AMED - Li navçeya Çêrmûg a Amedê, ji bo erdan kesek jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li gundê Bîstînê yê navçeya Çêrmûg a Amedê, ji ber meseleya erdan du malbatan şer kir. Di şer de çek hatin şixulandin. Hat ragihandin ku di şer de Kemal Ekîncî û pismamê wî Bahattîn Ekîncî birîndar bûne. Piştî ku gundiyan xeber şandiye ji nexweşxaneyê re, Kemal û Bahattîn Ekîncî bi ambulansê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê.
Hat diyarkirin ku Kemal Ekîncî jiyana xwe ji dest daye û Bahattîn ekîncî jî sewqî Amedê kirine.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.