RIHA - Polîsan li Riha û Meletiyê di serdegirtinên malan de 5 kes binçav kirin.
Polîsan li Rihayê di serdegirtinên malan de Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Halîliye ya Rihayê Hatîce Goktepe, kesê bi navê Halîl Avci hatin binçavkirin. Li navçeya Wêranşarê jî 2 kesên navên wan nehat zanÎn hatin binçavkirin. Sedemê binçavkirinê nehat zanîn û ew birin miduriyetên polîsan.
MELETÎ
Li gorî daxuyaniya Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) ya di malpera xwe ya înternetê de parve kir, Serokê partiya wan ê Meletiyê Halîl Goktaş, di saetên serê sibê de di serdegirtina malê de hatiye binçavkirin.