Bersiv dan doza girtina HDP’ê

img

STENBOL - Li Qada Yenîkapi ya bi sedhezaran tije bû, agirê Newrozê hat pêxistin. Li qadê hirsa li dijî tecrîdê mezin bû û li dijî hewldana girtina HDP’ê ev peyam hat dayîn: “Qada Yenîkapiyê ji bo kesên dixwazin HDP’ê bigirin bersiva herî mezine.”

 
Li Stenbolê, pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Yenîkapiyê bi şîara “Emê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin” tê pîrozkirin, bi tevlîbûna bi sedhezaran dewam dike. Li qadê, hirsa li dijî tecrîdê her ku diçe mezin dibe. Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût derketin ser dikê û xitabî gel kirin
 
JIN LI QADANE
 
Bûlût, bi gotina “Em gelin, gel li vê derêye” gel silav kir û ev peyam da: “Vîna tu kesî têrê nake ku HDP’ê bigirin. Hêza tu kesî têrê nake ku Peymana Stenbolê rabike. Ev gel îro li vê derê dengê xwe derdixîne. Heya em gihan roja îro me gelek berdêl dan. Rêhevalên me yên bedel didin hene. Em deyndarê wane.” 
 
Piştî axaftina Bûlût, ji qadê dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” nav û deng da. 
 
PROJEYA AŞTIYÊ YA MEZIN
 
Hevserok Avci jî, Newroza girseyê pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev qad li dijî kesên behsa hêza millî dikin û axa Mezopotamyayê veguherandine goristanê bersiva herî mezine. Vê qadê îro bersiva herî mezin da kesên dixwazin HDP’ê bigirin. Em di van şert û mercên zor û zehmet de ji vê derê peyamekê didin. Em daxwazên gelan tînin ziman.”
 
Avci, projeya aştî û jiyanê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye silav kir. Girseyê axaftina Avci bi berzkirina dirûşmeyan birî. Avci, piştî dirûşmeyan da zanîn ku Newroz avakirina vê projeyê ye.
 
AGIRÊ NEWROZÊ HAT PÊXISTIN
 
Piştî axaftina Bûlût û Avci, agirê Newrozê hat pêxistin. Li aliyê din, li cihên cuda jî agir hatin pêxistin.
 
KELEPÇEYÊN XWE ŞIKANDIN Û DERKETIN SER QADÊ 
 
Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên di hepsa malê de kelepçekiribûn û keçepçeyên xwe şikandin û hatin Newrozê derketin ser dikê û gel silav kirin. Girseyê demek dirêj ji bo xwendkaran li çepikan xistin.
 
ONDER: ÇIREYA AŞTIYÊ NAYÊ VEMIRANDIN 
 
Dûre endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder derket ser dikê û bi hezaran gel silav kir. Girseyê jî bi dirûşmeya “Kurdistan bi te serbilinde” bersiv da Onder. Onder li ser vê yekê, diyar kir ku di sala 2013’an de jî, ji ber heman dirûşmeyê hatibû cezakirin û wiha got: “Aştî tiştek wisane ku çi dema pêbikeve, tu hezar carî jî pif bikiyê wê ne vemire.” 
 
PEYAMA DEMÎRTAŞ HAT XWENDIN
 
Piştre peyama Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê dimîne hat xwendin. Peyama Demîrtaş şandibû wihaye: “Hevalên min ên hêja, gelê me yê dildar! Êrişên li dijî partiya me û we yên dûrî aqilane dewam dikin. Ez we hemûyan bi rihê berxwedan û azadiya Newrozê silav dikim. Bi hêviya rojên azad, ez Newroza we pîroz dikin. Newroza we, cejna we pîroz be!”
 
Li ser navê Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) Seher Dûrsûn axivî û ev peyam da: “Em ê li dijî êriş û faşîzmê, bi hev re têbikoşin.”
 
DAYIKÊN AŞTIYÊ JI BO GREVA BIRÇÎBÛNÊ BANG KIRIN
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên bi kincên xwe yên neteweyî derketin ser dikê jî, gel silav kirin û bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike. Li ser navê dayikan Dayika Aştiyê Bedîa Dûman, axivî û wiha got: “Li dijî tecrîda li Îmraliyê 114 rojin greva birçîbûnê dewam dike. Tekane daxwaza me aştî û edalete. Bila dayikên Kurd û Tirkan, gerîla û eskeran dest bidin hev û vê pirsgirêkê çareser bikin.”
 
BAŞ: EMÊ TESLÎM NEBIN
 
Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî, derket ser dikê, Newroza gel pîroz kir û got: “Emê tu carî teslîm nebin. Îro dixwazin HDP’ê bigirin. Hûn çi dikin bikin, hûnê nekarin me teslîm bigirin.”
 
Newroz bi coş dewam dike. 

Sernavên din

21/03/2021
17:07 Dersimê peyama yekitî, wekhevî û azadiyê da
17:06 Banga ji Newroza Agiriyê: Bila MHP bê girtin
16:48 Peyam dan AKP'ê: Va ye meydan
16:46 Bi hezaran beşdarî Newroza Dîlokê bûn
Berdevka HDP'ê Gunay: Navnîşana Aştiye Ocalan e
16:29 Qada Newrozê ji bo Colemêrgiyan teng ma
16:22 Kûrkûrt li ser gora xwe hat bibîranîn: 44 sal jî derbas bibe ez ê ji bîr nekim
16:15 Amediyan dîsa gotina xwe got: Ji Ocalan re azadî
16:08 Agirê Newrozê li Egeyê belav bû
15:57 Daxwaza ‘Azadiya Ocalan' bend derbas kir
15:49 Li Rihayê hezaran Ocalan silav kir û piştgirî dan HDP’ê
15:26 Geverê dîsa got HDP gele
15:24 Xelîl: Dijmin hewl didin projeya gelan têk bibin
Ehmed: Di Şoreşa Rojava de, hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê ne
14:33 Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Nisêbîn û Qoserê bûn
14:32 Wan li qadê hilnehat: Çareserî li Îmraliyê ye
14:19 Li Amedê 33 kes ji ber alan hatin binçavkirin
14:15 Sancar: Em li pey banga Ocalan in
13:47 Gergerlîoglû hat berdan
13:46 Serokê Amerîkayê Biden Newrozê pîroz kir
13:32 Ciziriyan barîkatên polîsan hilweşandin
13:23 Sed hezaran agirê Newrozê pêxistin
12:56 Gelê Serhedê bi coşek mezin Newrozê pîroz dike
12:55 Li Sêrtê bi hezaran Newrozê pîroz dikin
12:47 Li Dîlokê beriya destpêkirina pîrozahiyê qada Newrozê têje bû
12:28 Kemal Kurkut li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
12:27 Bi deh hezaran beşdarî Newroza Wanê bûn
Bi yek dengi dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz dikin
12:22 Li Dersimê gel qedexeya Newrozê ya walîtiyê guhdar nekir
12:03 Li Qada Newrozê posterên Ocalan li ba dibin
12:02 Bi dehezaran kes li Newrozê ne
12:01 Gelên Edeneyê bi hevre govenda Newrozê girt
11:48 Bi mîlyonan Newrozê pîroz dikin
11:40 Li Rihayê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
11:32 Coşa Newroza Cizîrê deqe bi deqe mezin dibe
11:13 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diherikin qadên Newrozê
11:01 Di serdegirtina malan de 2 dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:51 Hezaran ji bo Newrozê berê xwe dan Qendîlê
10:29 Amed ji bo geşkirina agirê Newrozê diherike qadê
10:24 Bi hezaran ji bo pîrozbahiya Newrozê dimeşin Keleha Wanê
10:20 Coşa Newrozê ya dayikek û zarokên wê astengî nas nekir
09:45 Binçavkirina Gergerlîoglu bû TT: Wekîlê gel di bin çavan de ye
08:55 HDP: Destûr nedan nimêj bike
08:32 Ew kêliyên Gergerlîoglû vegotin: Ji salên 1994'an xirabtir bû
08:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 115'emîn de didome
07:53 Berteka jinan: Zilam tundiyê dikin, dewlet diparêze
07:52 Li Gola Masiya erebî, tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî tune ye!
07:51 Dê jin dev ji jiyana xwe bernedin
07:50 Ciwanan Agirê Newrozê li gelek qadên Gever û Şemzînanê geş kirin
07:47 ROJEVA 21'Ê ADARA 2021'AN
07:28 Rojnamegerê Firansî yê xwest Newrozê bişopîne dersînor kirin
07:16 Polîsan Gergerlîoglu li Meclisê binçav kirin
20/03/2021
21:43 Li Agirî û Şirnexê pîrozbahiya Newrozê
21:27 95 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:15 Li Tûzlûçayirê Newroz hat pîrozkirin
21:05 Li Mûglayê gel di Newrozê de hatin cem hev
17:29 Ji Newroza Çewlikê berteka girtinê: Hodrî meydan
17:22 Qada Newrozê li benda gele
17:11 Xelkê li Meydana Gundogdû bertek nîşan tecrîdê da
16:57 Semsûr, Meletî û Mereş xwedî li HDP'ê derketin
16:55 Şenoglû: Newroz hêvî be, hêvî li Îmraliyê ye
16:54 Li Stenbolê Newroz bi dûrişmeya "Azadî" bi dawî bû
16:40 Li Çanakkale û Tekîrdagê coşa Newrozê
16:40 Li Antalyayê bi hezaran kes Newroz pîroz kirin
16:12 Bakurê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê yên sibê amade ye
16:11 Gel li dora agirê Newrozê kom bû
15:41 Buldan: Qadên Newrozê yên Stenbol û Amedê bersiva vekirina doza girtina HDP’ê ne
15:21 Gergerlioglu: Me agirê Berxwedanê li Meclîse pêxist
15:15 Platforma KHK’iyan: Divê HDP li Meclîsê be
15:01 Li Cizîrê gel vexwendin Newrozê
15:00 Bi dirûşmên xwe peyam dan AKP’ê
14:59 Bersiv dan doza girtina HDP’ê
14:49 Derket holê ku biraziyê pîra 70 salî ew kuştiye
14:35 Ji bo tevlêbûna Newroza Dersîm û Sêrtê bang kirin
14:23 Tevî barana zêde gel herikin qada Gundogdûyê
14:05 Li Colemêrgê tundiya polîsan
14:02 Gergerlîoglû wê ji Meclisê tevlî Newroza Kocaeliyê bibe
13:52 Qada Yenîkapiyê tije bû: Faşîzm wê têk biçe û gel bi ser bikevin
13:46 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Karaş ê 81 salî hat kirin
13:40 Ji bo girtiyê nexweş Ongûllû banga berdanê kir
13:37 Bi hinceta tevlî merasîma cenazeye birayê xwe bûne hatin binçavkirin
13:25 Amed wê agirê Newrozê sibê bi tevlêbûna milyonan geş bike
13:25 Hevserokên HDP’a Stenbolê: Vaye bi milyonan kes li pişta HDP’ê ye
13:24 Qedexeya sosret a belavoka Newrozê ya HDP’ê: Hêmana sûc nîne, doza girtinê heye
13:14 Polîsan li Aydinê maşîneya banga Newrozê girêda
13:01 Kelemçeyên xwe şikandin û çûn qada Newrozê
12:40 Geverî ji Newrozê re amade ne: Em ê azadiyê qîr bikin
12:37 Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP-MHP'ê dijminantiya Jinê tecsîl kir
12:36 Jinan banga derketina qadan kir: Ji hêrsa me bitirsin
12:36 Bi dûrişmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ diherikin Yenîkapiyê
12:35 Du bira 26 sal in winda ne
12:20 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Hasan Ocak kirin
12:19 Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê
11:43 Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin
11:28 Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’
11:25 Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire
11:19 Li Erzînganê erdhej çêbû
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê