Efrîn kirin warê DAIŞ'ê

img
RIHA - Tirkiye di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî bajarê Efrînê şer da destpêkirin û di 18'ê Adarê de gelê Efrînê ji ber êrîşa tang, top û balafirên şer neçar man ku bajarê Efrînê vala bikin. 3 sal di ser şer re derbas bûn. Lê hêj TSK û OSO/MSO  ji axa Efrînê derneketine. Rojnameger Sozda Oremar, diyar kir ku Tirkiye Efrîn ji bo DAIŞ'ê kiriye wekî bajarê Reqqayê. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, anî ziman ku li Efrînê hemû mafên mirovan hatiye binpêkirin." 
 
Tirkiye, di 20'ê Çileya 2018'an de bi TSK û OSO/MSO) li dijî Efrînê şer dabû destpêkirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), 58 rojan li dijî êrîşên TSK'ê li ber xwe da û Efrîn parast. Lê piştî 58 rojan di 18'ê Adarê de ji ber êrîşên tang, top û balafirên şer gelê Efrînê neçar ma ku Efrînê vala bike. Ji ber TSK'ê bi balafirên şer bajar bombe kir gel bajar vala kir. Bajarê Efrînê ku berê bajarê aborî, perwerde, demokrasî û bajarekî reng û baweriyan bû, piştî êrîşan talan û wêran bû. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî dagirkeriya TSK-OSO/MSO, talankirin, werankirin, xerakirin û kuştin pir zêde bû. Niha Tirkiye yekineyên hêzên biyanî li wir bi cih dike. Navê saziyan diguherîne û dibistanên xwe li wir ava dike. Rêxistina Mafên Mirovan di 30'ê Çileya 2021'an de daneyên 3 salan parve kir. Li gorî van daneyan di êrîşan de 613 kesan ji ber êrîşên Tirkiye û yekîneyên girêdayî Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan. 498 kes jî di êrîşa bombeyan de jiyana xwe ji dest dabûn. 82 kes piştî hatibûn binçavkirin bi îşkenceyê hatibûn kuştin. Di êrîşan de 303 zarok û 213 jin bi giştî 730 kes birindar bûn. Di nava 3 salan de li Efrînê hezar jin 7 hezar kes hatin revandin. Gelek kesên hatin revandin ji bo pere ji malbatên wan bistînin aqûbeta wan nediyar e. Niha jî 75 jin hatin qetilkirin û 69 jin bi tecawizê re rû bi rû man û aqûbeta wan nayê zanîn. 
 
DEMOKRAFÎYA BAJAR HAT GUHERTIN
 
Efrîn ku beriya êrîşê ji sedî 90 nifûsa bajêr Kurd bû, piştî êrîş û dagirkeriyê nexxeya demokrafîk hat guhertin. Piştî yekîne û Komên girêdayî Tirkiye ketin Efrînê nêzî 300 hezar welatiyên Efrînê bajar terk kirin û koç kirin. Welatiyên Efrînê koçî Şahbayê kirin. Tirkiye û komên girêdayî Tirkiyeyê piştî ketin Efrînê komên selefî ji Idlib, Hama, Humus, Guta, Lazkiye anîn li Efrînê bi cih kirin. Nêzî 400  hezar kesên ji bajarên der û dorê anin li malên Kurdan bi cih kirin. 
 
ARMANC DIKIN KU BIKIN BAJARÊ TIRKAN 
 
Li dibistanan dersên Tirkî kirin mecbûrî û perwerdehi bi zimanê Tirkî tê dayîn. Navê kolan û taxan kirin Tirkî. Navê qada Azadî kirin "Ataturk Meydanı", navê Duriyana Newrozê kirin "Selahattin Kavşagı", Navê Qada Kawayê Hesinkar kirin "Zeytin Dalı Meydanı" û Navê Gundê Qestel Miqdat kirin "Selçuk Obası", navê Gundê Kûtana kirin "Zafer Obası" navê Gundê Kurzêlê kirin "Cafer Obası". Li gelek gund û wargehan ala Tirkiye û posterê mezin ê Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan daliqandin. 
 
64 DIBISTAN XERA KIRIN
 
Piştî TSK û OSO ketin Efrînê dibistanên ku berê cihê perwerdehiya zanistî bû, xerakirin. Li gorî Komîteya Pererde û Hîndekariya Efrînê TSK'ê li Efrînê 64 dibistan xera kirin. Beriya êrîşê li van dibistanan 50 hezar û 855 xwendekar hebûn. Piştî êrîşê13 hezar xwendekaran koçî Şahbayê kirin. Piştî êrîşan Zanîngeha Efrînê jî di navde hemû saziyên perwerdehiyê hatin girtin. Amûr û pirtûkên bi Kurdî hatin rakirin. Li şûna wan dersên bi Tirkî û Erebî zêde kirin. 
 
QADÊN ÇAND Û ABORIYÊ TALAN KIRIN
 
TSK û MSO-OSO pişti ketin Efrînê ewil warên dirokî, çandî û aborî kirin hedef. War û berhemên ku di lîsteya UNESCO de hebûn kirin hedef. Şikefta Duderî, Parastgeha Marmaron ya Cûhiyan û gelek warên dîrokî û çandî kirin hedef û talan kirin. Li bajarê Efrînê ku 20 milyon darên zeytûnan heye, teytûn û teyt desteser kirin. Zeytûnên ji Efrînê anîn piştre firotin Îspanya, DYA û Almanyayê. Dîsa nêzî 314 hezar û 400  darên zeytûnan birîn û 11 hezar hektar zeviyên çandiniyê şewitandin. 
 
 
Rojnameger Sozda Oremar ku li herêmê rojnamegeriyê dike û Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Ajansa me ya  Mezopotamya (MA) re axivîn. Oremar û Şêxo bal kişand ser bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li dijî talankirinû wêrankirinê. 
 
Rojnameger Sozda Oremar, anî ziman ku komên paramiliter ên Tirkiye piştgiriyê dide wan, armanc kirin ku êrîşî hişê “Neteweya demokratik" bikin û wiha got: Efrîn beriya êrîşan ji bo hemû mirovan warê parastin û jiyanê bû. Bi sed hezaran mirovên ji berê Sûriye reviya bûn hatibûn li Efrînê bi cih bûbûn. Nêzî 1 milyon mirov li Efrînê di nava aramiyê de dijiyan. Lê Tirkiye di 20'ê Çileya 2018’an bi 72 balafirên şer û çekên giran êrîşî Efrînê kir. Armanca vê êrîşê talankirin, wêrankirin û dagirkerî bû. 3 salin ev yek xuya dibe. Di nava 3 salan de demografiya Efrînê guhertin. Berîya dagirkeriyê Efrîn cihekî pir xweş bû. 
 
‘EFRÎN BAJARÊ JINÊ BÛ'
 
Oremar, anî ziman ku berê Efrîn bajarê jinê bû û wiha got: "Beriya dagirkeriyê Efrîn bajarê jinê bû. Bajar bi rengê jinê hatibû neqişandin. AKP'ê dijminantiya li dijî jinê li Efrînê nîşan da. Piştî Efrîn dagir kirin, her roj jin tên tecawizkirin û qetilkirin. Gelek jin êdî nikarin derkevin kolanan. Çeteyên Erdogan bi hovîtî êrîş dike. Tenê ji ber nasnameya Kurd tên tecawizkirin û qetilkirin. Piştî Tirkiye ket Efrînê kirin Mîna Reqqayê. Kirin warê DAIŞ'ê. Tirkiye Efrîn ji bo DIAŞ'ê kir wekî Reqqayê. Niha Efrîn ji bo jinan bûye dojeh. Her roj jin tên qetilkirin û tecawizkirin." 
 
 
Oremar, da zanin ku li Cerablus, Bab, Ezaz, Serêkanî û Girê Spî jî heman hovîtî tên kirin û wiha bi dawî kir: "Li gel ev binpêkirin û hovîtî bi belgeyan hatiye tespîtkirin jî dîsa sazî û rêxistinên navneteweyî li dijî van geşedanan bêdeng dimînin. Şaxa Kongreya Star Efrînê bi belgeyan bal kişand ser qetilkirina jinên li Efrînê. Jinên bi êrîşan re rû bi rû dimînin tev jinên Kurd in. Jinên li Şahba xwe bi rêxistin kirine. Di nava çi şertên dijwar de bijîn jî dîsa bi biryar têkoşîna xwe berdewam dikin. Gelê Efrînê 3 salin di şertê dijwar de li Şehba li ber xwe didin. Dîsa ji bo vegerin Efrînê di nava hewldan û têkoşînekê de ne." 
 
'MAF DI BIN PÎYAN DE NE' 
 
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo jî anî ziman ku li Efrînê hemû mafên mirovan hatiye binpêkirin û wiha got: "Ne tenê li dijî mirovan êrîş heye. Tenê mafên miron nayê binpêkirin. Mafe dar û beran ji tê binpêkirin. Piştî Efrîn dagir kirin, zêdeyî 300 hezar mirov bi zorê koçber bûn. Welatiyên koç kirin li Şehba, Halep, Cizîrê bi cih bûn. Li şûna wan nêzî 400 hezar Tirkmen û Ereb li malên Kurdan bi cih kirin. Bajarê ku berê nifûsa wî ji sedî 90 Kurd bûn, niha bûye ji sedî 20. Bi vê yekê demografiya bajar guhertin. Navê kolan û taxan guhertin. 
 
Beriya şer li Efrînê aramî û azadî hebû. Lê piştî dagirkeriyê binpêkirina mafan, talankirin û wêrankirin heye. Li dijî binpêkirina mafan û bê hiqûqiyê, rêxistinên hiqûqê yên navdewletî erka xwe pêk neanîn. 3 sal borîn, lê hêj tu kes dengê xwe nakin. Bêdengiya li dijî vê bê hiqûqî û binpêkirina mafan şirîkatiya vê yekê ye. Divê demek berî demekê dagirkeriya Efrînê bi dawî bibe. Divê hemû kesên koç kirine dîsa li cih û warên xwe vegerin." 
 
MA / Emrullah Acar - Bariş Polat
 

Sernavên din

18/03/2021
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê