TEV-DEM: Serhildana Qamişlo fikrên Baasê yên nijadperest aşkere kir

img
QAMIŞLO - TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê şehîdên 12’yê Adara 2004’an bi bîr anîn û got: “Serhildana Qamişlo fikrê Baasê yê şovenîst û nîjadperest yê li hemberî Kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyê aşkere kir. Sehildana gel bersivdana planên komploger bû."
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bi boneya salvegera serhildana Qamişlo ya 12`ê Adarê daxuyanî da. TEV-DEM`ê di daxuyaniyê de, diyar kir ku bi boneya salvegera 17`an a serhildana Qamişloyê, bejna xwe li hemberî şehîdên serhildana Qamişloyê û hemû şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditewînin û got: "Serhildana gel a di 2004'an de li Qamişloyê dest pê kir û wekî pêleke bahozê li bajarên Rojava û bajarên herî mezin ên Sûriyê li hemberî rejîma Baasê ya şovenîst belav bû." 
 
TEV-DEM'ê, anî ziman ku ew êriş komployeke plankirî û organîzekirî bû ku ji aliyê hin şovenîstên Baasê ve pêk hat û wiha gotin: "Armanca wê şikandina vîna gelê me û tunekirina çanda me, nirx û destkeftên me yên ku li Rojava bûn. Her wiha hewl dan fîtneyê di navbera kurd, ereb û pêkhateyên din de derxe. Lê bi awayekî lez ji aliy gel ve serhildaneke li hemberî wan planên komploger. Ev serhildan, rejîma Sûriyê xist nava aloziyeke tengav a ku heta roja me ya îro jî berdewam e. Serhildanê ew neçar kir ku hevsengiya xwe ya siyasî li ser astên hundirîn û derve winda bike. Divêyabû ku rejîma Sûriyê roleke erênî bilîsta û hinek guhertin di destûrê de çêkiribana, daxwazên kurdan bi cih anîbana û ji bo pêşxistina demokrasiyê bixebitiya, lê li şûna wê heta roja îro hesabê ji Kurdan dixwaze." 
 
TEV-DEM'ê da zanîn ku tevî 10 sal di ser şoreşê re derbas bûne jî, lê ji ber serhişkiya rejîma Baas û hevkariya wê bi Tirkiye re hîna alozî berdewam e û çareseriya siyasî pêk nehatiye û wiha lê zêde kir: "Li rex wê jî rêkeftina Adanayê berdewam kir û rejîm ber bi asoyên xitimandî ve bir. Li aliyekî din bahoza tesfiyekirina hesabên siyasî yên herêmî û navneteweyî dest pê kirin û rejîma Sûriyê xwe ji berpirsyarî û pêkanîna erkên xwe ji bo vedîtina çareseriyên aştiyane da aliyekî. Nexasim diyaloga bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî têdikoşe. Rêveberiya Xweser ji bo vegerandina nasnameya nîştimanî ya Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê yên civakî têkoşînekê dide meşandin. Ev çareseriya herî guncav a hemû pirsgirêkên li Sûriyê ye. Ji bilî wê jî alozî dê girêktir bibe û nakokî dê berdewam bikin. Rêjîma Baasê li gorî biryarên Lihevkirina Adanayê tevgeriya û bê ser û ber gelê me girt, her wiha şaxên terorê û dadgehên ewlekariya dewletê ji bo çewisandina gelê herêmê ava kirin." 
 
'SERHILDANÊ FERASETA REJÎMA BAASÊ YA  FAŞÎST AŞKERE KIR'
 
TEV-DEM'ê, destnîşan kir ku gelê Qamişlo tevî bikaranîna guleyên zindî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, ku bû sedema şehîdbûna bi dehan, birîndarkirina bi sedan gel û girtina bi hezaran jî, bi rêya birêxistinkirina çalakiyên protestoyî yên demokratîk û aştiyane banga serbestberdana hemû girtiyan kirin û kiryarên zordar ên rejîmê yên di dema merasîma oxirkirina cenazeyê şehîdan de li dijî gel pêkanîn, şermezar kirin.
 
TEV-DEM'ê herî dawî bal kişand ser girîngiya serhildana gel û wiha bi dawî kir: "Serhildana 12`yê Adara 2004`an fikrê rêjîma Baasê yê faşîst û nîjadperestî yê li hemberî kurdan û pêkhateyên din ên li Sûriyê aşkere kir. Her wiha asta bandorbûn û xwe teslîmkirina rejîmê Baas ya ji dewleta Tirk a faşîst re di dema lihevkirina Adanayê re diayar bû. Heta roja me ya îro jî, ev rejîm bê vîn ma û bi kîndarî li civaka Kurd dinêre, ji ber ku gelê Kurd parastina axa Sûriyê û heta niha bi hezaran şehîd dane . Ev yek di dema ku axa Sûriyê tê dagirkirin û herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatiye dagirkirin de pêk tê.
 
Wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) em bawer dikin ku rewşa Sûriyê ber bi rewşekî herî xirab ve diçe û di gelek aliyan de valahî û tevliheviyeke siyasî ya mezin heye û di gelek aliyan de bi girêk e ku temenê aloziyê dirêj dike. Ji ber paşdeçûna rewşa aborî karesateke mirovî ya rastîn rû dide. Pirsgirêka Sûriyê hundirîn e û çareseriya wê jî hundirîn e.
 
Her wiha em soz didin şehîdên şoreşa 12'ê Adarê û hemû şehîdên azadiyê ku li ser şopa wan bimeşin û wekî pêkhateyên Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên me asta têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Divê rejîma Sûriyê bi rasteqînî nêzî rewşa heyî bibe da ku beşên mayî ji Sûriyê ji karesatên muhtemel xilas bike. Divê rejîm avakirina civakeke demokratîk û vîna gelên azad ên li Sûriyê qebûl bike." 
 
 

Sernavên din

14/03/2021
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN
08:57 Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin
08:07 Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin
13/03/2021
20:14 Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:55 Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin
16:41 Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’
16:28 KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
16:05 Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin
15:12 Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin
14:58 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
14:46 Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê
14:45 ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin
14:28 Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî
13:58 Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn
13:57 Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan
13:53 Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin
13:24 HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir
12:53 Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan
13:20 Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin
13:13 Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin
12:47 Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû
12:41 Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da
12:41 Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir
12:22 Strana Newroza 2021'an: Dîsa li Newroza
12:17 Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin
12:10 Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome
11:58 Rojnameya Xwebûn bi hinceta ‘zimanê biyaniye’ nedan girtiyan
11:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:31 Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin
10:56 Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş
10:44 Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû
10:43 Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema
10:28 Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin
09:22 Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe
09:01 Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in
09:01 Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke
09:01 Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e
09:01 'Guh bidin daxwazên me'
09:01 Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop
09:01 Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e
09:01 Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
09:01 3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN
11/03/2021
21:36 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:37 Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
16:59 DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn
16:35 Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?
16:26 Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin
16:03 Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn
15:47 Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin
15:43 Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya
15:18 Lêgerîna tazî li jinên tevlî meşa şevê bûbûn hat ferzkirin
15:15 Gardiyanan dest danî ser kelûpelên girtiyan
14:56 Amûrên 50 girtiyên ku sewq kirin nadin wan
14:53 Doza rojnamevan Şerîfe Orûç hat taloqkirin
14:45 Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Ji TTB’ê rapora saleka Kovîd-19: Divê dane bi zelalî werin eşkerekirin
13:54 Sibê starta Newrozê tê dayîn
13:54 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anîn