Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e

  • rojane
  • 15:54 18 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL – Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê têkildarî tecrîda li Îmraliyê û çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê biryara hin rêzeçalakiyan girtin. Dayikan got pêkanîna aştî bi rakirina tecrîdê mimkin e.  

 
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi armanca balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan dane destpêkirin civiyan. Civîn li eywana konferansê ya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bagcilara Stenbolê pêk hat û pankarta “Em ji komplaya navdewletî re dibêjin na” daliqandin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û xizmên girtiyan jî beşdarî civînê bûn. 
 
Hevseroka Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY DER) Esîn Çelîk bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan û got: “Em cangoriyên di greva birçîbûna 2018-2019’an bibîr tînin. Li girtîgehan her roja ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Bi yasaya înfazê ya nû re poşmaniyê li girtiyan ferz dikin. Girtiyên nexweş nayên berdan.” 
 
'DAYIL ALÎGIRÊ AŞTIYÊ NE’ 
 
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Guler Bûgdayci jî destnîşan kir ku hatina ba hev a dayikan gelek girîng e û got: “Em aştiyê diparêz in. Me pêvajoyên dijwar derbas kirin û hêj pêvajoyên dijwar li pêşiya me ne. Em hemû bedelên mezin didin. Niha ev îqtidar çav berdaye hemû destkeftiyên gelê kurd. Me wek dayikan tu demê negot ‘tolhildan.’ Bila her kes baş dizanibe dayik her tim li cem atiyê cih girtin û wê her cih bigirin jî.” 
 
‘HÊSIRÊN ÇAVAN YEK IN’ 
 
Guler anî ziman ku ew ji ber operasyona li Garê pêk hat gelek xemgîn in û got: “Zarokên kurd û tirkan bi zanebûn tên kuştin. Em ji dayikên tirk jî fêm dikin. Hêsirên çavê dayikan yek in. Em siyasetê nakin. Em ji bo aştiyek bi rûmet û mayînde têdikoşin. Em ê ji bo çi bikin nîqaşan bikin.” 
 
BANG LI DAYIKÊN PÊŞBERÎ HDP’Ê KIR 
 
Berdevka Dayikên Aştiyê Behiya Gokgoz jî bal kişand ser gotinên şer ê Serokkomar Erdogan û wiha got: “Em ji bo wan leşekran çûn Neteweyên Yekbûyî. Em bi saetan rûniştin û me xwest şer were qedandin. Ji me re gotin biçin çi ji destê me were em ê bikin. Nexwê armanca wan ne dawîanîna vî şerê qirêj bû. Dinyayê çavê xwe ji me re girtiye. Çareserî em in. Bila ew dayikên li pêşberî avahiya HDP’ê rûniştine werin cem me û li gel me têbikoşin. Pergal wan li dijî têkoşîna aştiyê ya dayikan bikar tîne. Zimanê tê bikaranîn ne zimanê aştiyê ye. Bi wî zimanî aştî nayê. Bi hêrs û tolhildanê tu iştek nayê. Bila dayikên li pêşberî HDP’ê rabin em dizanin em ê biçin ku. Bila werin em bi hev re biçin Neteweyên Yekbûyî.” 
 
Gokgaz bal kişand tecrîda li ser Ocalan jî û got heke tecrîd were rakirin dê aştî jî were. 
 
‘HÊZA ÇARESERIYÊ OCALAN E’ 
 
Pişt re dayikên beşdarî civînê bûn axivîn û ji bo têkoşînek divê çawa were birêvebirin pêniyazên xwe kirin û ew wek hêza çareseriyê Ocalan dibînin û divê li dijî tecrîda li ser wî li qadan têkoşîn were dayîn. Dayikan got li gel zextan jî divê têkoşîna aştiyê were mezinkirin. 
 
Pişt re pêşniyaz hatin nirxandin û biryara di rojên pêşiya me de wê dayik wek şandeyekê bi nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnasan re hevdîtinan bikin û hevdîtinên dîplomasiyê jî werin kirin. Dayikan got ew ê di rojên pêş de dest bi hevdîtina bikin. 
 
Civîn bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

19/02/2021
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin