Komeleya Lekolînên Kurdî : Li dijî polîtikayên qirkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin

  • rojane
  • 14:38 19 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî, derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyanî da û bal kişand ser polîtîkayên tunekirina zimanê kurdî û banga xewdî derketina ziman kir.

Komeleya Lêkolînên Kurdî, derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da. Civîn li avahiya komeleyê ya li navçeya Fatîha Stenbolê hat lidarxistin û rêveber û mamosteyên komeleyê beşdar bûn. 
 
LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN
 
Di civînê de ewil Hevserokê komaleyê Eyyup Sûbaşi axivî û bal kişand ser giringîya zimanê dayikê û wiha got: “Ev sed sal e li ser zimanê kurdî polîtîqayên qirkirinê pêk tên û ew polîtîka hîn jî berdewam in. Zimanê dayîk hefizaya civakan e. Bi polîtîkayên qirkirinê tê xwestin kû ew hafıza bê tûnekirin. Her wiha dixwazin zimanê kurdî û girêdayî li ser navê kurdî çi hebe bê tunekirin. Ez bang dikim ku gelê me li her her dera jiyanê li zimanê xwe xwedî derkeve û biaxivin." 
 
PERWERDEHIYA BI ZIMAN BINGEHA HÎNBÛNÊ YE
 
Endama rêveberîyê û mamosteya komeleyê Aysel Tabak jî li ser navê komaleyê daxuyaniya bi zaravayî kurmancî da û bal kişand ser girîngiya rojê û wiha got: "69 sal berî niha di 21'ê Sibatê de ciwanên bengalî ji bo hewla qirkirina li ser zimanê xwe daketin qadan û gelek ji wan ciwanan ji ber ku daxwaza mafê xwe yê zimanî kirin, hatin qetilkirin. Lewma jî Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî di Mijdara 1999'an de 21'ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ragihand û Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî bi kêfxweşî pêşwazî li vê biryarê kir."
 
Tabak axaftina xwe wiha domand: "Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di biryara xwe ya jimare A/RES/61/266 de bang li dewletên endam dike ku 'Piştgirîya hiştin û parastina hemû zimanan bikin ku ji hêla gelên cîhanê ve tên bikaranîn'. Her wiha daxuyanîya ku UNESCO'yê îsal ji bo 21'ê Sibatê belav kiriye, tê de hatiye gotin ku 'Perwerdeya li ser zimanê yekem yan li ser zimanê dayikê divê ji salên zû dest pê bike. Çinkû mezinkirina zarokan û perwerde bingeha hînbûnê ye."
 
LI SER ZIMANÊ KURDÎ POLÎTÎKAYÊN TUNEKIRINÊ
 
Tabak anî ziman ku bi avabûna Komara Tirkîyeyê re hewlên qirkirina fîzîkî û zimanî li ser gelên ku li Tirkîye û bakurê Kurdistanê dijîn, dest pê kiriye û tevî komkujiyên ku desthilatdarên Tirkiyeyê li ser gelê kurd û gelên din çêkirin, nekarîn gelê kurd û gelên din ji hêla fîzîkî ve ji holê rakin.
 
Tabak destnîşan kir ku, desthilatdarên Tirkiyeyê hewlên xwe yên qirkirina zimanî û çandî xurttir kirine û her wiha îro ji ber van polîtîkayên qirkirinê ji bilî zimanê kurdî zimanên din ên netirkî hatine astekê ku dikin biqelin.
 
'BILA BERSIVA KURDAN PARASTIN BE'
 
Tabak destnîşan kir ku ji ber nekarîn zimanê Kurdî tine bikîn bi polîtîkayên taybet kurdî kirine hedef û wiha berdewam kir: "Di çarçoveya vê qirkirina zimanî de desthilatdarên Tirkiyeyê her roj êrişî zimanê kurdî dikin û dixwazin wisa bikin ku kurdî di qada giştî de neyê axaftin, dixwazin kurdî bixin nav çar dîwarên malê û di wir de derbeya xwe ya dawî li kurdî bidin û bi vî awayî zimanê kurdî jî qir bikin. Peyman, girêbest û dokumantên navneteweyî polîtîkayên bi vî rengî wek qirkirina çandî bi nav dikin û di wan belgeyan de tê gotin ku qirkirina çandî cureyekî din ê qirkirinê ye. Ji ber vê yekê jî îro peywireke exlaqî, mirovî û welatperweriyê ye ku em nehêlin ev qirkirina çandî bi ser bikeve. Pêwîst e her kurdek îro vê pirsê ji xwe bike: 'Gelo em dixwazin ev qirkirina çandî ya dijmirov û dijkurd bigihîje armanca xwe ya qirêj'. Bersiva hemû kurdan bêguman ‘Na’ ye. Lewma jî ji bo ku em zimanê xwe ji vê qirkirinê rizgar bikin, divê em wek gelê kurd bibin yek û bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivîsin û hînî zarokên xwe bikin. Eksa vê yekê xizmetkirin e ji qirkirina zimanî re.”
 
BANGA BIDAWÎKIRINA POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ
 
Tabak axavtina xe bi van gotinan qedand: “Bi boneya vê rojê em wan hemû ciwanên bengalî û qurbanîyên rêya zimanê kurdî û zimanên din ên cîhanî bi rêzdarî bi bîr tînin û soza berdewamî û serxistina rêya wan dubare dikin û em li vir careke din bangewazîyê li desthilatdarên Tirkiyeyê dikin ku dest ji van polîtîkayên qirkirinê berdin.”
 
Piştî Tabak, mamoste û rêveberê komeleyê Sîpan Haco ji daxuyanîyê bi zaravayê zazakî xwend. Pişti daxuyaniyan beşdar li çepikan dan û dawî li civîna xwe anîn. 
 
 
 
 

Sernavên din

22/02/2021
15:52 Li Edeneyê starta kampanya “Ji bo jinan edalet” hat dayîn
15:39 Komeleya Jinan a Starê: Bêcezakirin kujeran wêrek dike
15:38 Xwendekaran li dijî qeyûman kampanya dan destpêkirin
15:29 Li Dêrazorê jinek bi îşeknceyê hat qetilkirin
15:12 HDP’a Cizîrê dersa kurdî da
14:39 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Jiyan Taş birî
14:34 Ji Taşdemîr ji bo Soylû: Dîmen li ku derê ne?
14:33 TJA, di 26 Sibatê de dest bi xebatên 8'ê Adarê dike
14:07 Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin
14:00 Faîlê tundiyê piştî 6 rojan hat girtin
13:46 Ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn birîn
13:45 Gergerlîoglu: Ez serî natewînim
13:30 Li Pendîkê jinek hat qetilkirin
13:07 Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê
12:52 Derbarê lêpirsîna rojnamevan Altay de biryara dozvenekirinê
12:32 DÎB: Divê ji bo Garê lêpirsîn were destpêkirin
12:23 Faîlê destdirêjkar ji binpêkirinê hat girtin
12:14 Bûldan: Divê Deriyê Sînor ê Kapikoyê li tavilê were vekirin
10:52 Dîmenên şikefta li Garê hatin weşandin
10:40 Li Farqînê 21’ê Sibatê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
09:46 Li Mêrdînê qedexeya derketina derve
09:05 Mexdûrên erdhejê: Dewletê alîkarî nekir
09:05 Dayikên Aştiyê banga xwedî derketina greva birçîbûnê kirin
09:05 Hunermend piştgiriyê didin Bogazîçiyê: Heta ku derê tirs û bindestî?
09:05 Jinên ji bo zimanên xwe têdikoşin: Ji bo parastina zimanan em hatine ba hev
09:00 ROJEVA 22'YÊ 2021'AN
07:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 88'emîn de didome
21/02/2021
20:36 77 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:53 Zarokê 17 salî Kadir Akar li girtîgehê darvekirî hat dîtin
Parêzer: Ev zarok 17 salî bû, ne kesê xwe darve bike ye
15:13 Li naverasta kolanê tundiya polîsan!
14:35 Şandeya Şengalê serdana Tevgera Goran kir
14:25 Karkerên înşatê li dijî bişaftinê ziman diparêzin
13:57 CHP: Îqtîdar dîsa li Torosên Spî xwedî derdikeve
12:37 Malên Gel xelat da ajansa me
12:01 DEMDER: Qirkirina ziman sûcê mirovahiyê ye
12:00 Ji bo kurdî kampanya îmzeyan didin destpekirin
11:29 Atabey: Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî pêdiviyek bingehîn e
11:04 Wezîran 12 hezar û 627 pêşniyarname bê bersîv hiştin
10:37 Soylû wê kir armanc, serdozgeriyê jî lêpirsîn da destpêkirin
10:10 'Gora Cemîl hêj vekirî ye'
10:09 Ji bo xezîneyê tirbeya 700 salî hat rûxandin
09:48 'Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikare pirsgirêka kurd çareser bike'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 87'emîn de didome
09:31 Farqînî: Ziman gava neyê axaftin winda dibe kor dibe
09:06 Walîtiya Mêrdînê çalakî û şahî qedexe kirin
09:04 ‘Tiştên li Bogazîçiyê û tiştên li Colemêrgê qewimîn girêdayî hev in'
09:04 Pirsgirêka sereke ya penaberan ziman e
09:03 Ji ber heman çalakiyê derbarê 7 kesan de îdianame, derbarê 3 kesan de biryara neşopandinê
09:03 ‘Heger zimanê me bê jibîrkirin em ê nemînin'
09:03 Derba kuştinê lêxist, lê hat berdan
09:02 Bi hinceta 'mesafeya fîzîkî' 296 hezar TL ceza birîn
09:02 Ocalan: Asta pêşketina ziman asta pêşketina jiyanê ye
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2021'AN
20/02/2021
22:18 Li Hezexê kesek hat kuştin
21:13 Li Tirkiyeyê 80 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:09 Ji Gunay bersiva Ozhasekî: Hûn ê biçin
15:35 Walitiya Êlihê daxwaza edaletê wekî “navtêdanê” dît
15:33 Bersiva pêşnûmepirsa Komkujiya Parîsê: Wezaret berpirsyar e
15:30 Bav û kur dawî li jiyana xwe anîn
15:15 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 65 salî Altinmakas
14:15 'Girtiyê nexweş Îpek serbest berdin'
14:07 Dayikên Şemiyê: Ez bûm hestera gora kurê xwe
14:06 Wezîrê Tenduristiyê: Pêvajoya asayîbûnê wê di 1’ê adarê de dest pê bike
13:03 HDP’ê dest bi perwerdehiya kurdî ya navxweyî dike
12:43 Xizmên Windayan: Faîlê Mahmut Kaya bibînin
11:44 Mûzîk ji bo pêşxistina ziman û çandê pirek e
11:00 ‘Ji bo aştiyê perwerdeya zimanê zikmakî girîng e’
09:59 Rêyên ku qeyûm peznê wan dide tev herî ne
09:49 Samî Tan: Duzimanîbûna çapemeniya kurd dibe sedema lewazbûna zimanê kurdî
09:44 Gund 3 meh in bê av e: Trîlyonek tl heqê avê dixwazin
09:38 Çalakiya greva birçîbûnê koma 18’emîn dewr girt
09:19 Wardozê 'Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî - Roja Nû' çap kir
09:15 'Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife'
09:14 'Mirina biguman tune ye, dewlet ser wê dinixumîne'
09:14 ‘Ocalan hêvî ye, ji bo hemû gelên azadîxwaz'
09:13 'Divê her kes mamosteyê li dijî asîmlasiyonê be'
09:12 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tazmînatê nade
09:11 Xwendekar: Berxwedana Bogazîçiyê destpêkek e
09:11 Ciwan derî bi derî li kar digerin
09:10 Girtî Akkûrt: Em ê di greva cara 5'a de jî bi ser bikevin
09:09 Ji ber heman parvekirinê 2 îdianame
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê
19/02/2021
19:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 903
18:23 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
16:45 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin dê edaleta mêran darizîne
16:44 Derbarê 9 parlamenterên HDP'ê de fezlekeya Kobanê
16:32 Dadgeha Bilind cezayê Gergerlîoglû erê kir
15:51 Giliya li dijî revandina mirovan: Em ê bêdeng nebin
15:43 Komelaya Ziman û Çandê: Tunekirina ziman kêrî kesî nayê
15:43 Saziyên ziman û wêjeyê: Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe li ber xwe bidin
15:12 Li Amedê xebatkarekî tenduristiyê ji vîrusa korona jiyana xwe ji dest da
15:01 Bûldan: Dengên wan kêm dibin lewma êrişî me dikin
14:53 Hem lê dan û hem lêpirsîn vekirin
14:38 Komeleya Lekolînên Kurdî : Li dijî polîtikayên qirkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin
13:58 Xwendekaran banga îstîfayê li Melîh Bûlû kir
13:50 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya edaletê kir
13:46 Beştaş, mînakên lêgerîna tazî ji Zengîn re rêz kir
13:33 Walitiya Colemêrgê jî qedexeya xwe nas nekir
12:56 23 sal ceza li cerdevanê îstîsmarkar hat birîn
12:43 Gunay: Erdogan û şirîkên xwe meseleya Garê îstîsmar dikin