‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’

img
WAN – Nivîskarên kurd, nêrinên xwe yên têkildarî kampanya ji bo fermîkirin û perwerdeya bi zimanê kurdî hatiye destpêkirin parve kirin û diyar kirin ku divê ji bo kurdî li deriyê her malê bê dayîn û ji bo xwedîderketina li kampanyayê bang kirin. 
 
Kampanya ku Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ya ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî û Paltforma Zimanê Kurdî ve hatibû avakirin, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn dabû destpêkirin, didome. Xwedîderketina li kampanya ku bi îmzeyên li kuçeyê û bi awayekî online tên komkirin tê domandin, roj bi roj zêdetir dibe. 
 
CIVÎNA LI WANÊ YA SER ZIMAN
 
Beriya çend rojan Rêxistina HDP’ê ya Wanê, ji bo vê gavek avêt û Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel û nivîskar û rojnamegerên kurd li hev civand. Di civînê de li ser kampanyayê hat rawestandin û ji bo mezinkirina kampanyayê pêşniyar hatin kirin. Nivîskarên kurd Qahir Bateyî û Îbrahîm Sûngûr û Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan ku tevlî civînê bûbûn û mijarên ku di civînê de derketibûn pêş vegotin. 
 
BATEYÎ: PIRSGIRÊKA HEVPAR A NETEWEYΠ
 
Nivîskar Qahir Bateyî, diyar kir ku civîna ku pêk hatiye dereng ketiye û wiha got: “Li herêmê cara yekemîn civîneke bi rengî pêk hat. Pêwistî heye ku li herêmên din jî civînên bi rengî pêk werin. Gelek girîng ku nivîskar û siyasetmedar bi hev ser serê xwe li ser kurdî biêşînin. Pirsgirêka ziman tenê ne pirsgirêka siyasetmedar û kesên ku li ser ziman xebat dimeşînin ne. Ev pirsgirêk pirsgirêka neteweyî ya kurdan hemûyan e. Mixabin partiyên siyasî vê derbarê de serê xwe zêde naêşînin. Hêvî dikim ku berdewama xebatên bi vî rengî bên.”
 
‘KÎ DIKARE ÇI BIKE?’ 
 
Bateyî, destnîşan kir ku di civînê de li gel rexneyên ku hatine kirin li ser pirsa ku têkildarî kampanyayê “kî dikare çi bike?” rawestiyane û ev tişt anîn ziman: “bê guman gelek nêrîn derketin holê. Li ser meşandina çawaniya kampanyayê nêrîn hatin parvekirin. Ji bo kampanyayê bang û parvekirinên li ser medya civakî ne bes in. Pêwîste mal bi mal li deriyê mirovan bê dayîn. Heke kampanya bigihîje armanca xwe dibe ku propagandayên li dijî wê bên kirin. Di vê mijarê de divê siyasetmedar rola xwe pêşeng bilîzin. Divê herkes li kampanyayê xwedî derkeve.”
 
SÛNGÛR: DIVÊ SIYASETMEDAR BI KURDÎ BIAXIVIN
 
İbrahîm Sûngûr, di destpêka axaftina xwe de girîngiya civînê anî ziman û destnîşan kir ku di civînê de rexneyên tund hatine kirin û ev tişt gotin: “Êdî zarokên me bi kurdî neaxivin. Di civînê de di serî de min vê rexneyê kir. Min got ku axaftina bi kurdî ne bes e. Divê em xewn û xeyalên xwe bi kurdî bibînin. Di xewnên xwe de bi dayîka xwe re bi kurdî, bi zarokên xwe re tirkî diaxivim. Kesên di tevgerên siyasî yên kurd de rol digirin heke bi kurdî neaxivin wê baweriya ji wan kêm bibe. Divê hemû beşên civakê li kampanyayê xwedî derkevin. Ji bo ku kampanya bigihîje armanca divê hevdîtinên bi rengî bên berdewamkirin. He wiha divê ronakbir û nivîskarên kurd jî ji bo ziman timik li hev bicivin.”
 
HEVSEROKÊ HDP’A WANÊ DOGAN: REXNE DI CIH DE NE
 
Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan jî da zanîn ku di civînê de ji bo berfirehkirin û mezinkirina kampanyayê nêrînan girtine û wiha got: “Weke partî ji bo kurdî çi ji destê me bê em ê bikin. Lê pirsgirêka ziman tenê ne pirsgirêka partiyekê ye. Ji bo pêşeroja zimanê kurdî wê kampanya rê nîşan bide û ji bo çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya zimanê kurdî derfetan çê bike.” 
 

Sernavên din

14/03/2021
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN
08:57 Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin
08:07 Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin
13/03/2021
20:14 Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:55 Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin
16:41 Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’
16:28 KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
16:05 Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin
15:12 Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin
14:58 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
14:46 Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê
14:45 ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin
14:28 Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî
13:58 Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn
13:57 Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan
13:53 Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin
13:24 HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir
12:53 Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan
13:20 Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin
13:13 Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin
12:47 Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû
12:41 Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da
12:41 Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir
12:22 Strana Newroza 2021'an: Dîsa li Newroza
12:17 Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin
12:10 Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome
11:58 Rojnameya Xwebûn bi hinceta ‘zimanê biyaniye’ nedan girtiyan
11:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:31 Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin
10:56 Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş
10:44 Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû
10:43 Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema
10:28 Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin
09:22 Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe
09:01 Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in
09:01 Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke
09:01 Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e
09:01 'Guh bidin daxwazên me'
09:01 Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop
09:01 Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e
09:01 Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
09:01 3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN
11/03/2021
21:36 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:37 Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
16:59 DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn
16:35 Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?
16:26 Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin
16:03 Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn
15:47 Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin
15:43 Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya
15:18 Lêgerîna tazî li jinên tevlî meşa şevê bûbûn hat ferzkirin
15:15 Gardiyanan dest danî ser kelûpelên girtiyan
14:56 Amûrên 50 girtiyên ku sewq kirin nadin wan
14:53 Doza rojnamevan Şerîfe Orûç hat taloqkirin
14:45 Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Ji TTB’ê rapora saleka Kovîd-19: Divê dane bi zelalî werin eşkerekirin
13:54 Sibê starta Newrozê tê dayîn
13:54 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anîn