Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e

img

COLEMÊRG - Li Robarokê, gava Reşît Ekîncî tevî hevalên xwe çûbû geştê, eskeran bera wan dabû û ji serê xwe birîndar bûbû. Ekîncî, diyar kir ku eskeran gef lê xwariye û jê re gotine: "Ez im dewlet, bixwazim dikarim te bikujim." Her wiha Ekîncî, da zanîn ku eskerê ku ew birîndar kiriye, niha li qereqoleke din eskeriyê dike. 

Di 31'ê Kanûna 2020'an de li navçeya Robarokê ya Colemêrgê li texma gundê Çemêkurkê, eskeran berê ciwanê bi navê Reşît Ekîncî dabû. Ekîncî ji serê xwe birîndar bûbû. 
 
Ekîncî ku gava tevî hevalên xwe li girê Celikan ê gundê Çemêkurkê digeriya eskeran bera wî dabû, tiştên ku hatin serê wî gotin. 
 
GEF LÊ XWARIN 
 
Ekîncî, diyar kir ku tevî 10 hevalên xwe çûne devera ku cihê geştê. Ekîncî, bilêv kir ku paşê wesayîteke eskerî li ser rê sekinye û eskerên ji wesayîtê daketine bi çend hevalên wî yên li qeraxa rê re axifîne û got: "Ji ber ku em li dûra bûn dengê wan nehatibû me ku gazî me kirine. Dû re fermandarê wan bi hêrs hat cem me, gef li me xwarin û heqaret li me kirin." 
 
Ekîncî, anî ziman ku fermandarê eskeran xwestiye bi darê zorê bera wan bide, lê belê wan jî gotiye cihê lê ne ne devereke qedexekirî ye û got: "Ji bo ku em ji wir biçin çend derb bera hewayê dan û got 'Gere hûn biçin.' Heger bihata bi zimanekî xweş biaxiviye û bigota 'hûn çi dikin', me yê jî bi xweşikî bersiv bida. Nehiştin em amûrên xwe jî bi hev din. Piştî ku fermandar çend derb bera hewayê dan, çawîşekî pispor û 3 eskerên qereqola nêzî me jî hatin. Çawîşê pispor pir bihêrs bû. Hat got, 'Divê hûn bçin, ev der qereqol e û herêmeke qedexe ye.' Gava ez bi fermandar re diaxivîm, çawîşê pispor gef li hevalên min xwarin. Çawîş got, 'Ez im dewlet, çek jî heye. Heke bivê ez ê we bikujim.'" 
 
‘ÇAWÎŞ BERÊ ÇEKÊ DA MIN'
 
Ekîncî, diyar kir ku çendî ku eskeran gef dixwarin jî lê ew bi hêmînî tevgeriyane û got: "Gava mesele mezin bû, çawîş bi pehînan û kulman li hevlên min xist. Min jî got, 'Ma hûn şerm nakin, hûn wisa dikin.' Di vê navê de çawîş berê xwe da bin û bi ser min de hat. Berê çekê da nava min û wê min bikuşta. Gav min destê xwe li çeka wî xist û min got, 'Tu dixwazî çi bikî, ma çavê te lê ye tu min bikujiî.' Wî jî got, 'Belê, heke bivê ez ê te bikujim. Hûn kî ne, hûn hatine vira.' Paşê çek teqan, berî ku birevim min rahişt çakêtê xwe. Wê kêliyê 2-3 fîşekên ku bera ber nigên min dan, hatin li serê min ketin."
 
'PIŞTÎ ÇEK TEQANDIN ÇÛN'
 
Ekîncî, bilêv kir ku piştî wextekê ji ser hişê xwe ve çûye û gava ji ser hişê xwe ve çûye eskerên li wir çûne û eskerên payebilind hatine û gotine, "Xêr e?" Ekîncî, anî ziman ku piştî ku bûyer gotine, eskerên payebilind jî gotine 'Li qisûrê nenêrin, me nizanibû hûn ji gundê Çemêkurkê ne. Ya na me wisa nedikir.' 
 
Ekîncî, diyar kir ku giliyê eskeran kiriye. 
 
GAZÎ WÎ KIRINE 
 
Ekîncî, bilêv kir ku wê kêliyê bi telefona xwe dîmenên bûyerê girtine û li ser medyaya civakî parve kirine û ji ber van dîmenan qereqolê gazî wî kiriye û jê re gotine ku "dibe ku ji ber van dîmenan 2-3 sal ceza lê bê birîn" û got: "Heger min dîmen negirtana, ê ji ber tiştekî din ceza li min bibiriyana." 
 
ÇAWÎŞÊ PISPOR HÎN JÎ LI SER KAR E 
 
Ekîncî, da zanîn ku çawîşê pispor ê ku ew birîndar kiriye hîn jî dixebite û niha li qereqoleke din e û got: "Hîn jî dixebite. Ê mexdûr em in. Berê li sînor pismamê min Vedat Ekîncî, Necdet Yaman û herî dawî jî Ozcan Erbaş hatin kuştin. Dibû ku min jî bikuştana. Em jî welatiyên vî welatî ne û em naxwazin tiştên wisa bên serê me." 

Sernavên din

14/03/2021
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN
08:57 Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin
08:07 Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin
13/03/2021
20:14 Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:55 Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin
16:41 Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’
16:28 KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
16:05 Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin
15:12 Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin
14:58 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
14:46 Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê
14:45 ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin
14:28 Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî
13:58 Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn
13:57 Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan
13:53 Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin
13:24 HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir
12:53 Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan
13:20 Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin
13:13 Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin
12:47 Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû
12:41 Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da
12:41 Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir
12:22 Strana Newroza 2021'an: Dîsa li Newroza
12:17 Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin
12:10 Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome
11:58 Rojnameya Xwebûn bi hinceta ‘zimanê biyaniye’ nedan girtiyan
11:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:31 Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin
10:56 Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş
10:44 Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû
10:43 Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema
10:28 Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin
09:22 Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe
09:01 Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in
09:01 Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke
09:01 Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e
09:01 'Guh bidin daxwazên me'
09:01 Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop
09:01 Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e
09:01 Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
09:01 3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN
11/03/2021
21:36 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:37 Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
16:59 DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn
16:35 Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?
16:26 Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin
16:03 Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn
15:47 Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin
15:43 Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya
15:18 Lêgerîna tazî li jinên tevlî meşa şevê bûbûn hat ferzkirin
15:15 Gardiyanan dest danî ser kelûpelên girtiyan
14:56 Amûrên 50 girtiyên ku sewq kirin nadin wan
14:53 Doza rojnamevan Şerîfe Orûç hat taloqkirin
14:45 Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Ji TTB’ê rapora saleka Kovîd-19: Divê dane bi zelalî werin eşkerekirin
13:54 Sibê starta Newrozê tê dayîn
13:54 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anîn