Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin

img

AMED - Nûnerên Xebata Tifaqa Kurdistanî piştî daxuyaniya Newrozê axivîn û gotin dê Newroza 2021'an bibe Newroza Yekîtiya Neteweya Kurdan. Nûneran bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwestin ku li şûna înkarê dîsa li Ruhê Newroza  2013'an vegerin û peyamên Ocalan ên 2013'an esas bigirin.

Xebata Tifaqa Kurdistanî piştî deklerasyona Newroza 2021'an li Amedê aşkere kirin, nûnerên partiyên siyasî peyamên Newrozê parve kirin. Ewil Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Newroz pîroz kir û wiha got: "Newroza îsal ji bo me gelek girîng e. Em ê Agirê Newrozê geş bikin. Em ê tecrîdê bişkînin û Newroz pîroz be."  
 
'MESELEYA HERÎ GIRÎNG YEKÎTÎ YE' 
 
Serokê Partiya Komînîsta Kurdistanê Sînan Çiftyurek jî bal kişand ser girîngiya Yekîtiyê û wiha got: "Newroz bang e. Ji bo destkieftiyên xwe pêşwazîb bikin bang e. Peyamên xwe yên siyasî dide. Sala 2021'an ji bo gelê Kurd meseleya herî girîng Yekîtiya Gelê Kurd e. Em îro dizanin koalîsyona li dijî DAIŞ'ê dibêjin 'ji bo me Rêveberiya Başûr û Rojhilat Yek e. YPG'ê û Peşmerge yek in.' Pêşengê Kurdan jî gotin 'Divê Kurd bibin yek' Em bibin yek an em nebin yek dê di pêşerojê de diyar bibe. Niha rayedarên Tirkiye bang li DYA dikin. Dibêjin 'Ey DYA hûn ê aliyê zaliman bin an aliyê Mazluman bin'. Kurdan wekî zalim dibînin. Xwe jî wekî mazlum dibînin. Bakur jî ya me ye. Başur jî ya me ye. Îro divê em bibin yek û Newrozê bikin wesîleya Yekîtiya Neweteya Kurdan."  
 
'JI BO EM BIBIN XWEDÎ AX, AL Û ZIMAN DIVÊ EM BIBIN YEK' 
 
Serokê Partiya Azadî Ayettullah Aştî jî li ser yekîtiyê rawestiya û got: "Xweda pîrozahiya herî mezin a ji mirovan re şandiye Kur-an e. Li gorî Eyeta Kur-anê dibêje hemû mirov li cem xwedî yek in. Divê her dem alîkarî bi mazluman re bê kirin. Ger ku em îro bixwazin bibin xwedî al, ol û netew, divê em yekîtiyê di nava xwe de ava bikin. Piştî me yekîtî di nava xwe de çêkir û me serokek hilbijart. Wê demê dê bibin xwedî ax û war. Dema di nava mirovan de zilm û zor zêde dibe xwedê qasidek şandiye. Pêxember şandiye. Pêxember ji bo zilma di nava wan de bi dawî bike û edaletê peş bixe şandiye. Em hêvîdarin ku gelê bindest û gelê kurd peyama îlahî rast fam bikin."   
 
'EM BI RUHÊ BERXWEDANÊ TEV LI NEWROZÊ BIBIN'
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî li ser rola Newrozê rawestiya û got: "Em Neworzek girîng li Rojhilata Navîn pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê em hatin cem hev. Ev Newroz ji bopêşeroja gelê Kurd wê bibe destpêka azadiya Kurd û tifaqa Gelê Kurd. Em wekî partî, sazî û gelê Kurd û Kurdistanê amade ne. Em dixwazin gelê Kurd bi cil û bergên xwe bi ruhê xwe li dijî tundiya vîna gelê kurd û bi ruhekî berxwedêr tev li vê Newrozê bibe. Tevlêbûn û pîrozkirina vê Newrozê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê gelek girîeng e. Em gelê Kurd amade ne. Me amadekariya xwe xelas kiriye. Newroz li gelê Kurd û Kurdistanê piroz be."  
 
'EM VEGERIN SALA 2013'AN' 
 
Herî dawî Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîen Buldan jî bal kişand ser girîngiya peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Newroza 2013'an û wiha got: "Em hevî dikin ku Newroza 2021'an li gelê cîhanê aştî, aramî û azadiyê bîne. Em di pêvajoya ku gelên cîhanê pêdivî bi aştî, azadiyê dibînin de Newrozê pîroz bikin. Sala par ji ber şertên pandemiyê me Newroz pîroz nekir. Lê îsal dîsa emê şertên pandemiyê li ber çavan bigirin û Newrozê bi coşek mezin ji bo bibe wesîleya aştî û demokrasiyê pîroz bikin. Li ser vê axê her sal Newroz bi coşek herî mezin hatiye pîrozkirin. Lê Newroza herî bi wate û bi coş me di sala 2013'an de pîroz kir. Ev ji bo pêşeroja gelan xwedi rolek dîrokî ye. Di diroka Kurdan, Tirkiye û hemû gelê Rojhilata Navîn de bû Mîllat. Deklerasyona Newrozê ku birêz Ocalan amade kiribû di Newroza Adedê de ji hemû gelê cîhanê re hat xwendin. 
 
DIVÊ BI LEZ TECRÎDÊ RAKIN
 
Me di wê pêvajoye de piştî deklerasyon hat xwendin de xwest gavek girîng bavêjin. Ger ku ew deklerasyon li ber çavan hatiba girtin û tiştên li wir hatin gotin li ber çavan hatiba girtin, dê îro tiştên li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêş dikevin ne wisa bûya. Ev name ji bo demokratîkbûna Tirkiye hatibû amadekirin. Lê mixabin ew pêvajo û neme li ber çavan nehat girtin û hat heyfkirin. Em hêj li pey wê nameyê ne. Em hêj hevî dikin ku ew name û deklerasyon derbasdar bibe û em têxin meriyetê. Ger ku pêvajoyê berdewam kiribûya dê Birêz Ocalan bang PKK'ê kiribûya ku çekan berde. Di hevdîtina herî dawî de dîsa Birêz Ocalan gotibû 'Ger ku hûn hefteyekî destûr bidin min, Ezê di hefteyekî de aştiyê pêk bînin.  Lê li şûna guh bidin dengê Ocalan tecrîd bêtir giran kirin. Tişta îro bê kirin divê bi lez tecrîdê rakin. Ji ber ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê bi lez tecrîdê rakin. Divê dîsa şertên ruhê 2013'an dîsa paşve vegerin. Gelê Tirkiye û civaka Tirkiye aştiya civakî dixwazin. Aştiya civakî bi înkarê nabe. Aştiya civakî bi qedexeya ziman, çand û nasnameyan pêk nayê. Aştiya rastîn, bi qebûlkirin û naskirina nasname, bawerî û rengan pêkan e.  Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesîleya aştî û demokrasiyê. Aştî, demokrasî û azadî teqes dê li ser vê axê pêk bê. Em carek din hevî dikin ku Newroza 2021'an bibe wesîleya aştî, demokrasî, azadî, wekhevi i edaletê."  
 
 
 
 

Sernavên din

14/03/2021
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN
08:57 Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin
08:07 Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin
13/03/2021
20:14 Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:55 Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin
16:41 Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’
16:28 KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
16:05 Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin
15:12 Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin
14:58 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
14:46 Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê
14:45 ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin
14:28 Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî
13:58 Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn
13:57 Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan
13:53 Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin
13:24 HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir
12:53 Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan
13:20 Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin
13:13 Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin
12:47 Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû
12:41 Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da
12:41 Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir
12:22 Strana Newroza 2021'an: Dîsa li Newroza
12:17 Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin
12:10 Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome
11:58 Rojnameya Xwebûn bi hinceta ‘zimanê biyaniye’ nedan girtiyan
11:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:31 Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin
10:56 Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş
10:44 Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû
10:43 Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema
10:28 Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin
09:22 Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe
09:01 Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in
09:01 Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke
09:01 Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e
09:01 'Guh bidin daxwazên me'
09:01 Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop
09:01 Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e
09:01 Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
09:01 3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN
11/03/2021
21:36 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:37 Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
16:59 DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn
16:35 Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?
16:26 Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin
16:03 Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn
15:47 Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin
15:43 Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya
15:18 Lêgerîna tazî li jinên tevlî meşa şevê bûbûn hat ferzkirin
15:15 Gardiyanan dest danî ser kelûpelên girtiyan
14:56 Amûrên 50 girtiyên ku sewq kirin nadin wan
14:53 Doza rojnamevan Şerîfe Orûç hat taloqkirin
14:45 Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Ji TTB’ê rapora saleka Kovîd-19: Divê dane bi zelalî werin eşkerekirin
13:54 Sibê starta Newrozê tê dayîn
13:54 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anîn