'Mirina biguman tune ye, dewlet ser wê dinixumîne'

  • rojane
  • 09:14 20 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Jinan bal kişandin ser kuştina jinan û 'mirinên biguman' û gotin: "Mirina biguman tune ye. A ku ser wê dinixumîne, dewlet e." 

Her diçe tahdeya li jinê tê kirin û kuştina jinan zêde dibe. Li gor rapora Çileya 2021'ê ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) 23 jin hatine kuştin û 14 jê jî bi awayekî 'guman' jiyana xwe ji dest dane. 
 
Siyasetmedarên jin, bal kişandin ser tahdeya li jinan tê kirin, kuştin, êrîşên cinsî û 'mirinên biguman'.  Endama Partiya Şoreşger Beyza Çapar, anî ziman ku jin li hemû qadan bi tahdeya mêran re rû bi rû dimînin. Çapar, bilêv kir ku jin ji xeynî tahdeya fizîkî, bi tahdeya derûnî, zayendî û hestî re jî rû bi rû dimînin. 
 
JIN LI QADAN IN 
 
Çapar, destnîşan kir ku jin li dijî tahdeya derûnî û fizîkî li qadan li cem hev in û got: "Em, ji bo ku mafê xwe yê jiyanê biparêzin dadikevin qadan. Ji bo em dozên derbarê xwişkên xwe yên tên kuştin de bişopînin, ji bo kiryar bê ceza nemînin em ber edlieyayn û eywanên dadgehan tije dikin." 
 
PEYMANA STENBOLÊ 
 
Çapar, bilêv kir ku destkeftiyên jinan ên bi têkoşîneke dûr û dirêj hene û got: "Dewleta mêrî qanûna 6284'an pêk nayne û dixwaze Peymana Stenbolê betal bike. Di dema pandemiyê de kujerên jinan berdan. i vî awayî pêşî li ber komkujiyê vedike. Ji dêvla ku ser tahdeya mêran bê nixumandin, darazeke adil û cezakirina kiryaran divê. Ne pêkanînên lezgîn ên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê, Peymana Stenbolê jiyanê rizgar dike."
 
MÊR DIKUJE, DEWLET DIPARÊZE 
 
Jina anarşîst Şeyma Çopûr jî bal kişand ser lêpirsînên piştî mirinên biguman û diyar kir ku ev lêprisîn bi awayekî baş nayên kirin û ji bo ser bûyerê bê girtin tên kirin. Çopûr got: "Cinayeteke biguman an jî kiryar nediyar tune ye. A ku ser cinayetê dinixumîne dewlet e." 
 
Çopûr got: "Rastiyek heye; wekî kuştina Şûle Çetê. Em baş dizanin heger gelek jinan ev bûyer neşopanda, ê dewlet hîn di dema lêpirsînê de ser bûyerê bigirta. A din jî bûyera Îpek Erê ye. Awayê mirina wê xwekuştin e, lê belê yê ku bû sebeba vê întiharê tahdeya mêr e. Dewlet dixwaze bi temamî ser vê bûyerê binixumîne. Dewlet, ser kuştina jinekê dinixumîne û kujer diparêze." 
 
Çopûr, bilêv kir ku piraniya jinên ku xwe dikujin, ji ber tahdeya mêr xwe dikujin û wezaret jî van jinan ji nedîtî ev tê û dibêje, "her xwekuştin ne cinayeta jinê ye" û vê rastiyê înkar dike. 
 
DEWLET Û EDALET 
 
Jina anarşîst Meltem Çûhadar jî diyar kir ku li dijî tahdeya rêxistinbûyî ya mêran, divê jin bi hev re bitêkoşin û got: "Mêrên tacizkar, tecawizkar û kujer an bêyî ku bên darizandin tên berdan an jî cezayê wan tê kêmkirin. Lê belê em baş dizanin ku dê dewlet edaletê pêk neyne. Lewma em bawer nakin ku dê mirinên biguman ên jinan bişopîne. Dewlet kiryarên tahdeyê diparêze." 
 
‘EM Ê BI TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ BI SER BIKEVIN'
 
Çûhadar, anî ziman ku jin li seranserê cîhanê li dijî tahde, tecawiz û kuştinê dengê xwe bilind dikin û got: "Lê divê jin li dijî van zext û zoriyan hîn bêtir xwe birêxistin bikin û komele bên avakirin. Ji lewra em ê bi têkoşîneke rêxistinbûyî bi ser bikevin." 

Sernavên din

22/02/2021
15:52 Li Edeneyê starta kampanya “Ji bo jinan edalet” hat dayîn
15:39 Komeleya Jinan a Starê: Bêcezakirin kujeran wêrek dike
15:38 Xwendekaran li dijî qeyûman kampanya dan destpêkirin
15:29 Li Dêrazorê jinek bi îşeknceyê hat qetilkirin
15:12 HDP’a Cizîrê dersa kurdî da
14:39 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Jiyan Taş birî
14:34 Ji Taşdemîr ji bo Soylû: Dîmen li ku derê ne?
14:33 TJA, di 26 Sibatê de dest bi xebatên 8'ê Adarê dike
14:07 Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin
14:00 Faîlê tundiyê piştî 6 rojan hat girtin
13:46 Ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn birîn
13:45 Gergerlîoglu: Ez serî natewînim
13:30 Li Pendîkê jinek hat qetilkirin
13:07 Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê
12:52 Derbarê lêpirsîna rojnamevan Altay de biryara dozvenekirinê
12:32 DÎB: Divê ji bo Garê lêpirsîn were destpêkirin
12:23 Faîlê destdirêjkar ji binpêkirinê hat girtin
12:14 Bûldan: Divê Deriyê Sînor ê Kapikoyê li tavilê were vekirin
10:52 Dîmenên şikefta li Garê hatin weşandin
10:40 Li Farqînê 21’ê Sibatê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
09:46 Li Mêrdînê qedexeya derketina derve
09:05 Mexdûrên erdhejê: Dewletê alîkarî nekir
09:05 Dayikên Aştiyê banga xwedî derketina greva birçîbûnê kirin
09:05 Hunermend piştgiriyê didin Bogazîçiyê: Heta ku derê tirs û bindestî?
09:05 Jinên ji bo zimanên xwe têdikoşin: Ji bo parastina zimanan em hatine ba hev
09:00 ROJEVA 22'YÊ 2021'AN
07:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 88'emîn de didome
21/02/2021
20:36 77 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:53 Zarokê 17 salî Kadir Akar li girtîgehê darvekirî hat dîtin
Parêzer: Ev zarok 17 salî bû, ne kesê xwe darve bike ye
15:13 Li naverasta kolanê tundiya polîsan!
14:35 Şandeya Şengalê serdana Tevgera Goran kir
14:25 Karkerên înşatê li dijî bişaftinê ziman diparêzin
13:57 CHP: Îqtîdar dîsa li Torosên Spî xwedî derdikeve
12:37 Malên Gel xelat da ajansa me
12:01 DEMDER: Qirkirina ziman sûcê mirovahiyê ye
12:00 Ji bo kurdî kampanya îmzeyan didin destpekirin
11:29 Atabey: Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî pêdiviyek bingehîn e
11:04 Wezîran 12 hezar û 627 pêşniyarname bê bersîv hiştin
10:37 Soylû wê kir armanc, serdozgeriyê jî lêpirsîn da destpêkirin
10:10 'Gora Cemîl hêj vekirî ye'
10:09 Ji bo xezîneyê tirbeya 700 salî hat rûxandin
09:48 'Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikare pirsgirêka kurd çareser bike'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 87'emîn de didome
09:31 Farqînî: Ziman gava neyê axaftin winda dibe kor dibe
09:06 Walîtiya Mêrdînê çalakî û şahî qedexe kirin
09:04 ‘Tiştên li Bogazîçiyê û tiştên li Colemêrgê qewimîn girêdayî hev in'
09:04 Pirsgirêka sereke ya penaberan ziman e
09:03 Ji ber heman çalakiyê derbarê 7 kesan de îdianame, derbarê 3 kesan de biryara neşopandinê
09:03 ‘Heger zimanê me bê jibîrkirin em ê nemînin'
09:03 Derba kuştinê lêxist, lê hat berdan
09:02 Bi hinceta 'mesafeya fîzîkî' 296 hezar TL ceza birîn
09:02 Ocalan: Asta pêşketina ziman asta pêşketina jiyanê ye
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2021'AN
20/02/2021
22:18 Li Hezexê kesek hat kuştin
21:13 Li Tirkiyeyê 80 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:09 Ji Gunay bersiva Ozhasekî: Hûn ê biçin
15:35 Walitiya Êlihê daxwaza edaletê wekî “navtêdanê” dît
15:33 Bersiva pêşnûmepirsa Komkujiya Parîsê: Wezaret berpirsyar e
15:30 Bav û kur dawî li jiyana xwe anîn
15:15 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 65 salî Altinmakas
14:15 'Girtiyê nexweş Îpek serbest berdin'
14:07 Dayikên Şemiyê: Ez bûm hestera gora kurê xwe
14:06 Wezîrê Tenduristiyê: Pêvajoya asayîbûnê wê di 1’ê adarê de dest pê bike
13:03 HDP’ê dest bi perwerdehiya kurdî ya navxweyî dike
12:43 Xizmên Windayan: Faîlê Mahmut Kaya bibînin
11:44 Mûzîk ji bo pêşxistina ziman û çandê pirek e
11:00 ‘Ji bo aştiyê perwerdeya zimanê zikmakî girîng e’
09:59 Rêyên ku qeyûm peznê wan dide tev herî ne
09:49 Samî Tan: Duzimanîbûna çapemeniya kurd dibe sedema lewazbûna zimanê kurdî
09:44 Gund 3 meh in bê av e: Trîlyonek tl heqê avê dixwazin
09:38 Çalakiya greva birçîbûnê koma 18’emîn dewr girt
09:19 Wardozê 'Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî - Roja Nû' çap kir
09:15 'Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife'
09:14 'Mirina biguman tune ye, dewlet ser wê dinixumîne'
09:14 ‘Ocalan hêvî ye, ji bo hemû gelên azadîxwaz'
09:13 'Divê her kes mamosteyê li dijî asîmlasiyonê be'
09:12 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tazmînatê nade
09:11 Xwendekar: Berxwedana Bogazîçiyê destpêkek e
09:11 Ciwan derî bi derî li kar digerin
09:10 Girtî Akkûrt: Em ê di greva cara 5'a de jî bi ser bikevin
09:09 Ji ber heman parvekirinê 2 îdianame
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê
19/02/2021
19:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 903
18:23 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
16:45 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin dê edaleta mêran darizîne
16:44 Derbarê 9 parlamenterên HDP'ê de fezlekeya Kobanê
16:32 Dadgeha Bilind cezayê Gergerlîoglû erê kir
15:51 Giliya li dijî revandina mirovan: Em ê bêdeng nebin
15:43 Komelaya Ziman û Çandê: Tunekirina ziman kêrî kesî nayê
15:43 Saziyên ziman û wêjeyê: Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe li ber xwe bidin
15:12 Li Amedê xebatkarekî tenduristiyê ji vîrusa korona jiyana xwe ji dest da
15:01 Bûldan: Dengên wan kêm dibin lewma êrişî me dikin
14:53 Hem lê dan û hem lêpirsîn vekirin
14:38 Komeleya Lekolînên Kurdî : Li dijî polîtikayên qirkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin
13:58 Xwendekaran banga îstîfayê li Melîh Bûlû kir
13:50 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya edaletê kir
13:46 Beştaş, mînakên lêgerîna tazî ji Zengîn re rêz kir
13:33 Walitiya Colemêrgê jî qedexeya xwe nas nekir
12:56 23 sal ceza li cerdevanê îstîsmarkar hat birîn
12:43 Gunay: Erdogan û şirîkên xwe meseleya Garê îstîsmar dikin