ŞIRNEX - Li gundê Bafê welatiyê bi navê Hasan Yencer hatibû kuştin. Kujerê Yencer hat girtin.
Di 20'ê Sibatê de li gundê Bafê yê navçeya Hezex a Şirnexê, kesê bi navê Mehmet Şîrîn Sagman, bi çekê avêtibû ser mala gundiyê bi navê Hasan Yencer û ew kuştibû û reviyabû. Lê belê hat hînbûn ku cendirmeyan Mehmet Şîrîn Sagman zevt kiriye.