Partiyên siyasî ji bo kampanyaya ziman bang kirin

img

AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, diyar kir ku dê di Newroza Amed, Mêrdîn û Wanê de ji bo kampanyaya zimanê kurdî îmzeyan berhev bikin û Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA'yê Ahmet Kaya jî destnîşan kir ku dê xebata ji bo ziman yekîtiya neteweyî xurttir dike.

Komîsyona Ziman a 21'ê Sibatê ya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî, di 22'yê Sibatê de ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerehiyê û zimanê fermî li ser înternetê kampanyaya îmzeyê dabû destpêkirin. Heya niha bi awayekî onlayn nêzî 13 hezar îmze hatine berhevkirin. 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek ku di nav Komîsyona Ziman a 21'ê Sibatê de cih digirin, xebatên derbarê kampanyaya îmzeyê de nirxandin. 
 
‘WÊNEYÊ KURDISTANÊ' 
 
Çîftyurek, anî ziman ku ew Platforma Zimanê Kurdî ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî xebateke dûr û dirêj dane destpêkirin û ji bo vê kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin. Çîftyurek, destnîşan kir ku di çarçoveya vê xebatê de heya niha serdana gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kirine. Çîftyurek, kombûna van sazî û partiyan a di bin banê Komîsyona Ziman a 21'ê Sibatê de wekî "wêneyê Kurdistanê" nirxand û destnîşan kir ku ev bûye cihê kelecaneke mezin û got: "Divê ev heycan neqede." 
 
‘ZIMAN EM ANÎN CEM HEV DU' 
 
Çîftyurek got: "Heger partî û sazî ji bo ziman li hev kom bûbin, ev dê bi xwe re tifaqa yekîtiya neteweyî jî xurt bike. Ziman, ev partî hemû anîn cem hev du. Heger em bi hev re tevbigerin, zû an dereng em ê yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bikin. Kurd hemû dibêjin, 'bibin yek.' Ev peyam e, ji bo me." 
 
‘Ê HUNERMEND VÎDEOYAN PARVE BIKIN' 
 
Çîftyurek, anî ziman ku Komîsyona 21'ê Sibatê çend roj berê li hev kom bûye û hin biryar girtine. Çîftyurek, da zanîn ku dê di Newroza Amed, Mêrdîn û Wanê de îmzeyan berhev bikin û got: "Hunermendên navdar ên kurd, ê ji bo ziman vîdeoyan parve bikin. Ê bibêjin ku gelê kurd xwedî li zimanê xwe derdikeve. Me partiyên siyasî, formên îmzeyan şand hemû bajaran. Em ê di Newroza Amed, Wan û Mêrdînê de îmzeyan berhev bikin." 
 
‘ZIMAN DI SER SIYASETÊ RE YE' 
 
Cîgirê Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Ahmet Kaya jî diyar kir ku pir kêfxweş bûne ku partiyên siyasî yên kurdî ji bo ziman haine cem hev du. Kaya, bilêv kir ku di nav civakê de her diçe axaftina bi kurdî kêm dibe, lewma bi vê kampanyayê armanca wan ew e ku kurdî li hemû qadên jiyanê bê axaftin. Kaya, destnîşan kir ku kurdî zimanekî pir dewlemend e û divê bibe zimanê perwerdehiyê. Kaya got: "Ziman, ji bo me pir girîng e. Divê nebe malzemeyek siyasetê. Divê partiyên siyasî hemû bi hev re tevbigerin. Heger ziman ji dest me biçe, ê hemû tiştên derbarê Kurdistanê de pûç bibin. Lewma, ji bo gel ziman di rêza ewil de ye. Heger ziman biçe, gel jî namîne." 
 
‘EM KAMPANYAYÊ ÎMZE BIKIN' 
 
Kaya, bilêv kir ku di qeydên meclîsê de kurdî wekî zimanekî nayê zanîn tê lansekirin, lewma divê her kes pêşî li ber vê rabe û got: "Gava civak nerazîbûna xwe nîşan nede, wekî ku ev yek qebûl kiribe. Lê gava nerazîbûna xwe bîne ziman, ê liberrabûn derkeve holê. Gelek xebat tên kirin, kampanya tên kirin. Heger kurd vê daxwazê bi awayekî xurt bînin ziman, ê di pêş de ev ziman wekî zimanekî taybet bê qebûlkirin. Daxwaza herî rewa ya kurda ye. Em çi qasî xurt bikin, wê destê me ew qasî xurt bibe. Pêşî divê em di vî warî de xurt bin. Heger em li mala xwe, li baxçeyê xwe, li kargehên xwe bi kurdî biaxivin, em ê bi tu qedexeyan re rû bi rû nemînin. Çend roj berê me sredana du partiyên kurdî kirin. Ê di pêş de encamên xwe derkevin holê. Beşdarî kampanyaya îmzeyan bibin. Ev ê hem ji bo kesên di vî warî de dixebitin bibe moralek xweş, hem jî em bi vî awayî hesasiyeta xwe ya ji bo zimên bidin der." 

Sernavên din

11/03/2021
13:54 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anîn
13:42 Nûnerên Êzîdiyan bi rayedarên Iraqê re civiyan
13:27 Dozger xwest Hevşaredara Erdîşê were cezakirin
13:13 Daxwaza rawestandina darizandina Parlamenter Kaya nehat qebûlkirin
13:13 Jinên binçavkirî birin edliyê: Hilavêtin sûc hat hesibandin
13:06 Dozger xwest rojnamevan Boltan were cezakirin
12:53 Li Cizîrê di nav çend deqeyan de qamyonetek xasên bêheq xelas bû
12:53 TEV-DEM: Serhildana Qamişlo fikrên Baasê yên nijadperest aşkere kir
12:36 HDP bi nivîskar û rojnamevanan re civiya
12:26 Tanrikûlû ji bo rojnamegerên êriş li wan tê kirin daxwaza lêkolîna meclisê kir
12:05 Jinên Şengalî dixwazin astengiyan derbas bikin: Jinek birîndar bû
11:57 Polîsan li Riha û Meletiyê 5 kes binçav kirin
11:50 Di doza KCD’ê de şertê kontrola edlî ya 28 kesan rabû
11:44 Hêzên Iraqê nahêlin êzidî bimeşin
11:36 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Ji bo Komkujiya Gaziyê 26 sal in têkoşîna edaletê didome
10:52 Kovara Dilopê 3 sal li pey xwe hişt
10:46 Jinên ku hatibûn binçavkirin wê derxin edliyeyê
10:11 Malbata Şenyaşar edaletê dixwaze
Yên sûc kirine serbest digerin
10:02 Ji bo xwedî li cenazeyê keça xwe derket tê darizandin
09:57 Şîlan Elmas Kan: Bi KADES'ê Kurdî tune tê hesibandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê 105 roj in berdewam dike
09:00 Derbarê 27 esnafên kurd de îdianame hat amadekirin
09:00 TÛHAY-DER: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
09:00 Li dijî qedexeya hezar û 571 rojî serî li dadgehê da
09:00 Ji bo ku qada hêşîn ji înşatê re veke 'mizgeft' kir amûr
09:00 432 roj derbas bûn, hê jî Dokû nehatiye dîtin: Dozgerî, 'em lêdikolin'
09:00 Li 17 navçeyên Amedê kampanyaya 'Destpêkê Edalet'
09:00 Partiyên siyasî ji bo kampanyaya ziman bang kirin
09:00 Ji bo nûçeyê çû Sêwregê, lê 27 sal in venegeriyaye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2021'AN
10/03/2021
21:36 67 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 Cenazeyê Sozdar Aslanê piştî 17 mehan hat definkirin
19:37 Rojnamevan Guzupek hat berdan
17:09 2 sal û 3 meh ceza li Hevşaredara Gimgimê hat birîn
16:58 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
16:47 Hefsa malê ya Hevşaredarê Bêgiriyê hat rakirin
16:35 Dadgehê doza komkujiya 10'ê Cotmehê taloq kir
Malbatên kuştiyan: Em ê her tim edaletê bixwazin
16:27 Jinên HDP’yî tacîzê teşhîr kirin
16:26 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anî
15:59 Dê giliyê serdegirtin û îşkenceyê bikin
15:57 Şandeya HDP’ê serdana esnaf û cotkaran kir
15:46 Doza bobelata keştiyê hat taloqkirin
15:46 Rojnamevan Guzupek hat binçavkirin
14:57 Li Girtîgeha Metrîsê êriş li girtiyê nexweş hat kirin
14:44 Tosûn: Pêwîste em ji tecrîd û greva birçîbûnê re bêdeng nemînin
13:44 Di danişîna Komkujiya Enqereyê de serokê dadgehê eywan terk kir
13:27 Kelepçe şikandin: Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste
13:24 Koordînasyona Greva Birçîbûnê: Ji bo rakirina tecrîdê gav biavêjin
12:49 Seroka 10 Ekîm-Der'ê: 5.5 sal in hêj kujer nehatine girtin
12:18 Doza faciaya keştiyê dest pê kir: Zenkirine turîstên penaberin!
12:05 Li Mêrsînê ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ dest pê kirin
11:51 Endamê HDP’ê Masyan hat binçavkirin
11:37 Li Sasonê serwîsa dibistanê qelibî: 2 mirî, 24 birîndar
11:37 Endamê Unite The Union Burke: Bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdê rûreşî ye
11:34 Li du bajaran tundiya zilam: Mirina biguman, êriş û îşkence
10:54 Malbata Şenyaşar a daxwaza ‘edaletê’ dike cardin di nobetê de ye
10:22 Li kontrola leşkerî du caran bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:05 Rê ji kort û koncalan, perav ji çopan xalî nabe
09:38 Li diyarê findiqan Gîresûnê HES robaran ziwa dikin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê 104 roj in berdewam dike
09:03 Dayika Aştiyê Kaygûsûz sal û nîveke girtî ye
09:01 Eleqeya ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo kurdî: 12 hezar û 500 îmze
09:00 'Bi şikandina tecrîdê re yê mirovahî bi ser bikeve'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2021'AN
09/03/2021
16:33 Qeyûm hevserokên Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê îxrac kirin
16:15 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:13 Ji endama MEBYA-DER’ê pirsa ‘cenazeyê keça te kê şûşt’ kirin
16:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê: Tecrîd li ser hemû civakê belav bûye
15:37 Ji UNICEF’ê hişyariya zêdebûna zewicandinên bi zorê
15:33 Bi benzîn û heste gef li hunermend Çat xwarin
15:16 Derbarê êrişa li ser Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
15:13 Cîgirê Hevserokên HDP'ê li pirsgirêkên dikandaran guhdar kir
15:12 Li Amedê ‘ekîba taybet’ zextan li girtiyan dike!
15:01 Bûldan: HDP destkeftiyan têkoşîna jinan e.
14:57 Nûçegihana NûJINHA xelat wergirt
14:54 Dozger ji ber wekaleta muwekilên xwe li 18 parêzeran lêpirsîn vekir
14:37 Cîhangîr Îslam tevlî CHP’ê bû
14:37 5 roj in ji jina ciwan agahî nayê girtin
14:35 Malbata Şenyaşar li pêş Edliya Rihayê ne: Êdî sebrê me nema
14:11 Ruhê berxwedana 8’ê Adarê wê li Newrozê jî nîşan bidin
13:30 Li Çewlikê bi pîleya 4,2 erdhej çêbû
12:58 HDP’ê ji Wezareta Dadê pirsî: Penasekirina we ya tecrîdê çi ye?
12:57 Êrişa li dijî rojnameger Gultekîn şermezar kirin
12:41 Bi sedema ‘çaya qaçax’ welatiyekî hem kelemçe kirin hem jî derp kirin
12:06 Doza rojnamevan Evren hat taloqkirin
11:41 Hevserok û endamên MEBYA-DER’ê anîn edliyeyê
11:26 Parlementera AKP’ê: Zilam ji jinan zêdetir tên kuştin
11:18 Danişîna rojnameger Topaloglû û Eser hat dîtin
11:00 Hiqûqzanên jin kovara ‘Fanjin’ weşandin
09:50 Li çar perçeyan jin daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê 103 roj in berdewam dike
09:30 Di 75 rojan de 875 nan çûn çopê
09:25 Daxwaza hevpar a jinan: Azadî
09:20 Hem bi PKK'ê û hem bi FETO sûcdar kirin
09:15 Danişîna yekem a doza derbarê keştiya noqî Gola Wanê bû de sibê ye
09:10 'Em kampanyaya ji bo kurdî berbelav bikin'
09:05 Hozan Canê: Ez li ser çoka Şakiro û li ber dengê Meryemxanê mezin bûm
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2021'AN
08/03/2021
22:35 64 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin