Ji bo Komkujiya Gaziyê 26 sal in têkoşîna edaletê didome

img

STENBOL - Şahidê Komkujiya Gaziyê ku 26 sal in faîlên wê dernakevin holê Nevzat Altûn got: "Dewleta te, te dikuje." Parêzer Gulîzar Tûncer jî bal kişand ser komkujiyên Pirsûs û Gara Enqereyê. 

Li Taxa Gaziya Stenbolê ku zêdetir welatiyên elewî lê dijîn di 12’ê Adara 1995’an de 5 qehwexane û pastexaneyek ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bi awayekî hemwext gule li wan barandibû. Di êrişê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn. Bûyerên ku sê rojan dom kirin pişt re belavî Taxa Mûstafa Kemal (1 Gulan) a navçeya Umraniyeyê bû. Di encama êrişkirina polîsan a çalakiyên şermezarkirinê yên di vê taxê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn. 
 
TENÊ LI 2 POLÎSAN CEZA HAT BIRÎN
 
Serdozgeriya Komarê ya Eyupê têkildarî bûyerên li Taxa Gaziyê qewimîn derbarê 20 polîsan de bi idiaya “Bi sînorê parastin û neçariyê derbaskirinê bi awayekî ku kiryarê wê ne diyar mirov kuştin” li Dadgeha Cezayê Giran a Eyubê doz vekir. Pişt re ji ber idiaya ewlehiya giştî nayê pêkanîn doz birin Trabzonê. Pêvajoya darizandinê ya di 11’ê îlona 1995’an de li Dadgeha Cezayê Giran a Trabzonê dest pê kir. Di nava 5 salan de 31 danişîn hatin kirin û 3’yê adara 2000’an de bîryar hat dayîn. Ji 20 polîsên ku tên darizandin 18’an beraet kir, ji 2 polîsan re jî bi giştî 6 sal û 8 meh cezayê hefsê hat dayîn. 
 
DMME'YÊ TIRKIYÊ MEHKUM KIR
 
Dadgeha Bilind ev biryara ku ji dadgehê derket, di 11’ê tîrmeha 2002’an de pejirand. Li ser vê yekê 22 kesên ku xizmên xwe winda kirin, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. 
 
Dadgehê di biryara xwe ya di 27’ê tîrmehê de eşkera kir de ji ber Tirkiye derveyî xala 2’an a “Mafê Jiyanê” û xala 13’an a “Girtina rêkên serlêdana meqamên netewî” ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) tevgeriyaye, ji malbatên 12 kesên li Taxa Gaziyê û 5 kesên li navçeya Umraniyeyê hatin kuştin re hikmê cuda cuda 30 hezar euro tazmînat hat dayîn. Dadgehê bi vî awayî hikum da ku Tirkiye bi giştî 510 hezar euro tazmînatê bide malbatan. 
 
JI NÛVE DARIZANDIN
 
Li gel biryara ji DMME’yê derket parêzeran têkildarî êrişa Umraniyê bi daxwaza lêpirsîn were vekirin ji nû ve serî li Serdozgeriya Umraniyeyê da. Piştî ku dosya 10 salan hat sekinandin, di sala 2015’an de hêj 5 roj demboriyê re mabû bi guhertina dozger dosya hat qebûlkirin. Lê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolû ya Stenbolê ji ber dema dosyayê borî ye biryara xistina dosyayê da.
 
DAXWAZA EDALETÊ YA LI SALAN BELAV BÛ 
 
Dadgeha Bilind a serlêdana temyizê da, diyar kir ku ne dîroka dadgehê îdeaname qebûl kir divê dîroka hatibe amade kirin esas bê girtin. Dadgeha Bilind hikum da ku dema dosyayê neboriye û biryar xera kir. Li ser vê biryarê pêvajoya dozê ya ku danişîna wê ya ewil di 14’ê kanûna 2018’an de dest pê kir hêj didome. Doza ku danişînên wê 5-6 mehan carekê tên dîtin, danîşîna wê ya li dû di 8’ê hezîrana 2021’an de were dîtin. 
Parêzera ji Doza Komkujiya Gaziyê Gulîzar Tûncer, rewşa pêvajoya darazê ya ku ji komkujiyê heta îro pê re rûbirû man nirxand.
 
'DEWLET BERPIRSIYAR E' 
 
Tûncer bi bîr xist ku di bûyerên Taxa Gazî û Umraniyeyê de 27 kesan jiyana xwe ji dest da û anî ziman ku di encama doza hatiye vekirin de tenê polîsên bi navê Mehmet Gundogan û Adem Albayrak ên bi wêneyan teşhîs kirin ceza girtine. Tuncer da zanîn ku cezayê dane polîsan jî hatiye taloqkirin û wiha got: “Li ser Doza Gaziyê politikaya bê cezatiyê rû da. Li Umraniyeyê jî di serî de qet doz nehat vekirin û biryara neşopandinê hatibû dayîn. Pişt re me serî li DMME’yê da. DMME’yê derbarê bûyeran de Tirkiye mehkûm kir. Niha tenê dosyaya ku berdewam dike ya Umraniyeyê ye.” Tûncer, bi lêv kir ku li gel ser bûyeran de sal derbas bûn jî hêj sûcdaran ceza negirtî ye û wiha berdewam kir: “Nagihin polîsan, xwe bigihînin jî bi talîmatan îfadeyê wan digirin. Wekî din jî daxwaza me ewe ku di serî de Serokwezîr, Wezîrê Karên Navxweyî, Waliyê Stenbolê, Midurê Polîsan kesên ji vê bûyerê berpirsyar bên darizandin û ceza bigirin. Lê li Tirkiyeyê tişteke wisa ne gengaz e. Ji ber ku dewlet di vê mijarê de sûcdar e." 
 
KEVNEŞOPIYA KOMKUJÎ Û BÊCEZATIYÊ
 
Tûncer destnîşan kir ku Midurê Giştî yê Polîsan Hanefî Avci yê wê demê îtîraf kir ku komkujî bi destê dewletê pêk hatiye û gotinên wî yên “Bûyerên Gaziyê êrişeke kontrgerîla ye” bi bîr xist. Tuncer anî ziman ku bi ceza nedayîna berpirsyarên komkujiyê pêşiya komkujiyên nû tê vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di komkujiyên Pirsûs û Enqereyê yên bi destê dewletê pêk hatine de jî polîtîkaya bê cezatiyê dibînin. Komkujî didomin. Ev rewş ne tenê biryarên darazê biryarên kesen serê dewletê ne. Ji ber ku hişmendiya desthilatê nayê guhertin. Ji bo ku hilbijartinan qezenç bikin bombeyan diteqînin. Komkujî sûcê mirovahiyê ne.”
 
‘DEWLETÊ WELATIYÊN XWE KUŞTIN’
 
Nevzat Altûn ê şahidê Komkujiya Gaziyê û muxtarê taxê yê wê demê jî destnîşan kir ku ji ber Gazî taxeke çepgir û şoreşger bû hêzên ewlehiyê tax kir armanc. Altûn bi bîr xist ku welatî dema li kargeh û li malên xwe bûn bi gulebarandinê hatin kuştin û wiha got: “Dewlet mecbûre ewlehiya me bigire. Di bûyerên Gaziyê de mirov weke tişten nebûyî li dijî dewletê derneketin. Hêzên ewlehiyê ewlehiya mirovan ne girtin, dema peywîra dikir welatî hatin kuştin. Dewleta te te dikuje. Hişmendiyeke wisa dibe ku hebe? Hêj jî sûcdar derneketine holê.”
 
‘BERPIRSYAR NEHATIN CEZAKIRIN’
 
Altûn diyar kir ku kesên komkujiyên wisa dike her tim li cem wan dimîne û wiha axivî: “Em vê yekê naxwazin. Mirov dixwazin bi wan re rûbirû bimînin. Ji ber bi komkujiyên wisa re rûbirû namînin dewlet bi fikar li dewletê dinerin. Em naxwazin bi fikar lê binêrin. Esas xwediyê vî welatî sosyalîst û şoreşger in. Em xwe xwediyê vî welatî yên esas dibînin.”
 
MA / Kadîr Guney
 

Sernavên din

11/03/2021
13:54 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anîn
13:42 Nûnerên Êzîdiyan bi rayedarên Iraqê re civiyan
13:27 Dozger xwest Hevşaredara Erdîşê were cezakirin
13:13 Daxwaza rawestandina darizandina Parlamenter Kaya nehat qebûlkirin
13:13 Jinên binçavkirî birin edliyê: Hilavêtin sûc hat hesibandin
13:06 Dozger xwest rojnamevan Boltan were cezakirin
12:53 Li Cizîrê di nav çend deqeyan de qamyonetek xasên bêheq xelas bû
12:53 TEV-DEM: Serhildana Qamişlo fikrên Baasê yên nijadperest aşkere kir
12:36 HDP bi nivîskar û rojnamevanan re civiya
12:26 Tanrikûlû ji bo rojnamegerên êriş li wan tê kirin daxwaza lêkolîna meclisê kir
12:05 Jinên Şengalî dixwazin astengiyan derbas bikin: Jinek birîndar bû
11:57 Polîsan li Riha û Meletiyê 5 kes binçav kirin
11:50 Di doza KCD’ê de şertê kontrola edlî ya 28 kesan rabû
11:44 Hêzên Iraqê nahêlin êzidî bimeşin
11:36 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Ji bo Komkujiya Gaziyê 26 sal in têkoşîna edaletê didome
10:52 Kovara Dilopê 3 sal li pey xwe hişt
10:46 Jinên ku hatibûn binçavkirin wê derxin edliyeyê
10:11 Malbata Şenyaşar edaletê dixwaze
Yên sûc kirine serbest digerin
10:02 Ji bo xwedî li cenazeyê keça xwe derket tê darizandin
09:57 Şîlan Elmas Kan: Bi KADES'ê Kurdî tune tê hesibandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê 105 roj in berdewam dike
09:00 Derbarê 27 esnafên kurd de îdianame hat amadekirin
09:00 TÛHAY-DER: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
09:00 Li dijî qedexeya hezar û 571 rojî serî li dadgehê da
09:00 Ji bo ku qada hêşîn ji înşatê re veke 'mizgeft' kir amûr
09:00 432 roj derbas bûn, hê jî Dokû nehatiye dîtin: Dozgerî, 'em lêdikolin'
09:00 Li 17 navçeyên Amedê kampanyaya 'Destpêkê Edalet'
09:00 Partiyên siyasî ji bo kampanyaya ziman bang kirin
09:00 Ji bo nûçeyê çû Sêwregê, lê 27 sal in venegeriyaye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2021'AN
10/03/2021
21:36 67 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 Cenazeyê Sozdar Aslanê piştî 17 mehan hat definkirin
19:37 Rojnamevan Guzupek hat berdan
17:09 2 sal û 3 meh ceza li Hevşaredara Gimgimê hat birîn
16:58 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
16:47 Hefsa malê ya Hevşaredarê Bêgiriyê hat rakirin
16:35 Dadgehê doza komkujiya 10'ê Cotmehê taloq kir
Malbatên kuştiyan: Em ê her tim edaletê bixwazin
16:27 Jinên HDP’yî tacîzê teşhîr kirin
16:26 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anî
15:59 Dê giliyê serdegirtin û îşkenceyê bikin
15:57 Şandeya HDP’ê serdana esnaf û cotkaran kir
15:46 Doza bobelata keştiyê hat taloqkirin
15:46 Rojnamevan Guzupek hat binçavkirin
14:57 Li Girtîgeha Metrîsê êriş li girtiyê nexweş hat kirin
14:44 Tosûn: Pêwîste em ji tecrîd û greva birçîbûnê re bêdeng nemînin
13:44 Di danişîna Komkujiya Enqereyê de serokê dadgehê eywan terk kir
13:27 Kelepçe şikandin: Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste
13:24 Koordînasyona Greva Birçîbûnê: Ji bo rakirina tecrîdê gav biavêjin
12:49 Seroka 10 Ekîm-Der'ê: 5.5 sal in hêj kujer nehatine girtin
12:18 Doza faciaya keştiyê dest pê kir: Zenkirine turîstên penaberin!
12:05 Li Mêrsînê ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ dest pê kirin
11:51 Endamê HDP’ê Masyan hat binçavkirin
11:37 Li Sasonê serwîsa dibistanê qelibî: 2 mirî, 24 birîndar
11:37 Endamê Unite The Union Burke: Bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdê rûreşî ye
11:34 Li du bajaran tundiya zilam: Mirina biguman, êriş û îşkence
10:54 Malbata Şenyaşar a daxwaza ‘edaletê’ dike cardin di nobetê de ye
10:22 Li kontrola leşkerî du caran bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:05 Rê ji kort û koncalan, perav ji çopan xalî nabe
09:38 Li diyarê findiqan Gîresûnê HES robaran ziwa dikin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê 104 roj in berdewam dike
09:03 Dayika Aştiyê Kaygûsûz sal û nîveke girtî ye
09:01 Eleqeya ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo kurdî: 12 hezar û 500 îmze
09:00 'Bi şikandina tecrîdê re yê mirovahî bi ser bikeve'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2021'AN
09/03/2021
16:33 Qeyûm hevserokên Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê îxrac kirin
16:15 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:13 Ji endama MEBYA-DER’ê pirsa ‘cenazeyê keça te kê şûşt’ kirin
16:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê: Tecrîd li ser hemû civakê belav bûye
15:37 Ji UNICEF’ê hişyariya zêdebûna zewicandinên bi zorê
15:33 Bi benzîn û heste gef li hunermend Çat xwarin
15:16 Derbarê êrişa li ser Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
15:13 Cîgirê Hevserokên HDP'ê li pirsgirêkên dikandaran guhdar kir
15:12 Li Amedê ‘ekîba taybet’ zextan li girtiyan dike!
15:01 Bûldan: HDP destkeftiyan têkoşîna jinan e.
14:57 Nûçegihana NûJINHA xelat wergirt
14:54 Dozger ji ber wekaleta muwekilên xwe li 18 parêzeran lêpirsîn vekir
14:37 Cîhangîr Îslam tevlî CHP’ê bû
14:37 5 roj in ji jina ciwan agahî nayê girtin
14:35 Malbata Şenyaşar li pêş Edliya Rihayê ne: Êdî sebrê me nema
14:11 Ruhê berxwedana 8’ê Adarê wê li Newrozê jî nîşan bidin
13:30 Li Çewlikê bi pîleya 4,2 erdhej çêbû
12:58 HDP’ê ji Wezareta Dadê pirsî: Penasekirina we ya tecrîdê çi ye?
12:57 Êrişa li dijî rojnameger Gultekîn şermezar kirin
12:41 Bi sedema ‘çaya qaçax’ welatiyekî hem kelemçe kirin hem jî derp kirin
12:06 Doza rojnamevan Evren hat taloqkirin
11:41 Hevserok û endamên MEBYA-DER’ê anîn edliyeyê
11:26 Parlementera AKP’ê: Zilam ji jinan zêdetir tên kuştin
11:18 Danişîna rojnameger Topaloglû û Eser hat dîtin
11:00 Hiqûqzanên jin kovara ‘Fanjin’ weşandin
09:50 Li çar perçeyan jin daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê 103 roj in berdewam dike
09:30 Di 75 rojan de 875 nan çûn çopê
09:25 Daxwaza hevpar a jinan: Azadî
09:20 Hem bi PKK'ê û hem bi FETO sûcdar kirin
09:15 Danişîna yekem a doza derbarê keştiya noqî Gola Wanê bû de sibê ye
09:10 'Em kampanyaya ji bo kurdî berbelav bikin'
09:05 Hozan Canê: Ez li ser çoka Şakiro û li ber dengê Meryemxanê mezin bûm
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2021'AN
08/03/2021
22:35 64 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin