ÎZMÎR - Bernameya Newroza 2021’an a bajarên Herêma Egeyê diyar bû.
Sala para ji ber pandemiyê Cejna Newrozê nehatibû pîrozkirin. Îsal biryar e ku li gelek bajar û navçeyan Newroz were pîrozkirin. Li van bajaran amadekariyên pîrozbahiya Newrozê didomin. Îsal Newroz wê bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” pêk were û daxwaza yekîtî, azadî û edaletê were kirin. Li Herêma Egeyê jî wê li gelek bajaran Newroz were pîrozkirin. Bernameya van bajaran diyar bû.
Cih û saetên pîrozbahiya Newrozê yên van bajaran wiha ne:
ÎZMÎR
Dîrok: 20’ê adarê roja şemiyê
Cih: Meydana Gundogdû
Beşdar: Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç, Serokê Giştî yê Partiya Damezrandina Ji Nû Ve Sosyalîst (SYKP) Cavit Ûgûr, Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî
Hunermendên derkevin ser dikê: Afyer Duzdaş, Paksisler û Arhat
AYDIN
Dîrok: 21’ê Adarê roja yekşemê
Cih: Meydana li navçeya Efeler
Saet: 12.00- 17.00
Beşdar: Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr
Hunermendên derkevin ser dikê: Serhat Kural û Nurcan Degîrmencî
MÛGLA
Dîrok: 19’ê adarê roja înê
Cih: Cihê Bazara Akkent a Mîlasê
Saet: 14.00 - 17.00
Beşdar: Parlamentera HDP’êy a Îzmîrê Serpil Kemalbay
Hunermendên derkevin ser dikê: Talat Yeşîl û Koma Jinamaz
DENÎZLÎ
Dîrok: 21’ê Adarê roja yekşemê
Cih: Cihê Bazara Taxa Esentepe ya navçeya Merkezefendî
Saet: 12.00 - 17.00
Beşdar: Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepni
MANÎSA
Dîrok: 21’ê Adarê roja yekşemê
Cih: Qada Newrozê ya Tûrgûtlû
Saet: 12.00 – 17.00
Beşdar: Parlamenter Serpil Kemalbay û Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nacî Sonmez