NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyê di nava 24 saetên dawî de ji ber vîrûsa koronayê 68 kesan jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Tenduristiyê tabloya daneyên vîrûsa koronayê (Kovid-19) ya 24 saetên dawî belav kir. Li gorî daneyan di nava 24 saetên dawî de 68 kesan jiyana xwe ji dest daye. Bi 852 nexweşên nû re 13 hezar û 378 pêketiyên nû hatine tespîtkirin. Li Tirkiyê hejmara giştî ya kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 29 hezar û 489'an û bi giştî 2 milyon 879 hezar û 390 kes jî bi koronayê ketine.