas bike û bigihêje Şengalê. Divê li wir jî bi wan re şer bike. Divê Iraqê jî bi vê yekê qayîl bike. Iraq jî di nava xwe de gelek pirsgirêkên xwe hene. Ji ber vê yekê, desteka wê ya ji bo Tirkiyê dema ku bi van pirsgirêkan re tê dikoşe, wê pirsgirêkan dinçêke. Lewma tiştekî wiha naxwaze. Lê belê, ji ber ku di demeke nêz de pêwîstî bi serkeftinê heye, bi êrişa li hemberî qadên wekî Avaşîn, Zap, Xakurkê dê hewl bide serkeftineke erzan bi dest bixin.
 
‘ÊRIŞA DAGIRKERIYÊ BI ÊRIŞÊN LI SER HDP’Ê RE DEWAM DIKE’
 
 Daxuyaniya serokê giştî yê AKP'ê Erdogan a 15'ê Sibatê, ji nû ve îlan kir ku dê êrişî her derê bikin. Li gorî te dikarin êrişên dagirkeriyê yên nû pêk bînin?
 
AKP'ê tu carî dest ji êrişên dagirkeriyê berneda. Mesele ne êrişa leşkerî ye. Niha li Tirkiyê kampanyayek lînçkirinê heye. Ya ku tê lînçkirin HDP ye. Hema hema her kesê ku digirin, dixwazin bikujin. Bi navê HDP'ê de Kurd tên lînçkirin. Rewşa êrişeke topyekûn e. AKP dixwaze vê yekê bi rêyên leşkerî bidomîne. Suleyman Soylu di twîtekê de têkildarî Murat Karayilan hin tişt gotin û piştre li ser dika parlamentoyê jî got "Li ku derê em Karayilan bibînin, em ê wî bikin hezar parçe." Dewlet nikarin zimanekî wiha bi kar bînin. Zîhniyeta DAIŞ'ê ye. Bi vî rengî dixwazin hemû civaka li Tirkiyê bikişînin nava pêleke şovenîst û bi pêla lînçê li Kurdan bidin. Eger bi vî rengî dewam bikin, ev pêla şovenîst û lînçkirinê nikare pêşî lê bê girtin. Êriş hem bê çek, hem jî bi çekan dewam dikin.
 
‘DEWLETA TIRK DI POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN ÎNKAR Û ÎMHAYÊ DE ISRAR DIKE’
 
 Ev êrişên dagirkeriyê nemaze li Başûr û Rojava dê çawa bandorê li têkoşîna azadiyê ya Kurdan bikin?
 
Kurdistan kirin çar parçe û Kurd li çar dewletan parve kirin. Lê belê di nava wan de ya ku polîtîkayên herî hov ên înkar û tunekirinê pêk anîn, dewleta Tirk bû. Ya ku herî zêde siyaseta berfirehbûnê dimeşîne jî dewleta Tirk e. Êrişên dewleta Tirk ne tenê li dijî Garê, Başûr an jî PKK'ê ne, di heman demê de li dijî destkeftiyên Başûr û tevahiya gelê Kurd in. Her wiha êrişa li ser Garê wek êrişa li ser Rojava û destkeftiyên wê jî dikare bê dîtin. Ev rastiyek e ku dewleta Tirk tehemûlî tu destketiyên Kurdan nake. Ji ber vê yekê her tim êriş dike. Dixwaze Kurdan tune bike. Heke li derve derfet nedîtibe jî, dê hewl bide Kurdan li nava Tirkiyê biqedîne û îşkenceyê lê bike.
 
Ji ber vê yekê êrişên dagirkeriyê ji ber pirsgirêkeke di navbera PKK û dewleta Tirk de nîn in. Şaşiya rêveberiya Başûr jî ev e. Vê bûyerê wek pirsgirêkeke di navbera PKK û Tirkiyê de bi nav dikin. Di sala 2017'an de referandumê ev rastî eşkere kir. Çi têkiliya dewleta Tirk bi referanduma serxwebûna Kurdistanê re heye? Çima herî zêde wan bertek nîşan dan? Ji ber ku dizane ku her destkeftiyeke Kurdan dê bandorê li hemû parçeyên Kurdistanê bike. Ji bo vê jî li dijî her destkeftiyekê derdikeve. Lewma binketina dagirkeriyê li Garê, ji bo hemû Kurdan serkeftineke mezin bû.

Sernavên din

19/02/2021
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin