Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî

img

STENBOL - Ji salên 1990'î heta niha gelê kurd tevî hemû astengî û qedexeyan bi coşek mezin Newrozê pîroz dike. Girseya Newrozê sal bi sal mezin dibe û sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe. Lê medya hawiz pîrozbahiyên Newrozê ji nedîtinê ve tê. Lê çapemeniya azad bêtir reng, rû û daxwazên gel nîşan dide û derdixe pêş. Vê medya hawizê tenê di pêvajoya aştiyê de Newroz li manşetan nivîsand. 

Newroz îsal dê bi daxwaza azadî, edalet, aştî û yekîtiyê bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" were pîrozkirin. Newroz wê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dê ji aliyê milyonan ve bê pîrozkirin. Gelê kurd ji salên 1990'an heta niha tevî hemû qedexe, astengî, binçavkirin, girtin, cezakirin û kuştinê bi berdêlên giran Newrozê piroz dike. Gelê kurd ku bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir, sal bi sal li tax, kolan, gund, navçe û bajaran belav bû û niha bi milyonan kurd û gelên Tirkiye Newrozê pîroz dikin. Ji salên 1990’î heta niha medya hawiz her dem li gorî daxwazên îktidarê der barê pîrozbahiyên Newroze de manşet avêtin rojnameyan. Her dem bi manşetên wekî “Bi Bûyer/Bê Bûyer", “Newroza bi Xwîn", “Pêl bi pêl Newroz", “Bi Promosyon/Qedexeya Lastikan /Bê PKK /Fermî/Happy Nevruz” ango “Hevditina Nevruzê”, “Civîna Nevrozê", “Nevruz Cenna Tirkan e", “Pîrozbahiya Newrozê /Bi kêf /Bi Alarm/ Bi Tedbir” û gelek manşetên din ên di medya hawiz de hatin xuyakirin. 
 
Medya hawiz ku cih neda pîrozbahiyên Newrozên salên 90’an, piştî salên 2000’an hêdî hêdî cih da pîrozbahiyên Newrozan. Lê vê carê bi manşetên ku daxwazên gel, coş û tevlêbûna gel nedît hatin weşandin. Piştî pêvajoya çareseriyê vê carê di medya neteweyî û navneteweyî de wekî rojev û manşeta sereke hat dîtin. Piştî li Amedê bi milyonan tev li Newroza dîrokî bû rojnameyên medya hawiz bi sernavê "Li Amedê roja dîrokî" pêşkêş kirin. Rojname û televîzyonan piştî pêvajoya şer dîsa dest pê kir, di sala 2016'an û piştî we dîsa dest bi zimanê 90’î kirin. 
 
CUDAHIYA MEDYA HAWIZ Û ÇAPEMENIYA AZAD BI MANŞETAN XWE NÎŞAN DA
 
1991: NEWROZ LI HER DERÊ YE
 
Di Newroza 1991'an de Rojnameya Yenî Ulke bi manşeta “Newroz bû cejna Tirkan" û “Roja serkeftin û berxwedana gelê Kurd: Newroz li her derê ye" derket. Rojnameya medya hawiz Hurriyet êrîşa dewletê ya li dijî gel rewa kir û bi manşeta “Bîlançoya Nevruza bi xwîn 31 mirî: Cejne an îsyan e?" derket. Li Cizîrê polîs û leşkeran êrîşi girsê kir û Yek jê polis 31 welatî mirin. 
 
MÎLLÎYET: NE CEJN E ÎSYAN E 
 
Di Newroza 1992'yan de Rojnameya Yenî Ulke ya heftane weşan dikir bi manşeta “Newroz piroz be”  derket. Rojnameya hawiz ya Milliyetê jî bi sernavê “Li Edene, Şirnex û Cizîrê pevçûnên mezin, yek jê polis 24 mirî: Ne Cejn e Îsyan e" derket. 
 
ÇAPEMEMINA AZAD HAT GIRTIN
 
Di Newroza 1993'yan de rojnameyên çapemeniya azad beriya pîrozbahiya Newrozê hat girtin. Di 22'ê Adara 1993'yan de Rojnameya Hurriyetê bi manşeta “PKK, li Apo guhdarkir" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi manşeta "Em hatin kîjan rojê" derket. 
 
MÎLLÎYET: SÎQALKÊN NEVRUZÊ 
 
Di Newroza 1994'an de piştî PKK’ê daxuyanî da û got: “Newrozê li malê pîroz bikin" gel li bajarên herêmê derneket kolanan. Lê li bajarên metrepolan kurd derketin qadan û Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta “Newroza ‘Nevruz’ b ser neket" derket. Rojnameya Milliyetê jî  bi sernavê “Sîqalkê Nevruzê" nûçe dît û siyasetmedarên kurd ên ewropa kirin hedef. 
 
NEWROZÊN DI ROJNAMEYAN DE NEHATI NDÎTIN
 
Di pîrozbahiyên Newroza 1995'an de rojnameyên hawiz pîrozbahi nedîtin. Rojnameyan weki kevneşopiya çanda Tirk dît û wekî "Nevruz" ên ji aliyê rayedarên hikûmetê ve pêk hat dît. Rojnameya Ozgur Ulke  di 2'ê Sibata 1995'an de hat girtin û di dawiya meha adarê de dîsa dest bi weşanê kir.  
 
MÎLLÎYET WEKÎ NEWROZA DEMİREL NÎŞAN DA
 
Di Newroza 1996'an de Rojnameya Demokrasî di 22'ê Adara 1996'an de bi manşeta “Duh Newroz bû" derket. Wêneyê Newrozê kir manşet. Rojnameya Meydan bi sernavê “Alarma Nevruzê" nûçeya newrozê weşand. Rojnameya Milliyetê jî pîrozbahiya Newrozê ku Serokomar Demirel tev lê bû nîşan da û bi manşeta “Nevruza Bê bûyer" derket. 
 
‘NEWROZ LI HER DERÊ YE' 
 
Di Newroza 1997'an de Rojnameya Demokrasî bi manşeta "Coşa Newrozê li her derê ye" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi bi sernavê “Nevruza bi çalakî û bê bûyer" çap kir. 
 
NEWROZ 3 ROJAN BÛ MANŞET 
 
Di Newroza sala 1998'an de jî Rojnameya Ulkede Gundem bi manşeta “Gelên Xwişk û Bira Cejna Raperîna Kurdan bi hevre pîroz dikin: Newroz pîroz be” derket. Rojnameyea Ulkede Gundem di 22'ê Adarê de jî bi manşeta “Sedhezaran agirê raperînê geş kir" derket. Di 24'ê Adarê de heman rojname bi manşeta “Ji Girtiya PKK’yî Sema Yuce qêrîna şermezarkirina şerê qirêj: Bi Agirê Newrozê bedena xwe şewitand" derket. Rojnameya Mîlliyetê jî qet nûçeyên Newrozê nedît. 
 
KOMPLO MOHRA XWE LI  NEWROZÊ XIST
 
Di Newroza 1999'an de ji ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat girtin gel li kolanan Newroz pîroz kir. Gel Azadiya Ocalan xwest. Rojnameyên çapemeniya azad hatin sansurkirin. Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Di Nevruzê de pir kes hatin binçavkirin." derket. 
 
‘TEKER DI BINÇAVAN DE NE' 
 
Di Newroza 2000'an de Rojnameya Ozgur Bakiş  bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne" derket. Rojnameya Milliyet jî tekerên ku polîsan kom kirin kir manşet û sernavê “Lastik di bin çavan dene" da. 
 
‘ERD Û EZMAN BI HEYBET'
 
Di Newroza 2001'an de Rojnameya Yedînci Gundem manşeta "Di Newrozê de milyonek kes bernameya gel nivîsand: Erd û ezman heybet" derket. Rojnameya Milliyet jî sernavê “Gaffar jî di Nevruzê de bû" derket. 
 
‘NEWROZÊ QEDEXE NAS NEKIR'
 
Di Newroza 2002'an de li tevahiya Tirkiye pîrozbahî hatin xedexekirin. Rojnameya Yedinci Gundem bi manşeta “Newrozê qedexe nas nekir" derket. 
Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Nevruza îsal can şewitand' derket. 
 
‘LI DIJÎ DEHAQQAN AGIRÊ NEWROZÊ' 
 
Di Newroza 2003'an de rojnameyên medya hawiz qet Newroz nedît. Rojnameya Yeniden Ozgur Gundem jî bi manşeta "Li diî Dehaqan Agirê Newrozê" derket. 
 
Di Newroza 2004'an de bi deh hezaran gel Newroz li Stenbolê pîroz kir. Gel li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 22'ê Adarê de bi manşeta "Gel dimeşin Azadiyê" derket. Rojnameya Milliyetê bi ser navê “Di pîrozbahiya Nevruzê de li rojnameger xistin" da. 
 
EV NEWROZEK CUDA YE
 
Di Newroza 2005'an de Rojnameya Ulkede Ozgur Gundemê di 20''ê Adarê de bi manşeta "Ocalan di Newrozê de projeya demokratik aşkere dike, Îro Konfederalizmê îlan dike" derket. Di 21'ê Adarê de jî "Ev Newrozek cuda ye" derket. Dozgeriyê biryara komkirina rojnameyê da. Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Di bin siya Ocalan de" derket. 
 
‘PEYAMA GEL A NEWROZÊ' 
 
Di Newroza 2006’an de bi sed hezaran li Qada Kazliçeşme ya Stenbolê Newroz pîroz kir. Bi sed hezaran got Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vîna me ye. Rojnameya Ulkede Ozgur gundem bi manşeta "Dora gotinê ya Amedê ye" derket. Ulkede Ozgur Gundem roja din jî bi manşeta "Peyama Gel a Newrozê" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi sernave “protokol ‘li ser agir e" derket. 
 
‘NEWROZ PİROZ BE’
 
Di Newroza 2007'an de bi sed hezaran gel Newroz daket qadan û Newroz pîroz kir. Gel xwest tecrîd bi dawî bibe û jahrikirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Rojnameya Guncel bi manşeta "Newroz piroz be" derket. Rojnameya Milliyetê jî Newroza ku rayedarên dewletê beşdar bûn dit û Newroza gel a Sedhezaran nedît. Tenê pîrozbahiya Erdogan beşdar bû bi ser navê “Di pîrozbahiya Nevruzê de “bi helbestan peyama aştiyê" derket. Dîsa Newroz wekî “Nevruz” da. 
 
NEWROZA XWESERIYA DEMOKRATİK 
 
Di Newroza 2008'an de bi milyonan daket qadan û Xweseriya Demokratik xwest. Gel xwest Girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Xwest Qanûna Bingehin be guhertin û Nasnameya kurdan bê qebûlkirin. Di 2008'an de Rojnameya Haftaya Bakiş  manşeta "Newroza Xweseriya Demokratik" derket. 
 
Di Newroza 2009'an de milyon daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Rojnameya Gunluk bi manşeta "Milyonan hilbijartina xwe kir" derket  û vîna gel ya hilbijartinê aşkere kir. 
 
Di Newroza 2010'an de gelek Rojnaemyên medya hawiz Newroz kir nûçe. Medya azad ya Rojnameya Gunluk bi manşeta "Erd û Ezman Newroz" û "Milyonan got erê" derket. Rojnameya Cumhuriyetê bi ser navê “Nevruz pîroz kirin" derket. Rojnameya Milliyetê bi ser navê “Bi sed hezaran Newroz bê bûyer pîroz kir" derket. Got Ocalan mohra xwe li newrozê xist. Rojnameya Sabahê manşeta “Vaye Nevruza çareseriyê" Rojnameya Sozcu bi ser navê “Ne Nevruz Şova Apo" derket. Rojnameya Star bi ser navê “Zimanê Nevruzê aştî ye" derket. 
 
NEWROZA 2012'AN JI NAVENDEKÊ MANŞET HAT AVÊTIN
 
Newroza 2012'an ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hat qetexekirin. Tenê ji bo 21'ê Adarê destûr hat dayîn. Di 18'ê Adarê de gel li Stenbol û Amedê daket qadan û Newroz pîroz kir.  Gel û polîsan şer kir û gel Newroz pîroz kir. Li Stenbolê Hacı Zengin di êrişa polîsan de jiyana xwe ji dest da. Ronameya Gundemê bi manşeta “Newrozê qedexe nas nekir û li qadan bû" Rojnameya Guneş ji bo Newroza ku kesekî jiyana xwe ji dest da manşeta “Polis: 1 BDP:0” da. Rojnameay Radikal sernavê “Înatê can stend", Rojnameya Bugun “Terora Nevruzê" Hurriyet  sernavê “Kin ateşi”, Sozcu sernavê “Xerakirin û şewitandin" avêtine. 
 
OCALAN MOHRA XWE LÊ DA
 
Di Newroza 2013'an de bi milyonan gel daketin qadan û deklerasyona Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk erê kirin. Newros bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statu" hat pirozkirin. Deklerasyona Rêberê PKK'ê Ocalan' li Amedê ji aliyê milyonan ve hat guhdarkirin. Gel manifesto silav kir. Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta “Ocalan ji Amedê bang kir: Serdemek nû dest pê kir." derket. 
 
Rojnameya Sabahê bi sernavê, “PKK vedikişe" derket. Rojnameya Posta bi ser navê “Mandela bi ser ket Ocalan jî dê bi ser bikeve" derket. Rojnameya Haberturk bi ser navê “Dema aştiyê ye" rojnameya Zaman bi ser navê “bang li PKK’ê kir ‘Dema çekan qediya' derket.b 
 
LI NEWROZA AMEDÊ WEŞANA ZINDÎ KIRIN
 
Di Newroza  2014'an de bi milyonan gel tev li Newrozê bû. Bi dehan weşanen neteweyî û navneteweyî li qada Newrozê ya Amedê weşana zindî kirin. Bi sedan rojnamegerên neteweyî û navneteweyî Newroza Amedê şopandin. Rojnameya Gundemê "Daweta Aştiya mezin" derket. Bal kişandin ser nameya Ocalan. Rojnameya Akşam bi sernavê "Ji rêxistina kur re inat dema Bahara çareseriyê ye" Milliyet bi sernavê "Peyama biryarê" Sabah "Newroza ji çareseriyê re berdewam" derketin. 
 
MUTABAKATA DOLMABAHÇE XWENDIN
 
Di Newroza 2015'an de bi milyonan kes beşdari pîrozbahiyê bû. Peyama mutabakata Dolmabahçe hat xwendin. Rojnameya Ozgur Gundemê cih da peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û manşeta “Cîhan li dora peyama Ocalan û gel jî li dora azadiyê bûn yek. Milyonan bûn yek dil." derket. Dîsa bi manşeta "Dema Demokrasiyê ye" derket. Rojnameya Evrenselê jiî bi manşeta “Berpirsiyari êdî aydi devletê ye" derket. 
Rojnameya Milliyetê cih da peyama Bahçelî û manşeta “Nameya îxanetê" da. Rojnameya Sabahê manşeta “Pêvajoya çareseriyê hemû Tirkiye hembêz dike" da. Rojnameya Cumhuriyetê sernavê “îsyana li dijî Qesrê" derket. 
 
GEL TEVÎ ÊRIŞÊN DIJWAR JÎ DAKET QADAN
 
Di Newroza 2016'an de tevî li gelek bajaran êrîşên dijwar pêk hatin jî dîsa bi milyonan gel daket qatan û Newroz pîroz kir. Bi taybetî li bajarên Rêveberiyên Cewherî lê hatin îlankirin û qedexe lê hatin îlankirin gel bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Rojnameya Ozgur Gundemê bi manşeta “Çareserî li Îmraliyê ye" derket. Rojnameya Cumhuriyet “Çareserî di hefteyekê de dê bê" da. Rojnameya Sabahê “Amed rû neda" da. Rojnameya Zaman jî sernavê "Li Amedê Newroz bê coş derbas bû" 
 
‘NA DERKET PÊŞ'
 
Di Newroza 2017'an de bi milyonan kes beşdar bû. Beriya referanduma 16'ê Nîsanê gel ji referandumê re got "Na" Rojnameya Ozgurlukçü Demokrasî bi manşeta “Vaye vîna gel" derket. Rojnameya Cumhuriyetê bi sernavê “Agirê Nevruzê ji bo aştiyê pêket" Star bi sernavê “Nevruz bê bûyer pêket" Rojnameya Milliyetê sed hezaran kesên daketin qadan nedît. Pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi sernavê “Coşa Nevruzê” da. Rojnameyê sernavê "Na" derxist pêş. 
Rojnameya Evrenselê Newroza Amedê derxist pêş û manşeta “Di Xêrê de Aştî û di Aştiye de Xêr heye (Hayır’da barış, Barış’ta da hayır var) ” da. 
Rojnameya Haberturk jî got 'Nevruz hat pîrozkirin' 
 
‘AGIRÊ NEWROZÊ WÊ EFRÎNÊ PAQIŞ BIKE' 
 
Di sala 2018’an de dîsa çavê hemû cîhanê li ser Newroza Amedê bû. Teî hemû qedexe û astengiyan bi sed hezaran li qada Newroza Amedê kom bûn. Gel bi coş û peyamên xurt Newroz li Amedê pîroz kir. Bertekên li dijî operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê derket pêş. Lê medya hawiz a bi fermana hikûmetê tev geriya Newroza 2018'an qet nedît. Medya hawiz dagirkeriya TSK’ê ya li dijî Efrînê derxist pêş. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi sernavê “Agirê Newrozê wê Efrinê paqij bike" derket. Rojnameya Evrenselê jî sernavê ku bertekê nîşanî operasyona li dijî Efrînê dide derket û bi sernavê “Yek Xwediyê Aştiyê" derket. 
 
TECRÎDÊ MOHRA XWE LI NEWROZA 2019'AN DA 
 
Di sala 2019'an de cejna Newrozê li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê bi beşdariya milyonan kes hat pîrozkirin. Di pêvajoya ku bi hezaran girtiyên siyasî li girtigehan û bi sedan kes jî li derve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girevê de bûn, Newroz bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" wekî cejna berxwedan û raperîna li dijî terîdê hatibû pîrozkirin. 
 
Tenê du rojnameyan Newrozê kir manşet. Yek ji van rojnameya Yenî Yaşamê ye û bi manşeta “Em ê bi Newrozê bi ser bikevin û tecrîdê bişkînin" derket. A din jî rojnameya Evrenselê bû û bi manşeta "Gel got em li vir in" derket. 
 
Rojnameya Bîrgunê bi sernavê "Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin" nûçeyek kurt çêkir. Rojnameyên wek Sozcu, Cumhuriyet jî nûçeyên kurt çêkirin û qala pîrozbahiya Newrozê kirin. Wek din rojnameyên din Newroza bi beşdariya milyonan însan hat pîrozkirin di rûpelên ewil de nedan. 
 
NEWROZA 2020’AN JI BER KORONAYÊ HAT BETALKIRIN 
 
Newroza sala 2020'an ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ku bandora xwe li ser tevahiya dinyayê kir hat betalkirin. Cara yekemîn kurdan û dostên wan ji ber pandemiyê pîrozbahiya Newrozê bi girseyî pîroz nekirin. Lê belê gelê kurd bi awayên semobolîk be jî êvara 21'ê Adarê kuçe, hewş û şaneşînên mala xwe agirê Newrozê pêxistin û dîsa Newrozê pîrozkirin. 
 
AMADEKARIYÊN NEWROZÊ DIDOMIN 
 
Ji bo pîrozbahiya Newroza îsal ango 2021'an tenê çend roj man. Li Kurdistan û Tirkiyê amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Newroza îsal bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" dê were pîrozkirin û wê bi milyonan kes balê bikişîne ser azadî, aştî, edalet û yekîtiyê. Tê payîn Newroz dê li 30 bajaran û 61 navçeyan were pîrozkirin.

Sernavên din

18/03/2021
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê