Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok

img

AMED - Li Amedê ji sala 1992'yan heta niha her sal bi girseyî Newroz tê pîrozkirin. Newroza ku di şertê OHAL'ê de li Deriyê Çiyê ji aliyê hezaran ve hat pîrozkirin, piştî salên 2010'an gihişt milyonan û heta 2019'an her sal ji aliyê milyonan ve Newroz li Parka Newrozê hat pîrozkirin. Îsal jî tê payîn ku bi sed hezaran welatî Newrozê pîroz bikin. 

Gelê Kurd ku sala par bi girseyî Newroz pîroz nekir, îsal xwe amade dike ku dîsa li gelek qadan bi milyonan bi girseyî Newrozê pîroz bikin. Kurd, piştî Kawayê Hesînkar li dijî zilma Kral Dehaq ê zalim li ber xwe da û Agirê Newrozê geş kir, her sal Newrozê pîroz dikin. Agirê Newrozê ji salên 1992'an heta niha li Amedê natefe. Her sal gelê Amedê tevî hemû zext û qedexeyan dadikevin qadan û Newrozê pîroz bikin. Bi taybetî ji salên 2000'an heta niha bi sed hezaran Newrozê pîroz dikin. Ji salên 1992'yan heta niha sal bi sal Newrozên Amedê wiha ye: 
 
1992: BERXWEDANA NEWROZÊ DEST PÊ DIKE 
 
Di sala 1992’yan de li pîrozbahiyê Newrozên Cizîr û Nisêbînê komkujî qewimîn û bi dehan mirov jiyana xwe ji dest da. Dîmen ango berxwedana van newrozan mohjra xwe li dîrokê dan. Tevî hemû zext û zordestiyê jî gel qadan neterikand û tevî ku can dan jî li ber xwe dan û dîroka Newrozê bi berxwedana xwe neqişandin. 
Di 1992’yan de li Amedê jî tevî ku Waliyê Amedê Newroz qedexe jî kir nêzî hezar kesî li ber avahiya HEP’ê ya li Deriyê Çiyê agirê Newrozê pêxistin û newroz pîroz kirin. 
 
1993: HINEK XWERAGIR DERBAS BÛ 
 
Di sala 1993’yan de PKK’ê agirbesta yek alî îlan kir. Li ser vê yekê pîrozbahiya Newrozê li gorî salên din xweragir derbas bû. Li Amedê navnîşana pîrozbahiyê dîsa ber avahiya Rêxistian HEP’ê ya Amedê bû. Li hemû taxên bajêr agirê newrozê pêxistin. Newroza 1993’an wisa derbas bû. 
 
1994: NEWROZA BI RAGEŞÎ
 
Newroza sala 1994’an dîsa bi rageşî derbas hat pîrozkirin. Beriya roja Newrozê li gellek bajaran bi sedan kes hatin binçavkirin. Di serê bajarên operasyon lê hat kirin Amed dihat. Roja Newrozê destûra hemû polîs û eskeran hat betalkirin, têketin û derketina bajêr hemû hat qedexekirin û lêgerîn hat kirin. Li dijî van zextên dewletê PKK’ê banga “Li dijî provokasyonan li malê xwe agirê Newrozê pêxin” li gel kir. Li ser vê bangê gel yekem car li mal û li ber malên xwe agir pêxistin û cejna xwe pîrozkirin. 
 
1995: DEWLETÊ ‘NEVRÛZÊ’ PÎROZ KIR  
 
Li gorî zext û tundiyên salên din di sala 1995’an de dewlet neçar ma polîtîkaya xwe biguherîne. Newroz a ku heta sala 1995’an kes nikaribû navê wê hilde lê ji aliyê dewletê ve bi xeyrî fermî wek “Nevrûz” hat pîrozkirin. Ji bo “Nevrûzê” bernameyên taybet hatin organîzekirin, yên xwestin Newrozê pîroz bikin jî dîsa derketin kolan û qadan û bi îşkenceyan re rû bi rû man. Gellek kes hatin binçavkirin. Çend rêveberên dewletê agirê agirê mangalê pêxistin û di ser re qevaz dan û hêkên reng û reng li hev xistin. Pîrozbahiya “Nevrûzê” ya dewletê di nava gel de bû mijara henekan. Gel li taxan lastîkan danî ser hev û agirê Newrozê pêxist. Gel agirê newrozê geş kir û li ber stranan govenda azadiyê gerand. 
 
1996: DI ROJEKÊ DE AGIRÊ DUYEM HAT PÊXISTIN 
 
Di sala 1996’an de polîtîkaya qedexekirina Newrozê ya dewletê neguherî. Gelê kurd ku Newrozê ji xwe re wek roja berxwedanê dibîne, dewletê xwest xwedî li vê rojê derkeve. Dewletê ji zanîngehan re giştîname şand û navbera 17-24’ê Adarê wek “Hefteya Newrozê” îlan kir. Gelê Amedê guh neda giştînameya dewletê û serê sibê gel berê xwe da semta Kuruçeşmeya navçeya Rezana Amedê. Gel li Kuruçeşmeyê kom bû. Rayedarên dewletê jî xwest li Qada Deriyê Çiyê “Nevrûzê” pîroz bike, lê li ser bertek dayîna gel rayedar neçar man bernameya xwe betal bikin. Agirê Newrozê ku li Rezanê hat pêxistin bi hezaran kes beşdar bû. Polîs û eskeran xwe li pîrozbahiyê ranegirt û êrîşî gel kirin. Gel berê xwe da Qada Batikentê û di heman rojê de li vir cara duyem agirê Newrozê hat pêxistin. 
 
1997: LI QADA BATIKENTÊ 15 HEZAR KES NEWROZ PÎROZ KIR
 
Li Deriyê Çiyê pîrozbahiya bi beşdariya hezar kesî dest pê kir, dema dîrokê 21’ê Adara 1997’an dida nîşandan 15 hezar şêniyên Amedê li Qada Batikentê Newroz pîroz kir û pîrozbahiyê bi meşa heta Deriyê Çiyê bi dawî kirin. Di êrîşên pîrozbahiyan de li hin taxan bûyer qewimîn. 
 
1998: TEVÎ QEDEXEYÊ JÎ NEWROZ HAT PÎROZKIRIN 
 
Di sala 1998’an de pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin û dewletê carek din polîtîkaya xwe tund xist dewrê. Tevî qedexekirinê jî bi hezaran kes li Qada Batikentê agirê Newrozê pêxistin û pîroz kir. 
 
1999: DI SIYA KOMPLOYA LI DIJÎ OCALAN DE DERBAS BÛ
  
Pîrozbahiya Newroza 1999’an di bin siya protesoyên komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku pêk hatibû derbas bû. Di serî de li Amed û gellek bajarên herêmê qedexeya derketine derve û rewşa awarte hat îlankirin û pîrozbahî hatin qedexekirin. Gelê Amedê guh neda qedexeyan û komploya li dijî Ocalan şermezar kir û hem jî agirê Newrozê pêxist û pîroz kir. 
 
NEWROZA 2000'AN: BI SED HEZARAN GIHÎŞTIN HEV 
 
Li bajarên Bakurê Kurdistanê di salên 1990’an de li gel hemû zext, êrîş û komkujiyan cejna Newrozê bê navber hat pîrozkirin. Bi destpêka salên 2000’an re pîrozbahiyên Newrozê gihîşt qonaxek din û ji aliyê sed hezaran ve bi girseyî hat pîrozkirin. Girseyên Newrozê ji sed hezaran gihîşt milyonan. Di serî de li Amed, Nisêbîn, Cizîr û Stenbolê li gelek bajaran bi Newrozê re bûn yek. Girseyên gihît milyonan gelên heremê daxwaza aştî û banga berxwedanê derket pêş. Ji ber herîkina girseyan dewlet neçar ma tavîz bide qedexeyan û destûrên fermî da. Ji 2000’an ve li dehan navendan Newroz veguherî pîrozbahiyên şahiyê û ji bo gelê kurd jî ev bû mîladek. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku peyaman şand û hat xwendin mohra xwe li Newrozên 2000’an dan. 
 
NEWROZA 2001'AN: NE ÎNKAR Û NE VEQETANDIN KOMARA DEMOKRATÎK 
 
Di sala 2001’ê de bi şîara “Ne înkar ne veqetandin, komara demokratîk” ji milyonekê bêtir mirov li bajarên wek Amed, Êlih, Wan, Şirnex, Colemêrg, Mêrsîn, Ceyhan, Elbîstan, Îskenderûn, Hatay, Osmaniye, Edene, Stenbol, Dîlok û gelek deverên din daxwaza aştiyê anî ziman. Newroz bi hemû coş û rengîniya xwe hat pîrozkirin û heybetiya Newrozê mohra xwe li dîrokê da. Di pîrozbahiyan de sloganên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” derketin pêş û mohra xwe li pîrozbahiyan dan. Rojnameya Yenîden Ozgur Gundemê di 22’ê adarê de bi manşeta “Erd û asîman heybet” Newrozê gihand xwînerên xwe. 
 
NEWROZA 2002'AN: MILYONAN DAXWAZA AZADIYÊ DUBARE KIR 
 
Li gel Newroz ne qedexe bû jî di nav pêvajoyek hişk de derbas bû. Newroza 2002’an milyonan anî ba hev. Di vê serdemê de pêvajoya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropa (YE), dagirkirina Iraqê û girtina HADEP û binçavkirina rêveberên wê di rojevê de bû. Di serî de li Amed, Êlih, Wan, Colemêrg, Şirnex û gelek navendên din bi milyonan kes beşdarî pîrozbahiyan bû. Li Amedê, pîrozbahiya Newrozê di bin dorpêça polîsan de ku ji bajarên derdorê jî anîbûn derbas bû. Li qadê bi sed hezaran aştîxwaz gihîştin hev û daxwaza azadiya ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û banga aştiyê kirin. 
 
NEWROZ 2003'AN: JI ŞER RE NA
 
Di sala 2003’an de rojnameya Yenîden Ozgur Gundem bi manşeta “Li dijî Dehaq agirê Newrozê” pîrozbahiya Newrozê ji xwînerên xwe re serwîs kir. Li dehan navendan pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin û heybetiya Newrozê mohra xwe li dîrokê da û bê bûyer bi dawî bûn. Di pîrozbahiya Newroza Amedê bi sed hezaran mirov bal kişand ser dagirkirina Iraqê û pirsgirêka kurd û bi dirûşmeya “Ji şer re na” bersiv da rayedaran. Gelek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û hunermend beşdarî Newroza Amedê bûn. 
 
Di Newroza bi heybet a Amedê de hunermend Kazim Koyuncu, Ferhat Tunç, Reşo, Koma Agirê Jiyan û Teoman derketin ser dikê û konser dan. 
 
NEWROZA 2004'AN: RENGÊ HILBIJARTINÊ MOHRA XWE LI QADÊN NEWROZÊ DA 
 
Di arîfeya hilbijartina herêmî ya di 28’ê adara 2004’an de pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Pîrozbahiyên Newrozê di heman demê de li bajarên kurdan rengê hilbijartinê jî dan diyarkirin. Li dehan navendan pîrozbahiyên pêk hatin qadên Newrozê bi rengê kesk, sor û zer hatin xemilandin. Cara ewil li Şirnex û navçeyên wê destûra pîrozkirina Newrozê hat dayîn. Şirnex û navçeyên xwe di sala 1990’î de jig elek bûyer û komkujiyan re şahidiyê kiribû. Li Amedê milyonek kes, li Êlihê 150 hezar, li Stenbolê 100 hezar, li Riha 50 hezaran beşdarî pîrozbahiyan bûn û daxwaza aştiyê derket pêş. 
 
NEWROZA 2005'AN: ALTERNATÎFA NETEW-DEWLETÊ KONFEDERALÎZMA DEMORKATÎK 
 
Di Newroza 2005’an de alternatîfa li dijî netew-dewletê Konfederalîzma Demokratîk ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat îlankirin. Di serî de li Amed, Êlih, Wan, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê li gelek navendan bi milyonan mirov li qadên pîrozbahiyan cihê xwe girtin. Di pîrozbahiya Newroza li Mêrsînê provokasyona ala tirk a ji aliyê kontrayan ve pêk hat demek dirêj di rojeva welat de cihê xwe girt. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 20’ê adarê de bi manşeta “Ocalan di Newrozê de projeya demokratîk aşkere dike, Konfederalîzm îro tê îlankirin” derket û di 21’ê adarê de jî bi manşeta “Ev Newroz cuda ye” cihek berfireh da pîrozbahiyan. 
 
NEWROZA 2006'AN: OCALAN VÎNA ME YA SIYASÎ YE
 
Pîrozbahiyên Newrozê li gel ku li gelek bajaran hat qedexekirin jî, bi milyonan kes carek din hatin cem hev. Jin bi cilên xwe netewî û rengîn beşdarî pîrozbahiyan bûn û bi milyonan kes bi yek dengî got: “Ocalan vîna me siyasî ye.” Di Newroza vîna siyasî ya Ocalan derket pêş, li gelek bajaran jî polîsan mudaxeleyî pîrozbahiyan kir. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 21’ê Adarê de bi manşeta “Gotin dora Amedê ye” derket û rojek şûn ve jî bi manşeta “Peyama gel a Newrozê” gihîşt destê xwînerê xwe. 
 
 
NEWROZA 2007'AN: TENDURISTIYA OCALAN TENDURISTIYA ME YE 
 
Bi milyonan gel li qadên Newrozê bal kişand ser tecrîd û tenduristî û jehrîkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi dirûşmeya “Tenduristiya wî tenduristiya me ye” derket pêş û gel û Ocalan bû yek. Rojnameya Guncel bi manşeta “Newroz pîroz be” rengê Newrozê ragihand. Newroza lig elek bajaran hat pîrozkirin li gorî salên din bi aramî derbas bû. 
 
NEWROAZ 2008'AN: ÊDÎ BES E
 
Li qadên Newrozê bi milyonan kes bi dirûşmeya “Êdî bes e” ji polîtîkayên înkar û îmhayê re got na û xwest Girtîgeha Îmrali bê girtin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê berdan. Gel banga muhatabiya ji çareserkirina pirsgirêka kurd re kir. Newroz li gelek bajaran hat qedexekirin, lê bi deh hezaran kes li dijî qedexeyan derket qadan û di nav berxwedanê de Newroza xwe pîrozkirin. Polîs û leşkeran di serî de êrîşî pîrozbahiya Newroza Wanê, Colemêrgê, Geverê û gelek deverên din kir. Lê gel gav paş de neavêt û tevahiya rojê li ber xwe da. Di êrîşên li Wanê de welatiyên bi navê Ramazan Dal û Zekî Erînç, li Geverê jî Îkbal Yaşar a 20 jiyana xwe ji dest dan. 
 
Pîrozbahiyên Newrozê di çapemeniya kurd de rojnameya Haftaya Bakiş Gazetesi bi manşeta “Newroza xweseriya demokratîk” derket pêşberî xwînerên xwe. 
 
NEWROZA 2009'AN: JI OCALAN NIRXANDINA NEWROZÊ 
 
Beriya hilbijartina herêmî ya 2009’an pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Pîrozbahiyên Newrozê bi rojan beriya hilbijartinê rengê serkeftina hilbijartinê ya li bajarên kurdan diyar kiribû. Di Newroza Amedê de nirxandina Newrozê ya salên 90’î ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi sînevziyonên mezin hat guhdarkirin û temaşekirin. Li qada Newroza Amedê ji milyonekê bêtir mirov kom bûn û li vê sînevziyonê temaşe kirin. Peyam û temaşekirin di raya giştî de dengek mezin veda. PKK’ê berê daxuyaniya “Em ê Newrozê bê pirsgirêk pîroz bikin” xwe li qada da hîskirin. Li dehan navendan bêyî pirsgirêkek derkeve holê pîrozbahî pêk hatin. 
 
Rojnameya Gunluk a wê demê bi manşeta “Milyonan kes hilbijartina xwe kir” cih da pîrozbahiyên Newrozê. 
 
NEWROZ 2010'AN: LI 104 NAVENDAN 4 MILYON KES DERKET QADAN 
 
Newroza 2010’an bi şîara “Rêberiya azad, nasnameya azad û xweseriya demokratîk” li 108 navendan hat pîrozkirin. Li qadên Newrozê ji 4 milyonî zêdetir kes gihîştin hev û muxatabê pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan dan. Newroza herî mezin a dîrokê li Amedê hat pîrozkirin. Wek sala berê nirxandina Ocalan a Newrozê hat pêşandan. Piştî pêşandanê ji milyonekî bêtir kes bi deqîqeyan li çepikan dan û tîlîliyan kirin. 
 
Rojnameya Gunluk bi nûçe û manşeta “Erd û asîman bû Newroz” û “Bi milyonan kes got erê” gihîşt ber destên xwînerê xwe. 
 
NEWROZA 2011'AN: AN AZADÎ AN AZADÎ
 
Newroza 2011’an bi şîara “Ji bo jiyanek bi rûmet an azadî an azadî” li 130 navendan hat pîrozkirin. 
 
Agirbesta ji aliyê KCK’ê ve hat îlankirin bê bersiv hat hiştin. Pişt re Ocalan bi riya parêzerên xwe daxuyaniya “Em ê heta Newrozê çavrê bikin” girse û beşdariya Newrozê xurtir û zêdetir kir. Di pîrozbahiyan de bi milyonan kes Ocalan wek çareseriya pirsgirêka kurd nîşan da û wek modela çareseriyê jî modela “Xweseriya Demokartîk” a Ocalan pêşkêş kirin. 
 
Rojnameya Gunluk jî bi manşetên “Newroz bû jiyan”, “Agirê azadiyê li her deriye” û “Zarokên Kawa azadiyê înşa dikin” cih da pîrozbahiyan. 
 
NEWROZA 2012'AN: GEL QEDEXEYAN NAS NEKIR 
 
Li ser fermana Wezarîê Karê Derve yê wê demê Îdrîs Naîm Şahîn ê ji FETO biryara girtina wî heye, Newroza 2012’an di serî de li Amed, Êlih, Cizîr, Stenbol û gelek bajaran qedexe kir. Li gel hemû qedexe û astengiyan li Amedê ji milyonekê bêtir mirov ji çar milan ve barîkatên polîsan şikandin û ber bi Parka Newrozê ve dest bi meşê kirin. Li gel ku li gelek deveran polîsan êrîşî girseyê kir jî girse hemû xwe gihand qada Newrozê. 
 
Pîrozbahiya Newroza li Stenbolê jî dê li Qada Kazliçeşme ya Stenbolê bihata li darxistin. Lê ev der jî li gel hat qedexekirin. Li gelek navçe û semtên Stenbolê di navbera polîs û girseyan de pevçûn qewimîn. Di pevçûna li nêzî qada Newrozê de rêveberê DBP’a Arnavutkoy Haci Zengîn ji ber bombeya gazê li serê wî ket jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Êlihê jî dê li Qada Newrozê ya li kêleka Otogara Navbajaran bihata lidarixstin. Lê hemû riyên diçûn qadê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Di saetên serê sibê de gel ji sê milan ve berê xwe da qada Newrozê. Li bendê bû Newrozek bi heybet bihata lidarxistin, lê polîsan bi her aliyî ve êrîşî girseyê kir û heta êvarê pevçûnan dewam kir. Her der bû qada şer. Otobusa ku wekîlên DBP’ê û Hevserokê KCD’ê yê wê demê Ahmet Turk têde bûn, rastî êrîşa polîsan hat û bombeyên gazê avêtin hundirê otobusê. Li vir polîsek êrîşÎ Ahmet Turk kir û Turk birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. 
 
NEWROZA 2013’AN: JI OCALAN MANÎFESTOYA DÎROKΠ
 
Newroza 2013’an di ‘pêvajoya çareseriya demokratîk’ de bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statû’ hat pîrozkirin. Girîngtirîn bûyera Newrozê jî manîfestoya Ocalan bû. Di 3’yê çileyê de Ahmet Turk û Ayla Akat, di 23’yê sibatê de jî Pervîn Buldan, Altan Tan û Sirri Sureyya Onder çûn Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Di encama hevdîtinan de jî Ocalan ji bo Qendîl, Ewropa û BDP’ê sê nameyên cuda şandin. 
Piştî ku bersivên nameyan hatin dayîn jî Ocalan got, ‘Ez dixwazim di Newrozê de vê peyamê ez ragihînim.’ Bi vê yekê re jî balkişand ser Newroza 2013’an. Piştî van gotinên Ocalan jî gelê kurd bi coşeke mezin Newroza 2013’an pîroz kir û weke ‘Newrozeke dîrokî’ pênase kir. Fînala pîrozbahiyên Newrozê jî li Amedê bû. 
 
Li Amedê biqasî 2 milyon kes tev li Newrozê bû û gelê Amedê şahidiya mezintirîn çalakiya girseyî ya di dîroka xwe de kir. Di heman demê de milyonan kesan jî li ber ekranên televîzyonan peyama Ocalan a dîrokî guhdarî kir û bi vê yekê re jî pêvajoyeke nû ya têkoşînê hate ragihandin. 
 
Her çiqas pêvajoya çareseriyê ku demek piştre ji hêla AKP’ê ve hate xerakirin jî, di herkesî de ji bo aşitiyê hêviyeke mezin çêkir. 
 
Çapemeniya hawîz a ku di 21 Adarê de bi sernavên ‘Îro dîrok tê nivîsandin’ girîngiya rojê vedigot, di 22’yê adarê de jî bi manşetên ‘Pêncşema bi xêr’, ‘Çek êdî bêdeng dibin’ û ‘Çek êdî bêdeng bûn, dora aşitiyê ye’ derketin pêşberî xwendekarên xwe. 
 
NEWROZA 2014’AN: OCALAN CAREKE DIN MAFDAR DERKET 
 
Newroza 2014’an jî ku fînala wê li Amedê bû, bi dehan navendan bi tevlêbûna milyonan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Li gelek deverên cîhanê bi sedan kes ji bo şahîdiya li Newroza Amedê, hatin Amedê. Bi rojan beriya Newrozê, hemû balafirgeh tejî bûn û di roja Newrozê de jî zêdetirî 3 milyon kes li qadê kom bûn. Di qada Newrozê de cara yekemîn peyama hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bi dîmen hat weşandin û bi milyonan kesî temaşe kir. Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi zimanê kurdî ji hêla serokwekîla BDP’ê ya demê Pervîn Buldan û ya bi zimanê tirkî jî ji hêla parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ve hate xwendin. Peyama Ocalan li qadê bi baldarî hat guhdarkirin. 
 
Ocalan di nameya xwe ya dîrokî de Newroza gelan pîroz dikir û ev hişyarî dikir: “Di dîrokê de hatiye dîtin ku ger ji bo rêvebirina vîneke xurt nebe, pirsgirêkên dîrokî li gorî xwe teşe digirin û bi gelemperî jî bersivên bi xwîn bi xwe re di afirînin. Di pêşiya me de girîngtirîn mijar bersivandina pirsa ‘Gelo em ê bi darbeyên dubare yan dê bi demokrasiyeke radîkal rêya xwe berdewam bikin?’ e.”
 
Piştî xerakirina ‘Mutabaqata Dolmabahçeyê’ ji hêla AKP’ê ve ku pêvajoya aşitiyê jî bi dawî kir, hemû hişyariyên Ocalan ên ku di Newrozê de kirin, yek bi yek pêk hatin. 
 
Newroza Amedê ya dîrokî ku ji hêla bi dehan tv’yên dewleta tirk ve bi zindî dihate dayîn, di serî de çapemeniya hawîz, di gelek rojnameyên dewletê de manşetên weke ‘Ocalan: Aşitî dê bidome’, ‘Newroza berdewamkirina çareseriyê’, ‘Di Newrozê de nameya Ocalan hat xwendin: Dema em silha xwe dikin jî na tirsîn’, ‘Peyama bibiryariyê’, ‘Newroza aşitiyê’, ‘Êdî bila pêvajoya muzakereyan dest pê bike’ û ‘Bihara çareseriyê’ hatibûn avetin. 
 
NEWROZA 2015’AN: ROJA DERBASBÛNA DEMOKRASIYÊ YE
 
Di pîrozbahiyên 2015’an ên Newrozê de ku zêdetirî li sed navendan agirê Newrozê pê ket, navnîşana dawî dîsa Amed bû. Nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye mora xwe li pîrozbahiyan xist. Di pîrorozbahiya li Parka Newrozê ya Amedê de zêdetirî 2 milyon mirov ku sefîrên DYA, Îngilistan, Fransa Avustralya jî di nav de yên 25 welatan amade bûn. Li gel vê rojnameger, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, dîplomat, parlamenter  jî din av de 437 mêvan amade bûn. Her wiha hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî di nava mêvanan de bû. Di pîrozbahiyê de peyama serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî jî hate xwendin.
 
Li gel baranê jî zêdetirî 2 milyon mirov heta nameya Ocalan nehat xwendin, ji qadê veneqetiyan.
 
Di nameya Ocalan ku bi kurdî û tirkî hat xwendin de KCK vedixwend lidarxistina kongreyê û ev peyam dida: “Êdî roj ew roje ku em dawiyê li vê dîroka bi êş û wêranker bînin û li gorî rabûrduya xwe derbasî aştî, biratî û demokrasiyê bibin. Li gorî hewcehiya zanyar û baweriya xwe; mecbûriyeta me ew e ku li şûna netewe dewleta şerok, têkbirî, hilweşêr a ku nijatperestiyê diafirîne, bi siyaseta demokratîk vê derbas bikin û bi nasnameyên demokratîk em dikarin biçin hevpariyekê. Ji bo vê yekê jî ez bang dikim ku di nav netewe dewletan de bi rêbazê hevpariya demokratîk bi pêşxistina siyaseta demokratîk û dîsa di navbera netewe dewletan de mala demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.”
 
NEWROZA 2016’AN:  NEWROZA XWERÊVEBERIYAN
 
Piştî bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê ji aliyê AKP’ê ve, yekemîn Newroz bû ku dihat pîrozkirin. Ji ber vê jî li gel astengiyan jî bi milyonan kes ji bo pîrozkirina Newroza 2016’an herikîn Parka Newrozê ya Amedê. Li gel lêgerîneke zêde û asetengiyên ku derketin pêş di 5 cihê lêgerînê de nêzî 2 milyon mirov bi cil û rengê xwe yên kesk, sor û zer qada Newrozê veguherandin qada berxwedanê. Newroza ku ji aliyê KCD’ê ve hat organîzekirin, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” dike gelek poster û afîş ji aliyê polîsan ve hatin berhevkirin. Careke din nameya Ocalan a di Newroza Amedê, ya berê de hatibû xwendin hat xwendin. Her wiha ji derveyî welat jî gelek rojnameger, siyasetmedar, aktîvîst û hunermend tev li Newrozê bibûn.
 
Ji ber di heman demê de li Nisêbîn, Gever, Cizîr, Silopî û Şirnexê berxwedana xwerêveberiyan pêk dihat bi milyonan beşdarên Newrozê ji bo berxwedêran silav şandin.
 
NEWROZA 2017’AN: KEMAL KURKUT HAT ÎNFAZKIRIN
 
Beriya Newrozê ji ber şerê ku di 2017’an de hêj zêde hatibû gûrkirin, çapemeniya hawiz û desthilatdariya AKP’ê antî propaganda dikirin û digotin ‘dê kes beşdarî Newrozê nebe’ xwestin tevlêbûn kêm be. Lê belê dijberî van gotinan zêdetirî milyonek mirov herikî Parka Newrozê ya Amedê. Newroza ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hat organîzekirin li gel 35 navendan agirê yekemîn li Nêsêbînê pê xist.
Newroza Amedê ya ku bi sedhezaran kes tevlê bû polîsan li ber çavên çapemeniyê ciwanê bi navê Kemal Kurkut ê xwendekarê Zanîngeha Înonu yê Beşa Muzîkê bû û ji Meletiyê hatibû qetil kirin. 
Ji ber Newroz beriya referanduma 16’ê nîsanê bû, beşdaran sekna xwe jî nîşandan. Bi sedhezaran flamayên ku bi kurdî û tirkî li ser “NA” dinivîsî li ba dikirin.
 
2018: LI DIJÎ DESTWERDANA EFRÎNÊ BERTEK 
 
Di sala 2018’an de bi sed hezaran kes herikî Qada Newroza Amedê û bi piranî girse ji ciwanan pêk dihat. Di pîrozbahiyê de destwerdana li dijî Efrînê mohra xwe li pîrozbahiyê da û piştî pîrozbahiyê polîsan mudaxeleyî gel kir. 
 
NEWROZA 2019’AN: EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN 
 
Di Newroza 2019’an yanî îsal de tê payîn dê berxwedana grevên birçîbûnê ya ji aliyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve hat destpêkirin û li tevahiya girtîgehan belav bû mohra xwe li pîrozbahiyê bide. Newroza îsal dê bi şîara “Em ê tecrîdê bişkînin û em ê teqeze bi ser bikevin” bê pîrozkirin û li bendê ye bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bibe. 
 
2020: JI BER ŞEWBA VÎRÛSÊ BETAL BÛ 
 
Newroza 2020'an li Amedê û hemû bajarên Kurdistanê ji ber şewba vîrûsa corona bi girseyî nehat pîrozkirin. Parti û rêxistinên Kurdan biryar dan ku her kes li hewş, baxçe û malên xwe pîroz bikin. Gelê Kurd di 2020'an de agirê Newrozê li malên xwe pêxistin. Di 21'ê Adara 2020'an de Parka Newrozê ku 12 salan bi milyonan kesan Newroz lê pîroz dikir vala ma. 
 
2021: DÎSA MILYON XWE JI BO BERXWEDANA NEWROZÊ AMADE DIKIN
 
Gelê Amedê ku sala par li Qada Parka Newrozê bi girseyî Newroz pîroz nekirin, îsal xwe amade dikin ku di 21'ê Adarê roja Newrozê de dîsa bi milyonan biherikin qadê û li dora agirê Newrozê berxwedana xwe mezin bikin. Gelê Amedê dê îsal Newroz bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" bi tevlibûna sed hezaran pîroz bikin. 

Sernavên din

18/03/2021
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê