Amed wê agirê Newrozê sibê bi tevlêbûna milyonan geş bike

img

AMED - Gelê Amedê dê sibê agirê Newroza dîrokî li Parka Newrozê bi tevlêbûna milyonan geş bike. Komîteya Amadekar a Newrozê diyar kir ku xebatên wan ên ji bo pîrozbahiya Newrozê temam bûne û ji Newroza dîrokî re amade ne. Komîteyê da zanîn ku gel dê bi milyonan qadan tijî bike. 

 
Gelê Amedê dê sibê di 21'ê Adarê de li Parka Newrozê bi tevlêbûna milyonan cejna Newrozê pîroz bikin.  Gelê Amedê ji Newroza ku bi şîara "Em bi Agirê Newroz Li Ber Xwe Bidin Bi Ser Bikevin" li Parka  Newrozê ya Rezan bê pîrozkirin re amade ye. Pîrozbahiya Newroze dê sibê saet di 10.00’an de li Parka Newrozê dest pê bike. Komîteya Amadekar a Newrozê, li 17 navçeyên Amedê, bi tevlêbûna  rêveber û parlamenterên HDP'ê gel û gel ziyaret kirin. Komîteyê û rêveberên HDP'ê belavok li welatî û esnafan belav kirin û ji her kesî xwest tev li pirozbahiya Newrozê bibin. Komîteya Amadekar bernameya Newroza sibê aşkere kir. Îsal dê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mithat Sancar, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, parlamenterên HDP'ê, nûnerên Komxebata Tifaqa Kurdistanî, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û nûnerên gelek partiyên siyasî amade bibin. Dê bi sedan rojnameger pîrozbahiya Newrozê bişopînin. 
 
Li aliyekî Komiteya Amadekar xebatên Newrozê berdewam dikin, li aliyê din ziyaretan dikin. Xebatên li Qada Newrozê temam bûn. Polîsan hezar metre dûrî Parka Newrozê barîyer danîn. Bi hezaran polîs dê li dora qada Newrozê cih bigirin. Dîsa ji bo ketina qada Newrozê dê 4 derî bên vekirin. Gel dê ji deriyê Zumrut Kent, Peyas, Rezan bi giştî ji 4 deriyan têkevin qada Newrozê. 
 
 
QEYÛM PANKART DAXISTIN
 
Qeyûmê tayinî şaredariyê hatiye kirin, çend saet beriya pîrozbahiya Newrozê hemû pankartên ku li kolanan hatine daliqandin bêyî hincet nîşan bide kom kirin. Komîteya Amadekar a Newrozê li avahiya HDP'ê ya Yenîşehîrê daxuyanî da û daxistina 250 pankaran şermezar kir. Li ser navê Komîteya Amedakar a Newrozê Îrfan Soner û endama  Komîteya Newrozê Zelal Bilgin daxuyanî da. 
 
Zelal Bîlgîn, ewil Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an de ji aliyê polîsan ve hat kuştin bibîr anî û wiha got: "Her guleyek ku berdan bedena tazî ya Kurkut, di heman demê de berdane gel. Dereng nêzîk dê hesabê vê yekê bê dayîn." 
 
GEL DÊ DAKEVE QADAN 
 
Bîlgîn, da zanîn ku li ser destûrê pankart li kolanan vekirin û qeyûm bê destûr pankartên wan kom kirine. Zabitayên qeyûm ku vîna gel xezp kirine, dîsa bêyî hincet nîşan bidin nêzî 250 pankartên me daxistin. 
Gel asteng dikin. Gelê me dê sibê Qada Newrozê tijî bike û bersîva vê yekê bidin." 
 
Serokê Komîteya Amadekar Îrfan Somer jî bi Kurdî axivî û xwest her kes bi coş û ruhê Newrozê dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin.
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/03/2021
17:07 Dersimê peyama yekitî, wekhevî û azadiyê da
17:06 Banga ji Newroza Agiriyê: Bila MHP bê girtin
16:48 Peyam dan AKP'ê: Va ye meydan
16:46 Bi hezaran beşdarî Newroza Dîlokê bûn
Berdevka HDP'ê Gunay: Navnîşana Aştiye Ocalan e
16:29 Qada Newrozê ji bo Colemêrgiyan teng ma
16:22 Kûrkûrt li ser gora xwe hat bibîranîn: 44 sal jî derbas bibe ez ê ji bîr nekim
16:15 Amediyan dîsa gotina xwe got: Ji Ocalan re azadî
16:08 Agirê Newrozê li Egeyê belav bû
15:57 Daxwaza ‘Azadiya Ocalan' bend derbas kir
15:49 Li Rihayê hezaran Ocalan silav kir û piştgirî dan HDP’ê
15:26 Geverê dîsa got HDP gele
15:24 Xelîl: Dijmin hewl didin projeya gelan têk bibin
Ehmed: Di Şoreşa Rojava de, hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê ne
14:33 Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Nisêbîn û Qoserê bûn
14:32 Wan li qadê hilnehat: Çareserî li Îmraliyê ye
14:19 Li Amedê 33 kes ji ber alan hatin binçavkirin
14:15 Sancar: Em li pey banga Ocalan in
13:47 Gergerlîoglû hat berdan
13:46 Serokê Amerîkayê Biden Newrozê pîroz kir
13:32 Ciziriyan barîkatên polîsan hilweşandin
13:23 Sed hezaran agirê Newrozê pêxistin
12:56 Gelê Serhedê bi coşek mezin Newrozê pîroz dike
12:55 Li Sêrtê bi hezaran Newrozê pîroz dikin
12:47 Li Dîlokê beriya destpêkirina pîrozahiyê qada Newrozê têje bû
12:28 Kemal Kurkut li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
12:27 Bi deh hezaran beşdarî Newroza Wanê bûn
Bi yek dengi dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz dikin
12:22 Li Dersimê gel qedexeya Newrozê ya walîtiyê guhdar nekir
12:03 Li Qada Newrozê posterên Ocalan li ba dibin
12:02 Bi dehezaran kes li Newrozê ne
12:01 Gelên Edeneyê bi hevre govenda Newrozê girt
11:48 Bi mîlyonan Newrozê pîroz dikin
11:40 Li Rihayê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
11:32 Coşa Newroza Cizîrê deqe bi deqe mezin dibe
11:13 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diherikin qadên Newrozê
11:01 Di serdegirtina malan de 2 dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:51 Hezaran ji bo Newrozê berê xwe dan Qendîlê
10:29 Amed ji bo geşkirina agirê Newrozê diherike qadê
10:24 Bi hezaran ji bo pîrozbahiya Newrozê dimeşin Keleha Wanê
10:20 Coşa Newrozê ya dayikek û zarokên wê astengî nas nekir
09:45 Binçavkirina Gergerlîoglu bû TT: Wekîlê gel di bin çavan de ye
08:55 HDP: Destûr nedan nimêj bike
08:32 Ew kêliyên Gergerlîoglû vegotin: Ji salên 1994'an xirabtir bû
08:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 115'emîn de didome
07:53 Berteka jinan: Zilam tundiyê dikin, dewlet diparêze
07:52 Li Gola Masiya erebî, tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî tune ye!
07:51 Dê jin dev ji jiyana xwe bernedin
07:50 Ciwanan Agirê Newrozê li gelek qadên Gever û Şemzînanê geş kirin
07:47 ROJEVA 21'Ê ADARA 2021'AN
07:28 Rojnamegerê Firansî yê xwest Newrozê bişopîne dersînor kirin
07:16 Polîsan Gergerlîoglu li Meclisê binçav kirin
20/03/2021
21:43 Li Agirî û Şirnexê pîrozbahiya Newrozê
21:27 95 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:15 Li Tûzlûçayirê Newroz hat pîrozkirin
21:05 Li Mûglayê gel di Newrozê de hatin cem hev
17:29 Ji Newroza Çewlikê berteka girtinê: Hodrî meydan
17:22 Qada Newrozê li benda gele
17:11 Xelkê li Meydana Gundogdû bertek nîşan tecrîdê da
16:57 Semsûr, Meletî û Mereş xwedî li HDP'ê derketin
16:55 Şenoglû: Newroz hêvî be, hêvî li Îmraliyê ye
16:54 Li Stenbolê Newroz bi dûrişmeya "Azadî" bi dawî bû
16:40 Li Çanakkale û Tekîrdagê coşa Newrozê
16:40 Li Antalyayê bi hezaran kes Newroz pîroz kirin
16:12 Bakurê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê yên sibê amade ye
16:11 Gel li dora agirê Newrozê kom bû
15:41 Buldan: Qadên Newrozê yên Stenbol û Amedê bersiva vekirina doza girtina HDP’ê ne
15:21 Gergerlioglu: Me agirê Berxwedanê li Meclîse pêxist
15:15 Platforma KHK’iyan: Divê HDP li Meclîsê be
15:01 Li Cizîrê gel vexwendin Newrozê
15:00 Bi dirûşmên xwe peyam dan AKP’ê
14:59 Bersiv dan doza girtina HDP’ê
14:49 Derket holê ku biraziyê pîra 70 salî ew kuştiye
14:35 Ji bo tevlêbûna Newroza Dersîm û Sêrtê bang kirin
14:23 Tevî barana zêde gel herikin qada Gundogdûyê
14:05 Li Colemêrgê tundiya polîsan
14:02 Gergerlîoglû wê ji Meclisê tevlî Newroza Kocaeliyê bibe
13:52 Qada Yenîkapiyê tije bû: Faşîzm wê têk biçe û gel bi ser bikevin
13:46 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Karaş ê 81 salî hat kirin
13:40 Ji bo girtiyê nexweş Ongûllû banga berdanê kir
13:37 Bi hinceta tevlî merasîma cenazeye birayê xwe bûne hatin binçavkirin
13:25 Amed wê agirê Newrozê sibê bi tevlêbûna milyonan geş bike
13:25 Hevserokên HDP’a Stenbolê: Vaye bi milyonan kes li pişta HDP’ê ye
13:24 Qedexeya sosret a belavoka Newrozê ya HDP’ê: Hêmana sûc nîne, doza girtinê heye
13:14 Polîsan li Aydinê maşîneya banga Newrozê girêda
13:01 Kelemçeyên xwe şikandin û çûn qada Newrozê
12:40 Geverî ji Newrozê re amade ne: Em ê azadiyê qîr bikin
12:37 Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP-MHP'ê dijminantiya Jinê tecsîl kir
12:36 Jinan banga derketina qadan kir: Ji hêrsa me bitirsin
12:36 Bi dûrişmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ diherikin Yenîkapiyê
12:35 Du bira 26 sal in winda ne
12:20 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Hasan Ocak kirin
12:19 Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê
11:43 Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin
11:28 Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’
11:25 Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire
11:19 Li Erzînganê erdhej çêbû
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê