COLEMÊRG – Li Geverê destûra pîrozbahiya Newrozê hat dayîn.
Komîteya Amadekar a Newrozê a Gever a Colemêrgê, ji bo pîrozbahiya Newrozê serî li Qeymeqamtiya Navçeyê dabû. Serlêdana Komîteya Amadekar hat qebûlkirin.
Li Geverê dê pîrozbahiya Newrozê di 21'ê Adarê saet di 12.00'an de dest pê bike û dê heya saet 15.00'an dewam bike. Dê parlementerên HDP'ê Semra Guzel, Saît Dede û Hevseroka HDP'ê ya Silopiyay Adalet Fîdan tevli pîrozbahiyê bibin û her wiha dê Koma Golgedekîler û Reêzan Şîrvan jî derkevin ser dikê û bistrên.